Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pêşveçûna Mafên Mirovan û Demokrasî-5

 


Selman Xelîl
Wergêr: Besam Mistefa

Pêşkeftina mafên mirovan
Yan jî pêşkeftina nêvdewletî ya mafên mirovan û yan jî çespandina wan mafan di makezagonên welatî de. Mirovahiyê gellek gav avêtin di warê geşkirin û çespandina mafên mirovan de:


I-Belgenameya Peymana here mezin (Magna Karta)
Dema ku di sedsala 13-an de qiral John li ser textê Brîtanyayê rûnişt, gellek bac ji dewlemendan (Baronan) sitend û dest danî ser hin mal û mulkên ewan, û gellek nemabû ku sîstema çînan ya Îngilterayê bête herifandin. Lê belê, Baronan şoreş li dijî qiral John-î dadan û gelekan ji çînên gel yên din piştgiriya wan kirin, û zora qiral birin û ew mecbûr kirin ku belgenameyekê îmze bike di sala 1215-an de bi navê Peymana herî mezin an jî Magna Karta. Vê belgeyê desthelatên qiralî di dariştina bacan de sînordar kir û bû bingeha maf û azadiyên ku heta roja me ya îro gelê Îngilîz xwe dispêre wan, yek ji bendên wê (39) dibêje: (Nabe çi mêrê azad (ne kole) bête girtin yan zîndankirin yan surgûnkirin yan dest li ser mal û mulkên wî bête danîn ku ne di rêya biriyareke dadwerî de be, û li gorî yasayên welêt be). Ev cara yekem bû di dîroka Îngîlîstanê de fermanek weha derçû ku nabêt takekes werine girtin û zindankirin li derveyî qanunê, ev belge bû pêngava sereke û pêşîn.

II-Daxuyaniya Serxwebûna Amerîkayê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin destê Brîtaniyayê de bû, ji 13 wîlayetan pêk dihat, lê belê wê xwest vê bindestiyê bi dawî bîne û van wîlayetan bi hevre şer li dijî desthelata Brîtanî sala 1775-an destpêkir, û daxwaza serxwebûna xwe kirin. Armanca wan pêkhat û Daxuyaniya Serxwebûna Amerîkayê derket. Gifferson-î ev daxuyanî darişt û ruhê gel têde rohnkir û di destpêka daxuyaniyê de hatiye ku “Hemû mirov bi yeksanî hatine afirandin û afirênerê wan hin mafên ku nabe ji wan werin sitendin dane wan wek mafê jiyanê, û azadî û şadbûnê. Hikûmet ava dibin ji bo misogerkirina van mafan, û rewatiya xwe ji razîbûna gel û parastina mafên wî distînin, eger hikûmet mafekî ji yên li jor gotî binpê bike mafê gel heye ku wê biguhere û rake û hikûmeteke din di şûna wê de ava bike ku bingeha xwe li ser wan mafan damezirîne û mafên gel di tenahî û xweşhaliyê de misoger bike)*10
Piştî vê daxuyaniyê her wîlayeteke Amerîkayê bû xwedî destûreke taybet ku di serî de mafên mirov yên parastî ne. Dema ku ev wîlayet bûne yek destûrekî nû ava kirin û lîsteyeke mafan lê zêde kirin ku bi navê (yasaya mafan ya Amerîkî) hatine naskirin.
III-Belgeya Daxuyaniya mafê mirov û welatiyan ya şoreşa firensiz (1789):
Gelê firensayê şoreşek li dijî qiral ê ku her sê desthelatiyên cîbicîkirin û yasadanan û dadweriyê bi temamî xistibûne destê xwe de, kir û karibûn zora qirêl bibin, serkeftina wan di heman demê de serkeftina demokrasî û mafên mirovan bû. Şoreşê ramanên Lock î di guhêrandina walî de dema ku razîbûma gel ji dest dide, pêkanîn; her weha hêviya Rosou-yî pêkanîn di warê serweriya gel de, û sûd ji bîrdoziya Muntêsko-yî girtin di biyavê dabeşkirina desthelatan de.
Daxuyaniya mafên mirov û welatiyan du corên yasayan çespandin:
- Mafên sereke yên mirovan wek wekhevî, azadiya hebûnê û tenahî û rawestandina sitemkariyê.
- Di warê bikaranîna desthelatiyê de û prensîbên ku serweriya netewê li ser têne avakirin û cudakirina desthelatiyên giştî.
IV-Belgenameyên Nêvdewletî:
Belgenameya here mezin Magna Karta li Brîtanyayê û belgenameya Daxuyaniya Serxwebûna Amerîkayê û Belgenameya Daxuyaniya mafê mirov û welatiyan ya şoreşa firensiz biserketin ku pirsgirêka mafên mirovan û prensîbên demokrasiyê tevlî yasa û destûrên van dewletan bikin, ev maf û prensîbên ku bûne sedemê cudakirina desthelatiyan û destnîşankirina erkên her desthelatiyekê, lê belê diviyabû pirsgirêkên girêdayî mafên mirovan di belgenameyên nêvdewletî de werine çespandin û parastin û rêzgirtinê:
Belgenameya Neteweyên Yekbûyî (NY)
Piştî cenga cîhanê ya duyemîn ev belgename hatibû îmzekirin û têde civaka nêvdewletî hin xalên girêdayî parastina mafên takekes û grûpan çespandibû. Di pêşgotina wê de hatibû ku (Em endamên NY erka xwe dibînin ku nifşên nûhatî ji malwêraniyên şer û cengên ku di dema nifşekî tenê de du caran êş û xemgîniyên ku nayên gotin anîn bi ser mirovayetiyê de, biparêzin. Em baweriya xwe bi mafên sereke yên mirovan û bi rûmetiya takekesan û hurmeta wan nû dikin, bê cidahî di navbera mêr û jinan û neteweyan de çi biçûk û çi jî mezin dibin).
Xala sêyemîn ji benda yekem ya vê belgenameyê pêwîstiya bihêzkirina rêzgirtina mafên mirovan û azadiyên giştî ji bo hemî mirovan tekez dike, bê cidahiyên regezî (di navbera mêr û jinan de), zimanî, û olî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 16


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark