Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Celadet Bedirxan û Merheleyên Pêwîst (Di 58 Salyadiya Yadvegera Wî De)

 


Konê Reş

   Va careke din, em Mîr Celadet Alî Bedirxan bi bîr tînin, huner û şanên wî şanî gelê wî didin.. Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev ê ku hêjaye em pêkerên wî, yên ji zêr di navtarên her bajarekî Kurdistanê deynin...
   Di vê yadvegera 58 saliya wî de, nizanim çi layiqî wî bibînim ku jêre bikim diyarî û çi mizgîniyê ji mîrê xwe yê zirav re pêşkêş bikim..
    Ew tovê ku wî di xaka welatê me de reşandibû, va zîldaye û hin bi hin ber digire… Wêneyên wî, di manşêtên bi dehan malperên Wêb ê de li ber çavan derbas dibin.. Bi hezaran ji zarokên Kurdan bi wan tîpên wî dinivîsin, bi dehan dane ser şopa wî.. 


lê cihê daxê ye ku, ew tiştê Mîr jê bitirs bû, roja îro em birîndarên wê tirsê ne û hilgirên jana wê ne..!! Mîr Celadet Alî Bedirxan yê ku li yekîtiya miletê Kurd digeriya û yekîtiya miletê Kurd, di yekîtiya tîpan de didît û digot: (Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e... Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..)
 Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
   Em bihêvîn e ku ev yek jî di pêşerojan de çareser bibe û xewnên wî bibin rastî..
   Erê, çendî ponijîm ku tiştekî layiqî  58 saliya bîranîna Mîr Celadet Alî Bedirxan û rewşa Kurdan binivîsim, belê min tiştekî hêjayî li pêş xwe nedît, ji bil vê nivîsandina Mîr Celadet Bedirxan a bi navê MERHELE pêve.. Eva ku li ser rewşa kurdan e. Ku pêwîste kurd di wiha Merhele re derbas bibin.. Ev gotarê wî berî 66 salan di rojnameya ROJA NÛ de belav bûye. Di baweriya min de, ev gotar bêtir li gor rewşa kurdan a îroyîn û merheleyên ku kurd têre derbas dibin tê li xwe kirin… Hem jî ez bawerim ku Mîr Celadet Bedirxan niha sax ba,  wê wî, li gor merheyleyan, bigota dengên xwe bidin lîsteya serok Mesûd Barzanî/12 û lîsteya Kurdistanê/54..
Xwendevanên heja! Fermo gotarê Mîr Celadet Alî Bedirxan yê bi navê MERHELE bixwînin.

Not: Mîr Celadet Alî Bedirxan di roja 15 /07 1951, li gundê Hecanê, nêzîkî Şamê koça dawî kiriye û di roja 16/07/1951 de, ew di  goristana Şêx Xalidê Neqişbendî de, di eynî gora bapîrê wî Mîr Bedirxanê Azîzî de hatiye veşartin.
  
  Konê Reş  
Qamişlo  14/07/2009


MERHELE*

Mîr Celadet Alî BEDIRXAN
 

   Di jiyîna miletan de merheleyin hene û miletê ko dixwaze bigehe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jêre divêt bide reya wan merhelan û bi wan re derbas bibe.
   Gelo miletê kurd daye pey wan merhelan û heke daye îro gihaştiye kêjanê..Delêletên hene ko miletê me berê xwe daye vê reyê û bi gavine giraniyê tê re dice. Heye ko hun bibêjin ji miletê me re, ji miletekî bişûndemayî re, ne gavine gîraniyê lê gavên çargaviyê gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re zer bike û rojekê berî rojekê xwe bigehînê miletên ko div ê bezê de, jê derketine û ew bi şûn de hiştine û ji ber vê bişûndemayînê miletê me bindestiya wan dike û em bûne rajorên wî. Heke we hole got em jî bi we re ne. Lê ev , tiştê gerek e û tiştê gerek xwerû daxwaz e; û ne tiştê destxistî ye.
DAXWAZ Û TIŞTÊ HAZIR:
   Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û nemewcûd bi awakî din e û silav li sifra hazir e. Berî sê sed salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe de dida û digot:
Enwa''''''''''''''''î milel xwedan kitêb in
Kurdmanc bi tenê di bê hesêb in
   Hecî Evdilqadirê Koyî, di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guhêrîne û ji xwer dine re jî awayine nû çêbûne û bi tenê, bi xwendina medresan berê Kurdan naçe serî; dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e zimanî baw e.
   Belê Xanî digot(Bixwînin), Koyî li gora wextê xwe, bi ser ve zêde dikir û digot:(Biawayê nû bixwînin). Lê me ne xwend, gelo çire?
Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan mefehetên xwe ên şexsî di ser mefeheta milet re girtine; ev miletê belengaz wek kerîkî pez dane ber xwe, ew dotine, ji şîrê wî, rûn û mast û penîr, ji hiriya wî xeftanine teylesan çêkirine. Xwedê gunehê wan bixefirîne. Tiştê ko yar û mezinên me kiriye ev e. Lê rojekê derba neyaran em hişyar kirin. Bi vê derbê me bîra her tiştî bir. Me zanî ko xweseriya me di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civatan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bibin. An ne, em ji dara heyîna miletên çarnikar re dibin xuşkî, di rayên wî de digerin û wê xurt dikin. Ji ber ko em bi xesletên xwe ên tebî`î ji wan xurtir, zeximtir û paqijtir in.
   Şûr bi qenciya folayê xwe dibire û diçirise. Lê fola têde winda ye; nav nav şûr û yê xwediyê wî ye. Belê, me her tişt bîr biriye û îro gava em li hev digehin hev, bi ax û nalîn, ji hev û dû re dibêjin:

(Bavo1  li dinayê ji me kêmtir kes nemaye. Heçî milet  hene tev de bûne dewlet û hikûmat, xudan kitêb û dibistan. Bi tenê em, miletê kurd, bi şûn da mane; reben, feqîr, Nezan, belengaz, di destê xelkê de lehîstok. Xelkê hevsara me kiriye destê xwe, li gor kêf û menfeheta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojavê dide rojhelê. Ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê). Li ser vê gotinê jî em yek in. Lê..
KIRIN Û GOTIN:
   Lêbelê, ji ber ko kirin û gotin ne birayên hev in, di dema kirinê de, destekî xedar me ji hev dike. Wextê gotinê ye. Em sed peyan in. Di gotinê de em ji hev derdikevin. Ştexalî li ser divêtiyê ye. Divêt holê bikin, divêt holê bête çêkirin. Ji vî sedî her yek ji ê din xurtir û zeximtir e. Wextê kirinê ye. Ji wî sed peyayî ancax deh peya mane. Ma çire?
   Niho ezê rê bidim peyayên ko ji kirinê xwe dane paş. Ew du sebeban şanî me didin û dibêjin:
1 – Tu tişt ji min nayê, ma xwendina min jî çiye ko ez bikarim bikêr bêm…
2 – Ma tu nabînî, her kes neyarê Kurd e. Tu kes arîkariya me nake.  Siyaseta ewletên ewropayê ên mezin hero bi awakî ye. Jib o xatirê miletên din, rûyê xwe ji me badane. Ji aliyê kirdê ve, di van gotinan de, tiştên rast, heqîqetine eşkere hene. Lê ev tişt nikarin me ji xebata xwe  a edebî bi şûn de bihêlin. Niho em li wan vedigerin û dibêjin: Di xebata me ya îro de, heçî divê û di xwe re dibîne, dikare bi kêr bê. Çawan ?
   Bi hînbûn û hînkirina elfabeya me. Yê ko bi sîh û yek tîpên Kurdî dizane, ew kes mamostayek e. Ji xwe tiştê ko îro ji me re divêtin mamoste ne, mamosteyên gerok yên ko tîpên me di nav millet de belav dikin, xelkê hînî xwendin û nivîsandinê dikin.
3 – Rast e ko siyaseta dewletên mezin hero bi awakî ye û gelek caran ew siyaset ne bi daxwaza me ve ye. Bivê nevê ew siyaset bi me re, biwa karê me gelek hêsantir dibû û wî karî zûka fêkiyê xwe dida.  Lê rexma ko ew siyaset ne bi me re ye, wê siyasetê tu caran xwendin û nivîsandina zimanê me bend ne kiriye. Heye ko nimînendeyên wan dewletan nav di me dane û gotine: Bixwînin û xelkê xwe bi xwendin bidin.
   Heke em li hêviya arîkariya dewletan man Xwedê dizane ew arîkarî kengê têt. Heye ko yekem nayê. Ji lewre û herwekî medhelokê gotiye; Şer bi lepê xwe, Şêx Adî nayê hawara te.
   Herçî merhela ko em îro têde ne, merhela A û B ê ye. Lê heke me dil kir, em div ê merhelê re zû dikarin derbas bibin. Ji ber ko hînbûna A  û Bêyên me, ji mehekê bêtir najo.
XWENDEVANÊN DELAL! Halê me Kurdmancan ev e. Û êdî sûc ne yê beg û şêx û axeleran, lê yê mineweran e. Ji lewre em gazindên xwe ji wan dikin. Herçî beg û axeler heke ew bixwazin jî, li ber xebata mineweran rabin, nema ji wan têt. Ji xwe birekî wan hevalên minewweran in û bi wan re li hişyariya millet dixebitin. Mina Mela Enwer ko li Amediyê sûxteyên xwe hînî tîpên Kurdî dike.

Celadet Alî BEDIRXAN

* Rojnameya ROJA NÛ, Hejmara (1), Duşemb, 3 gulana 1943, Beyrût, Libnan, Xwedî û gerînend: Mîr Dr. Kamîran Alî BEDIRXAN
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark