Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Projeya destûra herêma kurdistanê û mafê neteweyên din

 

Selah Bedredîn

Ji paradoksên watedar û kesnedîtî ku kurd ji dor sedsalekê ve têdikoşin û li çareseriyeke şayiste ji bo doza xwe ya neteweyî re digerin û li benda yên din yên serdest û vîna navneteweyî –ya niyazbaş!-dimînin,bi gotineke din li benda deselatên neteweyên serdest"ereb û tirk û faris"ko gotina xwe bibêjin û nêrîna xwe derbarê çarenûsa wan de eşkere bikin


em niha li herêma kurdistana iraqê ya federe wan di cihê biryardan û destnîşankirina çarenûsa miletên din de dibînin-ev tiştê ku ciyê serbilindiyê ye-û barê çareserkirina erkên xwe yên niştimanî û îdarî û aborî û çarenûsî û di nav de danûsitandinkirin bi kitekitên pirsgirêkên neteweyên din re hildigirin di riya pêşkêşkirina projeya destûra herêma kurdistana iraqê ji bo guftûgokirinê,mîna ezmûneke nû û bêhempa di dîroka tevgera neteweyî kurdî de ya ku divê biserbikeve çiqasî ko kedên çandî û zagonî û maddî û kargêrî di warê gotûbêj û danûsitandinê de pir bin jî di çarçoveya objektîvî û vekirîbûn û tolerans û perensîpên demokratîk de.Di vê gotara xwe de,ez dê tenê derbarê mihwera neteweyên kurdistanê de biaxivim û alî û mijarên din ji pisporan re bihêlim.
Di xwendina pêşî de,mirov neçare ku bawerî û geşbîniya xwe derbarê başî û pendiyariya deselatên herêmê di warê pêkanîna vî erkî bi şêwazeke bibalans û adilane de derbibrre,ji ber çend sedeman weke:

Yekem:hebûna mîrateke kombûyî di dîroka rojeva neteweyî rizgarîxwaz ya gelê kurdistana iraqê,û di pêşî de post û rola barzan û barzaniyan di warê hevjiyan û dabeşkirina rewşên jiyanê di demên dirêj de tevî pêkvejiyana olî û mirovî û niştimanî û neteweyî bi neteweyên kurdistanî re nemaze kildan û aşûriyan re di qonaxên şoreş û raperînan de û bi taybetî şoreşa Îlona 1961-ê, tiştê ku min bi herdû çavên xwe dît dema min seredana lîderê şoreşê barzaniyê nemir kir,hêz û betaliyonên pêşmergeyan ji endamên herdû milletan hebûn li dirêjahiya eniya şer a ku ji sînorên sûriyê dirêj dikir heta devera barzan,hindek ji wan şervanên pasevanên taybet bi serokê şoreşê bûn jî .Herweha,min wê demê li devera Balik di yekê ji baregehên serkirdayetiyê de hevdîtinek bi endamê encûmena şoreşê petrîkê mezin bolis bêdarî,mezintirîn olvanên kildanî re kir û duvre min pakrewanê hêja firenso herîrî,têkoşerê aşûrî yê mêrxas û nêzîk ji lîderê şoreşê barzaniyê nemir û hindek kesên din jî dîtin.

Diwem:taybetmendiya rewşa kurdistana iraqê ya niha, kurdistana ku li dirêjahiya dîroka iraqê ya nûjen de bû wargehê opozisyona niştimaniya demoqrat û navendeke bingehînî di warê rûxandina rêjîmên despotîk û guherandina hikûmetên gendel de,û qezenckirina gelê wê pisporiyeke mezin di mijarên peydekirina demokrasî û mafên mirovî û rizgarbûna ji despotîsmê û misogerkirina mafê çarenûsî û hestkirina bi tîmên serbestî û serdestiya niştimanî, bi taybetî ji ber rizgarbûna herêmê bi tavhî di despêka sedsala niha de li gel azadkirina iraqê û têkçûna dîktatoriyetê û lihemberderketina terora tunderew û geşepêdana proseya guherîna demoqrata berfireh li dever û cîhanê,tiştê ku hindek stûbariyên şaristanî nû û erkên dîtir li ser milê deselatên herêma kurdistanê zêde dike,daku ew ji hemwelatiyên xwe û ji iraqiyan û cîhanê  re radeya miqatebûna xwe li ser perensîpên ku miletê kurd her û her ew hildane û ji yên din daxwazkiriye ku ew wan bicîbînin,nexasime mafê milletan di destnîşankirina çarenûsa xwe de,bide xuyakirin.Her weha,da ku tekez bike ku ezmûna kurdistana iraqê wê bibe nimûneyeke baş û adilane di warê çareserkirina pirsgirêka neteweyî di hundirê herêm de û bibe nimûneyek ji dewletên cînar û dewletên firenetewe li devera rojhilata navîn.

Sêyem:ji ber ku projeya destûr ji despêkê de zemîna saxlem ji bo çareserkirina pirsgirêkê misoger kiriye,û perensîpa bingehînî aniye ziman angu venasîndana bi hebûna neteweyên kurdistanî ji tirkmen û kildan û aşûrî û ermen û ereban di madeya şeşan de ya taybet bi pênasekirina gelê kurdistanê,tiştê sereke û pêwîst di warê danûsitandin kirina çarenûs û mafên gel û neteweyan.her weha di heman madeyê de pijirandina jimartina van neteweyan ji nişteciyên bingehînî li gor yasa û rastiya heyî(dûr ji mûqayeseyên karîkatûrîk bi rêjîmên despotîk re,ez li vir dibêjim:em kurdên sûriyê hijmra a me dor 3 milyon kes e û em %15 ji tevahiya xelkên sûriyê pêktînin û hêj me mafê venasîna destûrî bi hebûna xwe wernegirtiye,jixwe dev ji mafên din berde!),tiştê din jî ew bû venasîndana bi mafê neteweyên kurdistanî di destnîşankirina çarenûsa xwe de di çarçoveya giştî ji misogerkirina vî mafî ji tevahiya pêkhateyên civaka kurdistanê re ya ku di madeya heştan ji projeya destûrê herêm de hatiye.
Wisa, em xwe li hember rewşeka destûriya pêşkeftî ku tê de perensîpên bingehînî û bingeha pêdar derbarê rêzgirtina pirrengî û pijirandina neteweyên din û bihêzkirina civaka sivîl û bicihanîna armancên hemî neteweyên herêm ne tenê sebaretî dabînkirina mafên çarenûsî lê her weha derbarê tevahiya aliyên zagonî û îdarî û civakî û rewşenbîrî û azadiyên bingehînî û giştî û mafên mirovî û mafê jinê û takekesan û baweriyan û azadiya viberanînan û bazar û karûbarên aburî, dibînin.

Di vê rewşa navhatî de, pêwîst e ku nûnerên pêkhateyên neteweyên kurdistanê-hem ev mafekî wan e-vîna piraniyê di naverok û form û şêwaza xwestekên ku wan pêwîst dibînin ji bo bicihanîna daxwzên neteweyên xwe derbibirrin ji ber ku ev erk ji wan tête xwestin û divê ku ew li benda yên din bi taybetî kurdan yên ku destnîşankirina maf û xwestekên neteweyên kurdistanî ji foniqsyona xwe nabîne û rola şîretkar û sazkerê çarenûsa yên din bi hîç şêweyekî napijirîne, nemînin.

Çend pirsên pêwîst:

Bi boneya pêşkêşkirina projeya destûrê herêm bo goftûgoyê,alavên ragihandinê hindek nêrîn û gotar û daxuyanî ji layê rewşenbîrên kurd ve,belavkirin.Di heman demê de,nivîs û nêrînên ronakbîrên neteweyên din pir kêm bûn eger ku em nebêjin ew dudil û netebitî û nediyar bûn,ji ber ku di piraniya wan de konseptên mîna"hîlala mesîhî","milletê mesîhî","neteweya mesîhî","milletê kildanî aşûrî seryanî ermenî","mafên êzîdiyan"mafên fêliyan"..Htd,dihatine xuyakirin, tiştê ku pêwîst dike em van têbîniyan bînin ziman:

Projeya destûrê herêm venasînê bi hebûna ol û mezheb û baweriyan li Kurdistan û iraqê dide,lê di heman demê de ew weke destûrê iraqa federe nêzîkî meseleya avakirina kiyanên olî û mezhebî nabe. Bi gotineke din,pevçûna lidar ji encama qeyrana kurdî ji dema damezirandina dewleta iraqê ve bi hemî tundûtûjî û qirkirin û vêketina şoreş û raperînan tev ji ber doza neteweyî  û mafê destnîşankirina çarenûsê rûdan,ne ji ber pirsgirêkên ol û mezheban,jiber vê çendê çi hewildana berev guherandina xuristiya pevçûnê ji neteweyiya vekirî berbi berî-neteweyî ve weke rengên xeyal û çandiniya deryayê dixuye,û qonaxa niha li kurdistanê bi çanda xwe ya siyasî û konsept û destûr û yasayên ku sazî û dezgehên kargêrî û zagonî û îdarî encam didin bi eşkerayî yek navnîşanê hembêz dikin ewjî  ev e ku şêwaza pêkanîna erkên neteweyî tevî konseptên wan yên mirovî û demoqrat.Ji aliyê din ve,diyar e ku ne ji erkê destûr e ku "mafên neteweyî"yên tiwêjên kurdî ji peyrewên olên ji bilî islamê û bi heman şêweyê"mafên neteweyî"yên girûpên kurdî yên ji zaravên ji bilî soranî û kurmancî gotûbêj bike,ji ber ku ew tevî ku zarav û bawerî û olên wan cida ne jî kurd in,û çarenûsa wan bi ya tevahiya neteweya kurd ve girêdayî ye.

Dema ku projeya destûrî kildan û aşûriyan bi nav dike, armanc ne ew e ku ew dixwaze gelekî anjî kiyanekî parçe bike biqasî ku ew dixwaze realita heyî diyar bike û rêzê li vîna piraniya herî mezin ji herdû milletan bigire.Herkes dizane ku goftûgoya-germ-di navbera elîtên herdû milletan de lidare derbarê pirsên: gelo aşûriyên niha neviyên yên kevin in? gelo kildan milletekî serbixwe ye anjî erebên samî ne anjî kurdên file ne? gelo seryan millet anjî ziman e,ereb in anjî kurdên file ne ?gelo hersê komên navbirî bi hev re milletê aramî pêktînin?gelo çi delîlên dîrokî û zanistî û rasteqîn ji konsepta gelê mesîhî li kurdistanê re hene?eger ku ermen milletekî serbixwe ye,naxwe çawa bi navê neteweyeke din tê binav kirin?

Bê guman,fakterê cografîk piştî yê mirovî rola sereke di ast û xwezaya mafên çi neteweyeka kurdistanî de dilîze, her weha,dabeşbûna berfireh ya neteweyên kurdistanê di tavilê parêzgeh û deveran de fakterekî sereke ye derbarê hevjana aştiyane û hezkirina duqolî û hemahengiyê, û pêwîste bi lêgerîna micid û objektîv li formeke şayiste di warên îdareya xwebixwe de, çi li ser bingeha"yekîtiyên neteweyî"anjî"dayîreyên neteweyî" xwediyên tavilê deselatên herêmî û zagonî û kargêrî ku xwestekên tevahiya pêkhateyên neteweyî wek ku di destûr de hatine pêkbîne  mîna nimûneyeke zindî û pêşkeftî ji coreyên mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de ya ku di dawî de ji aliyê neteweyên behskirî ve li gor vîna wan ya zazd tê destnîşan kirin.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark