Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Merwan ....

 


 Qadir Egîd

Tevnê dûrketinê ne bi destê me hate hûnandin, ne jî bi biryara me. Bêdengiya kolanên Qamižlo pir di ber xwe de da, dawî termê xwe di navbera me de raxist, ala rež li eniya jiyana xwe girêda.
weke ku ewr rêdanê ji ezman  naxwazin ta ku bicivin  , xwence rêdanê ji rokê naxwaze ta ku serê xwe rake, bihna gulê rêdanê ji žaxan naxwaze ta ku belav bibe..  Wilo jî mirina malik xerab rêdan ji te kesî nexwest û destê xwe yê sîgiran di rojeke tirabêlkî de li deriyê giyanê te da.


 Derbas  bû, em giž di hundirê dilê te de dîtin, wêneyên me yên  di qorzîkan de nexižandî dît, civînên me yên bêhempa di sersalan de, rengên kesk û sor ên ji Newrozên me man , dengê govendên me....!
Di aliyê din de dengê kenê kurên te Can û ....li ser camên pencereyan diherikî,  te navê Can jê re pejirand û te nizanîbû ku tê rojekê ji rojan jê re bibe êž û jan. Te jê re xelatên cejna ku li ber deriyan di felata hižê xwe de dicivandin. Sînor, stêr, esman, derya û  çiya derbas dikirin û bi qiloçê beranê qer digirt ta ku Can bibe siwarê wî.
Ey jana Can, tu bi ku ve çûyî, bê ken û xatir....!!?
Mirina malik xerab di gera nava giyanê pak de pêrgî hevjiyana te jî bû, pêrgî kuldûmana dilê wê li hêviya vegera te, ristê peyvên xwež ku ji gulên dilê xwe ji te re dabû hev,  keskesorên ku wê ževê di hemû odeyên malê de li ber lingên te raxistibûn,  wêneya bûkûzavatiya we ku herdem guhdarê wî bû ta ku toz lê negire.
Di qorziya herî fireh de, destê sîgiran li hezkirinek mezin rast hat, hezkirinek ku her bihustek ji temenê te bi kul û keserekê qedand, her xilmažbûnek ji çavên te bi hêsr û axînekê li ser devê kêrê dilorand. Ew dêya ku te jiyana wê û me gižan bi dengê kenê xwe dixemiland, lê îroj di žûna wî de dengê sirûda qederê li hev vedigere û diya te pêžberî destê qederê mat maye...!!!

Dîwarê ku me di ževên zivistanê de, ji ber zilm û zora dilberan dilê xwe dispartê, xwestek û miradên xwe pê ve dadilqand, xemgîniya xwe di talda wî de dadibežand, qeližî, herifî, hate xwar..!

Mirovê bê heval tarîstana daristanê ye...
Arana bê sîber e...
Ževa bê stêr e...
Zivistana bê êzing e...
Peyala bê av e.....

 Gulên li derdora çemê  Ceqceqê tevde bûne qilçix, seyrangeh li dûv te bûne kavil, hêlîna kund û qijalkan.

Em dûr ketin hevalo.... bejinziravo...devlikeno...pakrewano...!
Dema ku hevalê wek Merwan  bar dikin, bîranîn radiwestin, û žev doseyên xwe digrin.....

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark