Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Jż bo rźxistineke nū konferansek ū di sīstema kevn ya rźxistinī de israr

 


Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

Di 04. 07. 2009-an de bi pêžniyara Žorežgerên Demokrat civînek pêk hat. 25 siyasetvan beždarî vê civînê bûn. Piraniya beždarên civînê, Demokratên Žorežger bûn. Li cem vê yekê endamên HAK-PARê û siyasetvanên serbixwe jî di vê civînê de cîh girtibûn.
Armanca vê civînê bi gotin ew bû, ku rêxistin û partiyên heyî hewcedariya Tevgera Neteweyî ya Kurd bersîv nakine, divê rêxistnike nû ava bibe. Dîsa gorî gotinan divê ev rêxistina, ji rêxistinên di ferqtir û nûjentir be.


Di vê civînê de bi gižtî minaqežeyek pêk tê. Tê gotin ku Demokratên Žorežger jî, rêxistineke kevn e, ji bona vê divê Demokratên Žorežger jî xwe ji holê rake û fesih bike; endamên Demokratên Žorežger jî, girêdayî hiquqa kesayetî beždarî pêvajoya avakirina rêxistina nû bibin.
Dîsa bi gižtî li ser çend prensîbên gižtî jî lihevkirinek pêk tê. Ev rêxistina nû dê Kurd û Kurdistanî be. Ew rêxistina dê ji bona tevgereke milî ya kurd xurt bibe, dê bikože. Dê hêjayiya Yekîtiya Ewrupayê bipejirîne.  Dê demokrat, sivîl, žefaf be. Dê awaye sivîl demokrat û ažitîxwazî wek awayê têkožîne bipejirîne.
Loma ji pênç kesan (Sertaç Bucakî, Tahsîn Severî, Hemîd Kiliçaslanî, Dr. Rifatî, Halîmî) “komîsyonek serbixwe” ava bû. Biryar hat girtin, ku ev komîsyona bi siyasetvanên kurd yên serbixwe û bi terefên siyasî re danûstandin bike; di encama danûstandinan de jî konferansekê li dar xe.
Beždariya civînê encamek dida derve, ku ev pêvajoya hatiye dest pê kirin, rêxistineke nûjen nikare biqewimîne. Lewra ev civîna ji aliyekî de bi destê rêxistineke kevnežopî ya dema žerê sar de dest pê kiri bû û ji aliyê din de jî  endamên HAK-PARê bi helwesteke hiqûqeke nû ne, ji derveyî etîka siyasî ya rêxistinî tevdigeriyan. Ew kesên dixwestin ku rêxistineke nû ava bikin, pêwîst bû ku ji HAK-PARê dev berdin.
Nûjennebûna vê pêvajoyê bi gelek bûyer û qewimandina jî xwe nîžan da. Ew kesên di vê civînê de cîh girtibûn, çûn di Komîsyona HAK-PARê ya ku HAK-PARê jinûve reorganîzebike de cîh girtin.
Ev xebata di heman dem de provokekirina xebata rêxistineke nû ya ku destpêkirî bû jî. Beriya ku Žorežgerên Demokrat civînê li dar xin, ji bona rêxistineke nû li gelek bajarên Kurdistanê danûstandin hatibûn kirin. Ji bona ku civîn pêk bê dema wê jî li ber tespîtkirinê bû. Lê ew kesên ku beždarî xebatê bibin, çûn beždarî civîna Demokratên Žorežger bûn.
Žorežgerên Demokrat, di heman dem de ji bona rêxistineke nûjen, potansîyel û aktorên pêwîst û amade jî,  piranî ji derveyî civîna xwe hižtibûn. Ev yeka bi serê xwe jî,  ji bona rêxistineke nûjenî û ji rêxistinên heyî cûdatir rêxistnek avakirinê, astengiyeke mezin bû.
Demokratên Žorežger, pižtî gelek qewimandinan ava bibû. Rêxistinên girêdayî sîstema dema žerê sar û otorîterîzmê dežîfre bibû û di qeda siyasî ya rêxistinî de gelek guhertin pêk hatibûn, dîsa jî li ser kevne žopiya berê hatibû ava kirin. Bi nasnameya Kurd û Kurdistanî xebata siyasî qerektereke nû qezenç kiribû. Lê Demokratên Žorežger nasnameya “Kurd” û “Kurdistanê” ji bona xwe bi kar neanîbû; navekî dema žerê sar bi kar anî.
                                            *****
Komîsyona ava bibû, bi gelek siyasetvanên kurd re danûstandin kiribû û bi min re jî danûstandin kir. Wê demê min rexne û pêžniyarên xwe bi kûranî û firehî anîbûn ser zimên.
Komîsyonê encama wan danûstandina, di 5-6. 12. 2009-an de li Diyarbekîrê konferansek li dar xist. Ez jî beždarî vê konferansê bûm.
Ji aliyê komîsyonên de hatibû diyar kirin, ku 80 kes ji bona konferansê hatibû vexwendin. Lê 95 kes beždarî konferansê bibûn. Ažkere derdiket holê ku zêde kes û kesên nehatibûn vexwendin jî, beždarî konferansê bibûn. Ev beždariya jî, encama reqabetekê xuya dikir. Lewra pižtî ku Žorežgerên Demokrat wek grub dest bi vê xebatê kiribûn, kesên serbixwe jî, dest pê kiri bûn, ku hewirdora xwe bicivînin û bi vî awayî bi xurtî beždarî konfarensê bibin.
Komîsyonê raporek amade nekiribû. Bes bi devkî di derheqê xebata komîsyonê û pîvanên ku beždarvanên civîna teng (ya 30 kesî) û komîsyonê  li hevûdukirî bû, hat diyar kirin.
Di pêvajoya amadekirina konferansê de pirsgirêka girîng rewža Žorežgerên Demokrat bû. Di derheqê vê pirsgirêkê de û ji bona guhertina prosêsa Demokratên Žorežger jî tižtek nehat qal kirin.
Beriya civînê û di civînê de, ji bona Demokratên Žorežger ecizî û žik diyar dibû. Di nav civînê de jî, li ser navê Demokratên Žorežger axevtina îmam Tažçi û axevtinên endamên Demokratên Žorežger derket holê, ku Demokratên Žorežger di statuya xwe de guhertinek nekirine û naxwazin ku di demeke kurt de jî di statuya xwe de guhertinekê jî pêk bînin. Heta bi helwest û nerînên wan derket holê, ku dema ku wek grub xwe fesih jî bikin, ewê wek grubeke neîlankirî dom bikin. Lewra Demokratên Žorežger her çiqas di HAK-PARê de xwediyê grubeke fermî jî nebûn, wek grubekê tevdigeriyan, bi Gruba Riya Azadî re hevpeyman û îttîfaq pêk dianîn.
Komîsyonê du xal ji bona rojevê tespît kiribû. Ji bona žirovenekirina sed salî ji aliyê Tahsîn Severî de konseptek û pêžkêžiyek dabû amade kirin. Lê ev konsepta jî,  žiroveke gižtî ya dîrokî bû. Ji bona tevgere û rêxixtineke nû bi tevayî bingehek îfade nedikir.
 
Ji derveyî vê pêžengên konferansê û yên ku dixwazin rêxistineke nûjen ava bikin, di konferansê de di derheqê rêxistineke nûjen û pîvanên rêxistina nûjen, li ser subje û aktorên rêxistina nûjen de jî, nerînên balkêž pêžkêž nekirin. Heta wan di xala bingehî de li ser van pirsan nerînên xwe jî neanîn ser zimên. Girêdayî nerînên beždarvanên din wek bersîvekê nerînên xwe anîn ser zimên.
                                            *****
Di konferansê de derket holê ku bîležîm û qerektera platforma heyî û beždarvanên konferansê, ji bona rêxistineke nûjen hem têr nakin û hem rêxistineke nûjen re ne amade ne û hem jî taybetiyên beždarvanan ji bona rêxistineke nû li hevûdu nakin.
Dîsa di konfarensê de derket holê ku bi tevayî nebe jî, bi giranî beždarvanên konferansê di sîstema rêxistinên kevn de, di sîstama otorîter û statuparêz û reformnexwaz de xwediyê helwesteke bi żsrar in. Encama minaqežeyê jî, konferansê ev rastiya tescîl û erê kir.
Lê hezar mixabin gorî vê encamê jinûve gav avêtin her çiqas hat pejirandin, ku ev platforma daxuyaniyekê ji raya gižtî re ragihîne û pižt re jî siyasetvan û pêžengê civatê bên cem hevûdu însiyatîfeke nû dest pê bikin; nexžereya rêxistineke nûjen diyar bikin; lê di dawiyê de ji vê dev hat berdan. Her çiqas ji kesên serbixwe komîsyonek jî ava bû, biryar hat girtin ku pêvajo û paradîgmaya kevn bidomîne.
                                         *****
Min di konferansê de li ser du xalan, 25 deqîqeyan qise kir. Nerînên ku min bi gižtî anîn ser zimên li jêr in.  


I- Prosêsa siyasî û rêxistinî ya Tevgera Kurd…
Hevalên hêja, hewildana rêxistineke nûjen li Bakurê Kurdistanê, pižtî žerê sar dest pê kir. Ew hewildana 20 sal in ku didomîne. Hezar mixabin her çiqas ji bona rêxistineke nûjen gelek gav jî hatibin avêtin, ev pirsa çareser nebû. Ezê li ser van hewildanan bi kurtî rawestim. Ev civîna jî, parçek ji van hewildanan e. Ez dikarim bibêjim, ku di vê seatê de jî, di hemen mijarê de civîn û hewildan jî hene.
Nerîn û pîvanên li ser navê Komîsyona Konferansê hatine ser zimên. Her kurdek, an jî kurdên ji derveyî PKKê dikarin li hevûdu bikin. Ji bona rêxistineke nûjen ji pîvanên hatine diyarkirin wêdatir hewcedariya pîvan û nerînên nû heye.
                                               *****
 
-Parçebûna Kurdistanê (1639- Peymana Qesrî Žerînê): Dema ku Ehmedê Xanî ji nasyonalîzma kurd behs dikir, Kurdistan parçe bû. Wek gelekî hîndî-ewrupayî nasyonalîzma kurd û ewraupayî di heman dem de qewimî. Pižtî ku Kurdistan bû du parçe, jiyana kurdan gorî du navenda žikil qezenç kir.
-Sedsala 19-an: Dema ku sedsala 19-an de di nav neteweyên bindest yên di Împeratoriya Osmanî de tevgera azadî û serxwebûnê dest pê kir, li Kurdistanê jî di bin pêžengiya Žêx Ubeydullahê Nehrî de tevgera dewleta neteweyî ava bike,dest pê kir û lê bi serneket.
-Sê žerên mezin: Di sedsala 20-an de 3 žerên mezin yê dinyayê pêk hatin. Žerê Cîhanż yê 1-emîn û Žerê Cîhanî yê 2-emîn û Žerê sar. Du žerê mezin di nav dewletên konyalîst û Ewrupayî bi xwe de pêk hatin. Žerê Sar di navbeyan Sîstema Sosyalîst û Sîsetama Kapîtalîst-Demokrat de bû. Di van her sê žeran de statuya dinyayê jinûva ava bû. Gelek netewan dewletên xwe yên milî ava kirin. Di statuya kurdan de bi tevayî guhertinek çê nebû. Kurd di Žerê Yekemîn de bežek ji împeratoriya Osmanî û Faris bûn. Di Žerê 2-emîn de bežek ji çar dewletan bû. Bes li Rojhilata Kurdistanê Komara Mehabadê hat ava kirin. Di Žerê Sar de jî di statuya kurdan de guhertineke pir radîqal pêk nehat. Bes di sala 1970-yî de li Bažurê Kurdistanê Otonomî ava bû.
-Destpêka Sedsala 20-an (1908-1918): Li Stenbolê pêvajoya avabûna rêxistinên kurdan dest pê kir. Rêxistina Cemiyeta Tealî ya Kurd-Hêvî û yên din ava bûn. Di wê demê de Osmanîbûn-Kurdistanîbûn di kurdan de du meylên cihê bûn. Meyla otonomîst-Meyla Kurdistanî. Meyla Otonomîst dixwest ku navenda Tevgera Kurdistanê Stenbol be, Meyla Kurdistanî dixwest ku navenda Tevgera Kurd Kurdistan be…
-Žerê Cîhanî yê 1-emîn: Ji derveyî ereb û kurdan neteweyên din ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Di Žerê Cîhanî yê 1-emîn de Kurd/Kurdistan bežek ji Împeratoriya Osmanî bû. Pižtî ku Žerê Cżhanî yê 1-emîn dest pê kir di sala 1915-an de ermenî hatin qirqirin. Împeratoriya Osmanî-Ittîhad a Terekkîyê kurd di vê qirqirinê de bi kar anîn. Bi vê helwestê di navbeyna ewrupayî û kurdan de pirsgirêk pêk hat.
 
-Pižtî Žerê Cîhanî 1-emîn: Împeratoriya Osmanî žer wenda kir. Peymana Sewrê pêk hat. Di Peymana Sewrê de avabûna Kurdistanê û Ermenîstanê hat rojevê. Lê kurdan bi tirkan re dewleta tirkan ava kirin. Di wê demê de li Koçgirîye serîhildana kurd pêk hat. Meyla otonomîst û osmanîcî pižtgiriya vê serîhildanê nekirin. Peymana Lozanê, avabûna Dewleta tirk erê û tescîl kir. Kurdistan bû çar parçe. Tevgera Kurd pižtî vê merheleyê gorî çar merkezan žikil qezenç kir. Li Komara Tirkiyeyê kurd hatin înkar kirin û mafên wan xesip bûn. Kurd li hemberî vê di bin pêžengiyeke rêxistinî ya xurt de (Azadî û Xoybûn) nebe jî, serî hil dan û îsyan kirin. Serîhildanên Kurdistanê tu wext li tevayî Kurdistanê nehatin bi dar xistin. Tevgera 1925-an a Pîranê, Tevgera 1932-an ya Agiriyê, Tevgera 1938-an ya Dersîmê li herêman pêk hat û žikest xwarin. Serîhidanên milî yên kurd her çiqas xwediyê armanca dewleteke milî û serbixwe bûn jî, bi serneketin.
-Pižtî serîhildanên milî trajediyeke nû ya entegreyî li Bakurê Kurdistanê dest pê kir: Li Bakurê Kurdistanê gelê kurd û karbidestên wê, pižtî serîhildanan ji derveyî dîrok û siyasetê man.
-Di sala 1946-an de: Tirkiye, pižtî Žerê Cîhanî yê 2-emîn xwe jinûve ava kir û bi dinyayê re bi projeya demokratîzekirinê hevgirêdana xwe pêk anî û pêvajoya pirpartitî dest pê kir. Kurdan, siyaseta kurdî û kurdistanî ava nekirin û di CHPê û DPê cîh girtin…
-Tevgera 49-an: Heta sala 1959-an jî helwesteke serbixwe ya kurdî li Bakurê Kurdistanê pêk nehat. Ev helwesta milî ya kurdî jî emir dirêj nebû û di heman dem de organîzekîrî jî nebû.
-Pižtî salên 1960-yî: Kurdan di partiyên tirkan yên çep, kemalîst, lîberal de cîh girtin. Bes di wê navbeyna de hewildanê grubên biçûk yên kurd hene.
-1965: Kurdan gelek qels be jî partiyeke Kurdistanî û serbixwe ava kirin. Ev partî jî, PDK-Tirkiyeyê bû. Avakirina PDK-Tê gaveke gelek nû û ji Tirkiyevîbûnê veqetandin bû. Hezar mixabin di sala 1970-î de di PDK-Tê de ji derveyî hiquqê hewildana hatibû rojevê, bû sedemê encameke trajedîk. Ev di tevgera kurd de di heman dem bû sedemê žikestinekê.
-1969: Kurdan rêxistineke legal, demokrat, ji hemû meylên kurdperwer DDKO ava kirin. Tevgera kurd bi xebata DDKO û PDK-Tirkiyeyê qerektereke kîtlewî qezenç kir.
-1974-80: Tevgera çep ya kurd xurt bû û qerektereke pirpartîtî qezenç kir. Tevgerek îdeolojîkî ava bû. Wek Baskin Oranî jî diyar dike, îdeolojiya nasyonalîzma modern, di vê demê de ava bû. Meyla serxwebûn û ji tirkan veqetandinê, bû meylekî hakim. Wê demê dewletê ji bona ku tevgera kurd bigre bin kontrola xwe û tevgerê ji hundir de teslîm bigre, stratejiyeke nû mežand. PKKê encama vê projeyê ye. Dewleta Tirk, di ev projeya xwe de jî bi serket.
-Darbeya ležkerî ya 12-ê îlonê: Tevgera kurd hat tasfîye kirin. Rêxistinên heyî mîsyonên xwe qedandin û ji deveyî civatê man. PKKê xurt bû û heta vê merheleyê hat.
-Pižtî Žerê Sar…
a)TEVGER û hewildana avabûna partiyeke legal: Pižtî Žerê sar, rêxistinên îllegal yên Bakurê Kurdistanê bi navê TEVGERê yekîtiyek ava kirin. Vê yekîtiyê partiyeke legalavakirin xiste rojeva xwe. Di vê pirsê de meyla Tirkiyevî û Kurdistanî derket holê. Ji derveyî PSK-Tê hemû rêxistinên Kurdistanê, rêxistineke legal ya Kurdistanî diparastin.
b)Avabûna HEP û DEPê: Pižtî žerê sar, girêdayî guhertinên li Tirkiyeyê û pêžketina Tevgera Kurd di qeda sivîl û legal de, helwesta SHPê li hemberż kurdan û pižtî Konferans kurd ya navneteweyî ya li Parîsê îxraçkirina parlamenterên ku orîjîna wan kurd û li hemberî îxracan refleksa milî ya kurd, bû sedam ku HEP û DEP ava bibe. Ev rêxsitinîbûn, bi awayekî ji pêvajoya rêxistinî ya kevn veqetandin bû.
Hezar mixabin pižt re raste rast ket bin bandora PKKê û neraste rast jî ket bin bandora dewletê.
c)Avabûna HEVGŻRTŻN/KDP: Gorî žertên dema nû, di qeda îllegal de  hewildana tevgereke demokratîk û lîberal bû. HEVGŻRTŻNê ji bona ku rê û rêbaza xwe gorî dema nû nikarî tespît bike, pêž neket.
d)DBP: Raste rast domandina pêvajoya rêxistinî ya otorîter û stalînistî û çep bû. Ji bona vê tižtekî nû temsîl û îfade nedikir.
e)DKP: Pêvajoyeke nû bû. Di tevgera kurd de cara yekem bû ku partiyeke lîberal û demokrat ava bibû. Hezar mixabin qadroya DKPê ji bona ku bi xeta nû û lîberal demokrat re li hevûdu nedikir, pêž neket. Di hemandem de ji aliyê Dadgeha Makezagonî de jî hat girtin.
f)HAK-PAR. Pižtî ceribandina DKPê û DBPê, wek rêxistineke nû ya ji derveyî dema žerê sar hat ava kirin. Hezar mixabin aktorên HAK-PARê ji bona ku kevnežopî bûn, ew jî žibiya rêxistinên kevn û bû bežek ji sîstema kevn ya rêxistinî.
e)KURD-KOM: Dema ku HAK-PAR vegeriya sîstema kevn û ket bin bandora rêxistin û grubên ku mîsyonên wan qediyayî û dema žerê sar, di qeda sivîl de ji bona ku qanala pêvajoya nû veke li Enqereyê û li Diyarbekîrê ava bû. Komelaya Kurd li Enqereyê nasnameyeke xurt ya serbixwe nîžan neda. Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ji aliyê dewletê de di demeke kurt de dijmin hat pejirandin. Di derheqê wê de doza girtinê hat vekirin û faaliyetên wê - beriya ku Komeleya Kurd a Diyarbekîrê ji aliyê dadgehê de bê girtin - hat qedexe kirin.
Ji bona vê yekê li Bakurê Kurdistanê hewcedarî bi rêxistin û tevgereke nûjen, demokrat, kurd û kurdistanî heye.
II- Gelo rêxistneke çawa?
Mijara vê konferansê, li ser rêxistineke hevbež û nûjen minaqežekirine. Ji bona vê bežek heval, ji mijara konferansê dûr nerînan tînin ser zimên. Dibêjin, ku mijara me “yekîtiya rêxistinan” e.  Heger pirsa me pirsa yekîtiyê be, divê rêxistinên din yên Kurdistanê jî li vir bûna. Wê demê ez jî li vir nedibûm. Lewra rojeva Tevgera Bakurê Kurdistanê, yekîtiya rêxistinên ku mîsyonên xwe qedandî nîne. Pirsa Tevgera Bakurê Kurdistanê, li hemberî dewletê, li hemberż PKKê û rêxistinên din yên ji derveyî demê û dîrokê, pêžî rêxistinek û pižt re jî tevgereke nûjen avakirine.
Dîsa heger rêxistin û partiyeke nû ava nebe, bi Žorežgerên Demokrat re tevgerandin û bi van kesên vir re tevgerandin ne pêwîst e. Hevalên ku di vê konferansê de cîh girtine, dikarin biçin di nav KADEP û HAK-PARê de cîh bigrin.
Ez bi xwe demazrênerê HAK-PARê bûm. Ji bona ku HAK-PAR ket bin bandor desthilatdariya pêvajoya kevn ya mîsyonqedayayî û dema žerê sar, min jê îstifa kir. Di KADEPê de jî gelek hevalên ku ez pê re li hevûdu bikim hene, lê ji bona ku partiyeke nûjen nîne, ez ne li wir im û ez li vê konferansê me.
Dîsa em ji bona ku Demokratên Žoptežger gazî me kiriye, em ne li vir in. Em ji bona înisîyatîfeke serbixwe li vê konferansê nî. Helbet dema ku Demokratên Žorežger jî girêdayî mijarekê gazî me bikin û nerînên me daxwaz bikin, em bi wan re jî tevdigerin. Lê îro çarçewe û mijara konferansa me tižtekî din e û em hatin ku li ser rêxistnike nû danûstandin bikin û nerînên xwe yên hevbež tespît bikin.
                                             *****
Ez gelek vekirî dibêjim, ku pirsgirêka me, avakirina platformek û înisîyatîfeke siyasî nîne. Pirsgirêka me, avakirina partiyeke siyasî ye. Lewra modela navneteweyî ya rêxistinî, ku bi dewletan re û rêxistinên navneteweyî re bibe mixateb, partî ye.
Heger em naxwazin ku partiyeke nû û nûjen ava bikin; wê demê platformên din hene, em dikarin biçin di nav wan de cîh bigrin. Heta em dikarin komeleyeke xwediyê bi mîsyon ava bikin û rolekî girîng jî bilîzin. KURD-KOM ji bona vê nimeneyeke gelek baž e.
Partiya nû, divê ji DTPê, HAK-PARê, KADEPê û ji rêxistinên îllegal yên Bakurê Kurdistanê, bi hemû taybetiyên xwe cûda be.
Ev rêxistina nû, aktor û dînamîkên nû dixwaze û pêwîst dibîne. Ev aktor û dînamîkan jî di civîna me de bi tevayî tune ne û bes dînamîka rewženbîran li konferansê ye. Demokratên Žorežger jî aktorên rêxistina nû nîne. Ev yeka gorî žertên demokrasî û globalîzmê û hêjayiyên lîberal, guhertina sinifa siyasî derdixe pêž. Divê li van aktor û dînamîkan bê gerandin.
Partiya nû ji bo “doza Kurd” û ji bona “azadî û serxwebûna Kurdistanê” ava dibe. Divê partî bi “Kurd” û “Kurdistan” bê nav kirin. Lewra partiyên navên wan ne “Kurd” û “Kurdistan” hene. Em dixwazin ji derveyî wan partiyekê ava bikin.
Divê partiya nû, di programa xwe de armanc û projeya xwe ya civakî ažkere diyar bike. Neteweya kurd wek neteweyekî xwediyê dewleteke serbixwe ye û ji aliyê mafên din de jî qasî neteweya tirk û neteweyên din yên dinyayê xwediyê maf e. Loma partî, divê li Kurdistanê desthilatdariyê ji bo xwe bike armanc. Ew jî li Kurdistanê bi dewleteke serbixwe, an jî bi dewleteke federal û konfederal dikare pêk bê. Dema ku gelê tirk bixwaze, ku bi kurdan re gorî prensîba wekheviyê bijîn, kurdan re desthilatdarî parve bikin, wê demê dewleta federal dikare bikeve rojevê. Lê hîç žik tune ye ku divê neteweya kurd xwediye meclîs, hikumet, serokdewlet, serokwezîr û henû dezgehên xwe yên milî be.
Divê partiya nû, ji derveyî sîstema kevn ya dema žerê sar, totalîter, otorîter be. Ji bona vê jî nûjenbûn, hevdembûn û demokratbûn û žefafbûn û vekirîbûn, taybetiyên wê bin. Ji bona vê jî divê partî, serweriya hiquqê, tetbîq bike; ji azadiyên kes û gruban re re rêzgirtî be; ji fikir û projeyên cihê re hirmetkar be.
Divê partiyeke mîsyoner, çalakvan û bêîdiaatkar be.
Amed, 5-6. 12. 2009

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark