Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Du helwestên berevajî hev

 


Dr. Heznî Haco

Di dîroka Tirkiyê de – ji bilî dema ciwantirk û kemalistan ve – desthilatdarek jîrektir û pragmatîktir, lê di eynî kat de bivetir û rovîtir li hember kêşeya kurd weke ya cotikê AKPe Gul û Erdogan peyda nebûye. Zilhêzên rojava, DYA û Ewrûpî ji salên 50iyan ve pişgîriya dewleta tirk dikin, lê yek dewleteke ku bi tirkiya re sînor par dike jê xweş nebû, çi yûnanistan, bulgarya, Sovyeta berê, ermenistan, Îran, Iraq û çi Sûrî. Lê di navbera heft salan de vî cotikî tev haş kirin û peymanin sitirajîk bi pirraniya wan re mohrkir. Ji tevan re, ta ji Ermenistana – ku ne li bîra kesî bû ku bi tirkan re rojekê lihevhatinekê çêbikin berî berpêhatina tevkujiyên fermanê –


ji van tevan re serî danî da ku di pileya pêşî de tevgera azadîxwaza kurd dorpêç bike. Bêgoman sedemên siyasî, bazirganî, transîta petrol û gazê uhd jî li pişt van lihevhatinan hebûn, lê faktora giring û sereke ya ewlekariyê bû. Dema mirovê kurd ê ku di dehan ezmûnên malwêran de derbasbûyî vê rewşa nû dibîne, ji tirsa şîrê kelandî pif dike dew. Tu ji 1% nabînî ku bi " Vebûna Kurd", Vebûna Demokratîk" ……, xweşbîn be.
Tam di vê dema ku xwediyên pirsgirêkê PKKe, DTPe û pirraniya gelê me yê li bakur ê ku hatiye polîtizekirin û bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên tirk, kurd, laz ûyd gomanên xwe bi rengekî eşkere diyar dikin, mixabin beşek ne kêm ji siyasetmedarên bakur ên iflaskirî, çend konevanên başûr ên bi "pehlewaniya diplomasî" navdar û dawî birek ji rêxistinên rojava ketine pêşbirkê ka kî pirtir Gul, Erdogan û AKPêya wan pirtir hildin asîmanan.
Ez dê tenê çend nimûne ji daxyaniyên cuda bidim ber hev.
 
Enqere – Hinek rewşenbîr û akademîsyenên wek Îsmaîl Beşîkçî, Ragip Zarakolu, Fîkret Başkaya, Sîbel Ozbdun û çend kesên din derbarê "Vebûna Kurd" de deklerasyonek weşandin
* Pêwist e operasyonên leşkerî bên rawestandin. PKKê agirbest ragehandiye lê dewlet hê jî şer didomîne. Di rewşeke wiha de tu qimeta gotina "Bila PKK çek dayne" tune ye.
* Lazim e hesabê polîtîkayên înkarê yên 80 salan û bi taybetî 25 salan ên wek kuştina 40 hezar kes, şewitandina 4 hezar gund, koçberkirina 4 milyon kes bê pirsîn û zerar bên tazmîn kirin. Herwiha divê sîstema cerdevaniyê bê rakirin.
Rûdawnet – Stenbol: Bi mebesta piştgirîkirina pêvajoja "Vebûna Kurd" û çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê 282 hunermend ji hemû warên huner de li Stenbolê civiyan û "Bo Aştiyê Platforma Huner" ava kirin. Platforma navbirî wê bi konser û çalakiyan daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiyê bikin. Daxwiyaniya hevbeş a hunermendan di 19ê cotmehê de tê ragehandin.
Di vê derbarê de Hunermend Arîf Sag jî daxwiyand: ku ev 3 meh in hikûmeta AKPê bi guhartina navên çareseriyê raya giştî dixapine û domand: "Emê wek hunermandan guşarê li hikûmete bikin pêngavên berçav bavêje." 
 Ev e helwesta hijmarek mezin ji hunermend û ronakbîrên Tirkiyê. Ka vêca em helwesta hinin ji siyasetmedar û rewşenbîrên xweyî bakurî temaşebikin:
AVESTA mînakek ber bi çav pêşkêş dike:
- Programîstê CNN Turk Ridvan Akar, bi bernama ”Rengê Rojevê” (Gundemin Rengi) di roja 12.10.2009 an de, bi Avakarê PSKê re Kemal Burkay hevpeyvînek taybet kir.
Di bersiveke xwe de Burkay weha dibêje:
. ”Ez pêngava AK Partî`yê ya ”Rêlêvekirina Pirsgirêka Kurd” arena dibînim.”
Ew di yek bersivek xwe de goman û metirsiyên xwe li hember AKP diyar nake. Ew di hevpeyvîna xwe de ji bilî rûreşkirna tevgera azadîxwaza kurd û twanbarkirina birêz Ocelan ku peyatiya MÎTê ye pê ve tiştekî din nabêje. Ji xwe ew ê yekemîn bû ku nave teroristiyê bi PKKe ve kir berî ku DYA û dewletên ewrupî vî navî pê ve bikin.
”Armanca avakirina PKK, ji bo ku tekoşîna doza Kurd terorîze bike.
Kemal Burkay vê jî dibêje:
”PKK wê demê, wek projeyek Amerîka û MIT`ê hat avakirin. Abdullah Ocalan, berîya ku PKK avabike, bi MIT (Milli Istihbarat Teşkilati) re têkilîya wî hebû, bi talîmata MIT`ê PKK avakir û di avakirina PKK de, elemanê MIT`ê rolekî aktîf lîstin.
Birêz Ocelan ev 11 sal in ku di zidana Emralî de ye. Zindanek di giravekê de û ji takekesekî re. Bi 10 hezaran PKKeyî hînjî di zindanan de ne. Divê mirov mejiyê xwe xwaribe ku vê bêwidaniyê bawer bike.
Kemal Burkay li Swêd dijî û ji hawîrdorê xwe re dibêje ku ew nikare here Tirkiyayê. Heger tirk hewqasî jê ditirsin ji bo çi CIA, KGB û MÛSAD wî jî narevînin û teslîmî hevalbenda xwe nakin?
Di bersivek xweyî din de:  
”Berî derbeya 12 Îlonê, A. Ocalan ji alî MIT`ê ve hat şandin Sûrî.
Ev tê wateya ku dezgihên ewlekariya Sûrî 15 salan di xwe de bûn an ew jî tev peyayê MÎTê bûn.
Burkay:”PKK, jiholêrakirina rêxistinên Kurd ji xwe re kiribû armanc.
Ev rêxistinên ku Burkay wan destnîşan dike tev li ewrupa an hatin kedîkirin, an jî roj bi roj, bi gurkirina tevgera çekdarî û ya sivîl re ji ber xwe ve hatin helandin.
Burkay:”Tiştê ku PKK taleb dike, ji xwe Yekîtîya Ewropa jî li ser Tirkîye ferz dike.
25 sal têkoşîna çekdarî, xebata rêxistinên sivîl çi yên mafên mirovan, çi yên sendîkeyên hemû pîşeyan, xwepêşandanên bi sedhezaran, di newrozan de yên bi milyonan û gelek çalakiyên din, bi taybetî yên jina kurd, di çavê Burkay de bê nirx, bê rol û bê bandor in. Dewletên ewrupî ji rexekî ve bi şev û roj baregehên tevgerê serobinî hev dikin û ji  rexekî din ve alavên şer ên herî pêşketî û yên sîxuriya bi sataleytan li ber generalên dewleta tirk dideynin.
Ji Burkay weye ku kurdên nû yên ji 30 salan û vir de di guhê gê de ne ku ji van faktan ne agehdarin.
Ne Kemal Burkay tenê ye ku vê helwesta seyr nîşan dide. Ji başûr û hêdî hêdî ji rojava jî dengin nexêrxwaz û nemerdane tên bihîstin. Helwestin ku mixabin tam berevajî helwestên wêrekane yên ku hijmarek mezin ji rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarln tirk yên ku bi taybetî di van rojên nazik û kirîtîk de didin xuyakirin.
Helwestên bi vî rengî ji rêvebirên rêxistinên kurd ku ji aliyekî ve dibin palpişt û navtêdan ji Erdogan û AKPeya wî re û ji aliyekî din ve daxwaza wan a çekdanîna PKKe mirov dixe nav gomanin kûr. Mirov mecbûr dibe ku ji xwe bipirse; eger ev rewşa ne li rê ta bestina kongireya kurd li ser xaka başûr berdewam bike dê çi karîgeriyê li ser reftara desthilatdariya herêma Kurdistana başûr, bi taybetî li ser helwesta serokê herêmê birêz Mesûdê Barzanî bike? Her kes dizane ew dibin çi fişaran de ne. Ne pêwistiya wan û ne jî ya tevgera azadiya kurd pê heye ku niha hinin ji kurdan werin hawara dewleta tirk a ku ketiye quncikek teng. Mirov bê çare dimîne ku ji xwe bipirse; gelo pîlandanînek li pişt perdê heye?   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.5
Bi Tevahî Deng: 8


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark