Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Helbestvanê me Rezo Osê û Mehrecanek ji Wêneyên Netewî .. Lêkolînek rexneyî

 


  Xalis Misewer

Rezo Osê carekê dibîne “Gêşek kevok ji ser xaka Helebçe radibe.

Û bi awakî pir bi istîtîk û hunerî, di vê babetê de sirûda xwey bi navnîşana (Kevoka min), weha di ezmanê xeyala xwe de dinivîse.


Kevokên gewr birek derket ,bi reftarî ,bi azmanan
Dixwazin ew bixopînin,newal û deşt û sîpanan
Binasin ew ji serdestî,çeman û gol û deryanan
Bi serbestî bibînin ew,şikeft û kelh û beybanan
               Kevoka min ji ref ma ye,ne hate lîs û hêlînê
    “Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil.

Nîşana vê sirûdê /Kevoka min/pir bi wate û bi zanebûn hatiyw bi cihkirin, ji ber ku helbestvanê me, bi cênavê yekem /min/ serpêhatya kevoka xwey gewr, ku bi refê xwe re, bi hêlemêl li ser deşt û newal û bihara li dor bajarê Helebçe dirêsya, îro ew kevoka bê guneh ji refê xwe maye, gelo ka çi hal û hewala vê kevokêye..?. Helbestvan vê bûyera watedar, bi ahîn û kul û keseran tîne ziman, kevoka xwe dixe dilê xwe, di ponije û di navbera xwe û canê xwe de dibêje: Yara min kevoka ber dilê min, îro – nizam çima – tû wendabûye, bi refê xwe re nevegerya lîs û hêlîna xwe, gelo.. çima..?!.
   Rezo weha di rengê diramake tiracîdî de, rewşa refek kevokên gewr, ku yek ji wan kevoka wî bû, şêrîna ber dilê wî bû, dibîne çawa di ser ezmanê wan çol û çiyayên  bajarê azardayî Helebçe re difire. Lê mixabin îro ev kevoka aşîtiyê ji refê xwe maye, û li lîsê xwe venegeryaye. Weha vê kevokê helbestvanê me xistiye nav sawêr û xeyalên kûr û dûr de, û dibêje: Gelo nabe ku ev kevoka bê guneh, bi top û tengên xwînxur û faşîstan, bê dilovanî hatibe kuştin…an dibe jî ku wê hê li min vegere…? lê mixabin çû û venegerya…!.
   Ango helbestvan dixwaze van kevokên gewr, mîna sembol ji miletê Kurd yê aşît xwaz re bide nasîn, û ewa ji refê xwe maye jî, dibe mîna sembol ji wan şehîd û pakrewanên, ku bi jehra xerdel û siyanîdê li ser xaka wî bajarê dilzar, kovan û birîndar şehîd bûne. Û heta dawî bi dilekî hêvîdar û omîd dixwaze, ku ev miletê belengaz û bêmical bi azadî û serbestî, mîna van kevokên spî, li nav kêl û şkêr û şikeft, û çem, û gul, û çîçekên welatê xwe, bê niçîrvanên seryan û dafkan bi serbestî bigere. Weha helbestvan di vir de dide xuyakirin, ku herdem Kurd li dinê xwazgînên aşîtî û xêrxwazyêne, dixwazin bêkuştin û zordarî, li welatê bav û kalê xwe bi rehetî rûnên. Bi vî hawî jî helbestvan dikeve nav fikar û ramanên kûr û dûr de, û xeyal û sawêrên wî bi gastîna  ezmanê hefta ve hildikşin…! Û dibêje: Ah feleka bêbext..! çare nîne nêçîrvanên seryan teqze îro serê vê kevoka bê guneh jêkirine, û bê mirad çûye dinya ebedîn, û iro bûye mêvanê gora reşî tarî..!.
Di vê sirûdê de, du tabloyên hunerî têne xuyakirin.
- Yek jê, tabloyeke pir spehê û bi istîtîkeke helbestî, rewşa jiyana mirovên kurd li ser kevirê komkujyê dineqişîne, ew jî dema ku neyar bihêlin bi aşîtî di welateke azad de jiyana xwe derbas bikin, çimkî ev milet bê zirar li vê dinyê bihara jiyanêye, û miletekî aşîtîxwaze, ne mîna hin ji miletên hawîrdora xwe, bê însaf, heqsiz û serhilqetêne.
- Ya din, ew petrîşoka ku di dîrokê de, herdem bi serê Kurda de rijyaye, û afatî bi serê wan de aniye, ji xwênerê xwe re bi wêneyên xwey helbestî dide xuyakirin.
Dîsanê helbestvanê me, bi şêwaza çîrokeke diramî û serpêhatî, ew felaketa bêhemta ku bi serê bajarê Helebçe de hatiye tîne ziman, û weha bi xeyala xwey fereh û suryalî, û bi riyalîzma xwey resen, helbestvan karîbû vê tabloya xwey spehî, mîna wênegirekî zîrevan li ser xaka Helebçe bi afirîne, û di ezmanê xeyala xwêner re bibe û bîne, û pişt re di ber çavê wî re derbas bike. Bi vî hawî jî li vir helbestvan tabloyeke rengîn û bêhemta ji xurista Kurdistanê re di afirîne, û ji pêşî de kevoka xwe bi refê wê re, bi hosteyî li ser van diyardeyên Cuxrafiya Kurdistanê, mîna – newal – deşt – sîpan – çem – gul – derya – şikeft – keleh - beyban – digerîne.          
   Lê kevoka ji refê xwe mayî, herdem diyardeyeke giriftariye di mîtolocya Kurdî de, li vir jî helbestvan ew baş wezîfedarkiriye, çimkî Kurd di vê babetê de dibêjin: Filankeso ya filankesê, bû kevoka ji refê xwe qetyayî - ku ew jî - mîna me gotibû - ji bûyerek pir bi kul û keder re tê gotin. Helbestvan dibêje jî: Min ev malka dawî ku dibêje: - Nema min sebr û aramek ji ber jana evîna dil - ji helbesta Seydayê Cegerxwîn girtiye, bi vî rengî mamoste Rezo Osê hestên xwe û Cegerxwîn tevlihev dike, û vê istîtîka helbestî dike nimûne, ji şewat û rivîna herdû dilên netewperest re, ango bi rengekî din, helbestvanê me ji xwênerê xwere dibêje: Ez jî mîna Seydayê Cegerxwîn  li vir mame bê sebr û aram, ji ber jana evîna dil.
   Weha em dinêrin ku ev dilzariya ha, bi zêdebûn ji van peyvên manewînî germ, û şikestina giyan dertê, peyvên mîna – Nema – sebr – aram – jan – evîn – Ango ev gotinên ha, êşeke evînî, û hevdijahetiya bê hedan ku di nava helbestvan de diçê û tê derdixe wê holê.
   Dîsanê em karin bêjin: Ku Rezo xwe li vir, bi malikên xwey helbestî, mîna hunermendekî wênekêş, zîrek û jêhatî dide nasîn. Ku karîbû xwênerê xwe, bi van wêneyên helbestî ve mijûl bike, û bala wî bikşîne ser gotina xwe. Ji ber ku ev malk bi ritim û kêş û qafiye organîze kirine. Û tê xuyakirin jî, ku wezîfa wateyî û ritimî li vir bi hev ve hatiye girêdan, û aliyê istîtîkî di têkista sirûdê de bi zanebûn diyar kiriye. Wilo helbestvanê me Rezo Osê, karîbû nebedîbûna kevoka xwey gewr, bi hestên xwey helbestî di van malkên sirûdê de, xweş bide nasîn, û wê rivîna şewatê ji hindirê giyanê xwe, bi helbestiyeke tenik bide xuyakirin, û pêwendiyeke xurt, di nav derve û hindur de bi afirîne.
Careke din, helbestvan di van malikên li jor de, weha dibêje:
Xwezî tiştên dilan îro,bi serbestî bihata mil
     Xwezî çavên evîndaran,şev û rokê bidîta kil
           Ez ê pirsê bikim îro,gelo kanî Kevoka sil  ?
               Kevoka min ji ref ma ye,ne hate lîs û hêlînê
   Li vir dûbarekirina peyva/ xwezî/ û vêre jî dûbarekirina lazîma- kevoka min ji ref maye, ne hate lîs û hêlînê- dide xuyakirin, ku helbestvan li bendey kevoka xwe pir rawestiyaye û çavê wî qurrimîne, û li ser wê pir kovan û dilzare, lê mixabin çiqasî vê pirsa bê bersiv dike jî /Gelo kanî kevoka sil..?/lê ne kes kare bersiva wî bide, û ne kevoka wî xuyadibe. Dîsanê dûbarekirina peyva/kevokê/ dibe nîşana girêdaneke giyanî, di navbera helbestvan û wateya sembola vê peyvê de peyda bûye.     
   Û daye xuyakirin, ku bi van malikên bi kêş û ritm û bi dengê qafiyeke xweş, ku ji tîpên vê sirûda lihevhatî tê, karîbû sîmfoniyeke mozîkî û awazeke netewî ji van malikan bi afirîne. Û divabe em zanibin, ku ji alîkî din de jî, têkista sirûdê hevdijahtiyeke xurt, ku di hinav û dilê  helbestvanê me de digere, xweş derdixe wê holê. Weha û bi vê şêwaz û wêneyên helbestî, dengê peyv û naveroka malkên sirûda xwe dixe guhê xwênerê xwe de. Bi vî rengî jî helbestvan karîbû xwêner bi bûyerên welatê wî ve girê bide, û bihêle kîn û nefreta wî li ser neyar û dagerkerên welêt xurt bibe. Ev nerîna helbestvan – hatibe, nehatibe bîra wî - bi gotina şoreşgêrê cîhanî (Ernisto Gîvara) re mîna jevgirtinê) تناص) çêdibe, çaxa dibêje: (Ew miletê ku kîn û nefreta wî li ser dijminê wî tunebe, ew milet tucaran biser nakeve).
   Bi rastî jî em dibînin ku helbestvanê me Rezo, tucaran bi hesanî dev ji xwênerê xwe nagere, û bi van peyvên germ dihêle, li helwêsta welatê xwe guhdar bike, û evîna welêt bi şewqûşemal di dilê xwe de bi cihbike.
   Piştî helbestvan vê lîztika diramî ji bûyera Helebçe, ya bi taybet re diafirîne, û bi dilzarî vê bûyra bi felaket dide xuyakirin, xwe bera nav pêlên derya mitale û fikaran dide. û li çol û çiya û li deşt û zozanaên Kurdistanê, li kevoka xwey gewr digere, lê dawî serê wî li heda dikeve, û polî poşman li kesayetiya xwe bitenê dizîvire, û vê kevoka xwey delal di nav refê kevokan de nabîne. Wilo serpêhatiya wendabûna kevoka helbestvan bi dawî dibe. Lê bi van wêneyên kovan ku li ser dêmên lazîma - Kevoka min ji ref ma ye, ne hate lîs û hêlînê – xuyadikin, helbestvan hêstiran ji çavê xwênerên xwe dibarîne, û wî dixe nav perçê ewrên li ezmana bazdayî, ewrên reş û tarî, û di halekî kiriftar, û di xweneke neciryaî de, wî li ser riyeke bê veger dihêle, lê wî tucara wî bê hêvî û omîd li vê din nahêle.
Û dîsanê di sirûda bi navê (Min xwe nasî) de, helbestvanê me weha dibêje:
Dizanim ez zimanê çûk û maran
Û zarên çîçek û gulçîn û daran
Nizanim ez zimanê xwe bi carek
Wilo kî me, eger tu min binasî  ?
  Xwenasîn, bi xwe navnîşaneke felsefiye, ew jî ji mejîyekî dagirtî dertê, ango helbestvanê me di van malikkên helbestî de, xwe bi xwênerê xwe dide nasîn, û ji pêşgotineke felsefî hinbihin wî bal bi encamê de dikşîne, ev jî ji şêwazeke balkişên tê hejmartin, û bi vê şêweyê pêwendiyekê di navbera mejîyê xwêner û naveroka têkista sirûdê de di afirîne, û xwêner bi wate û wêneyên malikan ve hayedar dike, ku dihêle heta dawî guhê xwe bide gotin û naveroka malikên helbestvan. Lê şêwazeke din jî di van malikan de tê dîtin, ango şêwaza surprize yan matman li vir tîne bikaranîn ew jî da ku xwêner ji xewa xwe veciniqe, û li wateyên malikên sirûdê vegere û bêje: Gelo ev malik çi ji mere dibêjin…çi nabêjin?. Evna jî hunereke helbestiye, bi zîrevanî di vê babetê de hatiye bikaranîn.
   Ew jî çaxa helbestvan xwênerê xwe, di navbera du firêzên)  (عباراتbi wateyên berovajiyên hev, pozîtîv û nêgetîv de dibe û tîne – Dizanim ez – Nizanim ez – û bi alîkarya van herdûk karên nihok, vê têkista helbestî dixin nav lebateke xurt de.
Lê hatina cênavê yekem/ez/ bi dûv van karan de, û zîzîna dengê tîpa/z/ku zingîniyeke bi hest û mozîk li ber guhê mirov dixîne û mirov bi hêrz dike, lê ji alîkî din ve jî, ev rawestandina ji nişkave li ser vê tîpa bi deng, lebata van firêzan dicih de di bire, ango ev lebat û rawestandin bidûvhev de, tê wê manê ku helbestvan di halekî nefsî bi hêrz û lerz û endîşe de derbasdibe, û bi vê teknîka helbestî karîbû bala xwênerê xwe, bi zanebûn bikişîne ser naveroka têkista sirûdê, û berê wî li wate û naveroka wê bi zîvirîne..!.
   Di wêneyeke helbestînî din de jî, helbestvanê me careke din bi awakî hunerî, dihêle xwênerê wî matmayî bimîne, ew jî çaxa xwe di pişt perda miletê xwe de vedişêre, û li ser zimanê wî di pêşî de dibêje: – Ez bi zimanê çûk û maran û gulçîçek û daran jî dizanim- lê bi zimanê xwe nizanim. Bi vê gotinê helbestvan ecayibên dinê dike heşt..! dema ku mirov bi her zimanî zanibe, lê bi yê xwe nizanibe, ango dema zimaê mirov yê zikmakî lê qedexebe û yasaqbe.
    Weha helbestvan karîbû li vir, xwênerê xwe bi rêz û malkên xwey helbestî ve girê bide, û dîroka qedexe kirina zimanê wî, di welatê wî de, bi awakî tiracîdî pê bide nasîn.  
   Dîsanî di warê hunereke helbestî de, em karin bidin xuyakirin, ku ezmûneke jiyanî bi taybet bi xurtayî di helbesta Rezo de xweş tê dîtin, ew jî çaxa di warê ristesaziyê û di organîzekirina firêzên xwey helbestî de, bi istîtîkeke hunerî teknîka pêşxistin û paşxistinê) التقديم والتأخير) baş bikartîne, ango ne bi rengekî lasayî, kara berya cênav bi cihdike – dizanim ez- nizanim ez – bi vê istîtîka helbestî, Rezo karîbû malikên xwe ji warê rapor û rasterastiyê bi dûrbixe, û vê şêweya hunerî bide malikên xwey helbestî.  
Dibe ku hin ji gotinên helbestvan bibin cihê têbîniyekê, ji xwênerê ku xwe baş bi watayên frêzên wî ve baş micûl nekiribe, Çimkî di vir de gotin û frêzên helbestvan bi rengekî taybet hatine organîzekirin, ew jî çaxa ji mirov werê, rengê berovajî û nedirustiyeke nasyarî di hin gotinan de peyda dibe, ew jî xuyadike dema ku em dibînin helbestvan sirûdên xwe bi Kurdî dinivîse, lê di eynê demê de jî dibêje: Ez bi zimanê xwe nizanim…!
   Ango gereke helbestvan li gorî van peyvan bi Kurdî yekcar nizanibe. Lê bêgûman gotinên helbestvan bi watayên xwey kûr, ji xwênerekî zîrek ve, û yê hin haya wî ji dîroka Kurda hebe, xweş tê xuyakirin ku tu berovajî di van gotinan de nînin, bil-ekis, hunereke helbestî û kûrbûneke nasyarî di van gotinan de dibînim, ew jî gava em zanibin ku mebesta helbestvan ji van gotinan re, ew karê zordarî û stemkarya ku îroroj bi xurtayî li ser Kurda tê meşandin, ango ji me re dibêje: Gelî kurda… zimanê me li me qedexeye, ji ber wilo gelek ji me weke ku tê xwestin, bi zimanê xwey zikmakî baş nizanin, û hene jî ew Kurdên ku dijminan embargoya zimanvanî û wêjeyî, li ser wan û zarokên wan çêkiriye, ta radeya ku îro bi melyonan zarokên Kurda di mitropolên miletên hawîrdorî xwe de, di dibistanên van miletan de, fêrî zimanê bav û kalê xwe nabin, û nikarin pê bixwînin, ta li hin deverên welêt nikarin pê biaxivin jî.
   Lê helbestvanê mey welatperwer di riya helbestên xwe re, nahêle tucaran xwênerên wî rehetiya xwe bistîne, û herdem wî dinav bûyerên Kurdewaryênî bi felaket de dibe û tîne, û bi teknîka şêwaza balkişên, xwêner bi watayên malikên sirûda xwe hayedar dike û dibêje: ) Wilo kî me, eger tu min binasî  ?).
   Li vir ev rêza ha bi siwarkirin û ketina cênavan di navhev de mîna/pirs kî me..û bi guhertina rolan di navbera cênavê yekem û yê diwem de jî/me..tu..min..binasî(tu)/ev teknîka siwarkirinê, endîşe û kîn û nefreteke sosret, di hinava helbestvan de dide xuyakirin. Ango bi dengekî bilind dibêje:Xwênerên hêja, hê me çîroka xwey tiracîdî bidawî nekirye, ezim ev helbestvanê Kurd, ku min weha belengazî û bêmicaliya xwe û miletê xwe, bi we daye  naskirin, vêca gereke hûn xwe binasin, û li xwe bixwedî derkevin, hûn li aliyê din jî bizîvirin çavê xwe vekin û li min guhdar bikin, bê gelo ka birastî em Kurd kîne çikesin, çima halê me li dinê wehaye…?. û weha dîsanê xwe bi we naskirin didim û dibêjim:  
Ez im dêw û ez im gernasê waran
Ez im hêştir û gayê xişr û baran
Ker û lal im li cîhanê bi carek
Qirik mişte ji derzî û ji dasî !
   Bi vê gernasiyê û bi vê hêza netewî, helbestvanê me Rezo, li ser zimanê miletê xwey Kurd, di vê sirûdê de, cudabûnê dixe navbera du beşên jiyana miletê xwey netewî de.
- Beşê yekem ew sawêr û pirsên bê bersivin, ku di ezmanê xeyala wî de dicivin, û – mîna me berya anha gotibû - hevdijahtiyeke nefsî di hinava wî de tîne afirandin, û pirsa wî ewe ku dibêje: Gelo hê miletên cîhanê, dîroka me Kurda baş nasnekirine…?. Eger hê nasnekiribin jî, ezê bi van helbestên xwe, ji wan re bidim naskirin.  
- Beşê diwem jî ewê, yê ku helbestvan pê miletê xwe, bi miletê cîhanê ve naskirin dide, ango dixwaze ji herkesî re bêje: Ku miletê Kurd – mîna hemû miletan - xwedî dîrok û kelepûr û zimanekî zengîne, û xwenasîneke netewî, û pêşketineke xurt di mejî û civak wî de çêbûye, lê tevlî wilo jî, li vê dinê ev milet hê bê mafê herî hindik û dewlet maye.
   Weha Rezo bi vê û ji bilî vê sirûda xwe jî, helbestvanekî Kurd, dilgerm û payebilind û şoreşgêr ji me ve tê xuyakirin, ji ber ku wî daye pey rûpelên dîroka Kurda ya bi felaket, û bi şêweyeke hunerî û bi zîrevanî, karîbû xwênerê xwe tixe nava bûyerên dîroka milet û welatî wî de, û bi peyvên helbesta xwey netewî karîbû wêneya raperîneke paşeroj di ezmanê xeyala xwey fereh de bi afirîne, û xwênerê xwe pê micûlbike.  
Lê careke din ev helbestvan, bi dû astan helwêsta miletê xwe dide nasîn.
- Asta yekem ewe, ku helbestvan xwe li hember imhakirin û nicadperestiyê mîna dêw û gernasan bihêz û bihiner dibîne, ku ew jî ji peyvên mîna - dêw – gernas - hêştir - û gayê xişir û baran – tê naskirin. Di vir de çimkî ku mirov xwe mîna /ga/ bide nasîn, di civaka Kurdî de ne hevqsî diruste jî, lê tê xuyakirin ku helbestvan bi zanebûn ev frêzên ha bikaranîne, ji ber ku hêştir û ga jî, zindiyên di kelepûra Kurdî de pir bi hêz û bi dengin û cihê sosretêne.
   Weke vê manê jî diyardeya/ga/ li bal Seydayê Keleş bikartê, ku di sirûdeke xwe de dibêje:
Bejna bilind li takî          xemla wê barê gakî
   Mîna van frêzan jî di kelepûra Kurdî de di warê şer û navtêdanê de pir tîne bikaranîn mîna - ez guryê qedê me -ez Teyarê dînim- ez jehra Silêmanî me…hwd- Lê dibe jî ku helbestvan em jî li vir bi xwe re, kişandibin nava etmosfêra nehişyaryê) ( فضاء اللاوعي. Ango di vî ezmanê nehişyaryê de, helbestvan bi xeyala xwe, xwe bera nav pêlên derya mîtolociya miletê Arî ya herî kevin dide, ku vî miletê ha di wê çaxê de, ga heywanekî pir bi hêz û rol di efsanên xwe de didît, ku kesekî ji xwedakê Aryanan yê bi nav û deng (Mîtra) pêve, nikarîbû pişta wî bide erdê û pênikarîbû. Evna jî çîrokeke wê ya dûvdirêj heye, ne hewceye ku em li vir bînin ziman.
Lê mixabin ev helbestvanê dilêr ku hevqasî bawerya wî bi nefsa wî, û welatperwerya wî tê, li vê dinê maye ker û lal û /qirik mişte ji derzî û dasî/. Ango neyaran ew di welatê wî de bêdeng hiştiye, û nehiştine dengê qêrîna û azarya xwe bigihîne miletê cîhanê. Tê xuyakirin jî ku peyva/ez im/ di sirûdan de gelek caran dûbare dibe, ew jî tê wê manê ku helbestvan – mîna me gotibû -  pir ji xwe û miletê xwe bibawere, û stemkariya neyaran li ser helbestvan, hiştiye ku xwenasîn û berxwedana wî ya netewî, di helbesta wî de li hember dijmin bi xurtayî diyar bibe. Çimkî qedera wî ye, ku xwe di demeke germ ji dîroka Kurdî de dîtiye, û dîsanê ji neyaran û cîhanê re dide xuyakiein û dibêje: Em Kurd ne miletekî aloz û ji weza ketîne, lê çibkim herdem qedera me kurda ewe, ku qirika me miştbe ji derzî û dasî.
- Asta diwemîn jî, ew jiyana ku Kurd îro, bi hejarî û azarî û bê par tê de dijîn, vê jiyana sêfil helbestvan ji xwênerê xwe re dide xuyakirin, ku evna jî mirov kare bêje: Ku mîna lîstikek resen û bi wate di warê- hunerî- dîrokî- mîtolocî-şanogerî… helbestvanê me bi xwnerê xwe re dilîze, û wîna bi zanebûn bi bûyerên welatê wî ve hişyardike. Lê em karin bêjin jî, ku herdûk ast bi hev re du wêneyên tiracyo – komîdî an komîdya reş, hem ji gernasiyê hem ji kiriftarya miletê Kurd re baş derdixe wê navê, ji ber ku ev herdû wêneyên ha ji xwêner ve têne xuyakirin, ku/gernasî- kiriftarî/ di sirûdê de berovajyê hevin, lê herdûk ast ji wêneyan di tabloya dîroka Kurda de, bi rastî jî, dibin yek wêne û bi hevve tîne grêdan, ango helbestvan taybetiyek dîrûka Kurda, li ser dêmê sicada tabloya helbesta xwe di neqişîne, û xwênerê xwe bi watayên vê tabloyê hayedardike.      
   Careke din dibêjim, ku helbestvanê mey şahreza, hesta xwe û miletî xwe herdem tevlihev dike, û xwe mîna mirovekî Kurd gernas û pozbilind dibîne, û careke din navê lehengên dîroka Kurda tîne ziman û dibêje:
Weku şêr û pilingan ez li bax im
Bi hêz û himmet û salox û dax im
……………
Ez im Xani,ez im Bêkes û Behrem
Ez im Guhderz,ez im Qadî û Restem
…………….
Çiqas bêjim, kelêj im, jar û mest im
Gelo ez jî mirov im, can û hest im ?
Bese bavo,ji min kême hewarek
Ev ê halo ez im, va min xwe nasî
   Helbestvan Rezo Osê livir careke din xweyîtiya xwe tev li ya civaka Kurdî dike, û xwe mîna şêr û pilingan bi hêz û hinr dibînê, û bi teknîka filaşbagê) الخطف خلفاً) ve, xwe nevyê van sembolên dîroka welatê Kurdistanê mîna – Xani – Bêkes – Guhderz – Qadî - Restem - û Behrem- dibîne.
   Weha helbestvan bi du wêneyên têvel ve malikên xwe organîze dike, û bi van astên narrative) (المستويات السردية, rewşa xwe [ miletê xwe baş dide nasîn, û dide xuyakirin ku ji qêrîn û hewarê pêve, tu tişt jêre nemaye, û careke din pêlên endîşe û gûmanan li hinav û xeyala wî bi giranî dibine mêvan, û mîna leyistikvanê şanoyeke tiracyo – komîdî- ango geh bi gernaseî geh bi melûleî, xwe bi temaşevanên vê şanoyê dide nasîn..!.
   Dawiya vê sirûdê bi şêwaza dîscours )  (الخطابيةû bi peyvên mîna /Bese – va – hewar - xwênerê xwe  radike ser tapanan û wî ser û binî hevdike, jêre dide zanîn ku ew ev helbestvanê li vê cîhana bê bext, bûye delîl ji halê xwe û miletê xwe re, ku ew û tevlî miletê xwey Kurd jî, nema li ser vê hejarî û kiriftarya bêhemta dirawestin, û mizgîniyê bi raperînên nîzîk dide..!.     
   Di sirûdeke din de jî, ku bi navnîşanana (Newroza gundê me) hatiye nîşandan, weha rezo hestên xwe derdixe wê holê û dibêje:
Hawîrdorê gundê me, hemî kaş in,kendal in
Dora çemê me,yê zil, şînebest in,newal in
Birek derket bi şahî,hemî xifş in, heval in
De gava ko dirabin,weku pêlan dinalin
……….
De gava ko bi ger bin,sazên me her xelxal in
………..
Êvar-reşê ko dihat,bo Kawa sore-al in
   Livir jî helbestvan vê sirûda xwe bi ritm û kêş û qafiyeke bi awaz lidardixe, û bi kahniya xwey helbestî tabloyên gulistana xurista welatê bi wêneyên binêran) صوربصرية) mîna– birek derket bi şahî- û yên dengane) صورسمعية) jî mîna- sazên me xelxalin – di afirîne, û rewşa fînemînakên spehî mîna, zerî, û xort, û kal, û xelk, û bihara xurista gundê xwe re diyardike.
   Van diyardeyan bigiştî bi hesteke pir rewan û zelal, bihev re di sirûda xwe de dicivîne, û tabloheke bedew ji vê bihara wêneyan re radixe, û kevin û nuh bihevve girêde.
- Nuh ewe ya ku ev gulîstana bihara gund pê hatiye xemilandin
- Kevin jî ewe ya ku ala Kawa, li ser xaka Kurdistana azad, bi hêlemîl dike firefir-.    Weha me dît, bê çawa helbestvan xurist û kelepûr û dîroka kurdanî ecêb, bi hostayî di sirûda xwe de, bi hev re wezîfedarbike. Û ev pesnên spehî herdem kahniya hest û ihsasên helbestvan dipijiqin, û her dilopek ji vê pijiqandinê nifşên gulên Kurdistanê li ber şîn tên. Ji loma vê sirûdê hevqasî newroz bi me xweşkiriye, tu dibê qey cara yekemîne em newrozê bi vî rengê bedew dibînin û dibihîzin. Evna jî – Bêgûman - ji zîrevaniyeke helbestî tê. Lê dibêjim jî: Wênwyeke pir spehî di firêza – weku pêlan donalin – de xweş xuyadibe, ango helbestvan li vir pêlên derya mîna lebateke mirovan teşxîsdike, ku ew jî wêneyeke ji helbesta nûjen tê hejmartin, ango helbestvan bi rengekî nerasterast, vê wêneya spehî bi xişxişa xelxalên lingê zeryên gundê xwe, vê gulîstana xwey rengîn dixemilîne.
   Ew jî tê wê manê ku helbestvan ji mere dibêje: Vaye keçên gundê me, ku ew jî kurtebirekin di vê tabloya xuristî de, bi van xelxalên lingên xwe simfoniyeke mozîkî ji vê bihara rengîn û bê kêmasî re di afirînin. Dîsanê li vir awaz û nalîneke mozîkî, ji bêvila mirov, bi tîpa dawiya rêzan/N/ve dertê, ev nalîna mozîkî bêhtir ji dawya malika didiwa û ya sisyan dertê mîna – şînbest in – newal in - xifş in – heval in – Weha di riya şêwaza jêavêtinê ) (الحذف de, helbestvan tabloyên sirûda xwe bi ritim û bi mozîk lihev tîne.
   Bêgûman – mîna ji me ve xuyaye - ne bi tenê xeyaleke fereh di van malikan de têxuyakirin, lê helbestvan me hayedar dike jî, ku ew dikare bi hostayî, destlatdarya xwe li ser peyv û firêzên helbesta xwe baş kontrol bike. Lê ji alîkî din ve jî dibêjim: ku peyva /ko/ di firêza - De gava ko – de hatiye, hinekî rengê şêwaza netriyet û raporê dide herdû rêzên sirûdê, û her bi ritim û mozîka rêzan dilîzê.
   Ji ber wilo, û li gorî nerîna xwe jî, ez karim vê têbîniya ha bidim: Ku çaxa helbestvanekî Kurd bixwaze peyva/ko-ku/ di sirûda xwe de bikarbîne, di bawerya min de, divabe ev peyv pirê caran di serê malik û rêzan de bê, lê ku di orta malik û rêzan de hat, wê çaxê - pirê caran- rengê gotinên rojane û ne helbestî dide malik û rêzan, û bi awakî nexweş bi mozîka hevok, û firêz, û malik, û rêzên helbestî dilîze.
Lê ji bilî wilo jî, ji me baş têxuyakirin, ku ritm û mozîkek pir delal di van herdûk firêzên sirûdê de peydadibin – dirabin–bi gerbin - ji ber wilo me baş dît, ku li bal helbestvan Rezo gencîneyeke zimanvanî zengîn û dagirtî heye, û li ser kêfa xwe û di cihê minasib de, peyvên zimanvanî di rêzên helbesta xwe de, û bi awakî standard û lihevhatî organîze dike.
Dîsanê di van rêzên li jêr de, helbestvanê me weha dibêje:
Çiya…Deşt…û zevî
Li ber barê me
Ranebûn…
Me
Xwe,
Di kuna keftêr de,
Veşart…!
Dema roj li me hilat,
Em bûne dêwên heft serî…!
Hinga
Me dev li xwe kir
Û
Xwe,
Di xwîna xwe de,
Gevast…!
   Rezo Osê careke din di van malikên xwe de, bi helbesteke diramî - ku ew jî ji hokarên helbesta nûjen têjimartin- dîroka Kurda li vê dinê tîne ziman, û karîbû bi zanebûn bi şêweya sê wêneyên Kurdewaryê, rewşa vê dîrokê bi tefna helbesta xwey reng îdyolocî ve bi hevve bihûne, û wêneyeke dariştî, ji tiracîdiya vê dîroka Kurda re bi afirîne.
- wêneyê yekem, ew sêfilî û rebenya ku di dirêjya dîrokê de herdem Kurda jiyana xwe têre derbaskiriye, ew jî dema dibêje: Ku ji ber stemkarya dijmin bi çol û çiya dikevin, û ta di qulên keftaran de jî xwe vedişêrin. Lê ew çiyayên ku Kurda herdem di meteloka xwe de digotin: Ji çiyan pêde dostên me Kurda nînin. Em li vir temaşe dikin ku wataya vê metelokê, bi rengekî berovajî ji wataya wênî kevin hatiye, ew jî çaxa di demêm teng de, nema çiya bikêrî Kurda hatine. Ango bi vî rengî helbesrvan bi şêwaza wergerandinê) (العدول ve, vê meteloka kelepûrî, bi zîrevanî ser û binî hev dike, û wê ji wateya wê ya resen werdigerîne, û watayeke nû jêre datîne, ku hê kesekî bi vê wataya ha negotiye, ew jî ji bo ji xwênerê xwe re bêje: De binêre birako, îro ta bi van çiyayên bilind jî, nema karin wê dostanya xwey dîrokî, ji Kurda re berdewam bikin.   
- wêneyê diwem jî ewe, yê ku wê gernasiya Kurda di dîrokeke bi felaket de, dide xuyakirin.
- Wêneyê sisyan jî, ew şerê xwebixwetiyêye, ku herdem bi xwîn û bi felaket dinav Kurda de destpîdike.
   Lê bi gotina: Çiya li ber barê me ranebûn…?.Bi vî karê buhêrk û bi van hersîk niqutên di dawiya malikê de hatine, helbestvan dikarîbû, xwênerê xwe dinav etmosfêra raman û fikaran de bibe û bîne, û bihêle pirsbike dîrokî ji xwe bike û bêje: Gelo çima ev çiyayên me, li ber barê me Kurda ranebûn…?. Ew jî tê wê manê ku helbestvan bixwe dinav endîşe û sergêjiyek mezin de dijî, û hevdijahtiyeke mezin di hinava wî de peydadibe. Bêgûman dîsanê helbestvan li vir, dîroka Kurdanî dirêj û kriftar baş dikole û lêkolîn dike, zordarî û stemkariya ku li ser Kurda di dîrokê de hatiye meşandin nîşan dide. ta ji ber vê stemkaryê Kurda xwe di qulên keftaran de jî veşartin.
   Çimkî em dizanin ku kevtar lawirekî bêbexte jî, û bê dilovanî mirovan dixwe û bi diranê xwe wan zîvazîvarî dike, lê wehaye jî ku herdem van Kurdên belengaz di nav dijminan de, ji vî lawirî dilovantir nedîtine, lê kiriftarya ji wilo mestir jî ewe, ya ku çaxa Kurd ji qula Keftêr derdikevin û roja ferecê li wan hiltê, wê çaxê ji dêvla ku destê biratiyê bidne hev û birînên xwe derman bikin, ew dibine mîna dêwên hevt serî, dev li xwe dikin û bi hovîtî hevdû dinav xwîna hev de vedigizgizînin. Careke din helbestvan bi firêzên – me dev li xwe kir- xwe di xwîna xwe de gevast – û bi cênavê yekem û giştî ve/Me/ hesta xwe û miletê xwe tevlihev dirêse, û bi wêneyekî helbestî pir bi wate, bi keser û hesret şerê xwebixwetiya Kurdanî ebedîn û heyman şermezardike.
   Nayê veşartin jî, ku van firêzên helbestî, bi istîtîkeke hunerî, û bi xeyalek fereh û naverokeke nasyarî û îdyolocî jî hatine rêzkirin.
Weha me li vir Rezo helbestvanê Kurdperwer, xwedî helbesteke bi istîtîk û huner, û xeyaleke fereh, û wêneyên li ser dil neqişandî, û leyîztekvanekî jêhatî di warê helbesta çîroka diramî de dît, û careke din bi hostayî peyvên xwe di tabloya evîniya welatperweryê de wezîfedar dike, û dikarîbû xwe mîna helbestvanekî tekoşer û payebilind, bi derd û kul û êşên netewî ve bide nasîn. Ango bi zîrevanî helbesta xwe dixe xizmeta welat û miletê xwe de, û xwe dide nasîn jî, ku ew wênekêşê jêhatiye di warê mehrecana wêneyên dîrok û kelepûr û wêjeya Kurdî de. Û helbestvanekî netewperest ku tucaran çavê xae ji dijmin naqurmiçîne, û xweş siware di warê şêwaza xwey helbestî de, ku xeyal û riyalîzmê tevlihev dirêse (يمزج بين الواقعية والخيال), û bi hostayî bûyerên wê dîroka tiracîdî,  bi mij û moran û tarî, li ber çavên mirov datîne, û dawî bi vê helbesta xwey şanogerî wêneyê raperîneke paşeroj, di mejyê xwênerê Kurd de di afirîne.  
…………………………    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark