Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Yekin em, Ew e me hevûdu nedîtî

 


 
Hesen Silêvanî
Veguhetin: Mesûd xelef

Muzîk, her tiþtî ji bîra min dibe,
tenê çavên te têne.
Darikê harê kemanê,
bi serxweþî
li ser bîbîkên çavên te,
dileyizit.
Awaz dizên û tu ji dûr ve,
destê xwe bilind dikî û,
dibêjî:
Dîno ne xendqe!!


Ez dê pirça te ya liber,
lêva bay berday,
bi sê tilên xwe badim,
tu dê li xwe zivirî û,
navtenga te, dê di destên min de,
xav be û,
lêvên min yên ez neþêmê,
dê gerdena te alîsin.
Bibûre xanim,
dînim ez,
li ber pêlên deriîyayê,
dîntir dibim,
demê te dikirasê kesikê,
bi sêvan reþandî dibînim,
nû, nû, nû,
çavên xwe yên pilingî,
li min nearihîne,
bibîne çend bayekê hîne,
li ber lêvên, þerabê, wênê xwe li ser girtî.
Dînim canê,
tu xudê kî hay ji min hebe.

Dê hêm, belê dê hêm,
dizanim çavên te li hîvîya hatina biharê ne.
Dê hêm, belê dê hêm û,
libin kefþê te yê,
bi deziyê ziravê reþê sitîyanî,
yê tu hinde þeva pê dixurî,
dê bi çend geza, îmza xwe, li ser çêkim.
Dizanim,
alekên te yên hîjîrî,
neþên xwe liber mûyên simbêlên min bigirin.
Çi nîne can,
hêdî, hêdî, dê fêr bî, dê xerîb bî.

Dixwînim xanim xewnên te,
dixwînî xanim xewnên min,
Yekin em, ew e me hevûdu nedîtî.

 

27 -28 -29/10/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark