Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Îşev Misto mîvanê Rîngo ye

 


Dr. Ebdilmecît Şêxo

Îro Şemî ye , Zivistan e, baran ne barî ye , tolik li ber kenarên rêkan , li nav zevî û latan mişt bû ne, îroj tîrêja roya Efrînê pir dilovan e , şîvên pir jinên Efrîniyan pincar e .
Darên zêtunê barên xwe sivik kirine , lê dizan îsal jî kêmanî ne kirine karên xwe, pir darên zêtunê di nîvî şevan de ji xwe re rêş kirine , lê çi dibe bila bibe , îro Misto diçe Helebê , ewî bîra dostê xwe Rîngo û peyvên wî yên şêrîn kirine.


Misto bi lez sê tenke zêt bi erzanî firotin , ji xwe re taqumek Turkî û pêlavek kirîn.

Misto di çarşiya kevin re bi peyatî diçe , ew her çend mitran dimeşe , ji dest kurtan vedikulime , derlingên pantron û solên wî ji golên avê û heriyê pir gemarî û şil dibin , neyse ; Misto xwe bi cersiyeke mezin gihande mala hevalê xwe yê ku li  El-eşrefiye rûdine…

Êvara te xweş û geş be xûşka min !

Êvara te jî xweş û geş be bira , lê. bi xwedê êvara min ne xweş e û ne jî geş e… ,fermo !!, fermo !! , lê Rîngo ne li mal e …, ew dîsan li kîjan çayxanê rûniştiye , ez nizanim , fermo !!, ser çavan tu hatî …. Misto bi şermî derbaz bû , lê xûşka min ez ji ber derling û pêlavên xwe ve pir şerm dikim , kolanên Efrînê mirovan dicersînin , tu dibêjî qey şaredariya bajarê me tim xew kirine . Bêhna xwe pir teng meke birako , ma kê gotiye , taxa me El- eşrefiyê ji Efrînê baştir e !!! ???, ma te li derve komên turikên gemarê ne dîtin ? Xwedê xêra te vê êvarê bide kekê Misto ,. Weleh min bîra dostê xwe Rîngo kiriye , Zênebê li Telîfona mêrkê xwe xist , lê Misto di vê navberê de bang li keçka Rîngo kir û ji wê pirsî , birazê Bêrîvan , tu niha di kîjan polê de yî ? Mama ! Mama  ! Bêrîvanê bang li diya xwe kir , û ji wê bi zimanê Erebî pirs kir , hade Zelemê şo bîqul ? ( Ev mêrka çi dibêje ? ), Misto rûçkê xwe tirş kir, kovanek kûr kişand û berda , bê deng rûnişt û di dilê xwe de got ; helbet dê niha bavê Bêrîvanê were . Rîngo weke her car li taksiyê (Taxî) yê sîwar bû û vegeriya malê xwe , perên wî ji ku de tên , qey ne xema wî  bû .

Êêêê  Ehlen û  wesehlen  Misto !   Her bijî , her bijî Rîngo  ! Misto  got û yekser pirs kir, Rîngo ! Rîngo ! Eger ez ji pend û şîretên  kurdî tiştekî ji te  re bêjim , tu xwe ji min na xeydînî ? ( Belkî ev peyvên  Cegerxwîn bin jî , ez nizanim ).

Hey wex ji te re Misto, ez , ez  ! Ez dikanim marên gewr li ser sîngê xwe di kela havînê de biçirînim û xwe ji jehrên wan biparêzim , de bêje loooo...
´´Kî nebêje  û bike şêr e
kî bêje û bike ew mêr e
kî  bêje û neke ew kerê nêr e..`´
Te sed carî di nav heval û dostan de gotiye, bi zimanê xwe bipeyvin , bi zimanê xwe bixwînin , bi zimanê xwe  silavê bidin û bi zimanê xwe li silavê vegerînin , vêca tu çi dibêjî rebeno ?
Vê carê, Rîngo nizanî bû xwe di kîjan qulêke , hema ev firka bi kenekî berevajî derbaz kir.
Piştî şîvxwarinê , ev herdu heval û Zêneb xanimê bi hev re şevbuhêrka xwe li ser  rewşa civakî , rêzanî, darayî derbaz kirin , ji Efrînê de ketinê , ra di Biruksilê re derketin û li cem doza Felestînê rawestiyan . Lê  piyalên meyê hîn li pêş wan in , Zênebê  ne xwast Rîngo hîn pirtir bipeyve , ewê mîvanê xwe şande nava nivînê.
Misto du , sê piyale mey ji Rîngo kêmitr vexwari bûn , guhên xwe di nav nivîna xwe de bel kirî bûn , Rîngo yekser bi Zênebê re got , te dît Zêneb , vî bê namusî çi gotin davêtin min , ax  Zêneb tu zanî , eger ev bergîra hevalekî me di rêxistinê de ba , minê ewa bi hezar û pêncsed kîlo mitir ji partiya me bi dûrxista . Çawa ­?  Çawa ? Zênebê  ji serxweşê xwe pirsî , hûn dikanin ewqas zû rûmetên hevalên xwe birîn bikin ? Zêneb ! Zêneb ! Ew kesên zimanên xwe bi kesayetiyeke mîna min re dirêj bikin , em wanan pir zû li ser dûvên xwe rûniştin didin , tu ji min têgihîştî , lê na  Zênka min , beseeeee , ev ne karê te ye , tu wê şûşê
Bîre jî ji min re hûne , hîn ezê  hin waneyên din bi te dim rebena min . Lê Misto di nav nivînê de ji serma re , xwe melisandiye , ew dixwaze here mîzke , lê ew ditirse Rîngo zanibe ku Misto hîn xewnekiriye , ew di turkeke neylon de mîz dike û di beriya pardesonê xwe de vedişêre , lê ew hîn guhdar dike .
De bese looooo , bi serê Ahoramezdayê mîhreban , vê vexwarina meyê te ez jî sermest û gêj kirim ,  Zênkê gote mêrkê xwe ,  Rîngo jê pirs kir , te got çi , çi bi serê kê !! ? Kî ye ev ? Zênebê got, baş e , baş e bi serê Parse Xatunê ,  Lê Zênika min tu van navan  ji ku tînî ! ? Lew Rîngo !  Min duh wateyên çend peyvên kurdî ji te pirsîn , te gote min , ez nizanim , min pêrar ji te lava kir, ku tu hinekî ji min re li ser dewleta Mîta –Horiyan bipeyvî,  tu ji bersivê reviya yî , rind e ku tu kes guhdarî me nake , bi gorna bavê min te yê em bicerisandana !! Hey wex bextê , hey wex  ! Ez bi kîjan  nezanî de ketime !!!
Nîvê şevê derbaz bû , Misto hîn xwe ne dilvîne û ne dişivîne , di berxwe de dikene û ji xwe re dibêje ; min zanî bû ku min îşev çi kir !!!
Te got ci  rebena min  , ez kî me ? Ma rast tu nizanî ez çi me  ! ?  Wey mala te xera be , ez çel salên rêber im û ji bo azadiya kesên mîna te lotikvanê têkoşînê dikim , te bihîst ? Erê , erê min bihîst rêbero , lê kanî bêje , tu tim çawa dibî rêber û mêber ?

Bi rastî , jinik !  Rêbertî  pir hesan e, lê ev ne karê te ye , lê eger ku tu  dixawzî ese zani bî , siba ji Misto pirs bike , ew sîh sal in dostaniyê min dike..
Di roja din de , Rîngo  mîvanê xwe li mal dihêle û ew bi lez diçe ser sozê xwe , Misto ji xewê şiyar dibe , Zêneb di ber qehwevexwarinê re  ji Misto dipirse ;  keko Misto ! Bi serê xwedê ez na xeydim û ne jî , ji  Rîngo re  bersiva te dibêjim , eger tu ji min re bêjî çawa Rîngo bû ye rêber ? Xûşka min Zêneb ! Bi serê lawê min Ciwan ez jî nizanim !!! , lê ez zanim ku Rîngoyê me hîn ji pir rêber û mêberan zanetir e .
Zênebê got ,

TEEE GOOOT ÇIIIII           ????!!!!!!!!!!!!!


       Efrîn, 3.1 2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark