Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Êrîþkirina li ser Roj TV Li dijî prensîpên Europiyan bi xwe ye.

 


Dibe ev cara yekem be, ku wisa bi þêweyekî hovane, piþtî cenga cîhanî ya diwem, li welatekî europî êrîþek li ser baregehekî ragehandinê dibe. Çimkî ev þêwe êrîþ li dijî zagonên bingehîn, yên hemî welatên europayî bi giþtî û yê her welatekî tekane bi taybetî ne.Vêca ji xwe, ku ev êrîþ li ser dezgehê miletekî be, mîna kurd, ku europayî bi xwe û (Ferensa, Ingeltra û Rûsiya) afrênerê êþ, derd, stemkarî û kêþa kurd in. Ew in sedem, ku niha Kurdistan 4 parçe ye.
Kesekî negotiye, bila her welatek berjewendiyên xwe neparêze.
Kesekî nexwestiye, ku bila tenahiya welatekî bikeve ber metrsiyanê û ew welat deng neke.
Kesekî negotiye, bila yasayên welatekî binpê bibin.


Lê kesek jî napejirîne, ku saziyeke ragehandinê karê xwe bi þêweyekî profisiyonel û bê ku tu kîn û daxiziyê belav bike, dike, bête taroûmarkirin û bibe lîstka potînên polîsên Beljîkî.

Ya kambaxtir ji hemiyan e, eger hat û ew agahî bête teqezkirin, ku Beljîkiyan hêzên Turkî jî digel xwe anîbin bo wê rûdanê û êrîþa hovane û nemirovane, ku bû sedema girtin û birîndarkirina çend rojnamegerên kurd yên çalak û çend kesên din. 
Çihê mixabiniyê ye, ku babet dibête pirsa kurd, Europayî jî, yên xwedêgirevî, hilgirê nirxên azadiyê û normên wê ne, wan nirxan binpê dikin û bênirx dikin.
Li bîra me têt, dema polîsên Holendî jî, hindek ji sîxur û asayîþên Sûrî anîbûn û di gel kurdên wî parçeyî lêpirsîn dikirin.

Ev êrîþa neadilane, ya hovane, ya nemirovane û ya bêberpirsiyarane, wê diselimîne ku kurd pêdivî bi yekdengî, yekrêzî li dijî rûdanên wisa û yên dijwartir ne. Kurd çi reng û bîr bin, bila bibin, lê kurdayetî li ser hemî tiþtî re be.
Ev êrîþa li ser RojTv, piþtgiriye, bo rûdanên li dijî kurd e, lewra pêdivî ye, bi hemî hêzê bête þermezarkirin.
Ez vê erîþê þermezar dikim û hêvî dikim, ku deng bilind bibin û bo piþtgiriya mafê kurdan, hemî hêz û tiwana lidar bikevin, daku maf vegere ji xwediyê xwe re.

Ew rojnamevanên hêja yên her ziyek, bi çi þêweyê giha be wan, em piþtgiriya wan digirin û daxwaz dikin, ku yên ew karên neyasayî li dijî wan kirine, bêne ber derwazên dadgehan. Her wisa jî ew zerera li RojTV bûbe, bête qerebokirin û bibîte waneyek bo her destdirêjekî, ku beriya gaveke wisa bide, 100 carî birame.

Beljîka, an jî her dewleteke din, behwer bike, ku bi vî þêweyî dikare kurdan bêdeng bike û çavê kurdan kor bike, ew xwe dixapîne û di jiyaneke nexweþ de dijî, pêdivî bi bîmaristanên derûnî heye. Çemkî ev karên wiha kurdan berbi hev ve tîne, wan dighîne hev û pêdivî ye jî weha be.

Di dawî de jî, dibêjim, ev êrîþ xaleke reþ li ser eniya Beljîka ye, ji ber ku wan bi xwe pê li prensîp û yasayên xwe kirin û ya din jî,  rê dane ku welatê wan bibe lîstik û gera welatekî biyanî mîna Türkiya.

Þermezarî bo wî karê qirêj yê polîs ên beljîka kirî û serketin bo dezgehên kurdî û serketin bo ROJTV.


Tengezar Marînî


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark