Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: SÊ ROJ DI HEMBÊZA AMEDÊ DE

 


Dilbrîn Halo

Amed! Bajarê ku bêhna dîroka hezarê salan jê tê. Amed yan jî diyarê Bekiran, diyarê ku tu car serê xwe neçemandî! Bajarê ku heta roja îro kelha wê û çemê Dicle bi evîn, bi hezkirin li hev temaşe dikin û eşqa vê dîmenê di ken û awirên xelkê vî bajarî de tê dîtin. Ev evîn hêj di peyv û hevokên stranên dengbêjên vî bajarî de, wek pêlên çemê Dicle li ber xwe didin. Hêj, şêx Saîdê Pîran, zîndana Amed, serhildanên Amed li ser zimanê vî bajarî; helbeste, çîroke, destane, hebûna vî dilî ye ku ew dil hêviya miloyanan kes e ku bi lêdan xwe dengê sirûda azadiyê li seranser bajar û bajarokan belav bike. Û ev hêvî, îro di hemû sazî û dezgehên Amedê de dikene û hêvî ber bi pêkînanê ve dimeşe…û dema ez û çend heval ketin ser rêka dilê Kurdistanê Amed, yek ser rojên enfala reş di mêjk, hest, giyan û hemû rayên canê min de serî hildan û di serpêhatiyên rojên mêhvanperwerî û kurdperweriya vî bajarî de zindî bûn.


Li roja 10.8.2009 em pênc heval ji bajarê Zaxo, me serdana bajarê Amedê kir…serdana me bo mawê sê roja bû ji layê yekêtiya nivîserên kurd/Duhok û komala nivîserên kurd/Amedê ve hatibû rêkxistin. Her bi gehiştina me bo vî şarê ciwan û kurdperwer, em bi germî hatin pêşwazîkirin ji layê hevalên komala nivîskarên Amedê ve. Di vê serdanê de me sera şarewaniya mezin Amedê da û herweha çendîn dezgeh û sazî û cihên dîrokî û rewşenbîrî û ragihandinê. Bi rastî min gelek tiştên dilxweşker dibhîst li ser rewşa kurdên bakur…lê heta vî astî min bawer nedikir ta ku min bi çavê xwe dît. Karkirin û damezirandina  van sazî û dezgehan karekî biçûk nîne ku mirov di dilê dewletekê de bikit ku vê dewletê bi dirêjahiya mêju raburdiwa xwe hemî dijayetiya keltur û ziman û hebûna kurda kiribit…Ger bi wijdana xwe xwe ya mirovayetî berêxwedanekê li şarê Amed biket, mirov bê deng namîne beramber wan kar û çalakiyên di demekî kêm de li vî şarî hatîne kirin. Berî ku ez bas li van cih û kara bikem, divêt wê çendê jî jibîr nekim ewa şarewaniya Amedê û gelê Amedê jibo cendekê hunermendê mezin ê kurdperwer(Aram)li ber li ber xwe da, Aram tu şaş nebûyî bêjî min li Amedê veşêrin, lewre Amedî li bawaşgirtina te di heyacaneke mezin de bûn..tu li baweş negirtî lê di dilê wan de dijîyî…di gora xwe de gelek şad be ku xebat û hunera te peyama xwe gehand Amedê…


Dilbirîn Halo   û hunermend Farqîn

Her çend ez jî li Amedê xerîb nebûm, lê Ameda nuke û wî demî ez lê jiyam ferqîyek mezin heye…Demê sala(1988)li enfala reş em derbederbûn…em li Amedê bûbûn mêhvan, wî demî ez biçûkbûm lê kurdperwer û merdatî û mirovatiya xelkê Amedê jibo me nayête jibîrkirin, her çende mijara me ev nîne ez bas li vê çendê bikem…bila ew bo demekê dî bit, lê rastiyek heye divêt mirov bibêjit ger Amedî neban nuke ez û bi dehan xortên wekî min vî şêweyî nedibûn…
Min di serî de jî got Ameda nuho û berê guharînên mezin çêbûne, nuke Amed Amed e, Amed bi kurdiya Amed yê avedaniye…nuke bejin û bala Amedê bi kirasekî kesk û sor xemlandiye…nuke pêkolê diket jibo gehandina peyama kurdî û parastina ziman û keltur û çanda kurdî şarewaniya Amedê kêm xemî nekiriye jibo van meremên min li serî diyarkirîn…xebat û têkoşîna  wan berdewame jibo jiaynek xweştir û rojên ronahîtir…


Serokê şarewaniya Amedê Osman Baydemîr, serokê komala  nivîskarên kurd li Amedê Îrfan Baba Oxlo, helbestvan Arjen Arî li gel şanda nivîskarên Zaxo       

Bi rastî mirov çend bêjêt hêşta kême bo wan karên hatine kirin…lê ew saziyên gelek bala min rakêşayî, êk ji wana mala dengbêja bû, avahiyeke dîrokî de her êvar ew dengbêjên milî lê kom dibin, bi dehan keç û xortên vî şarî tên guhdariya wan dikin,  xwe bi xwe ev e pêngaveke gelek pîroz e hatî avêtin jibo parastina filoklor û dastanên kurdî, jiber ku em gelek serbor û şoreş û hebûna xwe di van strana de dibînin lewma jî parastin û hebûna van dengbêja parastina ziman û giyana kurdayetiyê ye.

Mala Dengbêjan li Amedê

Min divêt pir ji dil sipasiya wan hemi hevalan bikim ew ên mandîbûneke zor bi me ve dîtî û bi tirimbêleke şarewanî sê roj di gel me borandîn wan birêzan…Îrfan Baba Oxlo serokê komala nivîskarên Kur Amedê, helbestvanê mezin Arjen Arî û kekê Metîn, careke din bo wan hemî hevalan sipas, sipas Amed bo hembêzkirina me…
Li domahiya vê nivîsînê min divêt bi kurtî navê wan dezgeh û sazî û cihên dîrokî bidim xwiyakirin ew ên di çarçova wê serdana sê rojan de me çav vê keftî:
1. Kelha Amedê û pir anehdor û gora Mehmet Uzun
2.Enstîtoya li Amedê
3. Ajansa deng û basên Dicle
4. Rojname Azadiya welat
5. Komala kurdker
6. Navenda çand û hunera Dicle û Firat
7. Mala dengbêja
8. Şarewaniya mezin ya Amedê
9. Gun. TV
10. Komala nivîskarên kurd li Amedê
11. Çap û weşana Lîs
Hêjaya ku ez bêjim di serdana van saziya de pêşewaziyeke germ li me hate kirin û bas li peywendiyên rewşenbîrî û nivîser û rojnamevanên kurd li her deverekê hate kirin. Divêt jibîr nekim, dawiya serdanên xwe de li mala dengbêja êvariyeke pir ciwan hatibû rêkxistin ji layê nivîser û hunermendên deverê tê de amadebûyîn peyva komala nivîskarên Kurd/Amedê di gel peyva şandê me hate xwendin. Çendîn stranên milî ji layê dengbêja ve hatin gotin û li dawiyê jî, çend helbestek hatin xwendin.


Veguhastin ji pîtên erebî bo pîtên latînî
Demhat Dêrikî


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark