Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 112 Salvegera Rojnamegeriya Kurdistanî De (Rojnameya KURDISTAN Û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan)

 


Konê Reş

   Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2''''''''mîn bin, lê her ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3''''''''mîn in… Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî kurdî a yekemîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê duwemîn e, lê her Bedirxanî xwediyên wê qenciyê ne, çiko Hacî Qadirê Koyî di bin bandora Bedirxaniyan de, li Stenbolê fêr û serwextî kurdewariya netewî bûye…


Mîr Miqdad Medhet Bedirxan kurê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e.
Mîr Bedirxan(1802-1868), yê ku  di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û wiha biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e… Di sala 1847 an de, Mîr Bedirxan û malbata xwe sirgûnî Stenbolê bûye, di pey re girava Kirîtê.. Li Stenbolê, Mîr Bedirxan tev zarok û neviyên xwe li dor xwe komkirine û ji wan re gotiye:
 (..Ez di tirsim ku hûn di nav tirkan de zimanê xwe jibîr bikin, û ku we ziman jibîrkir, hûnê welatê Botan û Kurdistanê jibîr bikin. Tiştê ku min ji we divê; hûn di malên xwe de, bi zarok û zêçên xwe re, bi zimanê bav û kalan bi axifin, yê wa neke, ne kurê mine..)
Di çend salên dawî de, ji sirgûn û zivariya ku Mîr Bedirxan  di girava Kirîtê de derbaskir, gelek caran ji Sultan dixwest ku destûra wî bide bi vegere Cizîra Botan, warê bav û kalên wî, lê sultan ew rê nedayê.. Vêca, dawî,  ji sultan xwest ku rêka çûna Şamê bidêyê, da ku her çend salên xwe yên dawîn li Şama şerîf biborîne .
Şam jî, ji Kurdan re wek cihekî pîroz lê tê mêzeandin, hem ji rex musilmantiya wê ve, hem jî ji rex xweşiya wê ve û wek ku di nav Kurdan de belave: (Şama şerîf erda muqedes...) û ji mêj ve dibêjin: (Şam şekire welat jê şêrîntire).
Mîr Bedirxan, bi dûv bajarê Cizîrê, Şam ji xwe re hilbijart û wek ku xwest, sultan rê dayê û mîr Bedirxan  ji girava Kirît, bajarê bi navê  (Qendiyê) hat Şamê.
Hingê gelek ji zarokên wî li Stanbolê û Şamê dijiyan û hin ji wan karbidestên mezin bûn, kurê wî Bedrî Başa wê hingê waliyê Horanê bû. Lê kurê wî Miqdad Medhet li Stenboê xwendina xwe dikir..
Wiha Mîrê Mîran her çend salên xwe yên dawîn li Şamê derbaskirin, ta ku dirojekê de, ji sala 1868 an de çû ber dilovaniya Xwedê, hingî zarokîn wî ew di rex gora şêx Xalidê Neqşebendî de verşartin, li taxa kurdan ya ku dikeve quntara Çiyayê Qasyîyûn de, raserî Şamê.
Lê sebaretî Mir Miqdad Medhet Bedirxan, xwediyê rojnameya kurdî a dayik KURDISTAN, ta niha ne sala zayîna wî û ne sala wefata wî diyar in.. Di sala 1889 an de digel birayê xwe Emîn Alî, bavê Mîr Celadet û Dr. Kamîran, kar û barê xwe û serhildanekê kirin li herêma Tirabzûnê, lê mixabin bi wan re neçûye serî...
   Di baweriya min de, weşana rojnameya Kurdistan û banga wî di hejmara pêşîn de, 3''''''''mîn banga netewî kurdî ye, piştî banga bavê netewa Kurdî şêx Ehmedê Xanî:(1651-1707), yê ku bang Kurdan kiriye û gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya bi çi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..
û helbestvanê kurd yê netewî Hacî Qadirê koyî:(1815-1897) yê ku di 1815an de, li Kurdistana Îraqê, bajarê Koyê çêbûye. Li gelek bajarên Kurdistanê, bi dûv xwendinê de gerya ye, xwendiye û melatî kiriye. Piştî salên 1850î ji Kurdistanê derketiye û çûye Stenbolê. Li Stenbolê pêwendiyên wî bi kurdan re çêbûye. Bi taybetî bi malbata Mîr Bedirxan re. Mîr Bedirxan jî, ew wek mamoste ji bo zarokên xwe girtiye. Wiha Hacî Qadir bûye mamostê zarokên Mîr Bedirxan, û her wiha ew nêzîkî pirsa kurdî bûye. Di baweriya min de Hacî Qadir  li mala Mîr Bedirxan bêtir serwextî pirsa kurdî bûye û ji wan fêrî Kurdewariyê bûye.. Nexasim dema ku ew yekemîn car Mem û Zîn a Ehmedê Xanî li mala Mîr Emîn Alî Bedirxan dibîne, dixwîne, û felsefeya Ehmedê Xanî nas dike. Û wiha di bin bandora Zarokên mîr Bedirxan û felsefeya Ehmedê Xanî de helbestên xwe yên netewî dihune. Werm em bi hev re nivîsa ku mîr Miqdad Bedirxan li dor Hacî Qadir nivîsandiye û di rojnameya xwe Kurdistan, hejmara 2 an de belav kiriye bixwînin: (Alimek ji Sora hebî sala dî wefat kir, rehmeta Xwedê lê be, Xwedê gunehên wî bixefirîne. Navê wî Hacî ebdulqadir bî, ev mirov saxiya xwe de gelekî xebitî derheqa elimandina ilim û me''''''''rîfetê re, gelek bêt û eş''''''''arên kurmancî dinivîsî, rêdikir welatê xwe sora, ezmanê wî ezmanê sora ye, lewma kurd hemi vî ezmanî nizanin. Pişta kitêba Mem û Zînê de bi xetdest xwe hin bêt nivîsî ne, teberiken min ew bebyat li vê cerîdeyê de, pêde binivisin, wekî bi diqet bê xwendin, me''''''''na wan xweş têt fehim kirin:
Zemane risim caranî nemawe, çirax nazim û mişî kijawe
Le dor ême roman û cerîde, eger çi meqsede zanîn bawe
Eman qedrî bizane em kitêbe, le dunya estekî ey hemtayî nemawe
Le eyamî heyatî Şêxî Xanî, le ser nusxe xet ew nusrawe
Le layî erbab xoy bo qedir û qîmet, xezîneye gewhere û kîse diraw e
Le mecm''''''''î duwel; Soran û Botan, le saye em kitêbe nasirawe
Le Kurdan xeyrî Hacî û Şêxî Xanî, esas nezmî kurdî danenawe)
Mir Miqdad Medhet Bedirxan, Kurdistan/hejmara(3), sala 1898, Qahîre, Misir
Hem jî di helbestek xwe de aresteyî Kurdan wiha gotiye:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa''''''''î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û ''''''''ar û bê deng.
Hacî Qadirê Koyî di 1897an de li Stenbolê miriye. Gora wî di Goristana gornistana Reqece-Ehmed de veşartî ye.
Mir Miqdat Medhat Bedirxan û rojnameya Kurdistan1898
Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweşiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêşketina Kurdan weşandiye, hejmara 1ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawîn (31) di 14 ê nîsana 1902an de.
Bi tenê wî her (5) hejarên pêşîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weşana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne 31. Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weşandina wan ji 6-19 an li Cinêvê çap bûne; ji 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara 19 an, hêj ev hejmar nebedîye.
Mir Miqdad ji her hejmare 2000 nesxe, di rêka Şamê re dişandin Kurdistanê, bo Şex, Mella û xwendevanan..
Mixabin ku di sala 1906''''''''an de piştî kuştina Ridvan Paşa, Mir Miqdad Medhet Bedirxan sirgûnê Mekkê bûye, û êdî ti pêzanîn li dor nînin..
Li xwarê çend deqên ku min ji gotarên yên ku di her çar hejmarên pêşîn de belav bûne, bijartine, yek li dor nesaxiya wî û çûna wî a Misrê ye, yên din, çend firdikin ji bangên wî yên netewî ji gelê Kurd re:
 (Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te''''''''ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me''''''''arîfeta bikim, li kûderê mirov die''''''''lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de..).
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(1),rûpelê(1) Qahîre.

(Berî şeş heywa ez nesax bîm, loma vê zivistanê ez hatim Misrê. Misir biye bajarek hewqas mezin û xweş, heta mirov nebîne mirov nikare bo wesfa wê bizanibe. Ez hêdî hêdî ketim nîv Misriya de, elimîm hal û sine`etên wan kesib û karan..)
(Gelî ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eşîra me Botan in, şihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşînim, meqseda min qenciya Kurda ye…)
 Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(1), rûpelê(3), Qahîre.

 Di hejmara(2)an de wiha nivîsandiye: (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e''''''''limandin û sin''''''''et û me''''''''erîfeta..)
 Rojnameya Kurdistan/1898, hejmara(2), rûpelê(1), Qahîre.
Her wiha di hejmara (3)an de wiha gotiye: (Gelî kurdino! Hun jî dest hilênin, bie''''''''limin ilim û hunera da Xwedê Te''''''''ala û resûl Ellah eleyihî elselam ji we razî be, da hun bikaribin, dîn û namûsa xwe ji şerê dijmina hefiz bikin, da hun jî bikaribin wetenên xwede rûnin, da hun jî ji vê rêncberî yê xelas bibin. Ez gelek reda Kurda dibînim hemi jî rêncberin, jarin . Gelek ji wan, ji rebeniyê, ji feqîriyê, ji xerîbiyê ditelifin. Yek xweyî ilim û huner dikare pencsed mirova re şixila bibîne, loma hekî çendek ji mîr û axayên Kurda elimîn huner û ilmî, wê hingê kurd wê wetenê xwe de, ji xwe re şixula bibînin, wê ne mihtac bin, biçin ji derve zar û reben bin, rêncberiyê bikin..)
Rojnameya Kurdistan/ 1898, hejmara(3), rûpelê(2), Qahîre.
Di hejmara 4 an de jî wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotîye: (Gelî Mîr û Axano ! Kurmancno ! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet (li) dinyayê û axretê rûyê mirov spî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie''''''''limînin ilm û me''''''''rîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca'''''''' û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin).
Rojnameya Kurdistan/1898, hejmara (4), rûpelê(3), Qahîre.
Konê Reş
Qamişlo, 21/04/2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark