Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Pelek kesk ji dareke Efrînê Weşiya (M. Norî Xorşîd, 1957- 2009)

 


 Dr.Ebdilmecît Şêxo

Erê ! Pelek kesk ji dareke berhemdar û bêhndar li Çiyayê Kurmênc weşiya. Sêwiyên bajarê me û evîndarên peyvên narîn xwe di bin sîtavên vê dara serbilind de, ji kîndarên  mirovperweriyê diparaztin.
Lê niha dara me perdeyek xemgîn ser rûçka xwe de berdaye , rondikên kesk ji pelên wê dibarin û stêrka Mihemed Norî Xorşîd li êvaran  helbestên serxwşiyê ji dara bextreş re dixwîne .


Di siba roja 10.10.2009 min û hevalê xwe Dr. Ehmed Ehmed û hevsera min Dilşan li dervayî bajarê Efrînê , li destpêka riya gundê Maratê- gundê Mezin  bi dilêşeke kûr li çavnirîna terma nemir bavê Ceger dikirin û min bi kovanên tûj ji hevalên xwe re got ; Di rastiyê de herdem tête gotin ku kevir , hîm , rêk , newel , dar , kanî , perçeyên ji sirûştê ne û ciwan in , lê ewanan  bê giyan û hest in . Lê  na xanima min ! Na hevalê hêca ! Îro bi me re  dîmena  sirûştê jî tengezar e , li derholên xwe temaşekin , bibînin  çawa darên zêtonan bi me re axînan berdidin , binêrin , çawa zikê rêkê  ji êşê avis bû ye , xwedê zana çend salan bavê Ceger di ser vê rêkê re bi peya diçû û dihate dibistana Efrînê , darên li kenarên vê rêkê tenê zanin  , ku çiqas diltenikê me derdên sêwitiya xwe bi cegerxwînî ji qomriyan re distira .  Em hîn ji hev re serxweşiyan bi çavên xwe dugihêzên , me dît pakrewanê me li ser pişta baskên çêrokek birîndar sîwar bûye , di nav girî û şînê de berê xwe daye nik balindên deng xweş û fireşteyên buheştê . Gava em gihane gundê Maratê , min dîsan gote hevriyên xwe , we dît çawa kevirên Maratê dinalin , hûn dengê girîna kaniya Maratê dibîsin ? ! Erê sirûşta me qenciyên mirovên mîna dengbêjê êş û derdan ,  Norî , bavê Ceger jibîrnakin , eger hûn bawer nakin , bibîsin  nemir ci gotiye û çiqas ewî ji gund û gundiyên xwe hez dikir (…… ………………………….      

Min ji her kesî  
 hawîrdora xwe hez dikir ,
min nizanî bû dilreşî çi ye,
ez mîna kaniyekê diherikîm,
ez evîndarê balind û gulan ,
û şadiyên bilbilan bûm.
Min ji hertiştî hez dikir ,
her tiştê li gundê min xweşik bû ,
bila ez bimrama ,
tenê min ji wir barnekira ,
ewa bûhşta min bû,
lê min ewa winda kir  )
( werger ji zimanê erebî )

 Di ber xwendina van çend rêzikan re , em gihana guristana (Gundê Mezin ) stêrên çavên me di qermîçekên rûyên me de bi hawar û giriyên
Keç û lawên nemir hatin meyandin .
Gava ku nivîskarê mirovperwer binax dikirin , hevalê min  Dr. Ehmed bi min re got ; ez jî dixwazim hin gotinên hevalê xwe Norî hûnim bîra we,
Norî di helbesteke xwe de lava kiriye ku ewa ne bi cawa spî bête pêçan , lê tenê bi rojnaman , ewî jî helbestek ji me re xwend . 

Dê rojekê helbest min bikuje

Pêriyên helbestê
serdanek jar li min kirin
  şêweyên tirsê ji min re destnîşan kirin
û gotin : Dê  helbest 
rojekê
di vê dema kevirî de
  te
bikuje

xxxxx

Ne xeme
ku helbest min bikuje
belkî kuştina min ji we re jî
ne qisawet be
lê lavayek ..lavaaaaa yek
min heye …!
li dewsa cawa spî
min  bi rojnaman bipêçin
pirtûkên min
bi min re têxin gornê
ta ku ewanan min mijûl bikin
ax ....ezê çawa di gorna xwe de
vê pirtûkên xwe bijîm ? !!! 

 ( Werger ji zimanê erebî )

Mihemed Norî Xorşîd di sala 1957 an ji dayik bû ye , ew  û belengaziyê ve cêwî bûn ,di bin baskên bexteke setemkar de û bi tenayetî li gundê Maratê ( Çiyayê Kurmênc ) tev diya xwe Hizêranê dijîya .
Ewî xwendina xwe seretayî , navîn û sernavîn li gundê Maratê û  Efrînê kuta kiriye , nemirê peyvên rastgo; lêsansê di zimanê erebî de ji zanîngeha Helebê di sala 1984 an de werdigre û di pir dibistanên parêzgeha Helebê de mamosteyetî kiriye.
Du keç û pênc lawên rewşenbîrê zindî hebûn , hîn M.Norî. Xorşîd   lingên xwe yên xwes , zikreşiyên derdora xwe ji bîrnekiribûn , perwînên buheştê giyana lawekî ciwan Rêzan li piştên xwe sîwar kirin û bi xwe re mîna çûkeke qeşeng û sazbend birin nik bêgunehên jînê.
Bavê Ceger bi xwîna dilê xwe pirûkek helbestî bi navê ( Balindê Bûheştê )  di sala 2003 an de terxande kurê xwe Rêzan .
Çiqas M.Norî bi dilzarî û agirşewat helbestên xwe li tevnê dixistin  , gilûgazinên xwe ji meriyên xwe dikirin , lê ewqas jî diltenk bû û di bin sîbera helbesta dilovan de hemû gunehên meriyên xwe di girava hezkirina xwe de şewitandin.  

Hûn li kuderê bûn

Gava ez jar bûm
mîna segekî biçûk
bê sud
li pariyek nan digeriyam ?!

hûn li kuderê bûn
dema ez derbider bûm

  tev firmêskên çavên xwe
  pêxasî
  dimeşîm
xûn ji dilê min diherikî
ji şerma tazîbûna guvdê xwe re
min serê xwe ditewand
ne xanî
ne xwedan
û ne jî siya darê hebûn ?!

   X  X  X

Hûn li kuderê bûn
min rojekê nedît
hûn bi min re bûn
min tucarî nedît
destek dilovan
xwe dirêjî porê min
yan destên min kirin
û ez ji hejartiyê rizgar kirim
yan  stêrên çavên min
paqij kirin
min tenê kînên we yên bê çav dîtin
para min ji we tenê zikreşî bû
                 ...........
                 ..........
         ........................................  )

Ey meriyên min
di wan rojên min
mîna sedsalan derbaz dibûn
  xudêkê
  hûn di bin kê de bûn ?

ne xem e , ey meriyên min !
tevî ku birîn mezin e
tevî ku setema we
weke şûrekê
bi ser min de dihat
  ez ji dil de
li we diborînim !!!!

   X  X  X    

  Min rojekê  ji bavê Ceger pirsî , mamoste tu çima hemû derd û zamên xwe bi zimanê erebî derdibirî ?
Ewî bi hêrseke nazîk , gote min ; kek Mecît ! Bi biratiya me herduyan ez dixwazim bi zimanê dayika xwe binivisînim , zimanê me weke şîrê dayikan şêrîn e, ez çi bikim , niha ez bê çar im , lê ezê mîna her kesekî niştimanperwer hewal bidim ku bi zimanê Ehmedê Xanî û Celadet Bedirxan binivîsînim , kek Mecît ! Tu zanî ez çiqas xemxwarê gel û welatê xwe me , ez dildarê civaka wekheviya gelan im , ka bibîne û  bibhîse !  Navê dîwana min û navnîşana helbesta  min ya yekem çî ye ?

Kînga ezê navê te eşker bêjim

 Helbestvanê me bi serhilmiştî , bi kelgermî û hinarikên wî mîna gangilokan bûn, helbesta xwe ji min re xwend;

     Ez te di dilê xwe de
                           vedişêrim
ez newêrim  navê te
                    eşkere bêjim
ez te di hevokê de
              di sîmbolê de
di şanê de
           vedişêrim
niwe li hawîrdora me
               bi mij e
di serdema me de
wijdanên kesan
    xew kirine !!!
                    
                 X  X  X

Kînga ezê hestên xwe
yên zîndankirî serbest berdim
eşkere bêjim
ez ji te hez dikim
û sirûda xwe ya xemgînî
        li pişt xwe bihêlim.........
(.....Kînga emê serketina peyvê
li ser bêdengiya sedsalan
û germbûna rojê
li zîndanan de
  li darxînin ?
Ese
  dê rojek were
ezê bi tijî devê xwe
  ji te re bêjim
ez evîndarê te me.......
                ....... )
                  ( Werger ji zimanê erebî )
Min dîsan ji wî pirsî, tu kê yan çi di dilê xwe de vedişêrî ? Ewî gote min , ma rast tu nizanî ez Kurdistanê di dilê xwe de vedişêrim !  Min dîsan ewa hurhitand û gote wî, erê hevalo , xwaziya te ew tirsa ji dilê xwe derxista !!!
Danûstandina me pir dirêj û germ bû , lê li dawiyê ez kanim bêjim ; Nivîskar M. N. Xorşîd bê sênor mirovhez bû , ewî bi qaserî kanîn û gengaziya xwe welatparêz bû, ewî mîna pisporekî zimanê erebî , lêveger li sê , çar pirtûkên hevalên xwe kiri bûn ; mîna 1- Yelmaz Gûney , 2- Efsane û serpêhatiyên Rojhilatê( Kurdî , E. M. Ş ) yên hilbijarte ji wergera Dr. Ehmed Ehmed .3- Gurzek gul ji helbestên zimanê kurdî ji wergera nivîsevanê vê gotarê (1995 ) .
M. N. Xorşîd  di jiyana xwe de du dîwan 1-( kînga ezê navê te eşkere bikim ,1997 ), 2- ( Hezarê behuştê , - balindê behuştê- 2003 ) û pirtûkek ji çêrokan ( Êşên Xorşîd , 2003 ) weşandin .
Lê pir mixabin ,  nivîskarê nemir nikanî bû di xweşiya xwe de çavên jin  û keçên xwe bi du berhemên xwe yên ne çapkirî kil bidana ,  û ev herdu pirtûk li şûn wî mane 1-Dilê min û hêvê ve , ji kê re didîgrîn -2-  Ezê herdem helbestan biherikînim .
Piştî ku min di vê nîvî şevê de , di êvareke bajarê Efrînê de , avceniyek dijwar di gola bêzariya jînegerî û cîhana helbestên nemir de kir , ez kanim tenê ji giyanê  M. N. Xorşîd re bêjim ;  Erê, ne dilê te û ne jî hêvê te kanîn ji kesî re bidîgrîn , lê hemû hezkiriyên te , dê ji dil û hêva te re dilopan biherkînin û bi helbestên te cavên xwe ziya bikin ..... 

Efrîn , 2010

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark