Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çêçkê Mekînê

 


Yasîn Hisên

Di pêþiyê de, çêçkê mekînê çi ne? ew çêçkê mirîþkê mekînê ne, ku kurd ji wan re dibêjin çêçkê mekînê, ji ber çawa çêçik ji hêka xwe derdikeve roja din dibe mirîþkek e qelew giraniya wê heta bi du kîlo û du kîlo û nîvan jî derdikeve. Ji lewra hatine naskirin bi çêçikê mekînê.
Dema ev pîþesazî (pîþesaziya mirîþkan) li dunyayê derket, bi xwe re gelek Teknolocya din jî anî, bi taybetî ku aniha dunya ketiye serdema Globalîzmê de. Û ji gelek qenciyên wê çêçkê mekînê û bêrîkfon û malperên Internêtê  û nivîskarên mekînê…û ...HD.


Em jî miletê rojhilat, him bi him hinek ji wan qenciyan bi ser me de dibarin, û carê tiþtekî nuh- ku li cem xelkê Kevin dibe- bi ser me de tê, û dibe mîna modakê her kesê xwe dighînê bi xwe dipesin e.
ê ma aniha moda malperên Internêtê li cem me xurt bûye, ev dunya di hundurê dunyayek e din de, lê mixabin ê me em ji ku destpêdikin û di ku re derdikevin, ez dibêjim qey kêm kesên pispor di vî warî de di nava me de hene…
lê ev moda han di çend qonaxan re li cem me derbasbû? Li cem ê ku ev zaniest çêkirin, di gelek qonaxan re derbas bû, û sade ji me re hat, anku em di tu qonaxan re derbas nebûn, tenê me hazir rahiþt vê zanistê û me dest bi karê xwe kir…
her yekî ku karîbû xwe bighîne razên vî karî ji xwe re malperek vekir, û li gora kêfa xwe malpera xwe xemiland bi gotar û helbestan û wêneyên xweþik…lê heta çi astê ew malper ji aliyê rojnamegerî hatiye qebûl kirin? mixabin heta nuha kêm lêkolînên rexneyî li ser van malperan çêbûne..?
vaye di roja me ya îro de bi dehan malperên Internêtê vedibin û her roj diçe malperin din vedibin…
belê ê me em kêm di qonaxa rojnamegeriya kaxetî re derbasbûn, ji ber wê em tîbûna xwe bi malperên Internêtê diþkînin… ji ber ev malper gelekî erzan bûn e û hinek ji wan hene belaþ in. vêga herkes dikare bibe xwedî malper bi pereyin kêm. Lê ev kes heta çi radeyê pispore di vî warî de?
Hin malper hene mercên hunerî di wan de heye, lê gelek mercên karê rojnamegerî di wan de peyda nabe, û li vajî wê hene ên ku nîv nîv in, û hene herdû merc jî di wan de peyda nabe…!
Bê goman, ku malperin hene roleke wan a giring heye, û merov nikare mafê wan winda bike, û heta roja îro jî dibin malperin sereke ku rojê bi hezaran mêvanê wan hene, û barê rojnamegeriyê hildane ser mile xwe û cihê rêzgirtinê  ne…lê mixabin malperin hene û nivîskarin jî hene mîna çêçkê mekînê ne, di rojekê de deng bi xwe dixin, û di roja din de xwe gelekî mezin dikin… û sed mixabin jî ku roja din qirika wan dikeve bin kêrê de û têne serjêkirin…!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.66
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark