Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: ÇÎROKA GURÎ

 

Xeleka(1)

Luqman Silêman
Hevind@nefel.com 

GURÎ sê wiye li ber destê Ap û jin Apêye zikekî têre dihê birçiye.Gurîkî bê merêse gurîbûna xelkê ta bi cînikê ye, ya GURÎ ta bi movikê piştê ye. gurî ne direngê mirovade ye yekê bê ser û sûte ye, wek zebanîkê cehnemê ye, yê ku gurî  di xewde bi bînê nema zarok jêre çêdibin hewqa gurîkê mekrohe, diran qîç bê temtêl, ne li hevhatî, ne wek insanaye,serîkê mezin bejneka kin, çavnê beq li ser wîne wek melkemotê mirnêye.


 Raste gurîkê bêmerêse, ne li hevhatiye, bê ser û sûkete ne di rengê mirova deye lê çavê gurî ji mirova naşlê dih mirov werne gurî nikarinê çavê gurî ji melkemot naşikê, raste gurî ne sipehiye bê temtê le ne li hevhatiye û bê cire lê gurî mêra di ser xwere nabînê  û mêranî ji kesîre nehiştiye,kes li gundê silîva nikarê dengê xwe li gurî bikê yan pêre şaş bibê  ji bilî apê wî. gurî pakiyê ji kesî nakê tenê ji apê xwe di pilikênê, ji ber ku gurî li ber destê apê xwe mezin bûye û ew tirsa zaroktî  maye di dilê gurî de û pêre mezinbûye, lê guhê gurî di qeliqin, gurî pir zîreke, çelengekî mêraye wek pilingekiye.
lîstikvan lingê xwe li lingê gurî nadin di lîstika xar û kaba de  gurî lîstikvana di wê deverê de di ser xwere nabînê, xar û kab bi zarokê gundê silîva ve nehiştine, zaro anîne qa qa reş, roja ku xarek yan kabek ji gurî herê, gurî wê şevê narazê wek ku gêrik ketine laşê wî.
Kundirekî gurî heye tim dagirtî xar û kabin kêm cara xar yan kab ji gurî diçin, lê roja ku xar yan kab ji gurî herin wê şevê xew bi çavê gurî nakevê, gurî kul û xema tiştekî naxwê ji lîstika xar û kabe pêve,  temenê gurî bûye hivde, hijde sal hîn wî destê xwe li ava sar û ger nedaye ji lîstika kab û xara pêve ji lewma kes ji gundê silîva bi gurî nikarê gurî guhne bûye di lîstikêde.
Rojekî jin apa wî ew ji xew rakir go: kuro apête ji niza mir li ber cot û tu li mal razayî, derabe taştêya apê xwe jêre bibe ma wê diniya xirabibê, gurî da xwe rabû, xwe vekişand, kirasê xwe bi serxwe de berda,lê mirov dezîkî ji kirasê gurî bikşînê wê hemî ji hev bekevê hingî pîne lê hene, dema ku tu kirasê gurî li erdê deynê wê ew kiras şipiya bi sekinê ji demûşa havîna û barana zivistane ji ber ku kirasê gurî tucarî nehatiye şiştin ji roja ku gurî ew li xwe kiriye yan jê ku mirov kirasê gurî bi guvêşê devê mar de wê ew mar bimrê.
Gurî çîpilaqê deva kire ber xwe de û turê nanê sêlê da milê xwe û rahişte satila nîskê û derket ji hewşê,wê  taştêya apê xwe bibê jêre.
Dema ku gurî ji mal derket dî va zarok wê bi xar û kaba dilîzin, gurî dicîde satila nîskê û pêçeka nanê sêlê danî û vegera mal, kundirê xwe derxist ji neqeba kewarê û dîwêr û  bi xar berê xwe da koma zaroka. Agir di navê gurî de di şixulê  do kabek jê çûye, şevê dî xew bi çavê gurî neketiye lingekî wî li hewşêbû û yek li hundirbû çawe etlayî bi ava mezin ketiye wesa bi gurî ketiye nizanîbû wê kengî roj lê derkevê, da ku kabê xwe vegerîne. gurî dakete meydanê û kabê xwe hilavêtin, kabê gurî cote cot mîr dihat ji dêla kabekî dih kab ji zaroka birin, gurî di meydana lîstikê de lotika didê xwe, qebe qeba dengê gurî bi ser gund dikevê serê vê sibihê.gurî di lîstikê de germbûye apê û cot û diniya hemî ji bîra wî çûye, hew dî jin apa wî di sere sekinî û bi derê ber sêlê, pinihayê. Gurî go: ha in apê xêre, çi qewmiye!? Jin apa wî go: guriyê çepel ma hîn tu neçûyî mane apê te ji nêza miriye.
Gurî  patika xwe xwerand û kundirê kab û xara da jin apa xwe û pêçeka nanê sêlê danî ser serê xwe û rahişte satila nîskê û  bi dilekî kul paz dehê herişî berê xwe apê xwe,lê gurî gavekî tavêjê û bi şûnxwe de li zaroka dinêrê destê wî ji lîstikê nabê û ji apê xwejî newêre neçê.Gurî dagera newalekî ji wa newalê bê binî, ji xwedê pêve kes gurî nabînê, gurî satila nîskê li ber xwe danî û ew pêçeka nanêsêlê çande nav nîskê û be kevçiyê darî gurî kete ser wê nîskê, birçîbûn ketiye hestiye gurî, wî di heyate xwe de têr nîsk ne xwariye, çavê wî û bavê wî derdikevin ta ku nîv têrî dibû, gurî bin çeng rast kirin, pêçeka nên bi satila nîskê ve xilaskir, dora satilê re çû û hat rahişte satilê û çîpilaqek li binê wê xist, bîst mitra dûr çû, go: deherê min ne bi wê rojê roa ku ez ketim ber destê ap û amo jinê, şikir ji xwedêre vêcarêjî min têr xwar. gurî destê xwe da pişt qûna xwe û hêdî hêdî berê xwe da apêxwe, hîn ji dûrve apê wî ew dît, zanî ku gurî  taştêya wî xwariye go: ber te di diya min gabê go: ez te, bigrim heger ez, te nekujim lê apê wî dizanê ku bi fenekî bê ew nikarê gurî bigrê.?
Gurî nêzîkayî li apê xwe kir lê bi tirse, dizanê wê apê wî li wî bixê, ji lewma heryek gava ji yê dî di dizê, gurî giha ser seda apê xwe,apê wî xwe avête erdê û kire nale nal go: ez ne xweşim gurî çû di ser apê xwe re sekinî go: Agir kete kunê min de apê min ne xweşe û xwe tewan bi ser apê xwe de. Dema ku gurî xwe tewan bi ser apê de, apê wî xwe zerkiriyê  û bi damarê qirika wî girt û bi mesa sa daweşan de gurî lê, gurî wek beytik xwe tavêjê vî alî û aliyê dî, gurî nehişt mesasek lê bikevê û xwe ji destê apê xwe derxist û  bazda apê wî da ser piştê lê toza wî ne hilanî. Gurî ji apê dûrket, bihne fişk bi ser gurî ketin, xwe da qelaçekî rûnişt bihna xwe berda, li apê xwe nêrî go: bi navê xwedê ji îro pêde ta ya xerab hebê ez ya baş nakim.
Gurî berê xwe da gayê sorê çav belek ji ser tewlê vekir bi xwe re bire gund  gote: jin apa xwe apê min  gelek silava li te dikê gotiye min şevê dî xewnek dîtiye, gayê sor serjêkin bêxin xêra dê û bavê mebê! Jin apa wî go: bi xwedê minjî şevê dî di xewna xwe de didît min bi vî zikî du kur tanîn lê min newêrî bû ez ji apê tere bêjim? Ez tirsam ku ew ji min bawer nekê lê başe va wî jî xewin dîtiye, de bake sê çar xorta ber werin arî te.
Gurî go: wa amo jinê? Jinkê go: ha gurî. Gurî go: apê min gotiye ber wî xanîkê piçûk jî xira bikin bidin bin goştê gê! Jin apa gurî go: belê gurî tiştê ku apê te gotî emê pik bînin, de bake xorta hin ji we gê serjêkin û hinjî xênî xirabikin.
Gurî da ber lotika, nih dih xort ji nava gund anîn, hin hilkişan ser xênî û hina gayê sorê çav belek li erdê dan û ketin ser kelaxê gêde. gurî lezê dikê berî apê wî werê gurî nav li xorta didê. Gurî goştê gayê sor kire beroşa û li ser agir nanî û di dora beroşare diçê û tê lotika didê xwe gurî di xwazê têr goştê gê bi xwê berî apê wî werê, hesiyê wî valebûne ji, birçîbûna sala,mala bavê sêwîtiye ne bi xana xwedê bê. Bû peqe peqa goştê gê, gurî berê xwe da xênî pêçekek nanê sêlê anî û dora beroşê goşt re diçê û tê, û her wî nanî li nav ava goşt dihilînê û tavêjê zelhûma xwe gurî bin çeng bi ava goşt rast kirin. Bû demê malê apê gurî cot berda, berê xwe da mal dî va dû bi ser mala wî ketiye go: Bi navê xwe dê gurî hawan kirne, de xwe dê ji min û gurî re mezin mane ezê bighim mal, ma wê bikude bazdê gurî, weleh felata wî îro ji destê min nîne, apê gurî ehda lê di xwînê û nizanê wê kengî bighê mal. Gurî jî dora beroşê goşt re diçê û tê şabaş ji xwedê re ma çiqa xerabî li bejna min tê.!? Apêwî nêzîkî li malkir gurî jî hêdî hêdî ji nav koma zaroka der dikevê lê apêwî li zaroka di zîvirê, her ku gurî gavekî ji zaroka dûr dikevê apêwîjî di lezînê, gurî ji nav koma zaroka derket lê apêwî bakire zaroka go: gurî ji minre bigrin.
Gurî ber singa xwe tijî kevir kir û bakire zaroka go: weleh yê nêzîkî min bibê ezê serê wî bêxim delav. Apê gurî rahiştiye qute darekî û li gurî zîvirî û bakire zarokê gund go: De wernê . gurî bezda û zarok ketin ser pişka gurî de, gurî qederekî bazda û li zaroka zîvirî, ew dane ber kevira hemû anî kirne di gunde û vegera li wî qelaçê pêşberî gund rûnişt go: min mêr divê bi sermin de werê.    


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark