Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: NAMA PENABEREKÎ

 



Lewend Dalînî

Delala Min……
Dema kû ez li kolanên welatê Biyanîyê bê salox; û bê goman mam!…
Bila rihana di pencera xanîyê mey axî de, nebihîze!…... Qena ne çilmise!....Û her sibeh avê Li pelê wê, bi reşîne!. 


Eger gemîya penaberan di nîvê deryayê de bê gemîvan bimîne, û bibe têkilî pêlên deryayê………Hingî; gulên di hewşa malamede, wan pê agahdar neke; jibona pelên xwe neweşînin!…
Timî, û timî, bila çavên te li pênûsa min bê;
Bila ziwa nemînê!.
Tembûra min……
Têlên wê; bila zingarê megirin, û ne rizin…
Di mirina xopan de!……
Kû canekî bê giyan gihiştim!
Çavên te ên delalî, bila tu hêsiran nebarînin!…
Dema kû min dahêjine gorê………Hisênê Tewfoî, ji Qamişloka rengîn;
Bila tembûra xwe kok bike, û strana: Derwêş û Edûlê,  Bavê Fexrîya,
Ji min re bistrinê!.
Her car………Were ser gora min, û bi leystika “Yadê Yabo Xezalê” bi leyize! Weke çaxên zaroketiya min û te ya berê!.
             ***************************
“Li nexweşxaneke Bajarekî ji ên Îtaliya, dema laşekî mirî li peravên deryayê Hatibû dîtin, û bi destê Bekçiyên deryayê, û bi armanca naskirina nav û nîşanên wî!…...... Cilik, û kincên wî hatibûn sehkirin….Tu tişt di wan de nehate dîtin! Ne nas name, ne pere, û nejî pasteport!?…....
Ji bilî vê nameya jorîn, kû ew bi tenha, û xewşik ji av û şewitandinê Xwedîyê wê nama xwe bi rengekî delal paraztibû”.
saifdaoud@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark