Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Golobalîzm û kurd

 


Heybet mamo

Şopên ku mirov li pey xwe bihêle , û bi civata xwe ve ne girêdayî be , helbet wê pirê caran babetên rojane bibin kelem li ser Şopa pêŞketin û mirovantiyê ,ne xasim tiştên ber bi çav ,wek rabûn û rûniştina tevgera civakê û ji hêleke din ,bedewbûn û çelengiya kesên ku di bin narvîna demê de dijîn .
Ji xwe wê astengên dijwar bandora xwe li hestên kurdewariya me
 bikin , û kurtepistên tavên demê bê pîvan birûskên xwe belav bikin li her hêlê , û li ba tu nîşanan na rawestin ,û gelek bahozên biyanî ku bi mertalên xwe doz û daxwazên me talan dikin.


Li gorî nerîna min evê yekê hişte ku rewşenbîr ramanên xwe nexînin bin bercewendiya doza xwe û şopa xwe nekirine rê bo pêşveçûnê .
Lê metirsî ewe ku civata me dabeşkirî bimîne û awirên perçebûnê bimînin .
Lê ew kesê ku rê nîşanî me bike û wêrekî û şiyana xwe bi rengekî nû bi afirîne bo azadiya gelê xwe , û hest û helwestên xwe di hundirê landika mirovantiyê de bi xurtî bihejîne ,ewê bibe çira , û tariyê hilweşîne.
Erê rewşenbîrê ku pênûsa xwe ji ximav û diwêtê ser pêhatiyên Qamişlokê tişî neke , û di bin konê wêje û toreya xweyî giran buha de tevnê neke wê bê par û bê deng di meydan û kozikên milet de biçûk bête dîtin .
Bê guman çi kesê bi çikûsî nêzîkî rewşa miletê xwe bibe ,binêre , doza wî weke xwestek nagiyê raya giştî , mirovantiya wî nayê guhdarkirin ,û ti pêngavan wê navêje.
Da ku rojekê nebêje ezim bazê zinaran , yan koviyê Şewl û newalan , yan bazirganê qederê , qedera ku rovî û gornepaş kirine xwedî û semyan.
Ya herî balkêş di vê qunaxê de ewe ku binavê lêveger û komele û rewşenbîriyê de xwe binav û nîşan dikin, û gelek nav û paşnavan li xwe dikin, û dixwazin rola pêşengiyê û ala Dîmokratiyê hildin .
Dxwazin ku bihevre em nasbikin û binerxînin , ji ber nexweşiya civakî yan jî ezîtiya rojhilatî dikin dirûşme û pir xapînok û dafan ji bilî xwe re vedidin ,lewre xwe bi nav û deng nîşan dikin, xwe dikin sembola kurdewrî û rewşenbîrî û siyasiyetê , lê ew bixwe jî têne nasîn ku nikarin çimekî ji van bangan pêk bînin ,û pirê caran dibin çeper
di pêşiya mêrxasî û dilêriyê , û kar û barên xwe ji bo ezîtiya xwe tenê bikar tînin , da karibin temenê xweyî êlîtiyê û malbatiyê bi rewşekî şaristanî û nûjenî berdewam bikin .
Mixabin ta kengî ev rewşa xirab wê bara me be, tevî ku golobalîzm derbasî her qurçikên malan bûye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark