Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Jîn û Evîn

 


Zanav Kêtikanî
 
Mey û bade xweþ dikê peyvan
Govend û sema serxweþ dikê xortan
Rûpel û name diçê li cem wan
Xanim û þah min dikin zîndan
Ditirsin ji min ji bû keçan
Dildar bibim ji wan qîzan


Her yek ji wan weku bûkan,
Xewn û ne xewn xeyalim ez
Rast û ne rast dildarim ez
Þeva berê serxweþ bûm ez
Li ser te ez dîn bûm ez
Nizanim ku dil jare ez
Dizanim ku dil saxe ez
Ji berbang de hêvî bûm ez,
Nizanin ku serxweþ bûn ew
Bi mey û bade gêj bûn ew
Di govend û sema de dîn bûn ew
Nizanin ku serxweþin ew
Ji zulf û lêvan þaþ bûn ew
Hêviya bejina wê bûn ew
Dixwazin jîn jiyanin ew
Li ser milan xûnavin ew,
Were zerî dildarim ez
Bi mêrg û av serxweþim ez
Li ser çiya kurdim ez
Bi xebat û kêf û þerim ez
Li bajaran koçerim ez
kardûx û mîtan im ez
Havîn û buhara ferdosim ez,
Li hember min tû baxçeyê
Bi bihin û gul û rêhanê
Çîçek û dar û þalûlê
Li ser min tû bi sazê
Bilbil û kew û kenarê
Buhuþt û girava botanê
Ziving im ez tû mêvanê,
Ji te tê xwar her tiþtê xweþ
Sergerdan dibim bi bihina geþ
Diketim eþiqê ew þeva reþ
Min lêv gez kirin tev belaþ
Dawiyê ez bûm Zembîl firoþ
Perîþan kirim li deþta reþ
Heya ez birim li ba Laleþ,
Þepalê tû û nazdarê
Þêrîna xelkê kurdanê
Li dijî min tû leyla yê
Çeleng û xop û xanimê
Li ezmana tû þehbazê
Digerê xortê kurdanê
Ez li virim de tû werê,
Mecnûnim ez wekî te me
Zembîl firoþê ji bû te me
Têm kuþtin ji bo te me
Cîhan bê te ew harane
Buhuþt bê te ew dojehe
Zanav bê te ew wendaye
De tû were tû her tiþte.?

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark