Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: JI BO GELÊ AMEDÊ

 


Dr. Ebdilmecît Şêxo

Gava min kovara « Gulistan » hejmara 38 an , sal .2008 ya PDPKS dixwend , ez di wir de rastî hevpeyvînekê bi Sînem Bedirxan xanim , keça Mîr Celadet Brdirxan re hatim . Min di wir de hin tiştên giring xwendin , lê xala herî balkêştir li nik min ev bû;
« ...Sînem Bedirxan dibêje ; Wextê ez çûm Cizîrê , baştir e bêjim ez vegeriyam welatê xwe , tiştê ku min li wêrê dît , ziman winda dibe . Cizîrê dîsan baş e , ya  Diyarbekirê tevî Tirkî diaxivin , mixabin . Ez çûm restorantekî ( Xwaringeh ) rûniştim û min li derdora xwe nêhrî ku herkes bi Tirkî qise dike . Ez çûm li cem xwediyê restorantê  û min jê re got ; ez  bi navê Netweyên Yekbûyî lêkolîn li ser ziman çêdikim , ji kerema xwe ji min re kaxez û qelem bide.


Ez çûm ber  masa yekê , min got ; selmûnaleykûm
Ez lêkolînê  ser ziman çêdikim , gelo hûn Kurd in , gotin ; erê . Min got , hûn çima Tirkî diaxivin , gotin  : tu zanî , eva zimanê bazarganiyê ye , min got; tu û hevalê xwe ser bazarganiyê qise dikin , gotin ; na ! gelo çima tirkî diaxivin  , Masayê dudo jî Kurd in Kurdî  nizanin  , yê sisê dîsa Kurd in  lê Tirkî diaxivin  . Ya rastî depresyon ez girtim . Min hişt û ez vegeriyam... »

Bi rastî eva ne cara yekem e , ez dibîsim , di gotaran de dixûnim û min bi xwe jî li
Almaniya li bajarê Tutlîngênê , Kurdên Turkaxêv dîtine. Bi destura Sînem Xanimê û xwendevanên vê gotarê , ez jî dixwazim mînakekê pelandî û berbiçav li vir hûnim zimên . «…. Ez li Tutlîngênê dijiyam , ez çûm cem gerînderê dibistana gel ya bilind( Volks Hochschule ) , min ji wî lava kir  ku ez li wir bibim mamostê zimanê Kurdî , ewî gote min;  Kurd li bajarê me tune ne , lê tu dikanî li cem me bibî mamostê zimanê Erebî , min dîsan ji wî re got ; na ! Ev kesên ku li vir bi Turkî deng dikin , piraniyên wan Kurd in . Ewanan li Turkiyê ji çavtengiya dweltê bi Kurdî  ne xwendine  û tirsa Toraniyên şovînîst hîn di dilên wan de maye .  Gerînderê dibistanê ,  pêşniyara min pejirand  û rêklama fêrkirina zimanê Kurdî bi deriyên sedan dîkanan ve daliqandin.
Li dawiyê  keçeke tenê 15 salî ji Meraşê navê xwe li dibistanê nivîsand, ez li hember  gerînderê dibistanê şermezar bûm û mîna Sînem xanimê pir bêhnteng bûm .
Ez nizanim , çima vê carê  peyv û helwesta Sînemê Bedirxan û bersivên mîvanên xweringehê pirtir bandurên xwe li derûna min kirin û ez jî  bi Sînemê re careke din şêt û mêt bûm, hestên min mîna pêlên sermest , ez sergêjî kirim.
Tiştên ku ez dixwazim ji birayên xwe ,  nemaze  ji Amediyan re bêjim pir bi lez û kurtî ev in ; Gava em dixwazin ku her Kurdek bi zimanê dayika xwe bipeyve , eva  netê vê wateyê  ku em riçperest in  yan em dijmantiya zimanên miletên serdest dikin. Ne xêr ! Em rêzê li her zimanekî , her miletekî dikin, lê ta ku gelên din jî rêzê li me û zimanê me bikin , divê em bi xwe rêzê li zimanê xwe bigrin û ji ber zimanê xwe ve şerm ne kin , zimanê me jî dêrînî û resen e. Di vir de dixwazim mînakeke zindî bidim ber çavên Kurdên  Turkaxêv yan Kurdên  Faris û Erebaxêv ; Em hemû dizanin ku Qereçî ( Qurbet ) ji ber sedem û  mercên  mêjûyî li seranserî cîhana me belav bûne , li çolan û baniyan dijîn û turikên parsê bi piyên wan ve ne , lê dîsan ewnan ji ber zimanê xwe ve şerm nakin  û herdem bi hev re bi zimanê xwe dipeyvin û ji ber ku ewanan rêzê li zimanê xwe digrin  , rêxistina navnetewî jî rêzê li gelê qereçî dike û berevaniya rûmeta wan  bi awakî fermî dike, ji ber ku zimanê wan jî weke her zimanekî din beşek e ji şaristaniya mirovperweriyê .
Em dîsan tekuz dixwazin bêjin , ne şaş e ku Kurd bi zimanên gelên serdest zanibin  bixûnin û binivîsînin ji ber ku neyartiya zimanan  , yanê neyartiya şaristanî û mirovperweriyê  ne , lê ya şaş ew e ; ku her kesek , her miletek zimanê xwe nizani be  û berxwedanê ji bo pêşketina zimanê xwe neke .
Li aliyê din , kê gotiye ; ku zimanê Turkî yan zimanên Erebî û Farisî tenê kanin bibin zimanên bazarganiyê !! Na ! Na !  Va ye , em Kurdên Sûriyê jî mîna hemû Kurdên beşên din bi zimanê xwe  li dibistanan naxwînin , û bi sed hezaran Kurdên me li Helebê , Şamê û hin bajarên din dijîn, lê dîsan  ewanan ji bilî hin awertan bi hev re   bi zimanê xwe dipeyvin , Em li bajarên xwe  Efrînê , Qamoşliyê û Kobaniyê  bazarganiyê jî bi Kurdî dikin .Zimanê me , tev hemû zaravên xwe pir dewlemend e , em ne tenê kanin bi zimanê xwe bazarganiyê bikin , lê em kanin bi zimanê xwe , hîn hemû şaxên zanyarên zanistiyê û bi ser de  jî  pirtûka pîroz« Quranê »  binivîsînin.
Li gor nirîna min geva ku hin Kurdên me  dixwazin  bi zimanê Turkî , Farisî , yan Erebî  bi hev re bipevin , eva rudawa neyênî ji ber hin sedemên  giring hatine ;1- ewanan xwe mîna netew kêm dibînin , ango xwe kêmitirî netewên serdest dibînin , eva jî bi ya min be nexweşiyeke derûnî ye . 2-Tirsa destlatên  zordar û kesên  nijadperst di dilên wan kesan de hîn heye.

Vêca ez jî dengê xwe tev dengê Sînem Xanimê dikim , û ez pir hêvîdar im ku  Amediyên me  rêzê li dîroka Amedê , şorşên Kurdî , pakrewanên mîna Şêx Seîd Pîranî

bikin û zimanê Ehmedê Xanî , Feqiyê Teyran , Meleyê Cizîrî  , Ceger Xwîn  û Osman Sebrî berbat ne kin.

Li dawiyê eva netê vê wateyê ku ez cevakêşên ziman û çanda Kurdî yên Amediyan û   

yên bajarên din jibîr dikim , yanê ez rolên wan di pêşvebirina zimanê Kurdî , wêje û hemû aliyên şaristanê de winda dikim  , ew mîhrecanên zimên û wêja Kurdî carcar li Amedê dardikevin  li cem me  pir cihên serbilindiyê ne.

Ma ez bêjim ; wek min bihîst ku di 14 Şibata 2010 an de ,  Konfiransa çîroka Kurdî li Amedê  wê  lidarkeve , ez hemû nivîskarên Kurd û nemaze yên Amedê  pêşda  spas û pîroz dikim . Di rastiyê de , nivîskarekî me pir hêca ji Amudê  ez vexwendî vê Konfiransê kirim , lê pir mixabin , rewşa min ya taybetî rêdanê nade min , ku ez jî li ber dengvedanên çîroka Kurdî  bi Amediyan re bidegrîm û bikenim .  

Efrîn. 5. 2 . 2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark