Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokźn partiyan: Roja 22 ī nīsana 2010 an roja bi dawībūna /15/ salan ji jiyana rojnama NEWROZź ye *

 


  Memê Alan

    Bi boneya roja rojnemevaniya kurdî, Rojnama Newroz û Yekîtî ževbuhêrkek, bi beždariya gelek rojnemevan, nivîskar, rewženbîr û zimanhezan li dar xist. ževbuhêrk bi kêlîkek bêdeng li ser giyana canfîdayên rojnamegeriya kurdî û peyva azad dest pê bû, pižtre gotinên herdu rojnaman hatin xwendin, û pažê jî, nirxandinên devkî û nivîskî yên beždaran ji rewža rojnemevaniya Kurd re  li Sûriyê, û herweha pêžinyar û têbînên wan ji herdu rojnaman re, ew žev dewlemend kirin. Vaye emê li jêr gotina Newrozê pêžkêž bikin.


-  Xwedî pênûsên hêja û xebatkarên rojnamegeriya Kurd ….Beždarên bi rûmet ….Rêz , silav û pîrozî ji we re…
*-Berî hertižtî em neçar in , ku we bi girîngî û pêwîstiya rojnemegeriyê di hemî aliyên jiyanê de hestiyar bikin. Ji berê û pažê ve, rojnemevanî di jiyana civakan de, bi roleke mezin rabûye. Hin caran bi roleke erênî lîstî û civak pêžde daye , û hin caran jî bervajî wê kiriye. yanê dema ku rojnemgeriya civakekê li pêž, azad û serbest be xizmet pêžvebirina civaka xwe kiriye, û dema ku li žûn û ne azad be, wê civaka xwe bi žûn xistiye. 
Ji ber ku, ew hemî aliyên jiyan û civakê ronî  dike, pesnê bažiyan dike û žažiyan rexne dike, wêlomê jî, bi destlata çarem bi nav bûye. Herweha di jiyana miletên bindest de, yên mîna gelê me yê Kurd, rola rojnamevaniyê hîn mezin û xurtir dibe. Ji ber ku , hebûna wan ji nifžên pažerojê diterxîne û bi cîhanê dide naskirin. Em dikarin bi kurtî rola rojnemevaniyê-bi taybetî di hevdema me de - bi van çend gotinan žirove bikin : Rojnemegerî û ragiyandin dikarin žorežan hildin û gelan bi serbixînin û azad bikin, û bervajî wê jî dikarin civakan tar û mar jî bikin.  
*- Çima rojnama Newrozê?
    Li gel rola dîrokî ya rojnemegeriyê ya ku, me li jor aniye zimên, pêžiyan gewrî li xwe ziwa kirine û gotine : Ziman kiltie , navnîžane û hebûn û nebûna miletin e …. Lewre jî zimanê me hatiye qedexekirin . da ku Kurd weke millet xwe ji bîr bikin , xwe nas nekin û hêdî-hêdî di hundir gelên dî de bêne pižaftin. Rêberê kurdîtî û miletperweriyê seydayê mezin Ehmedê Xanî ji berî (315) salan , tiliya xwe danîbû ser birînê  û bi dilžewatî gaziya xwe kiribû Kurdan ,da ku, ew pêžî guh bidin zimanê xwe yê žêrîn bi êž û xemgînî jî gote dora xwe û nivîsî lê, ez çi bikim sûk kesade , ma mirov "zaroyê xwe yê nexwaž bi zaroyê cîrana yê xwež digahêre "?!.
    Mîrê gewre Celadet Bedirxan jî got : yekîtiya kurdan bi yekîtiya zimanê kurdî ve girêdayî ye , û yekîtiya zimên jî bi yekîtiya tîpan pêketê.
Dr. Nûredîn Zaza jî di dermafê zimên de weha digot:
   Kurdo ger tu dixwazî xwe nas bikî , zimanê xwe nas bike , û eger tu dixwazî xwe bi xelkê bidî naskirin , dîsa zimanê xwe binase.
  Jiber van gotinên jorîn ên pîroz ên gorbihužtên me, me xwast bi derçûna vê rojnamê, em bersivên bang û fîganên wan bidin û bibêjin : bila dilên we rûnin, di gorinên xwe de ža bibin. Vaye sûk pir nesekiniye …..û bi sedan pênûs û pirtûk, bi dehan rojname, kovar, pêlwež û qenalên wêneguhêzê yên kurdî, dihêlin ku dilê mirov gež bibe û rê li ber bikaranîna zimanê kurdî were qelažtin û dûz bibe.
    Ji ber sedemên li jor me anîne zimên, em rojnama Newrozê diwežînin û her û her jî emê berdewam bin. Li dawiyê em li hêviya berhemên pênûsên kurdî ne, ta ku, tevlîhevbûna van berheman lehiyeke bi což di hemî aliyan de, di pažerojê de çêbike.
 
* Ji wežanên  Partiya Yekîtî ya Demokrat  a Kurd li Sûriyê -  YEKÎTÎ
Hejmar  ( 91 )  Nîsan  2010 z  -  2622 k

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark