Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Doza Enfalan anjî sêyemîn dadgehkirinên serdemê

 

Selah Bedredîn

Piştî doza Ducêl ê ku karpêkên dîktatoriyetê di dûrahiya wan ya tayfegerî-siyasî de diyar dikin,dadgeha iraqiya bilind a gunehan dest bi dadgehkirina dîktatorê herifî û jinavçûyî û darûdestên rêjîma wî a rûxiyayî derbarê dosiya tawanên Enfalan yên ku jiyana dehan hezaran mirovên Kurd windakirin ku tawana wan ya tik û tenha kurdbûna wan bû,kir!


Enfal tê hijmartin ji tawanên nijadperestî di çarçoveya tawanên cînosayidê weke tawanên Nazîsm û Faşîzim û Toranî û Ziyonîst yên ku di dîroka nûjen de pêkhatin û riwê mirovahiyê reş kirin û hindek encam hiştin ku bi dehan sal naçin.

Tiştê ku rêjîma beesa herifî li iraqê bi dehan sal li dijî gelê kurd;cînar û dostê gelê ereb pêkanî,pir tund û mezin bû ku ji sînorên bawerkirinê derket û rikeberiyek ji ramana neteweya erebî a nûjen re peydekir û bû pirsgirêkeka sincî nisbetî ronakbîrê ereb li her şûn û warekî girêdayî babetên serbestî û mafên neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û mafên mirovan û demokrasî û hevjana neteweyî û pirrengiya çandî û yekîtiya niştimanî bi taybetî dema ku rêjîmê bi dizî û eşkere hewil dida ku kurdan wekû millet di nexşeya iraqê ya neteweyî û erdnîgarî de tune bike di riya guhertina pêkhateya demografîk bi tunekirin û kuştin û bêserûşûnkirin û koçbarkirin û guherandina girêdana neteweyî bi darê zorê di riya îmzekirina kotekî li ser formên taybet ku ji aliyê alavên ewlekariyê ve dihatin amadekirin anjî di riya komkujiyan de weke ku operasiyonên Enfalan yên ku tevahiya deverên kurdistanê vegirtin û hijmara qurbaniyên wan gihîştin 182 hezar zarok û jin û mêr tevî 8 hezar mirovên Barzanî zarokên wê malbata birûmet ji kur û nevî û merivên Barzaniyê nemir ku gorên bikom şahidê wê ne yanjî tunkekirina 5 hezar mirov ji xelkên Helebçe bi xaza kîmewî ji bilî hezarên rûdan û rewşên din ji darvekirin û destkuştin û tunekirinê ku gihîştin kurdan di dema deselatdariya dîktatorê gordojeh de .

Mezinahî û berfirehiya tawanên behskirî û semyana wan a nijadperestane dihêlin ku em ne tenê wan mîna tawanên gunehbar ku girêdayî takekesekî anjî çend kesan in tevî berpirsyariya wan a kesînî û sembolîk rave bikin lê mîna tawaneke dij mirovhî û şaşbûneke ramanî û xwarbûneke sincî û kevneperestiyeke siyasî û sertewîneke şaristanî ji qonaxeke tevav  û ideoljiyeke taybet re ku stûbariya ravekirin û nerazîbûn û nepijirandin û riswakirina wê dikeve ser milê herkesê ku azadî û maf û dad û aşîtiyê bilind dinirxîne û ji bo herkesê ku li perensîpên mirovî digere û ji bo pêkanîna guherîna demokratîk û felata ji despotismê têdikoşe.Di vî biyavî de,em di wê baweriyê de ne ku rewşenbîrên ereb û elîtên wan yên siyasî û çalakvanên wan di warê opozisyonên niştimanperwer de li tavilê welatên ereb de nexasime yên ku karesat û kilameta kurdan a mirovahî li dirêjahiya dehan sal jibîr kiribûn ewjî stûbar in di warê proseya lixweveger û beşdariya ramanî û çandî di xwendineke nû de ji tiştê ku çêbû re û danîna bingehên saxlem û perensîpên alternatîv û şayiste bi mebesta vegerandina pêwendiyên erebî-kurdî  bi taybetî di warê avakirin û bihêzkirina bawerî û çesipandina avahiya dostaniyê di navbera herdû milletan de li ser bingeha venasîna duqolî bi hebûn û mafan û hevjana di bin saya hevpeymaneke hevdema nû de ku bi destûr û yasayan piştrast be û li gor perensîp û hevpeymanên niştimanî û neteweyî û mirovî be.

Tiştê ku hate serê gelê kurd li iraqê di bin siha deselata rêjîma şovonist a dîktator de derbarê tunekirina gelê kurd û sazkirina pilan û projeyan bi heman mebestê û tunekirina kurdan bi agir û hasin ji bo vemirandina alava rizgariya neteweyî û qelskirina vîna felata ji zordarî û tepeseriyê li nik piraniya kurdan angu bicihanîna çareseriya leşkerî-ewlekarî ji doza kurd ya netweyî-siyasî re li gor pîvana ideoljîk ya girûpa serdest bi navê partiya beesê û nehiştina temamkirî ya vê pirsa ku heta niha mandîbûn û şermezariyê ji hikûmetên li pey hev re peyde dike û piştgirekî sereke ye ji tevgera opozisyona niştimanî û demokratîka iraqî re û giyanê liberxwedana li dijî rêjîma dîktator,nexasime ku dîroka iraqê herdem dîtiye çawa bizava rizgarîxwaza neteweyiya kurdî bûye mîna motîva bihêz di warê şiyarkirina hêzên niştimaniyên iraqî de bi armanca bicihanîna akamên xwe di demokrasî û felata ji despotismê û rûxandina hikûmetên lidijî azwer û xwestekên millet de,em dibêjin ku tiştê ku kurdên iraqê dîtiye beşekî ji dozeke firehtir ku şopên wê li tavilê dewletên firenetewe û pirçand di rojhilata navîn de yên erebî û ne erebî jî,pêktîne û hêjî li benda çareseriyê ye ji ber ku tracîdiyên wê zêde dibin û kartêkirinên wê di bin saya siyasetên fermî yên şovonist û bipaşguhxistina bi anqest ji rastiyên wê yên babetane re kûrtir dibin di heman dema ku hêzên demokratîk dûrî jêderên biryardan û çareserkirinê dimînin ne tenê ji ber qelsî û lawaziya wan lê her weha ji ber rewşa inkarkirin û bêdengmayin derbarê pirsên bive de mîna cênosayidê.
Wisa,li hemberê xwe em dibînin ku li welatên deverê û ji demên serxwebûnê ve hindek dozên millet û neteweyan bê çareserî mane eynî weke dozên din yên ku hemû bi hev ve girêdayî ne wekû demokrasî û guherîn û nehiştina despotismê û rêzgirtina vîna gel û sendoqên dengdanê û ji holê rakirina kokên teror û tunderewiya sekûlar û ayînî,ev pirsgirêkên ku rastiya kêşeya niştimaniya giştî didine xuyakirin bi tavilê aliyên wê ve yên ku hêjî rikeberiya herî mezin e li pêşiya milletên me û li ser çareserkirina wan çarenûsa tevan ji millet û dewletan di dema niha û pêşerojê de,tê nîşandan.

Di dîroka nûjen de,mirovahî tûşî gelek rewşan hat di–dadgehkirinên serdemê-de yên nijadperest û cênosayidê ji ber egerên neteweyî û yên herî berz ewên ku di sedsala bîstan de li dijî Naziyan–partiya Nazî ya serdest li Elmaniya û Faşîzimê-partiya Faşîst a serdest li Îtaliya tev li pêkanîna dadgehkirinên hevser li hindek welat û parzemînên din û hiştina hindek dosiyeyên dîtir li ser refikan bi navê wîjdana cîhanî tevî şerên qirkirinê yên olî û mezhebî ku ne mijara vê gotara me ne.Guman tê de nûn e ku rewşa sisêyan bi rehendê wê yê nijadperestî ew e ya ku em niha di destpêka sedsala 21-an de lê temaşe dikin li Bexdayê ciyê ku dadgehkirina Bessîsmê mîna rêbaz û sembol angu partiya Beesa ku li iraqê serdest bû di qonaxa hewildanên qirkirina kurdan û operasiyonên Enfalan û karesata Helebçe-helbet li vir em dixwazin bibêjin ku hindek kesên beesî hene ku lidijî rêbaza nijadperestî û sîstema navhatî derketin ji ber sedema gotî û hindek sedemên niştimanî yên din û tevlî nav refên opozisyona demokratîk bûn.

Li Elmaniya û Îtaliya û Japonê,hêzên demoqrat û piraniya herî mezin ji elîtên wan yên rewşenbîrî û millî lixwevegerên micid pêkanîn di nav de cezakirina gunehbaran û jinavbirina rûpela rabirdûyê rûreş û şermezarkirina tiştê pêkhatî wekû rêbaz û karpêk û nêrîn û hîn ji vê bêtir bi hêza destûr û yasa partî û rêxistin û dezgeh û baweriyên şermezar ji azadiya kar hetahetayê bêpar kirin li gel vegerandina mafan li qurbaniyan û millet û netewe û regez û takekesan û jinû avakirina tiştê ku nijadperestiyê ew herifandiye di jîngeh û heyamên aşîtî û seqamgîrî nexasime piştî destnîşankirina deqên taybet bi nijadperestiyê û qirkirin û koçbarkirina nişteciyên bingehînî û mafê gelan di destnîşankirina çarenûsa xwe de di hevpeymana heyeta neteweyên yekbûyî û damûdezgehên girêdayî wê tevî damezrandina dadgeh û heyetên navneteweyî ji pisporên yasayê yên ku dikarin dozên qirkirina nijadperestî çareser bikin,vêce gelo herêma me-rojhilata navîn-ya ku bi agirê nijadperestiyê tê sotin dikare di pêşerojê de lixwevegerê û guherînê peyde bike weke gelek milletên din?gelo eger wisa kir,ev kar û karpêkên ku dê werine holê wê kes xwedî li wan derbikeve?hêviya me ew e ku bersiv erê be.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark