Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Em Doza Gora Mîr Bedirxan Jî Dikin

 


Konê Reþ

   Di roja 24/03/2010 an de, min di Netkurdê de ev banga xwarê, di bin manþêta  Gorên Mezinên Kurdan, xwend:
    (Grûba Diyalogê ya Dicle û Firatê kampanyayeke ji bo gorên serok û rêberên kurdên ku ciyê gorên wan nayê zanîn li ku ne li dar xist. Grûb daxwaz û bang li hemû saziyên sivil û gelê kurd dike da ku beþdarî vê kampanyayê bibin û name ji bo diyarkirina ciyê van goran ji serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê biþinin. Têkiliya grûbê: komadiclefirat@gmail.com)


   Bi xwendina vê bangê re, gelek navdarên Kurdan, yên ku tev jiyana xwe di rêka azadiya welatê xwe de xerckirine û di sirgûnê de, dûrî xaka welatê xwe mirine hatin bîra min. Di serê wan de mîr Bedirxan, yê ku di sala 1868 an de li Þamê koça dawî kir û hisreta dîtina axa Cizîra Botan pêre çû gorê. Her wiha herdu neviyên wî jî, mîr Celadet û Rewþen xanim Bedirxan. Mîr Celadet, yê ku di eynî gora bapîrê xwe de li Þamê hatiye veþartin û Rewþen xanim a ku gora wê li kêleka gora wa ye.
   Doza min ne tenê ku em cihê gorên wan serok, rêber û gernasên kurdan nas bikin, belê ku em termên wan jî li cih û warên wan vegerînin. Da ku bibin cihê serdana welatperwer û evîndarên kurdayetiyê..
   Mebesta min ji vê þiroveyê ku em doza vegera termê mîr Bedirxan jî bikin û gora wî ji nû ve li Cizîra mîr Þeref ava bikin, Hestiyên wê di navbera medreseya Sor û Birca Belek de veþêrin. Da ku her sibeh li ser dengê Melayê Cizîrî þiyar bibe.. Feqayê Teyran, sirûdên xupxupa ava Dicle jêre bibêje.. Eliyê Herîrî, evîndariya Perîzade jêre þirove bike.. Ehmedê Xanî, ji nû çîroka evîndariya Mem û Zînê bidar veke.. Efno û Hejale, bê tirs ji nêçîrvanan di çiyayê Herekolê Botan de biçêrin.. Nêrgiziyên derdora Cizîra Botan, bi seyrangehvanan re bikenin.. Gêra mîr Miheme, tije gemî û qeyik bibe.. Beko xwe veþêrin, Tacdîn pirr bibin.. û ji nû Seîdê Hemo( Seîd Axayê Cizrawî), strana; Çûme Cizîrê Cizîra Bota.. Bibêje û bi bilîne..

Erê, em doza vegera gora Mîrê Botan bo Cizîra Botan jî dikin.
   Erê, em bi hêvîne ku cihê gorên rêber, serok û têkoþerên Kurdan yên nebedî û ne diyar eþkere û belû bibin. Ew kevnên me ne, em bi kevnên xwe ne û wek ku Kurdan gotiye; her gîhak li ser koka xwe sîn dibe..  Yê ku li kevnê xwedî dernekeve, ne pirse, û ne parêze, zore ku karibe tiþtekî çak û rind ji gelê xwe re pêþkêþ bike..


Qamiþlo, 27/03/2010


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark