Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Hêvî

 

 

Besam Mistefa 

     Hîn di zarotiyê de , tê bîra min , gava em derdiketin paş malên gund nêzîkî sînor , wextê ku xanî li me teng dibûn û ne sînorek tenê lê hezar sînor li pêş me ava dibûn ; em derdiketin ji bo em çixaran bi dizî vexun ( em tev çixarekêş bûn , û kûxîna me mîna ya pîran bû ...) û çîrokên rojê ji hevdû re bibêjin û behsa nûçeyên keçikên gund bikin


û ...biçekî bijîn di nêv vê derya ya mezin a mirinê de , bi dizî bijîn wekû çixarên ku bi dizî di nav lêvên me yên zuha de wek hinek stêrk diçirisîn û dimir in , û ji kulmek dummara şewitî pê ve tutişt yan bîranîn li paş xwe ne dihiştin ! em zarokên Bakurek î bê zarok bû !. 
     Di wê çaxa dûr de wek stêrkên havîna welêt , tê bîra min , ez û hevalên xwe  me çavê xwe li mirina rojane digirt , û li ser paşerojeke ronîkirî , paqij û dagirtî ..paşerojeke bi xewnan hûnandî û bi hêviyan xemilandî , vedikir ! Di wê çaxê de , me pirs ji hevudû dikirin . Me dixwest em daxwaz û hêviyên hev nas bikin . Me dixwest em xwe nas bikin ; em kî ne û çi ne ? ji ber ku tukesî tutişt ji me re negotibû , wesa her tişt li gel me nû dixuya , em herdem matmayî bûn û bi çav in zoq vekirî li jiyanê û lîstikên ewê , dinhêrî ! Bakur careke tenê be jî , li me ninhêrtiye !
     Ji bîra min naçe dema hevalê min , wê şeva dîn , ji min pirs kir : 
     - Hêviya te çi ye dema tu mezin bibe !?
     Wê şevê me xwe ji bîr kiribû û em nêzîkî têlên sînor bû bûn . Sînor , di pêşiya sedsala bihûrî de , wek şûrekî dirêj di singa welat de hatibû çikandin . Ne tenê zemîn xapandibû û dever ji deverê vediqetand , lê mêjû jî serobin kiribû û xwîn ji damaran derxistibû ! Mîna marekî reş î jehrdar bû ku jehra wî wekû lehiyekê li wan deveran belav bûbû : Xwedê ji wan deran bar kiribû  ! em , zarok û xortên gund , pir jê ditirsiyan ; têlên kehrebekirî , bombe , leşker û zikreşiya wan a ku pesinê xwe pê didan , çekên wan û kîna ku ji dilên wan difûriya . Me xwe pir nêzîkî sînor ne dikir , lê wê şevê bi germahiya peyivê re û dilsipîbûna zarotiyê re , me xwe jibîr kiribû – jiyanê jî ji xwe em jibîr kirine !!
     Vêce gava hevalê min ev pirs ji min kir hema hema min berê xwe da sînor û li wî çiyayê li paş têlan raketî mêzand û bi dilekî xweş ê zarokan , min got :
     - Hêviya min di vê jiyanê de ewe ku ez herim paş vî çiyayî û bibînim bê ka çi heye li piştê , herim ser serê wî û çavên xwe têr bikim ji dîtina tiştên ku li paş xwe veşartine ..Hêviya min tenê ez bizanibim çi li pişt vî çiyayî heye .....
     Em li ser kevirekî ku bûbû tuxub di navbera erdê gundiyan de , rûniştî bûn , û çixarên me jî , mîna dilên me yên biçûçik , di nav lêvan de dişewitîn û wek agirê dojehê sor dibûn ..ji hingê ve , dojehê bi ser riya dilên me ve bûbû. Ez hîn bi çiya di ramiyam .........( sibehan , nîvroyan , êvaran ...her gav û her dem çavê vî çiyayê raketî vekirî bûn û ji ber çavên min nediçûne alî ! ....ti mal , li pişt mala me tune bûn . Ez û sînor , û çiyayê li paş sînor , çavên me di çavên hev de bûn : em her sê jî kor bûn !!Ne min dikaribû ji ciyê xwe biliv im û ne çiya dikaribû . Na , ez ê bi rastî bibêjim : min gelek caran xwest ku ez bighêmê de û wî jî gelek carn xwest lê ..di navbera xewna û min û ya çiya de , rastiya sînoreekî hebû ! 
     Hê wilo ez çavgirtî û hevalê min bê deng , ji nişkave , ji aliyê sînor ve , dengê teqandina gulleyan hat û pê re pê re li nik lingln me herduyan , çend gulleyan zikê erdê qelaştin û di wir de , bi cî bûn ! 
     Dunya şev bû . Stêrk windayî bûn û heyvê xwe dabû alî . Tirsa di dilan de raketî , bi dengê wan re şiyar bû . Tirseke kor girte ser me û cîhan li ber çavên me kir mij û mûran . Gulle pir ji me ve nêzîk bûn ; cara yekem bû ku mirin wiha ji me nêzîk bû . Me wê rojê mirin nas dikir , ku ji herdû çavan nêzîktir e ! Weke yekî vecinqandî li me hatibû , weke ku henekeke giran û nexweş li ma hatibe kirin . Em ji wir rabûn û me dest bi bazdanê kir , ta ku em gihştin gund jî , me li paş xwe mêze nekir .
     Leşkerên tirsok û bê wijdan yên ku nobedariya sînor dikirin di dûrebînên xwe yên şevînî de , çixarên me dîtibûn . Bê dudilî , gulle bera me dabûn , mîna ku em du teba bin –wan dê wisa bigota eger tukesî ji wan lêpirsîn bikira ! lê wan wekê navên xwe zanibûn ku tu pirs ji wan nayête kirin ! Dema berî niha keçeke nûciwan kuştibûn kesekî nikaribû tiştekî ji wan bike : Li vir dijimin û li wir dijmin , li herderî dijmin !!Lê çawa be jî em ji wan filitîn vê carê ......
     Hîn jî hêviya min pêk nehatiye .Îro hîn wekû berî bîst sala ye . Çixare hîn sor dike . Xewn û hêvî hîn şiyar in . Gulleyên wan jî hîn amade ne ji bo kuştina xewnên me re . Lempên sînor ê têlkirî yên rêzkirî her şev mîna ku bi destêm qederekê bin , pê dikevin .
     ....Û çiya !
           ....Çiyayê ku gul û binefş û asik û çavbelek veşartine , çiyayê ku , li paş xwe , roj û jiyaneke xweş hilandine , hîn li ciyê xwe ye , bendewar e ew bo bicih anîna sozê...xewnê...hêviyê de ye bê deng , raketî ...lê ne mirî !


    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark