Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dê û bav berpirsyarin

 


Boniye- Suad  Cegerxwîn
  
  Weke kû hatiye zanîn , em di civateke fewdal de  dijîn ,patriarkalismê,ji demên dûr û dirêj ve  þaxên xwe tê de fireh û kûr kirine ,ji lora civata me bi giþtî bi dîtina mêra hatiye avakirin ,herdem mêrin  yên kû gavên mezin têde davêjin ,cihê bilind û giring digrin ,li gor daxwazên xwe biryara didin ,bi vî awî civata me hatiye naskirin , lê îro roj jina  hinekî  xwe dane xuyakirin  û ji aliyê aborî ve rewþa xwe çêtir kirine,  civat û malbatên Kurda   bi aliyê pêþketinê ve diçin


lê nayê wê watê ku wekhevî  û azadiya giþtî bi cî hatiye,  ew jêre xebatên dûr û dirêj  divên ,jin hîn di hest û ramanên   xwe de sînorkirîne her û ha ji qata nizim têne jimartin  , herdem di malbatê de gotina bav û lawa di pêþî de ye , keç  li gor  wan diçin, ji lora jin di helwestên xwe de xemgîn û bêzar  mane .Eger em li sedemên serekî  bipirsin ,divê em vegerin ji bingehê lê temaþekin ,wê demê  emê binerin kû sedema cudatiya di nav herdû celeban de ji destpêkê ve dê û bavin, jiber kû ewin yên kû malbatê perwerde dikin  û awê jiyanê ji endamê wê re saz dikin ,ewjî  bi hesanî li gor dîtina  civata xwe çûne û xwe perwerdekirine yanî  ji  keça re dane zanîn kû divê ew tim peyrewên bav û birayê xwe bin ,li gotina wan guhdar bin û herdem xwe bi wan serbilind bibînin .Ji loma jin hînbûye kû tim alîkariyê ji mêran bixwaze û li gor wan bilive .Bi vî awî baweriya wê pê kêm dibe,zû birîndar dibe ,diltenik dibe ,zû digrî,nikare bi tena xwe destpê bike ,lê gelekî  bi saman û deyax dibe ,pir ji pêkarînên xwe  dide dora xwe  û pir  hindik ji  wan distîne ,mêr jî  xwedyê gotinê ne ,tûnd û dil hiþkin  ,xwe berpirsyarê jinên malbatê dibînin   ,bêhn tengin ,dixwazin tev li wan guhdar bin ,li gor wan biçin ji ber kû ew xwe  pêþewê teva dibînin .Bi vî awî keç di ber siya mêran de kesayetiya xwe ava dike ,  baweriya wê bi pêkarînên wê kêm dibe îdî mêr dibe  Çalakê malbatê û bê sînor   tevgera  xwe dike  ,ji mafê wî ye kû xwe bi hêrs bike û yên dora xwe xemgîn bike, lê ji bo jinê  herdem bêdengî  xwestine .Ev awir bi vî awî Çûye û di civatê de cî girtiye, zû pêþve çûye  û herdû celeb bi vî rengî li gor perwerdekirina dê û bava mezin bûne  îdî em karin bi   hesanî  bêjin kû dê Û bav  di ber vê cudabûnê de berpirsyarin , tu teyorî û dîtinên  pedegojî tune ne kû ji vî awê perwerdekirinê re berevan bin ,civata me kû ji  malbatên bi van dîtinên paþverû ava dibe biryara jiyana teva dide ,bi vî awî mêr dimînin jêderê berzî û tûndiyê ,jin jî yê lawazî û bê zariyê ,û ya rastî ewe  kû  law ji destpêka çêbûna xwe  zeîfin, lê dê û bav ,civat baweriyê didin wan ku hêdî hêdî xwe tund û bi hêz bibînin ,ji lora em dibînin kû  keç  bi serê birayê xwe tim sûnd dixwin  û xwe bi wa  dibînin  , eger karekî  ji   hina re bikin ,sipasiya karê wan  ewe kû  ji wan re  dibêjin  xwedê birayê te bihêlî , li þûna kû bêjin ,destê te sax bin yan jî mala te ava .Ji bo vê yekê mêr zanin çi dixwazin ,jin jî wek perê li ber bê ne , nizanin wê li ku deynin û qedera  wan çiye ,ji xwe daxwazên wan hatine perçiqandin û pêþeroja wan ne belu ye  .Eger em bixwazin bi rastî  civateke azad û pêþketî  saz bikin ,divê em ji malbata xwe dest pêbikin ,em wek dê û bav wekhevîyê di  perwerdekirina zarokê xwe yên nêr û mê  ji destpêkê de çêkin, her yek ji wan bela li gor daxwaz û pêkarînên xwe azad  mezin  bibe .  Zarok li gor perwerdekirina di zaroktiyê de  form dibin û kesayetiya wan  li gor wê formê ave  û durust dibe ,nasnama wan xuya dibe ,  îdî erkê me ye   em wek dê û bav berpirsyariyaxw bi zanestî  bibin serî,da zarokên me di pêþ erojê de me gunehkar nekin . 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark