Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: EZ Û ESMERÊ Û SALEK NÛ

 



Demhat Dêrikî

Canê esmerê!
Va sal bi ewrên agirînî
Bi çar dîwarên ji hestiyên miriyan bilindkirî
Bi hawar qîrîna firmêskan
Bi kefen û tarîstan û reþgirêdanê
Bi sonda ÊL û OLÊN þevistanên bê bext


Û evînên di meya serxweþiya keçkaniyê de
Li kolanên biyaniyan têne sêdardekirin…
Û ji nûve hawara xwe digihînin Qamiþloka xwînê û Amûda dilþewat…
Xatir dixwazê û diçê…
Û ez hêj li wirim
Li rawestgehên qiblegha evîna te
Bi zimanê dayê nimêja eþqa te dikim.
Ez li wirim
Li ber semfoniya nalînan
Rojiyê digirm ji xweþikbûna te re
Ayatên hemû xuda û xwedewendan
Qurbana lêvên te yê gulgulî dikim
Û strana esmerê dubare dikim esmer.

Va sal diçê esmerê û bi xwe re
Strana rebeniyê
Strana þevên þikestî
Strana henesyên xeniqî
Strana dengê miriyan
Strana giriyan
Strana bê bextiyê
Strana evînên bê evîn
Strana laþfiroþiya li kolanên bê nasname
Dibe û diçê esmerê.

De ka wer
Em sala nû vexwin
Em sala diçê
Di avakirina bajarê ronahiyê de bin gor bikin
Û ez û tu û canê
Bi kenê hêviyan destara êþan qedexe bikin
Û bila her hêviyek bibe gulek
Di dilê axê de esmerê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark