Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kesrayê Cegerxwîn Serdana Gora Bavê Xwe Dike

 


   Berî hatina xwe a bajarê Qamiþlo bi dawî bîne, kurê seydayê Cegerxwîn yê mezin mamoste Kesrayê Cegerxwîn (Keyo), tirba bavê xwe restore û spî kir û bi helkeftina ku îsal 25 salan di ser koçkirina bavê wî re derbas dibe, di roja 30/08/2009 an de, di gel kebaniya xwe û çend neferan ji malbatê; Zibêrê Mele Xelîl( biraziyê Cegerxwîn, ku ji sala 1979 an de li Swêd dimîne), Muwefeq Saadî( neviyê Cegerxwîn, ji keça wî Sînem), mamoste Îsamê Mele mihemedê beyandûrî( xezûrê Kesra) û di gel wan nivîskarê kurd Konê Reþ, bi çûneke taybet, çûn serdana gora helbestvanê netewî Cegerxwîn û gurzek gul li ser gora wî danîn.. 


   Bi danîna gurzê gulan re, mamoste Kesrayê Cegerxwîn wiha got: Ez spasiya xelkên Qamiþlo dikim, bi hêvî me ku ew daxwazên bavê min ji tev xelkên Qamiþlo re bi zûtirîn dem pêk werin.. Xort û keç bi serbestî herin serdana gora Seyda.. Û ez spasiya wan kesên kurdistanî dikim, ewên ji dûr têne Qamiþlo û diçin serdana gora bavê min.. Gul û kulîlkan li ser gora wî datînin.. Em gulên wan û þopa wan dibînin, bijî ji wefadariya wan re...
   Hêjaye gotinê ku herdu kurên seydayê Cegerxwîn; Kesra û Azad li Swêd dimînin. Kesra ji sala 1979 an de, bi malitî, jiyana xwe li wir derbas dike.. Azad jî ji sala 1982 an de li Swêd e.
Ev hatina Kesra a Qamiþlo, bêriya welat e, bêriya dost, heval û hogira ye, bêriya gora seydayê Cegerxwîn e..
Kesrayê ku Seydayê Cegerxwîn li ser wiha gitiye:
Adar e adar e newroz û bihar e
Adara rengîn e, dem û banga jîn e
Seyda xweþ rêzan e, Keyo borîzan e..



   Ev 25 sal e ku seydayê Cegerxwîn koça dawî kiriye. Ew di roja 22/10/1984 an de li Stokholimê çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser wesyeta wî, ku wî li bajarê Qamiþlo, di hewþa mala wî de veþêrin, hevalên wî, yên rêxistina PDPKS, wesyeta wî bi cî anîn û ew di roja 05/11/1984 an de, bi beþdarbûna cemawerekî zor zexim ji kurdistaniyan, ew di hewþa mala wî de veþartin..
   Cegerxwîn; helbestvanê netewî yê ku tev jiyana xwe a bîrewerî di pesnê welatê xwe de xerckiriye; li ser welatê xwe girya ye, Kenya ye û stra ye.. û di dîlana welatê xwe de govend bi germî gerandiye..
   Ew di sala 1903 an li bakurî kurdistanê çêbûye, li her çar peçeyên kurdistanê gerya ye, dawî li Qamiþlo akincî bûye.. Lê her pênc salên xwe yên dawî li Stokholmê derbas kirine..
   Em jî bi vê helkeftinê, di vê meha remezanê a pîroz de buhiþta rengîn jêre hêvî dikin û oxirek xêrê bo kurê wî mamoste Kesra bi vegera mal li Swêdê dixwazin.

 Konê Reþ
Qamiþlo, 30/09/2009

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark