Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DILÊ MIN PENABERE

 


 
Demhat Dêrikî  

Canê!
Ne pêjna min bike
Ne bêhna min bike
Ne li benda min bimîne û ne jî ramûsanên me yê
Ji dil diherikîn þevên qedexe bi bîr bîne.
Wî rûkê geþ
Wan awirên xemrevîn
Wan dêmên geþgulî
Wan çavên ku em di kenê xwe de hildigirtin û çîroka gustîlika demên aram digot
Di hembêza bê gunehiya xwe de hilgire.


Ji ber ku ew dilê te li ser ristikên xewna çêdikir û her morikek jê dikir geþbûna rojê bûye penaber.
Êdî ev dil penabere can!
Êdî ev dil penabere can!
Hoooo canê,hoooo yarê
Ez nema xwe nasdikim
Li xwe digerim xwe nabînim
Ji dilê xwe pirsdikim ka ez kî me?
Wê demê ji bîra dilê min bi dehan çemên girî ber Dêrikê û Qamiþlo ve diherikin.
Na li hêviya min nemîne can
Dilê min penabere
Li evîna axê
Li evîna azadiyê
Li evîna mirov mirov digerê can!

Li benda min nemîne û nema pirsa min bike
Ez ne ezim
Her kêlî dilê min tê dîlkirin û qamçîkirin û bi kêrên kuh tê jêkirin,tê parçekirin
Û her parçek birîneke
Jê diniqitin jana bê wariyê.
Tu li wir be
Li rojava
Li ser deþta hesina
Û kulmek ax bide ber singa xwe,bila ew dergûþa axê be.
Tu li wir be
Li rojava
Ji çemê ceq ceq re strana vejîna avê bêje,da ax biknê.
Û ez jî li gel dilê xwe li nasname vî dilî begerim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark