Silêman azer
Li vir, ez şivanê çêrandin demsalên gencîniya xwe bûm li şînkayiyê.
Dema, tihna te xwe daweşand perdeyê şevên min ji nediyariyê. Na,….. ne şeydayê navê te bûm, ne jî dilhezê helbestan bû bavê min li vir, lê te xwe hepişande, kuncikên jîna min bikotekiyê. Ma hew bi tenê li hev hatinek bû, an pîlanek bû te veda bû ser riya min bi libkên rengîniyê. Tu ji min diguvêşe, zuhayiya xwe, barandinek ji xemgîniyê. Di çi rûsariyê de bû, ew dildarî, em bûne sîngek e vekirî, ji mêtina çewte peyvan re. Me li joriya valabûnê dibanînin, lêvin qeliştî ji dilbijokiyê. Li ser milê me ye, seriyê gêjbûyî ji hêrandina wê xweziyê. Va ez barabûnek im ji firandinê re, û bilinde jî asîmanê te windagehê sawgirtinê. Qey di kîjan meydanê de tu baskokirine, hîna tu li ser bêdengiya min, di biriqîne morîkên bextê xwe rêwiyin ji tenêtiyê. Min şewitandin tiliyên pelandinê tu dikare, min li ser masa têkçûnên xwe, bi noşe, û min di şevbuhêrkên xwe de, binehwirîne firdikek ji bîreweriyê. Min rişma te, li gerdena bînayiyan gerandiye tu dikare bidêre wê azariyê. di pêçeka, rojan de, te ji şîrvedikim, û tu markiriyî li sergêjiyê. Wa…li derdora, hilatbûnan, bi pêka ketine, neviyên te, û te tobe nekiriye ji bergirtinên wê neçariyê. |