Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Festîvala helbesta kurdî ya 14mîn: Xelatkirina helbestê an xelatkirina helbestvan?

 


Çend têbînî

Di pêşî de dixwazim çend pirsan bikim:
Festîvala helbesta kurdî, Festîval bû an pêşbirka helbesta kurdî bû?
Festîval ji bo çi lidar dikeve?
Kî tê vexwendin?
Kî tê xelatkirin?
Çima xelat belav dibin û li kê têne belavkirin?
Pêşbirka helbestê beşek ji festîvalê ye, an ew festîval bi xwe ye?
Komîta nirxandina helbestan, çi peywendiyên wan bi helbestê û helbestvanan re hene, çi nirxandin kirine (pertûk, gotar, nivîs û xwendin)?


Festîvala 14mîn ya helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 30.10.2009 an de lidar ket. Gelek helbestvan beşdar bû bûn; bi xwendina helbestên xwe roja helbesta kurdî vejandin. Berî festîvalê komîta amadekar mercên xwe belav kirin, ew helbesta ko hatiye belavkirin, di festîvalê de ji bo helbestxwendinê xwediyê wê beşdar nabe. Ev merc danîne, bi mebesta ko helbestvanê xwediyê helbesta belavkirî ji komîta nirxandina berheman ve nenaskirî be. Du komîtên nirxandinê (ji bo helbesta kilasîk û nûjen) hatine damezirandin; helbest di riya emailan re hatin şandin û bê navê helbestvanan gihan her du komîtan.(wek ko min ji komîta amadekar naskir).
Ev bû çend festîval û bi taybetî ya13 û 14an, “festîvala helbesta kurdî” ji pêşbirkeke helbestî naye cudakirin. Çimkî festîval tenê bi nerîna pêşbirkekê, tê dîtin. Xelatên festîvalê di destê komîta nirxandinê de ne. Endamên wê biryarê didin, eger xwediyê helbestê pişikdar bibe an na. Dibe xwediyê wê helbesta ko ji wan re hatiye şandin; tenê ew helbesta wî hebe, an jî ji xwe re ji zimanekî din anî be, an jî hinekan jê re nivîsî be, çi dibe bila bibe, ya giring ko xwediyê wê berhemê bi biryara komîta nirxandinê beşdar dibe!
Baş e, eger wisan be, çima em ê navê festîvalê li evê girseya helbestvanan bikin? Çi festîvalên hene, eger yên film, şano, şêwekarî, helbestan… h. d li ser bingehên nav û dengiyê, berheman, xebata salan, dîwan û pertûkên nivîskaran pêk tên.
Dibe yek ne helbestvan be, lê di jiyana xwe de du-sê helbest nivîsî bin û bi yekê ji wan pişikdar bû û ew helbest hat pejirandin. Li gora gotina nivîskar Arşek Baravî yê ko bi navê komîta nirxandinê di her du festîvalan de axivî, di ya 13mîn de got 108 helbest ji wan re hatin, ji wan 38 helbest pejirandin, anko li gora pîvanên helbestiyê bûn (helbet di nerîna komîtê de).
Bi giştî eger navê “pêşbirka helbesta kurdî” li vê festîvalê bibe guncayîtir e. An jî guherînin bingehîn di kar û barê wê de bibin. Civîneke berfireh ji helbestvan û rewşenbîrên hemû dever û herêmên Rojavayê welat lidar bikeve, pilanekê ji festîvalên ko bên re deynin.
      Tiştekî din bala min kişand, di van her du festîvalên dawî de, tu endamên komîta nirxandinê ji Efrîn, Kobanî, Heleb û Şam û ne helbestvanên ko hatin xelatkirin, ji wan herêman nînin. Ji bil wilo jî helbestvanên jin jî ji komîtê û xelatan bêpar bûn, gelo afrêner li van herêmên ko min bi nav kirin nînin? Gelo jineke hêja ye xelatkirinê tune bû?
Ji bo van mercên ko dibin asteng û ji bo bêtir festîval rengîn bibe, giring e hewedarî, piştgîrî, regezî,  herêmayetî, cîrantî û hevaltî hîç tune bin. Komîta amadekar hemû helbestvanên ko xebateke wan ya diyar heye,  ji hemû herêman vexwendî festîvalê bikin. Eger xelatkirin hebe, bila bi dadîdan be, helbestvanê xwedî ezmûneyeke helbestî yî dûr û dirêj piştguh nebe.
Ji bo mercên pêşbirka helbestê jî, eger komîta nirxandinê hewedarî li bal tune be, çi helbestvanê ko bixwaze, bila bi navê xwe yê eşkere û bi helbesta ko ew dixwaze, beşdar bibe. Çi kartêkirinê li pêşbirkê nake, mafir ko komîta nirxandinê bi xwe bawer û xwedî bawerî be. Ya din û ev jî gelekî giring e, xelatên pêşbirkê tevlî xelatên festîvalê ne bin, anko xelatên festîvalê ji yên pêşbirka helbestê cuda bibin.
Di festîvala 14mîn de tu guhdan li amadekirina cihê festîvalê ne bû bû. Çend nivîs an malikên helbestî li ser dîwaran hatibûn belavkirin, hin ji wan helbestan bi tîpên erebî bûn!
 
Helbestvan Ciwan Nebî di derbarê komîta nirxandinê ya festîvala 13mîn de wisan nivîsî bû:
( Di komîtê de hebûn yên ku helbestê nabînin helbest ger xwîn di wê de nebe, yan ger ne ser kesine bi xwe  be, û yên ku ne amede bûn ku kêlîkekê xwe bi helbesteke hinekî kûr re biwestînin jî hebûn, yên ku hîna helbestê sade dixwazin, bê nîgaş, û yên weke Xelîl Sasûnî jî hebûn, yê ku helbestê nabîne helbest ger ne be stran, lewra Sasûnî 1 ji 100 î dabû 43 helbestên bexşane_ nûjen, û bitenê û çimkî helbesta dostê me Dildar Aştî carnan û bê mebest di dawiya xwe de bi rêzbendekê hatibû wî 95 ji 100 î dabû  helbesta Dildar, lê dema ku endamên komîta nirxandinê  û endamên amedekirinê ew agehdarkirin ku helbesta Dildar jî helbesteke bexşane ye, Sasûnî ji ya xwe nehatibû xwar û gotibû ku ev helbest helbesteke serbest û kêşesaz e!)

Piştî festîvalê bi du-sê mehan helbestvan Dildarê Aştî helbesteke kêşesaz ji bo Xelîl Sasonî nivîsand û diyarî wî kir:
Ji bo Xelîlê Sasûnî …Helbest : Dildarê Aştî*
Ji nîhadê xwe rû dikim peyalê
ger dereng ket zanim tu barbiwêre
Çi hêjaye bi rêkim babetî te
yan diyarkim te bi xwe ji peyvê re..

Têbînî:
Helbet min ev mînak anî ziman, ne ko ji nirxê helbesta Dildarê Aştî kêm dikim, berevajî helbesta wî ya di festîvala 13mîn hat pêşkêşkirin hêja ye xelatkirinê bû.

Bawer im ko gotina Ciwan Nebî li ser komîta nirxandinê ya festîvala 14mîn jî bicih û misoger dibe. Çimkî piraniya wan ji komîta nirxandina festîvala 13mîn bûn.
Encam û xelatkirina helbestvanên vê festîvalê anko ya 14mîn ez li gotara Ciwan Nebî vegerandim. Hest dibim ko gêvilî di bijartina helbestan de ji bo xelatkirinê hebû û ne dûr e jî ko ji hêla hinekan ve piştgirtinî an hevgînî hebû.


      ************************************************************************************

      Têbînî:  Ji bo ez di mafê tu kesî de şaş ne bim, min bi riya telefonê ji helbestvan Mehmûd Badilî (yek ji endamê komîta amadekar bû) pirs kir: Gelo vexwendinên we çawa bûn? Ciwanmêr got vexwendin giştî bûn, bi devkî, telefon û bi riya emailan bûn! Li ser pirsa komîta amadekar got: Tenê du kes ji herêma Efrînê bûn!

Ev jî çend têbîniyên din Birader M. Badilî ji min re şandin:

1-      Komîta nirxandinê ya Mihrecana 13mîn, yek ji Efrînê di nav de hebû.      
2-      Komîta amadekar ya mihrecana 13mîn sê jin di nav de hebûn.       
3-      Komîta amadekar ya 14mîn dîsa ev her sê jin di nav de bûn, lê biryar hat dan ku yê li civînan hazir nebe, dê ji endamîtiya komîtê ve bikeve, li vir du jin amade ne bûn.

      4-      Komîta amadekar ya 14mîn mihrecan, endam ji hemî herêman hebûn ( Efrîn, Şam, bajarên Cezîrê...)
5-      Di 14mîn mihrecan de hemî helbest hatin qebûlkirin, tenê helbestek kilasîk pileya wê kêmî pêncî bû, lewra hemî helbestên di ser pêncî re hatin qebûlkirin bo xwendinê, û hemî helbestvanên ku amadebû bûn li mihrecanê helbestên xwe xwendin.


************************************************************************************
Mixabin ko min hemû helbest ne xwendine, tenê heft helbest ketine destê min, lê ev helbestana dikarin bibin neynika nirxandina helbestên festîvalê.
1- Gulzar: 



Evê helbestê xelata yekem ya helbesta kêşesaz wergirt.

Helbestvan: Ibrahîm Ebdî (Keser)

Helbestvan Keser mercê serekî yê pişkdariya pêşbirka helbestê di festîvalê de têk biriye. Bi mebest an bê mebest komîta nirxandinê ev yek berçav ne girtiye û helbest hatiye pejirandin?
Helbestvan Ibrahîm Ebdî herdem xwe bi naznavê (Keser) dide xuyakirin, çi helbestê belav dike wisan li ber navê xwe datîne Ibrahîm Ebdî (Keser) û di pêşbirkê de jî ev naznavê (Keser) bikar aniye:

Keser
vê qenc dizanit ku di warê rist û helbestê
Hemayûn ger vedî baskan bilind û serfirazin

Eger helbest ji hêla endamên komîtê ve hatiye naskirin bê ya kê ye; û komîtê jê re derbas kirin. Naxwe pêşinde hin ji endaman û helbestvan ha ji vê mijarê hebûn. Lê ko nizanibin hîn kambaxtir e, çimkî mercên festîvalê xuyanê ne, ji lew ra ev helbest ji pêşbirkê dikeve û bi çi behaneyê nayê pejirandin.


Helbesta bi navûnîşanê“Gulzar” ya helbestvan Ibrahîm Ebdî ji hêla tirazûyê ve jî ne durist e û di gelek malikan de tirazûya movikan şikandiye; û li hin cihan ji bo tirazûyê rast bihêle; hin gotin qurmiçandine.

Tev wilo jî di pêlawazê de li hin cihan ne wek tirazûya giştî ye.

Eger em li gora pêlawazê (Behra helbestê) jî herin; gerek ew ji ya “hezec el salim el musemmen” be. Seydayê Ehmedê Xanî di Nûbuhara piçûkan de gotiye:


Di fesla nûbuharê da di gel dilber biçî geştê

Ji ew xweştir u´mur nabit li min ew hal qewî xweş tê

Mefa´îlun mefa´îlun mefa´îlun mefa´îlun

Hezec salim musemmen bit li teb-´an xweş muneqqeş tê

   -   /    /   /       -   /      /       /   -   /    /        /          -  /     /    /
مفاعيلن مفاعيلن مفاعيلن مفاعيلن
 
Birêz Ibrahîm ta radeyekê hewl daye ko helbestê li ser vê pêlawazê “behrê” ava bike, lê tirazûya wî di hemû malikan de ne wek hev hatiye.
 
Çi gulzarek bi rêk û pêk , gulek sor têde şîn hatî            (16 kît)
 -    /    /  /      -   /    /   /        - /     /      /   -   /   /  /
Ciwan û çarde salî bû ,nihînin tevde raz in                     (15 kît)  kêm e  
  -    /   /    /    -  /  /    /     -  / /       /    -  /   /
Li dora wê gulê man pasevanên jîr û jêhatî                    (16 kît) tirazûkirin çewt e  
  -    /   /  /    -  /     /      /  -  /    /    /   /  /  /  /
 Hezar bilbil ji bona wê bi feryad û newaz in                 (15 kît) kêm e  
    -  /     /   /   -   /    /    /   -   /  /     /  -     /   /
Ji tevna hiş dihûnin rist û helbestên lihevhatî                 (16 kît) tirazûkirin çewt e  
-    /    /   /      -  / /     /     /   /   /    /     -  /   /  /
Li hember hev qelemkêşin gula nazik dixwazin             (15 kît) kêm e
  -      /   /      /     -  /    /   /    -  /     /  /     -   /    /
Ne hêsaye gihiştna wê ciwana rindî nûhatî                     (16 kît) tirazûkirin çewt e  
    -   / / -     - /     /     /    -  /   /   /    /   / /    /
Dizanin tev qelen ristên qeşeng û kêşesazin                   (15) kêm e  
-    /  /     /      - /    /    /     -   /      /   /  - /  /
Belê ristên ji rengê ristikên elmas û gewher bin              (16) tirazûkirin çewt e  
  -  /   /   /    -   /    /   /   -  /    /     /   /    /    /      /
Tu kes neghêje razên wan, bi endazî dirazin                   (15 kît)  kêm e                            
   -   /     /     / -   /   /       /      -  /    /  /   - /  /
Dilê hemyan bi wan şa bin , li ser lêvan ji ezber bin       (16 kît)
    -    /     /    /  -     /     /   /      -  /    /   /    -   /    /    /  
Bi xêzên xwe şekir bin yan binefşên nêv terazin            (15 kît) kêm û çewt e  
   -   /  /        -   -  /     /     /     -  /    /      /     -  / /
Li ser pêlên di helbestê, bi qapan û dirust bên tim          (16 kît)
   -  /     /  /     -   /    /   /    -    /  /    /    - /      /     /
Li ba xwenda û guhdaran giran-nirx û benaz in              (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e  
  -   /       /     / /     /    /  /     -  /      /    /    -   /  /
Ciwan û xort diyarîkin heval û hogir û yaran                  (16) tirazûkirin çewt e  
   -   /   /    /      -  /  /  /     -  /   /    /   /   /   /  /
Keçên nazik li zendakin , di şûna zêr û bazin                  (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e  
    -  /     /  /    -   /    /  /       -   /   /    /   /    /  /
Wekî camên  çiqa tişne  vexwin  jê têr nebin yekcar       (16) tirazûkirin çewt e
    -  /  /    /       -  /   /   -     -   /       /   /     -   /    /   /
Zelal û hênik û xweş bin, her û her jê bixwazin               (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e  
  -  /  /    /   /   /      /      /      /    /  /     /    -  /    /
Jehên saza bi wan serxwoş û mest bib`ne li sazên xwe    (16) tirazûkirin çewt e
   -  /    /  /   -     /     /      /     /    /      /     -   -   /   /       -
Firişt dakevne govendê bibêjin ev çi saz in ?!                  (15 kît)  kêm e                            
  -  /     /   /   -     /   /    /    -  / /    /    -   /  /
Ji çerxên xwe Gelawêj û sitêr û heyv werin xwarê           (16 kît) tirazûkirin çewt e  
  -    /   /      -      -  /   /   /   - /    /    /        -  /       /   /
Li asîman bifirrin tev, li pêş çavên te baz in                     (15 kît)  kêm e                            
 - /  /   /     -   /  /    /     -   /      /  /     -   /   /
Keser vê qenc dizanit ku di warê rist û helbestê               (16) tirazûkirin çewt e
   -  /     /     /      -   /  /    -   -    /   /  /    /    /    /   /
Hemayûn ger vedî baskan bilind û serfirazin                    (15 kît)  kêm e
  -     /  /      /     -  /   /    /      -  /     /   /   - /   /
Bi pênûsan , kesên wek wî dema tên mihrecanan zû        (16 kît)
   -   /  /  /         -  /     /       /    -   /   /      /    -   /  /    /
Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin                  (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e  
    - /      /    /   /    /   /     /   -     /     /  /    -  /  /


Qurmiçandina hinek gotin:

Gihiştna =   Gihiştina.
Hemyan =   Hemûyan,
Neghêje  =   Negihêje
Bib`ne    =   Bibine.
Dakevne =  Dakevine.

Têbînî: Di nivîsandina helbesta kêşesaz de hin hene, qurmiçandina peyvan rewa dibînin, di derbarê vê mijarê de min ji nivîskar û lêkolînerê toreya kilasîk Jan Dost pirs kir, ev bersiv da min:

Di derbarê qurmichandina gotinan de, ez bawer im ji mafê helbestvan e hinekî bi peyvan bilîze, ev yek jî bêtir di helbesta klasîk de heye, ji bo kêsheyê
Li cem Cizîrî û Xanî jî heye
Mînak:
Cizîrî dibêje:
Ez dibêm xaka riya wê tûtiya û dane ye
wî negot ez dibêjim
Li cem Xanî jî, bibê û bibêje derbas dibe
yanî ev nabe kêmanî


Hin gotinên ko nerast bikar hatine:

Ne hêsaye
= Ne hêsan e.
Pasevan    = Pas+van = Pasvan.
Serxwoş    = Serxweş.
Sitêr          = Stêr
Zendakin  = Zend, zendan (li zendan kin, li zendan bikin)
Diyarîkin  = Diyarî bikin
Tişne         = Teştne.
Çiqa          =  Çiqas (Çi+qas)

Kîta (û-we) di latînî û erebî de

Kîta (û) di helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî de jî, ji ber ko ewan helbestên xwe bi tîpên erebî diristin kîta (we) ya erebî bikar tanîn. Ev kît li gora (we) ya erebî dihat ji ber vê yekê jî di tirazûkirina helbestê de bask ( - ) anko “deng nizm” dihat. Lê dema nuha em tîpên latînî bikar tînin, ew (we) ya erebî nema gerek e; çimkî em (û) ya rasterast bilêv dikin û hem coreyekî wê yî nivîsandinê, yê xweser heye, ji lew ra ew (û, / bala) ye û deng bilind e.

Ji tevna hiş dihûnin rist û helbestên lihevhatî                  
-    /    /   /      -  / /     /     /   /   /    /     -  /   /  /
Eger em wek nivîsandina ko bi tîpên erebî dihate nivîsandin deynin:

Ji tevna hiş dihûnin rist we helbestên lihevhatî                  
-   /     /   /     -   /  /    /     -     /    /   /     -   /   /  /

Bi giştî helbesta Ibrahîm Evdê babet tê de nîne, tenê pesnê festîvala helbestê daye. Û ew bi gulzarekê wekhev kiriye; hem daye xuyakirin ko ev kesên beşdar hemû ji bo xelata festîvalê hatine. Bi rastî ev helbestên salox û fortan dem di ser wan re derbas bûye. Berê ev helbest rola gotara wê, navtêdana gel, livandina hestan, rabûna şoreşan… h. d, rewabûn di evî şêweyî de hebû. Lê dema nuha em di sedsala bîst û yekê de ne, serdema globalîzimê gelo ev serdem û fort çi ji hev digihên? 
Di malika dawî ya helbestê de, Ibrahîm pesnê xwe dide û fort û zirtan dike:
Bi pênûsan , kesên wek wî dema tên mihrecanan zû
Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin

Ev forta Ibrahîm, li bal min pirsekê çêdike; gelo Ibrahîm û komîta nirxandinê ha ji hev bûn?

******************************************************************************


2- Biroskedar




Evê helbestê xelata yekem ya helbesta nûjen wergirt.
Helbestvan: Zagros Osman


Dûmahî heye..

Jêder: Avestakurd
Amadekirin: Ezîz Xemcivîn

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark