Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: BAJÊREK JI EVÎNA DÎNEKÊ

 



Hilbîn Muhemed Baqir

Birînên dareka stuxwar
Destanek ji ezel avda
Pê navkirin
Bi dînatiya min!


Di germatiya el ezrayê de
Telhên xwe havêtin
Gurz gurz
Di nav lîsê
Nehêniya miyatiyê dipêçandin
Sucde dibrîn bo pirtûkên Semawî
Min nema dît
Sal qulipî
Ji kevne sala par xwe daqutand
Salek nû ye
Serpêhatiyên bajarê dîna û
Ez jî dînek di awaza xwe de Bê dîn bûme
Di perstgeha pir siyaran
Pêngavek min hil neda
Qufil bûm
Ew xanima biskên þevê vehandîn
Di cilên bê nivêjahî de
Bê mereq,zala xwe havêt ser tuxîbên sîm kirî
Dibêjinê..
Xanimeke dîn!
Di vî çerxî de!
dînatî aqil bûne di beraeta çavên te de
Di beraeta çavên te de
Xwe tê dibînim
Û guneha rûîsatiya þaereka qedexekirî
Xwe tê dihelînim
Dibim mirîdê jineka aþiq
Di tabloyê eþqê de hiþke zimanek bi rûmet
Û westiyayî…     
Erê xanim
Li ber siya darek hêviyên sebrîn
Firek ji bayî can dûr merg bûm
Qurçek ji rûbarê nezuk
Beramber bajarek xaç dayî
Bi hemû muqedesan
Firþik didm
Li min bibore
Ne  rastî qetlê zor destiyê dubat dikit
Ne derew ji rastê fam dikit
Bi tenê ya mayî…
Li ser depê qiyametê
Bi rengekê pêtî þilqên volkanê
Þaerk min bisojît
Ev demeke bo çêkirina ev ê gunehê
Ta demek dî…
Bimînî bi xêr       

Ji pîtên erebî veguhastin bo pîtên latînî
Demhat Dêrikî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.63
Bi Tevahî Deng: 11


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark