Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Li Qamişloyê Kovara PIRSê Ahenga Çil rojiya nivîskar û rewşenbîrê Kurd Rezoyê Osê li dar xist

 


Bi beşdariya birek ji rewşenbîr, nivîskar, hezker û malbata nivîskarê hêja Rezoyê Osê, êvara pêncşembê15/04/2010Z, bi xuleyeke bê dengî li ser rewanê pak ê Rezo û rewanê hemî cangoriyên Kurd ahengê dest pê kir. Pêşkêşvanê wê weha got:
Beşdarên hêja û bi rûmet…
  Li destpêkê, bi navê Komîta birêvebir a Kovara PIRSê, em xêrhatina we dikin. Hêvî û omîda me ewe ku di vê ahenga çil rojiya nivîskar û rewşenbîrê Kurd ê hêja, bira û hevkarê me Rezo yê Osê de, em bi hev re sinciyên wî yên bilindî mirovane di bîra xwe de bînin, kar û xebata wî ya çil salî di ber çand û zimanê Kurdî de bi rêz û rûmet binirxînin.


   Ji ber rewşa ewlekarî ya taybet a vê heyamê, me nikarîbû hemî dost, heval, hogir û hezkerên kek Rezo di vê ahengê de beşdar bikin, em lêborînê ji we û hemî rewşnebîrên Kurd yên derveyî vê civatê dixwazin, hêvîdar in hun kêmasiyên me bibexşînin.
Xwişk û birayên rêzdar…
   Li nik desteya Kovra PIRSê biryar e, di hejmara wê ya bê de dosyake fireh yan hejmareke taybet li ser kek Rezo bête weşandin. Ji ber wilo jî, berhem, nivîs û lêkolînên ku li ser gorbuhuşt ji me re hatine, em ê wan di wê hejmarê de biweşînin, herweha, emê derfetê ta dawiya vê mehê bidin nivîskar û hezkerên wî, kesê ku bixwaze li ser binivîse, ew dikare berhema xwe li ser navnîşana Kovarê bişîne.
Berhemên ku ta niha gihane desteya Kovarê, evin:
1-Lêkolîneke Rojnamevanî bi sernava (Rezo zindî ye) bi pênûsa nivîskar û endamê Komîta Kovara PIRSê yê berê birêz Dilovan htiye nivîsandin.
2-Lêkolîneke zengîn û berfireh bi sernava(Rezo Osê, Krdîzan, ronakbîr û folklornas) bi pênûsa endamê Komîta Kovara PIRSê yê berê mamoste Berzo hatiye nivîsandin.
3-Helbestek ji helbestvan Arşek Baravî bi sernava YADÎGARA ÇILÎNIYA MIHRE RIZO OSÊ giha şevê û hin malik jê hatin xwendin.
4-Helbestek bi sernava Rêheval Rezo bi pênûsa helbestvanê Kurdê hêja Mihemed Elî Heso giha şevê û hin malik jê hatin xwendin.
5-Helbestek ji helbestvan Tengezarê Marînî bi sernava Peyv di çavên min de man giha şevê û hin malik jê hatin xwendin.
6- Helbestek ji helbestvan Melevan Resûl bi sernava Çavê min dawerivîn giha şevê, hin malik jê hatin xwendin.
7-Helbestek ji helbestvan Mehmûdê Badilî bi sernava EM giha şevê.
8-Helbestek ji helbestvan Fîxan Osê bi sernava Hestê min giha şevê.
9-Helbestek bi sernava Keskesorek ji Degşûrî ji helbestvan Abdusemed Mehmûd giha şevê.
10-Birûskek ji Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zinar Soran giha şevê û hate xwendin.
11-Nameyeke ji Desteya birêvebir a çil rojiya Rezo li Hanover û endamên Kovara PIRSê yên berê Heyder Umer, Merwan Osman û Tengezarê Marînî giha şevê, hin movikên bijarte jê hatin xwendin.
12-Birûskek ji birêz Nazlî Xelîl(Diya Fuad) ji Stockholmê giha şevê û ew hate xwendin.
13-Birûskek ji Kovara AL-Hîwar giha şevê û ew hate xwendin.
14- helbestek bi sernava bo Rezo Osé bi tena seré xwe                     ji helbestvan Arjen arî ji Amed  ji kurdistana bakur piştî şevê giha kovarê
15-gotarek ji mamostê hêja   Deham Ebdulfettah bi sernava  Tu çûyî ….! Lê ,Tû jibîr nabî heval  …!!
Piştî şevê giha kovarê
     

Piştî wê pêşgotinê, gotina Kovara PIRSê hate xwendin, eve ye deqa wê:
Xûşk û birayên hêja…
Bi boneya çelrojiya goçkirina mamoste û birayê me yê hêja Ebdirezaq Osê, emê dîsa bêjin, bila serê malbata wî, hevalên wî yên di komîta birêvebirina Kovara PIRSê de, serên hemî  nivîskar û rojnamevanên Kurd  û dost û hevalên wî xweş bin
Hevalên Berêz…
Digel ku em niha di boneya bibîranîna çelê hevkarê xwe yê hêja Kek Rezo de ne, lê bi rastî, em qet hestewar nebûne, ku ew ne di nav me de ye, yan ji nav me bar kiriye û bi rêwîngiyeke bê veger de çûye. Çinkî mirovên mezin, ta ku ji rûyê zemînê winda bibin, û demên dirêj jî di ser mirina wan re herin, ew ji bîr û balan naçin, û cihên wan herdem di dil, hiş û ageha mirov de nîgarkirî dimînin. Ji ber ko, mirovên afranvan, mirovên sûdar, mirovên xudî kar û berhem, rehên xwe bi kûranî berdidin nava xaka pîroz, û navên wan li ser rûpelên dîrokê, û di ageha civakê de bi mafdarî tên tomarkirin.
Belê!..  Kek Rezo, dareke berhemdar û kaniyeke zelal bû, ta roja xwe ya dawîn, gulistana çanda welat û gelê xwe bi camêrî, cangorî û bi zanebûn av dida, loma jî, em wek hevalên wî yên desteya weşandina Kovara PIRSê, pêjna wî ya şêrîn, sinciyên wî yên zor bilind û cangoriya wî ya bê mînak, dê her û her li ber çavên me bin û nirxdar jî bimînin.
Biraderên hêja..
Em tev dizanin, ku kek Rezo rewşenbîr û çalakvanekî bê westan bû, ew di gelek warên çand û wêjeya Kurdî de dixebitî. Wî ji sala 1970yî de, dest bi nivîsandina Kurdî kiriye, û bi dehan berhemên ji hemî rengên nivîsînê, di hemî warên çand û pirsên gelê Kurd de nivîsiye.
Ji bilî wê, wî di gelek kovar û rojnameyan de jî karê nivîskarî û rojnamevaniyê kiriye.
Ji bilî ku, wî xwe di danheva kelepûra Kurdî de jî diwestand, û gelek berhemên wî yên pir hêja, nemaze di warê çêroka folklorî de, hatin çapkirin û belavkirin.
Di vê babetê de, belkî piraniya xelkê me, û gelek beşdar jî nizanin, ku Kek Rezo ji destpêka derhatina kovara PIRS de li sala 1993an, herdem endamê komîta weşandina wê bû, û li dirêjiya wan salan, endamekî zor çalak û berpirsiyar bû, ew li hemî nivîsarên ku di kovarê de dihatin weşandin vedigerî, û tê de zor şareza bû. Li dema ku nexwaşî lê giran bû bû jî, dîsa ji kar û barên kovara xwe bi dûr ne ket, herdem lê dipirsî, ew dişopand û xema wê dixwar.
Beşdarên berêz…
Nivîsarên Kek Rezo, yên ku di kovara Pirsê de hatine weşandin, ji gelek cureyên nivîsê ne, wek: Lêkolîn, çêrok, gotar, çêrokên kelpûrî, werger, rêportac, helbest,.. û hwd. Ew nivîsar di piraniya hejmarên kovara Pirsê de hatine weşandin, carina jî du berhemên wî di hejmarekê de hatine belavkirin.
Bi vê boneyê, emê nivîsarên wî, yên ku di kovara PIRSê de hatine weşandine, bi bîr bînin.
Nivîsarên wî ji hejmara yekê de, û ta hejmara 46an ev in:
Çêrok:
Kurteçêrokên Rezo, bi navê (Aro)  hatine weşandin, ew jî ev bûn:
1.    (Rotika yadê pîrê), çêrokeke civakî ye, di hejmara yekem de hatiye weşandin.
2.    (Hêlîna talankirî), çêrokeke civakî ye, di hejmara duyem de hatiye weşandin.
3.    (Newala xencerê), ew jî çêrokeke civakî ye, di hejmara çarem de hatiye weşandin.
Çêrokên folkilorî:
Li gor hinek baweriyan, belkî kek Rezo ji nivîskarên herî baş bû, ku çêroka folklorî nivîsiye, gava mirov wan çêrokan dixûne, mirov axaftina bav û bapîran, û Kurdên sade û zimanpak tê de dibîne, ew çêrok jî ev bûn:
1.    (Kerkurmî û Çoxsoro), di hejmara 12an de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
2.    (Fatika Gavan), çêrokeke folklorî ye, ji bo zarokan. Di hejmara 11an de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
3.   (Finda şamal), bi navê Aro di hejmar 14an de hatiye weşandin.
4.   (Qaziyê heqnas), di hejmara 42an de bi navê Rezoyê Osê hatiye weşandin.
5.   (Keçên pîrê), di hejmara 40î de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
Lêkolîn:
Çend lêkolînên wî yên zor hêja û nirxdar di Pirsê de hatine belavkirin, ew jî ev bûn:
1.    (Firazyolociya Kurdî), lêkolîneke rêzmanî e zor hêja ye, di hejmar pêncan de, bi navê Rezo hatiye weşandin.
2.    (Xwedîkirin û guhadana zarokan di civaka Kurdî ya kevin de). Di hejmara zokî 7/8an de, bi navê Rezo hatiye weşandin. Ew lêkolîneke zor hêja ye, tê de şêwaza xwedîkirina jina Kurd ji zarokên xwe re diyar dike. Di beşê lêkolînê yê duyem de jî, fêrkirina Ehmedê Xanî ji zarokên Kurd re, wekî ku di pirtûka wî (Nûbuhara Biçûkan) de hatiye, bi şêweyekî rexneyî, nirxdarî, pir hêja û sûdar şirove dike. Bi rastî, dê pir hêja be, mirov li her demekê li wê lêkolînê vegere û bixwîne.
3.   Lêkolîneke fereh û zor hêja bi navê ( xwendinek di berhemên Cegerxwîn de), bi navê Rezoyê Osê di hejmara 31/32an de hatiye weşandin. Ew lêkolîn li sala 2004an di konfiransekê de, li bajarê (Ezmîrê – Tirkiyê) hati bû girêdan de, hatiye xwendin. Tê de, bi nivîsîneke sade, zelal û ciwan, piraniya berhemên seydayê Cgerxwîn bi kurtî dane nasîn.
Helbest:
Tenê helbestek bi navnîşana ( Kevoka Min ), di hejmara duyem de, bi navê Rezo hatiye belavkirin. Mijara wê li ser cangoriyên Helebçe ye. Ew helbesteke zor şêrîn e, ew hestewariya xwe ya pir nazik, bi wêneyên zor ciwan û bi hikardarî diyar dike.
Werger:
Kek Rezo du çêrok û şanoyeke wergerandî, di kovarê de weşandine, ew jî ev in:
1.    ( Vê carê), kurteçêrok e, ji Erebî hatiye wergerandin, ew bi navê Rezo, di hejmara çaran de hatiye weşandin.
2.    (Mirina kew), şano ye, tirecîdiyek ji sê perda ye, ji Erebî hatiye wergerandin, û bi navê Aro di hejmara dehan de hatiye weşandin.
3.    ( Hollê Xanim ), çêrokeke zarokan e, ji zimanê Almanî hatiye wergerandin, û bi navê Aro di hjmara sêzdehan de hatiye weşandin.
Gotar:
Deh gotarên wî di kovara Pirsê de hatine weşandin, ew jî ev in:
1.    (Nêzî nimêjê nebe) gotareke rexnegêrî ye, li ser nivîsarên wêjevanekî Kurd e, gotar bi navê Rezo di hejmara 14an de hatiye belavkirin.
2.    ( Kî berpirsyar e?) Gotareke zor hêja ye, li ser nivîskar, xwendevan û çapemeniya Kurdî ye,  ew di hejmara panzdehan de bi navê Rezo hatiye weşandin.
3.    (Rojnameya Kurdî nimûneya Sûriyê),  gotareke zor hêja ye, li ser rewşa rojnamegeriya Kurdî li Sûryê nivîsiye, ew di hejmara 16an de bi navê Rezo hatiye weşandin.
4.   ((Hilweşandin)), gotareke rexneyî ye, mijara wê li ser têkiliya di navbera nivîskar û siyastvan de ye, ew jî bi navê Rezo di hejmara 17an de hatiye weşandin.
5.    ( Malî ava ), deqeke wêjeyî ye gelek şêrîn û hestedar e, li ser nirxên dostaniya resen û îjdil hatiye nivîsandin, ew bi navê Rezo di hejmara hejdehan de hatiye weşandin.
6.    (Bandora Mîr Celadet Alî Bedirxan li Kurdên Binxetê). Ev gotar bi navê Rezoyê Osê di hejmara 22/23an de hatiye weşandin.
7.    Pêşgotineke dirêj ji hemara Pirsê ya bîst û şeşan re, bi navê (rola xwêner), nivîsiye, û bi navê Rezo hatiye weşandin.
8.    Gotareke ramanî û felsefî ye pir hêja bi navê ( Kerşeytan) di hejmara 27an de, bi navê Rezo hatiya weşandin.
9.    Pêşgotina hejmara 33/34an, wek gotarekê bi navê Aro nivîsiyê. Ew bi gotinên kin, lê bi wateyên kûr li ser sinciyên mirovê Kurd bi tevahî, û rewşenbîrên Kurd bi taybetî, axiviye.
10.    Deqeke wêjeyî, bi navê ( Palo rabe), di hejmara 35an de hatiye weşandin, ew mîna helbesteke pexşaneyî ye. Bi rastî jî, ew nivîs bi her tiştên xwe şêrîn, ciwan, hestedar û watedar e jî. Tê de bangê li helbestvanê Kurdê Mile Ehmedê Palo dike, û mizginiya azadî û serkeftina gelê Kurd digihîne giyanê wî yê pak.
Rêportac:
Bi tevahî, sê rêportacên Kek Rezo di kovarê de hatine belavkirin:
1.   Rûportacek bi navê Rezo, li (Yobîla zîvîn a bîst û pênc saliya goçkirina Mele Ehmedê Namî), di hejmar bîst û yekê de hatiye weşandin.
2.    Rêportacek têrkirî li ser (Rojên wêjeyî li Diyarbekrê) ku li sala 2004an hati bûn li dar xistin, nivîsandi bû, û di hajmara 33/34an de hatiye weşandin, Kek Rezo bi xwe jî lê amade bû bû.
3.   Li sala 2008an festivalek ji bo bîranîna Seydayê Cegerxwîn li Hewlêrê li dar keti bû, Kek Rezo di wê festîvalê de beşdar bû bû. Wî rêportacek têrkirî bi navê (Cegerxwîn -festival Hewlêrê) li ser wê mehrecanê nivîsandi bû, û di hejara 41an de hatiye weşandin.
Beşdarên berêz…
Ji nivîsarên Kek rezo, yên di kovara Pirsê de hatine weşandin, xuya dibe, ku ew bi dilsozî û zîrekî li ber pirsên gelê xwe rawstiyaye, pênûsa xwe li ber daniye, û mora xwe jî li rûpelên çanda Kurdî xistiye.
Bi rastî, û bi şehadeta nîvîskaran, bi taybetî jî bi şehadeta xwendevanan , Kek Rezo di hemî warên nivîsînê de, nivîskarekî gelek jêhatî û serkeftî bû. Eger em taybetmendî û salixên nivîsarên wî bijmêrin, emê, bê erêna, kani bin van rastiyan bêjin:
1. Nivîsarên wî di hemî cureyên wêjeyê de hene, wî hemî war û mijarên jiyana gelê xwe dane ber xwe. Ew jî dest nîşan dike, ku çavên wî li her quncekî civakê bû, her tiştên civaka xwe bi çavekî vekirî û bi hişekî zelal didît, û bi nêrîneke zanistî, bi xemxwarî û rexneyî lê dinêrî, û herdem hewldida da rewşa gelê xwe biguhêre û pêş de bibe.
2. Nivîsarên Kek Rezo ji aliyên rêzmên, hevoksazî, stîlê û ramanê de jî, di asteke bilnid de ne. Gava mirov nivîsarên wî dixwîne, hîç li ber bêje û hevokên wî nasekine û lê venakulme. Wî herdem bêjeyên Kurdî yên resen, sade û zelal bi kar anîne. Em bawer dikin, kesine din, di temenê wî de, û ewqas li derveyî welêt ma bin, dê bi hêsanî nikani bin Kurdîtiyeke ewqas zelal biparêzin. Loma jî, eger derfet peyda bibin, emê hewil bidin, nivîsarên Kek Rezo, yên ku di kovara Pirsê de hatine weşandin, di hejmareke taybet de, yan jî di servehiyeke cida de, çap bikin.
Belê Kek Rezo, Erê hevalê me yê hêja, mirovên mîna we, zû zû peyda nabin, û şûna wan bi hêsanî netê dagirtin, çima te ewqas lezand û tu çû?
Te li pêş helbesta xwe, ev gotina ciwan û xemgîn li ser rêwîngiya giyanên pakrewanên Helebçe nivîsî bû, te wiha goti bû:
(( Geşek kevok ji ser xaka Helbçe rabû, lê nema lûsa xwe dît…..)), …Sed mixabin tu jî ji ser xaka Qamîşloya birîndar rabûyî, lê te lûsa xwe di nav rûpelên dîrokê de dît.
Dîsa bila serê me hemiyan xweş be.
Û spas ji bo we.
Piştî gotina PIRSê, birêz  Selah Beyro Gotina Komîta Kovarên Kurdî li Sûriyê xwend, eve ye deqa wê:
Gotina Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê
Di ahenga çil rojiya Nivîskar Rezo yê Osê de
Nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên hêja…
Malbata Buhuştî..
Amedebûyên rêzdar...
  Em bi navê Komîta Kovarên Kurdî li Sûriyê, ya ku bira û hevkarê me Rezo yek ji endam û damezrênerê wê bû, di çil rojiya wî de, bi xem û kovan bi xêrhatina we dikin.  Diyar e ku amadebûna we di vê ahengê de, rêzgirtin û wefadariya gelê me û rewşenbîrên wî ji Kek Rezo yê Osê re nîşan dide. Bêgomane ku çûna Kek Rezo û barkirina wî ya lezgîn ji nav me, ne tenê ji bo malbat û zarokên wî, lê belê ew   ji çand û wêjeya Kurdî bi tevayî re ziyaneke mezin bû.
Xwişk û birayên birêz…
   Li gor têkiliyên me bi mamosta Rezo re, ew mirovekî xwedî hestekî nazik û hilwestekî pîvayî bû, di hemî waran de xwediyê rexnên avaker bû, herweha wî li ser xwe jî bi singeke fireh rexneyên dostan dipejirandin. Wî hevrikî û dijayetî bi tu kesî re ne dikir, herdem ew xemxur û berketiyê çand û peyva Kurdî ya resen bû.
   Belê kekê hêja, bi bawerî em dibêjin bi çûna te, stêreke geş û ronak ji asîmanê çand û wêjeya Kurdî li Sûriyê hilguvî û hate xwar, giyanê te yê pak bûye mêvanê karwanê wan mêrxas û mezinên me yên payebilind mîna Mîr Celadet Bedirxan, Dr.Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can û Cegerxwîn…hwd, ewên ku bi saya serê wan îro em bi zimanê xwe yê şêrîn dixwînin û dinivîsin.
   Beşdarên bi rûmet…
  Di dîroka gelên cîhanê de, navê sembolan pîroz e û ew bi tîpên zêrîn di eniya dîrokê de kûr têne nivîsandin, em bawer in ku navê Kek Rezo jî di dîroka wêje û toreya Kurdî de dê bilind û bi rûmet bimîne. Belê, wê navê wî bimîne, ji ber ku wî karîbû di keş û hewayên awarte de bervaniyeke bê tirs di ber ziman, çand û folklora Kurdî de bike. Tevî wan hemî rewşên aloz, girik û li hev ketî, her dem kul, derd û xema wî ya sereke ew bû ku zimanê dayika xwe hembêz bike, wî biparêze û pêşve bibe!.
Em ji Xwedayê mezin tika dikin ku cihê wî buhuşt be!
 Serê malbat, dost, heval û hogirên wî sax be!
Komîta Kovarên Kurdî Li Sûriyê
09/04/2010Z-2621K
 
  Piştî gotina Komîta Kovaran, Mamostayê navdar Samiyê Mela Ehmedê Namî, xezûrê gorbuhuşt Rezo gotineke pir bi şewat xwend, eve ye deqa gotina wî:
Çilrojîya koça dawî ya Rezo yê Osê
Xwîşk û birayên delal, xemxwarên gorbuhuşt Rezo yê Osê.
Hûn bi xêr hatin.
Bi dilekî tijî kovan em çilrojîya Bavê Salar û Rolan bi bîr tînin û vê ahenga bedew li dar dixînin.
Birêzan. Hûn tev dizanin ko penceşêra bê qudoş penc û kulabên xwe  yên tund di can û cegerê Xwedê lê xweş be Rezo de şax da bû. Ji dijwarîya êşa bê pîvan, dikir qîrîn û hawar,digel hewqas berxwedan    û xurtbûna vîna wî.
Hawara Xweda bes e.. bes e.. bes e. Wek ko zimanê halê wî bibeje:
Ez recakar im ji te Xwedayê mezin bihnvedanekê  bide min da vî berê nîvco bibim serî, ew ber emanetek e miletê min danîye ser milê  min, da du malikên di helbesta xwe ya dawî de bihûn im. Da wekû du rezên ne nivîsî di gotara xwe ya dawî de binivîs im. Da ramanên xwe yên resen  wek bîr û bawerîyên xwe bi qonax bikim. Da çavên xwe ji xweşî û rengînîya jiyanê dagir im. Da xatir xwestinek dawî ji welat û miletê xwe bixwaz im.
Lê mixabin qîrîn û hawarên Rezoyê birîndar beyhode, bê ser û şop dicûn. Wek meteloka Kurdî dibêje: Xuya ye dilê Xwedê bi kesekî na şewite.
Rezo.
Bi aramî di gora xwe ya di pesare girê gundê Dekşûrîya xemgîn de raze, ew gundê ko tû bi hestên xwe yên tenik dilsojê wî bû yî.
Rezo.
Xweş bawer be hezkiriyên peyv û rewşenbîrîya te. Nîgara te, Salar û Rolanê te ko  bi dilsojî te ji wan re digot : Berxên min, wê wan hêvî  û daxwazên te,  keser û omîdên te bi cî bîn in.
Şîn...Şîn...Şîn, îro şîn e, azmanê Cizîrê herweha gundê Dekşûrîya Aşîta ,  kurdên te, rewşenbîrîya kurdî, malbat û dost û hevalên doza te reşa xwe girêdane û dibêjin:
Oxir be Rezo ...çiqas ev oxir bi min giran e. Lê çi bikim va ye bû  ye rastîyek, çûna te xisaretek pir mizin e  Rezo, ji rewşenbîrîya kurdî re, lê bizane emê her û her li ser te xemgîr bin. Ax... mala nexweşîya peceşêrê û mirina bê bext ne ava be, ko destên kur û bavan, xwîşk û birayan, jin û mêran. Dost û hevalan ji hev diqetîn e.
Oxir be Rezo. Xwezî te carekê serê xwe bilind bikira û bidîta bê çawa bi hezaran welatparêz û hezkirîyên te beşdarî cenazê te bûbûn, tê bixwenda bê çiqas helbest, gotar û sersaxî di malperên enternêtê de hatine weşandin, bê çendî sersaxî ji malbata te re hatine, bê çawa çilrojîya te bi coş li Qamişlo, Dihokê, Stockholmê, Hanoverê û hin ciyên din wa  bibîrtînin, bê çawa tilivizyonên Kurdistanê di nuçeyên xwe de buyera koça te ya dawî di bernameyên xwe de diweşîn in.
Bêgoman wî çaxî tî bi aramî serê xwe di gorê de deyne.
Rezo şagirtên te ko te ew fêrî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin, peyv û hevoka kurdî jî  li ser vê çûna te ko ne di çaxê xwe de hatî xembar in.
Rezo em xemgîn in dilşikestîyê çûna te ya bê veger in. Rolanê delalî dilê min xweş dikir dema li ser gora te digrîm, wî jî bi giryan digot: Kalo, qurbano megrî dema tû digrî bavê min diqehere.
Erê Rolanê min, ez nema digrîm da ko bavê te bi xweşî di gora xwe de raz e, lê bawer be ezê her û her bi girî û çavên ji fermîskan dagirtî bim.
Bo çi?!! Ji ber ko Rezo ne tenê zavayê me bû, lê belê ew ji malbata Samî yê Nami re kur bû, bira bû, hevaljiyana Nîgar bû, bavê Salar û Rolan bû. Wax û sed carî wax!!!!
Di dawiye de sipasiya we teva dikim, bere serê miletê Kurd û serê we sax be.
Hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ko Rezo bi dilovanîya xwe şa bike.
De bere cîgehê Rezo bavê Salar û Rolan buhuşt be.
Nivîskar   /   Samî Mela Ehmedê Namî/      Qamişlo
Piştî gotina Mmoste Samî, birêz Konê Reş, gotina dost, heval û hogirên Rezo xwend, eve ye deqa wê:
Di 40 Rojiya Koçkirina Rezoyê Osê de
   Bêguman bi koçkirina mamoste Rezoyê Osê re, aşiqekî ziman, folklor û peyva Kurdî a resen ji hespê xwe peya bû.. Rezo! Stûnek bingehîn bû ji rewşenbîriya Kurdî re li Rojava.. Bi saya wî rojnamegeriya Kurdî derbasî qunaxek nû bû. Dema ku wî û hevalê xwe Zagrosê Haco di sala 1983 an de kovara Stêr bi rengekî nûjentir ji kovarên mayî wek Gulistan û Gelawêj çap û belav kirin..
   Rezo hezkerekî folklorê Kurdî bû. Erê gelekî bi folklor ve girêdayî bû.. Berî mirina van dengbêjên Kurd yên gelêrî (Demir Elî, Silo Koro, Hizniyê Selîm..)wî hevpeyvînên bi deng û reng bi wan re saz kiribû û niha di erşifê wî de ye.
   Ew mîna şêxê rewşenbîrên Kurdan bû li Qamişlo û di nav tevayî nivîskarên Binxetê de wek şêxê rewşenbîrên Kurdan dihat naskirin. Civîna rewşenbîrî ku ew ne di nav de ba, ew civîn seqet û ne cihê baweriyê dihat dîtin..
   Her dem şagirtên wî hebûn, ew fêrî zimanê kurdî dikirin û gelek caran di buroya xwe de jî ew fêr dikirin.. Wek ku li berhemên dost û hevalên xwe guhdar û miqatebû, wiha li berhemên xwe ne miqatebû. Gelek caran min jêre digot; mamoste! Li berhemên xwe jî miqatebe. Li min vedigerand û digot; Mamoste a giring em wan bixin bin bar de, em nav di wan de bidin, da ku xwendevanên zimanê kurdî çêbibin…
  Ew mîna sembolekê bû ji zimanê kurdî re. Bi hebûna wî dîmenê rewşenbîriya kurdî a resen dihat parastin û avdan û di pileya pêşîn de ziman. Ji ber ku piraniya nivîskarên me berê xwe dane nivîsandina bi zimanê erebî!
 Erê, Qamişlo evîndarekî zimanê Kurdî winda kir, belê bi saya keda wî û ew korsên ku wî ji şagirtan re vedikirin, roja îro bi hebûna wan şagirtan, ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya Kurdî li Binxetê xweş û geş bimîne.
   Bela koçkirina wî ji rewşenbîrên Kurdan re mîna likumandina hespê be. Hêviyên me bi xortên me yên nûhatî mezin e, hêviyên me bi evîndarên zimanê me mezin e û em xweş bawerin ku, ew xwe ji şop û rêbaza rehmetiyê Rezo nedin alî. Û wiha ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya kurdî a resen bê parastin û geş bimîne.
Spas ji hatin û beşdariya we tevan re, Hun tev sax bin di xweşyê de.

Konê Reş
 Qamişlo, 15/04/2010

 Piştî gotina dost û hevalên Rezo, hevjîna wî, Nîgara Samiyê Nmî gotinek bi sernava Gotina min xwend. Eve ye deqa wê:
Gotina min
   Di van 23 salên ku ez û Rezo weke mêr û jin bi hev re bûn, min ew ji xwe û zarokên xwe re weke bav, bira û heval didît. Bi dilxweşî me jiyana xwe ya rojane derbas dikir. Gelek tiştên ku me ji pêşeroja xwe û zarokên xwe re danîbûn ku em bikin, mixabin nexweşiya bê bext rê li ber me girt û nehişt em wan hêviyan bi cî bînin.
   Yek ji wan hêviyan, çapkirina berhemên wî bû, ya ku bûye cihê pirsê. Rastiya wê jî ev e:
Tim û tim wî dixwest wan ji kîsê xwe çap bike û ji bo çapkirinê xwe amade kiribû, lê weke me got, nexweşî û mirinê ne hiştin ew hêviyên xwe bi cî bîne. Digel ku 5 pirtûkên zarokan ku berî 15 salan hatibûn çapkirin, hîna li malê ne, li benda xwendevanan e.
   Bi sedema ku Rezo evîndarê zimanê Kurdî bû, wilo jî dxwest her kes xwe hînî vî zimanî bike. Dema ku nû em gihiştibûne hev, wî ji min pirsî:Gelo tu zanî bi Kurdî bixwînî?. Min di bersiva wî de erê got. Wî bi lez û bez çend rûpelên çapkirî dane destê min û doza xwendina wan li min kir. Pişt re ji min pirsî:Te çawa dît?. Bersiva min: Ev bi xwe rêziman e, ji hînbûna wê re, mamostayek gerek e. Wî got: Na, divabî tu xwe bi xwe fêr bikî.
   Dema bû çaxê herdu zarokên me, careke din min ew doz lê kir, dîsa wî got: Bizane bê çawa min xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî kiriye, bera ew jî weke min bikin,  li gora vê xwestekê, zarokan jî xwe fêr kirin, lê dema pirsên wan li ser ziman hebûna, hingî rastiya wan ji bavê xwe digirtin.
Di dawiyê de, ez bi hêvî me ku Rezo di bîr û baweriya rewşenbîriya Kurdî de zindî bimîne û gelek sipas.
Nîgar a Samiyê Namî
Qamişlo 12/04/2010Z
Li dawiyê, li ser navê malbatê, Dr.memo Abdî gotinek xwend, eve ye deqa wê:
Gelî dost û hogiran ……….
Mêvanên birêz ………….
Bê guman tekoşerekî bi qama Rezoyê osê ko heyran û tagirê zimanê dayikê yê şêrîn bû,sembola ronakbîrên afrîner î hemdem bû . gengaze keda wî bertelef neçê û li erdê nemîne. Erê gewde û laşê wî ji nav me barkirin. Lê bandora raman û hizrên wî wê bimînin demdirêjane .
Çiqas di nivîsên xwe de xwedî pênûseka bi hêz û li ser xwe sekinî bû, hostayê avekirina hevoka bi kurdî bû. Di baweriya min de kesê ko rehmetî nasdikirin û mina ko we jî anî ziman û hemîbeşdarên çilrojiya wê hemfikrin di virde, en ne pesn û fort in , lê rastiyeka gorbuhuştî Bavê salar bû ko wîna rojekê ji rojan dijî bîr û baweriyên xwe şabaşên erzan nedane, di hemi qûnaxên jiyana xwede û hemi berjewendên teng dervî girêdana wî bi ziman, rew‏‏‏şenbîriya rasteqîn û afrîner neparastiye ev jî dost û dijminên wî vê rastiyê dizanin  û kes nikare vêna nepejirîne, ji lewre pênûsa wî rêzgirt bû cihê baweriyeke nehej û berpirsiyar di nav hemi kesayetiyên rewşenbîr de, sazî û ta tevgerên siyasî de, ji xwe di ware vexîneya wî ya çandewarî de hedeke mezin daye ta gihiştiye vê ast û radeya bilind ko giringe em guhbidin nuvîsên wî yên bi ziman û naveroka xwe berhemne dewlemend, in xwedî sûd  û qizincên nebûyî ne Bavê salar yek ji pirên zimanweriyê ne ji qonaxên hawar û mire nivîsandina bi kurdî Celadet  Alî  bedirxan ta sedema iroyîn , rexnenûsên wî li hemi  berhemên  ko bi kurdî derkrtin û diketine  nav  destên wî de nirixandineke pisporaneyî bilind didîtin . çavkaniyeke tije cewherên diberiqênin û nirxbuhane .  yek ji behane û palpiştên ko vê gotinê didirikêne ew lêkolîna ko bi nave uzunname ko di kovara dugurê de derketibû şahid û piştrastkirineke ji vê zîrekiya wî re yak o bi xwe rxnelêkolîneke li ser romana tu ya romannûsê kurdî Mehmet Uzun  e dîsa hûrkoêîna wî ya li ser perwerdekirina zarokên kurda û şirovekirina nûbihara Xanî heman pisporiyê eşkere dike. Fêrkirina wî ji komelryên xort û qîzên nûhatî re zimanê kurdî  û hexkirin û evîna ko dikire filên wan de bi rewanekî şoreşgêrane xislet û taybetmendiyên bêhempa yên Rezoyê gorbuhuşt bûn komkirin û berevkirina wî ji zarkotin, pend , şiretên kurdî yên resen derd û xemên wî bûn û tim û tim li bîra wî bûn . bi kurtasî evin xalên bingehîn û pîroz di kesatiya  Rezoyê Osê de . di ware  têkiliyên civakî nefbiçûk bû, kîn, zikreşî, xêrnexwazî û şavnebarî di ferhenga wî de cihê xwe cihê xwe nedidîtin. Lê qederê zû ew ji me dizî û zimanê kurdî dîsan seqetkir . bi ya min tiştê girin ko rezo mezinkir hezkirina ji welat ş miletê xweyî hejar û reben re bû, ko xêrnexwazan ew kiriye  parçe parçe û dijhev bikaranîne, hezkirina wî ji merovan re û firêdana wî bi xak, çiya deşt  û newalên xwe ve bû . li vir ezê vehesînim û van gotinên seydayê tîrêj  ko li bejin û bala  rehmetî têne diyarî rewanê wî yî pîroz bikim.
Ey welatêm can bi gorî          gazina te ji min nebê
Tu dizane bi şev û roj             ez jî xemxwarê te me
Ger hemi kes aşiqê male         dine çavên reşin
Ez evîndarê çiyay                    û  deşt û zozanê te me
Rezoyê osê nimûneke ji hezkirin, canfîdayîya rewşen bîrane ye , ko piraliyane dixebitî ş tekoşîdikir . pirsên mina çima kurd bê xwedî ne , em çima ne hevsojên hevin , çi ji me kême kême ko di nav malbata cîhan şaristane de , ne xwedî nav û ziman û al bin  . bi vê helwestê xwe dikir rêza Xnî û cegerxîn de . bersuvan heman pirsê dide  ev pirsa ko Ehmedê Xnî kiriye ji xwedê
             Aya bi çi wechî em mane mehrûm
             Bilcumle  jib o çi bûne mehkûm
Bi nave malbata Rezoyê Osê em spasdaria xwe ji hemi kesayetî, reşenbîr,komele, dezgehên rewşenbîrî  û civakî û partiyên siyasî li hundir û dervê welêt ko bi windabûna giran li aliyê me sekinîne , êş û xemgînî bi me re hevpar kirine ,yên ko di qonaxa nexweşiya wî ya giran de destê alîkariyê ji me re dirêjkirine û piştî binaxkirina wî jî bi erk û dalemetên xwe rabûne û ti kêmasî nekirine. Çikesê birûskname , behîname li ser nave malbatê rêkirine em hezkirina xwe ji wana didine xuyakirin û em dibêjin win bi hezkirina xwe ya bêsînor ji rehmetî re wefada bûn û deynekî mezin û giran kire kire sukra me . ez dixwazim we agahdarbikim ko çilrojiya wî li pir cîh û waran tê lidarxistin ji hêla dost û hezkerên wî ve ko me neçar dike slavên germ û spasnameyên kurdewariyê ji wan re bişînin. Dilxweşiyeke taybet girta ser hest û nestên me katê Roj tv bernameyeke zindî be boney koçkirina dawî ya gorbuhuşt li dar xist
Di dawî de em spasiyên xwe yên taybet ji kovara  PIRSÊ re rêdikin ko ev civet rêkûpêkkiriye
Bila pênûsa bi kurdî
Pisporane
Watedar
Û
Bi hêx be
 Li ser nave malbata REZOYÊ OSÊ
Dr . memo Abdi
Qamişlo 15 nîsana 2010 an
 
Desteya Kovara PIRSê
17/04/2010Z

























 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark