Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Şevbuhêrkek dî ji Şevbuhêrkên kurdî li şamê

 


Di roja înê de di heyva hizêranê de 26-6-2009an de komîta amadekar ya şevbuhêrkan şeva xwe ya 83an li dar xist.
Mamûste Lewend dalînî bû mêvanê vê şevê
endamê komîtê Bavê comerd piştî belavkirina babeta mamûste Dalînî li beşdaran bixêrhatina  helbestvan dalînî û beşdaran kir
 babeta vê şevê mamûste Lewend dalînî qeftek gul ji gulîstana xwe ji bajarê Qamişlo li ber zîzbûna bayê hênik li ser ban pêşkêşî beşdaran kir
Ji wan çîrokên hatin xwendin:


evîna bajarekî
ramanek
sohtina perwanekî
tayê bi tenê
xanê

piştî xendina van çîrokan deryê geftûgoyê vebû hin têbîn û pêşneyar û spasî çêbûn ji alî rewşenbîr û nivîskaran ji wan mamûstê ko tev li geftûgoyê bûn Selah berwarî Oflaz-  Rodost berzencî - Şêx birimcê –Durust - Diya ciwan
herwiha ev şev dewlemend bû
hêjaye ko mirov bîne ziman ko şeva piştî vê şevê ya 84an heft sal bi dawî dibin û derbasî sala heştan dibe
hêviya berdewamiyê ji van şevan re û rêzgirtin ji çi kesên alîkar bi komîtê re kiriye .
kurte jiyana mêvanê vê şevê
nav Sêf dawid û bh navê Lewend dalînî xwe bi nav kiriye
di sala 1960an ji dayik bûyeli bajarê Qamişlo
endezyarê petrolê ye û bekeloryos di ciyofîzya û gerra li petrolê girtiye
di  warê kurdî de çîrok  -helbest û gotaran dinvîse û di kovar û rojname û malperên kurdî de diweşîne.
b.şiyar
b.siyar@hotmail.com

--------

 EVÎNA BAJAREKÎ

Lewend Dalînî

Dema ku Balefirê Cara yekemîn sînorê Derya Bosforê bi xaka Stembolê ve grêdida û ew li Balefirgeha wî bajarî danî; qet neketibû bîra wî ku wê rojekê Qurû Fasûlîye (Fasûlîyên sipî) û Birinca Qerejdaxê; Li Liqunta Hemê Omerî li taxa Levet; Dûner û Iskender Kebbab jî li cem Hisê Midyadî li Lalelî wê buxwe û bi wanre bi zimanê Dayîkê wê bi peyîve!? û a ji wan hîn jî dûrtir û bi şantir; çavên Ebrû ên reş û tijî evînî wê peyala serxweşîyekê di dil û sewdanê wîde wê kûr û dûr here û weke tîrêjên Lêzerê wê dilê  Wî bikewînê heta kû wê bimînin hisret di dilê Wîde tanî dîmahîka jiyana wî!?.
Biryara guhestina kar bi Firma wî a biyanî re weke Pisporekî; gihişte destê wî û qederê Mihekê muhlet danê da ku xwe amade bikê û herê Li bajarê Stembolê vê carê alîkariya karê wan bike.
Ferhengeke Tirkî peydakir û dest bi hînbûna gotinên toristî ên rojane kir wek: Nevar Neyok? Nesilsen; Saxolsen; ade ne; sen memleket nêrde; sen Turçe bilmyorsen? Whd. Hîn di zarokîtîya xwe de dema hinek ji pismamên bavê wî ji Serxetê  li mala wan dibûn mêhvan û di axaftinên wan de gotinên biyanî dihatin; peyre ji bavê xwe dipirsî ka ev gotin bi çi zimanî ne? jêre digot û gelek ji wan gotinan pêre diman û di xortanîya xwe de jî dema têkilîyên wî bi malbata cemîl paşa û Arif beg re çêbûn; hin gotin ji wan digirtin! nemaze dema kû ew xew bixwe bihevre di peyîvîn.
Balefirê di paîza sala 1989 de ew li Stambolê danî û piştî muhra grîşê Li pasteporta wî dan; di dergehê Gihiştinê de şûfêrê şirketê navê wî liser kaxezekê hildabû; wexta navê xew dît pêve qedimî û got: Hello;
Hello efendim? wilkom to Istambul?! û bi zimanekî Inglîzî şikestî dest bi xeberdanê Kir û bi hevre meşîyan.
Riya kû Balefirgehê bi bajar ve girêdida bi trafikeke granbû! darê wê pelên xwe zer û ziwa diweşandin û avahiyan renga reng jî rê hembêz dikirin!......
Ramanên wî jî weke pelên paîzî geh lihev kom dibûn û geh jî beladibûn!? û di kêferateke bê rawestan de pêlên xwe rûbarî hev dikirin!? lê axaftinên şifêr ji nişkê ve xeyalên wî qut dikirin û ew şiyardikir!?.
Oda Ûtêla Hiltona Stambolê Ew bi tenê dihişt; lê lêdana zinglê Têlefûnê ew zû ji wê yekê xelasdikir û piştî kû axaftina xwe xilas kir xwe amadekir ji bo çûna firmê.
Roj bi roj jiyana Stembolîyan jêre zelal dibû û Gasîn û Tarên wê, sînor û celdeyên wê jî pêre dihatin nasîn.
Dan û standinên wî roj bo roj ewjî zêdetir dibûn û ji derveyî jiyana kar; dest bi avakirina jiyanek dîtir kir…
Di rojên  dawiya heftê bi gropek dost li “Kultur Merkeza” bajêr beşdarî bihîztina muzika klasîkî dibû û peyre li Teqsîmê hinekî rodinişt û berdewamî Beyoxlo dikir “ gereke torstî dikir” diwestiye; li coffee şopekê Niskafa bi şir veduxwar û peyre li yek ji sinemê wê Filîmek Oskar girtî didît.
Meşa ji Ortekoyî ber bi Bebek ve bi cilên paîzî û mantû; jêre bûbû weke syraneke rojane a piştî qedandina kar û deryaya çavên dîlberê di boxaza çeneqela re didît û pêre dikete deryaya herdû çavên wê û pêre pêre di pêlên derya ya çavên wêde newq dibû!?..
Ev jiyana romantikî gelekî nedikete serê wî!? timî tiştek di hundirê wêde ew dikişand ber bi a gelîrî û dan û standinên bê prîstîj û atîkêt!? û sedem jî li gorî wî ew bû kû ji vê jiyana romantikî têr û ciz bû bû bi hikmê wan salên dirêj ji jiyana xwe ku qedandibu bi vi awayî û a din jî gelekî dixwest ku jiyan Stembilê a gelîrî û tar û avaniyên wê ê kevnare bibînê û nasbikê, jê hes bikê weke heskirina  Qamişlo, Şam û Qahîra misrê.
Xalidê kû di şirketê de her kar dikir jêre danîn weke rêzanekî kû pêre herê û bê û bajar pê bidê naskirin…
Xalid: ne var ne yok??? sen nêrde gidiyor bû gun?  Levent Efendim; Bi tirkiyek nêvî Erebî û nûvî Inglîzî û  ê maî jî Tirkibû bi kotekî jê fêm kir ku wê wî bibê LEVENT kû ewjî tarek ji ên Stembolê ye; û pêre bû heval! …
Weke cara yekemîn kû bi tena xwe û bi tirkiya xwe a şikestî bi yekî  re di axive gelek  gelek zehmetî dît û ew çend gotinên kû ji ezber kirbûn çi li çî û çi jî ne li cî gotin!. Dawî ji xwere got ka ez bi pirsm bê ev camêr ji kuye û berî zanîbû kû : sen memleket nêrde? yanî tû ji kîjan deverêye? Xalid lê  vegerand ben memleket Qehreman Mereş!hinekî şik pêre çebû û dixwest bighê Armancekê Lê mixabin ferhenga wî a qels alîkarî pêre nedikir ? bikotekî ew da fêm kirin bê ji bili tirkî  bi çi zimanê dî  zanê!  Got kutçe!? pêşî gelek fêm  nekir, Lê zû lê vegerî û got: sen ji kurdçe !? got : Evet efendim! Dema wilo got wek tû cêrk ava cemidî pê dakê û di cihê xwede rawastiya û nema livî qederê deqîqeyekê… Xalid got :Bûrim efendim lê di xuya kû deng nekir! lê vegerî û dûbarekir !? bi matmayiya xwe nema zanibû bê ka wê çi ji Xalidê xwere bibêje? geh heyecan bû û geh jî bi hêrzê kêfê re beşişî û kenî û weke xelkê  (Omerîyan) Sîtiyan;  rast û rê hatîyê û got : kuro tu kurmanci û ev saetekî te, te rîhê min bi Tirkiya xwe stand!? dema ku wî jî ev gotin bihist[ gelekî şabû û destên hev weke kû ji nûve hevdû nasbikin bi germaî hejandin û meşa xwe berdewam kirin.
  Şam 2000

--------

RAMANEK

Lewend Dalînî

di dîmahîka rêwingîya Osê, û di ger û tevgera wîde. Ji nûve ramanekê di nêv damarên mejîyê wîde tevgerek kir.  Bi gelek rengan,  weke gelek bûyeran  tevilî hev dibûn!.
Ji wan:
Kulîlkên bûharê,  û bare bara Berxa,  Bêrîvan û rengînê Cila,  Dahol û Zirne,  Aş û Arvan, Gelî û Zinar, Zarok û leystika Kaba,  Ser şikandin,  Xanîyê Axî û Çira,  Dayîk û Bavê wî, Nanê bi tisî!, Mast û Dew,  Mehîra Şûrtan,  Cot û paleyî,  Cotê Qantira,  Das û Qeynax, qebqeba Kewa, Mêşê Hingiv û Kewar, Kewara Mewîja, Cêrê Avê, Daweta Kemançê, Mitirb û Şabaş, Qirdikê sersalê û Kebanîya malê,  Radîya Şeş moc, Tûtin û pêçana Çigarê, Serxet û Binxet, Bimbê Tirka!, Qaçaxçî,  Nisêbîn û Qamişlo,  Mehebad û Merşa ”EYREQÎB”, Kum û Kolosê Kurdî,  Şal û Şapik û Pêşmerge,  Tifeng,  Şikeft,  Şêx Saîd û bidarvekirin, berxwedan,  Çem,  Newal,  Dicle û Ferat,  Xabûr,  Sînor,  hevgirtina gel, Welatparêzî, Xoybûn, Mîr Celadet, Qedrî Can, Ekrem Cemî Paşa, Osman Sebrî, Şoreşa Agrê, Serhildana Sasûnê, Helepçe, Qumberê NAPAL, Wêrankirina Gûndên Kûrda!,  Salar û Mîdya,  Mele û Feqe,  Bêlûte,  Tembûr  û Qadî Şero,  Ûsivkê Çelebî, Çîrok û Serpêhatî, Dengbêj, Ebdilo, Silokoro, Cegerxwîn û Kîme Ez,  Şivan Perwer, Bêndera Pûş û Kayê,  Serfîrazî,  Mala Şêx û Tobe?,  Mirîdê Şêx,  Xwendevan,  Zanîngeh, Kevneperistî, Olperistî, Tîrêjên LÊZER ê,  KOMPÛTER,  çûna ser Hîvê,  Cîhan û Quloçên Gamasî!, Derwêş, Destar,  Danê kuttayî,  kelandina Savar,  Doşek û Balgeh,  Merş û Cilik, Temberî,  strana Zembîlfiroş, Mîrê Bota" Bê şêwir û bê Tedbîr meçe Dîwana Mîr?", Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Teht û Lat, Gelî û Zinar,  Lata Bûkê,  Gelîyê Tenûrî,  Cûdî, Çiyayê Torê, Tora Hevêrka, Kepezê Kîka, Gudên Omerîya, Zerîyên Mila, Deşta Mûşê,  Şingal û Laleş, Xirqe û Benik,  Zeradeşt,  wêrankirina Hikûmeta Mehabad ê, Qazî Mihemed û Şareyarên xwe, Berzanî, Kurdayetî,  Rengê Kesk,  Sor,  Sipî û Zer,  Keleha Amed, Paîtextê mileta, Mişmiş û Sêvê Melatîya, Behra Wanê, Bend û Rez,  Pîra Torî,  Sing û Dewran, Teresî, Almanîya,  Siwêd,  Rojnama Armanc,  Balefir, dûrbûn, mirina li Biyanîyê, Tirb, Dûgir, guhertina Nava, bindestî,  Qedeha Eraqê,  rûniştina bi Artîsta re, Zimanê Miletekî, Goşîyê Tirî, Tirîyê Hesenî û Mezrone,  Rovî û Xefik,  Fen û Xap,  Dil êş, Kêr û Çetel, Helbestvan, Nivîsandin, Çapkirina Pirtoka, Institûtên Kurdî li Parîs û Brûkselê, Çandinîya Nîska, Paleyî, Hêran,  Qeraşê gund,  Êl û Kerwan,  Mihemedê sêwî, Eyşa Bî, Ismaîlê Dîn, Rezê gundîya, Nêrî û Beran, Keleha Mîdîya, Restemê Zalê, Şerefname, Dîroka Kurd û Kurdistan, Miqdad Medhet Bedirxan,  Rojnama Kurdistan, Bîna Gula, reqsa bi Qîza re,  siwarbûna Hespê,  Şûr û Mertal,  Kawa ê Hesinkar, Newroz, Kiras û Xeftan,  Pîrekê pîr,  Sinbilê Genim, Qada me, civîn, rev, tirs, xweşikbûn, Qelûnkêş,  Hentûr û Hesp,  Qamçî,  Zarokên xwas û birçî,  Kadîna Kayê, Lodê Genim,  Şîranî û Guhestin, Destgirtî,  Leystika Dam û Nehberkê,  Xar û Firing, Reqsa mila,  Şêxanî,  Xwendina Kitêba,  Siwarbûna Tirênê, Telefûn, Faks,  Avdana Pembû, Bîna Lewento, Qundera Boyaxkirî,  xwarina Serî û Pê,  Girar  û Goşt,  Nanê Sêlê û Şilikî, Dûrbûna gel ji hev, Kuştin, Zikreşî,  Patoz,  Terembêl,  rakirina gel ji gunda!, dizîya Mûsîqa Kurdî, bêbextî, Zor, nêçîra Kewa,  Kewê Ribat,  Zindan,  Çiyayê Qewma, Elîyê Ûnis, Berfa Serheda, Zozanê Şerefdînê,  Gelîyê Zîla û  Elî-Beg,  Zeytûnê Kurd-Daxê, Malagêndî, Kovarên Kurdî, Hevpeyvin, mirovên pesindar, Xwendevanên ne Rewşenbîr!, Yekîtî, Helbestên Kilasîkî û Modêrn,  Elfeba Kurdî,  rûmetî,  Textor,  Nûbûn, Kevinbûn, Avakirina Xanîya,  Kelpîç,  Leystika Hingulîskê,  Zava û Bira-Zava,  Dara Zavê, Xesû û Bûk, Şer, Berberî,  Serhişkî,  Nok,  Benîyê guwîza,  Rastî,  Azadî,  gera nav Mala, Bêkarî, Jina gerok, Mêrê nekirkêr,  çûna Sînemê,  Sînema Kurdî, Yelmaz Guney, Sûretê tazî!,  Petrola Kerkûkê û Batmanê,  Sikrê li ser Ferat, Solînê Qeşagirtî, zengînbûna avê, Ava Çem û Kanîya, Dehil, Siha dara, Birîndarî, Dîmûqrasî, Fêdralî?!...........
Ev tevde bûne weke lehîyekê, di hişê wîde gîhane hev û di damarên wîde meşîn....., rabû, rûnişt, qevizî, lê her zêdetirdibûn, û sawîrek dihate xuyanîkirin.  Hin bi hin zelal dibû, û  li dîmahîkê sînorê welatekî dihate çêkirin di qorzîyekê ji ê Rojhilata Navîn de û ma li darî çava!?.                                                                                                            9êGulanê 1994.
Di Kovara Decle de hejmara 17 an Sala 1999 an de belav bû

.
--------

SOHTINA PERWANEKÊ
 
 Lewend Dalînî

Bi germî, xatir ji hev xwestin! ew kete ser riya xwendinê li welatên biyanîyê, û qîz jî vegerîya warê xwe..........
Katjimêr di riya kû wî bajarî bi kinayî bi paîtextê ve girêdidê; gelekî giran di gerîya, û ji pencera Otobosê ve jiyan renga reng pêlên xwe di sewdanê wêde  di xemilandin? û peyalek sêrîn ji pişkek nûjen têre dinoşt.
Pênc salê dî weke îro emê bi hevre rêwingî bin, û emê bi mêhvandarî peyabin. Rojên kû wê bên, salên kû wê li wan derbasbibin, hemû ji wanre pîlan û program danîn! Çi ji alîyên hemû têkilîyên xwe û wî ve, û çi ji alîyê Şandin û gihiştina namên wa ve? ên bê rawestan. Di mehê de çar; di salê de çil û heşt; di pênc salan de......?
Di nama de jêre rojên kû bi hevre bûrandibûn wê di bîra wîde bînê, û rojên newroz û Şahîyan wê bi kûrayî li ser binîvisînê. Li ser kertên Sersala; wê bîna xweş a kû jê hesdikir; wê bireşînê!........Carna di nav rûpelên namê xwede wê çend pelên guleke sor jêre bişînê! namên wê, wê timî dirêj bin, û bijartîyeke jiyan hevparî wê têde hebê! Heskirn wê zêdetir û zêdetir bibê, biyanî li rexekî û dûrbû li rexê din wê şîranîyeke kûrtir û xweştir wê damezrînê!.
Her kû dema gihiştina postê nêzîk bibê, wê beryawê li ber dergeh û penceran rawestê..... Zû bi zû devê nama venakê, tanî kû şeva reşa xwe bernedê û qar nebê, deng û lebat nemînê...... Li ber ronîya mûm û findan  bi romansîyet, û binazdarî wê devê wan vekê û bixwînê.
Namê her pênc salan ji wan re wê cihekî taîbet di nêv rûpelên dilê xwede wê çêkê, û tevan ji ezber bikê! Kû bibêjê nama bîst û pêncan? wê zanibe çi têde xwendibê!?. Di evîneke wilo ji dil, tu tişt wê zehmet û giran tinebê..... Hemû tişt di derheqa jê heskirinê de, hesanî dibê...... Dem wê zû bibûrê, û tehlîbûna wê; wê zû şêrîn bibê. Wefadarîya wê jêre wê bê sînor bê, xortên cîhanê tevde wê bi biratî li wan temaşebikê; nerîn wê bi pîvan û hesab bin; eger binêre jî, dilê wê; wê kor bê!?.
Timî dost û xwedî wê rewşa wî,  jê nasbikin! Keçikên malbatê wê bi xwezîya bi dilê wêbin, ev kanîya kû evînê jê vedixwê ewjî wê bixwazin jê vexun?. Di civatê Keçkanî de, wê çîroka wan taîbetîyekê bigrê........Roj bi roj wê giranbûhatir bibê, û wê bibin sîmbola wefadarîyê di nav keç û xortên wê tevgerê de.
Di ramanên xwede gihişte qudsîyeteke heskirinê, û riwê wî di çavên zarokan re dibînê, di dan û standinên xwey ramanî de nema ji ên wî dikarê,  cuda bikê! heta di razana xwe de û di xewnên şevade jî nema ji bil giyanê wî; tu sawîra bibînê.
Dest bi hejmartina rojan dikir........ Roj derbasbûn; Îna yekemîn çû!?... Dest bi nama xwe kir... Name bi dîmahî kir, pel bi pel xwend! Carekê dû caran... Name girt... Çar name nivîsîn û girtin, mihek qedîya; nav li ser nama danî, lê bê edrês!?....
Meh çûn, name gelek bûn.... Hêvî hin bi hin kêm dibûn,  û qut bûn?. Can zirav bû lebt û tevger kêmbûn; Şînê koça xwe li warê wê danî û ma li ser; berxwedan neman, rawestîyan,  û janê can hêdî hêdî kire têkilî xwe, û rehên xwe berdan û kûr çûn!?. Zerbûn û ziravî bi hevre xwe li can badan û zemkirin; zirav dirêst; tenhabûn û bê dengîyek dixwest!? Şûşa dil Şikest û hêvîyê cebarê qutdibûn!.
Gotin û li ber gerandin tu mifh nedidan; hetwan û dermana di can de ters kar dikirin. Kêlî bi kêlî mûm di helîya û ronî kêm dibû..... Şerê manê û nemanê despêdikir, û rewşa xwe zû dida xuyanî kirin; di meydanê de zû ji deshilanîn ket û zû Şikest!. Lebta perwanê Li hawîr dor girandibû............Û
agir bi dîmahîka mûmê de diçû;  hetanî kû ew winda dikir........ Û ew bixw jî di mir û ronî windabû!?...........  Perwane jî di arê xwede di kewîya û bê deng dibû.......
     
12ê Çirya PaŞî 2001
Siûdîya Erebistan

--------

TAYÊ BI TENÊ

Lewend Dalînî

Hêsirê wê bi ser hinarkê riwê wê, û rûpelên kaxezê de dihatin xwarê, dema di reşa xwede û bi dilekî melûl û birîndar, peyva şîna çil rojiya koçkirina kekê xwe “tayê bitenê” dixwend, û pelên wê şildikirin.......
Di axaftinê wê de, hêvîyên bê hêvî bi zelalî,  dihatin dîtin!, û nîşanê mal wêranîyeke giran di seharek bi mij û moran,  reş û bêronî, asoyeke bi leylan û bê dawî de tevlî hev dibûn!,.
Di bêdengîya dengê wêde; hestên wê bi nameyeke ji kûraya dilekî brîndar, û perçekirî weke pêlan; sarî û germîya xwe bê firset û  destûr xwe berdidan nîvê cerg û mêlakan! hêrz û himet di temamê damarên dila dirawestand û ew di meydaneke vala dikirin nala goka li ber dar û simê hespên qederê kû li her çar der û hawîran ew didane perçiqandin!,.
Bi sehara serê sibehê re koça qederê xwe li peravên dergehê wan danî, û nema livî! xwe kire mêvan!, û di bêdengiya, xuşkan, bav û dayîkê,  dost û xem xwara re! Koça xwe bi kerwanê malwêranê re barkir,  pişta xwe da feleka malxerab û berê xwe dida rêka çû û nehatinê!, bêyî kû kesî ji hawîr dora xwe ji xewa şêrîn rakê û xatira ji wan bixwazê! hîna di naşîtiya xwe de jî; xwestina xatiran pê giranbû timî xalekî reş têre didît!,.
Gotinên wê zaroketîya wan di anî ber çavan kû hîna ji wê demê ve jî nêzîkbûneke kûr û bê sînor di nabêna kek û xuşka xemgiran de hebû.... ? di razanên bê hembêz kirin de jî; xew qels û bê helez bû, hrdû weke du zarokên penaber kû feleka mal wêran wa ji refên wana,  cuda bike û di nabeyna çar dîwarên haîmeke penaberan li welatê biyanîyê, wan berdê xwar! her yekî ê dîtir didîte her hebûnên xwe!,.
Di xortanîyê de jî, şêwir û mişêwir,  ra û tevdêrên wê pêbûn! weke simbolekî ew ji xwere kiribû, heval, bira, rêber û rêzanê xwe!, çi ji alîyê civakî ve û çi jî ji alîyê mûzikê ve jî,  kû wî bixwe jî xwendina xwey akadîmî têde berdewam dikir û weke mamostayekî ew hîndar dikir û tasîreke xwey taîbet di vî babetî de lê hebû.  Çente û cozdanê wê ji bîranîn, û wênyên wî xalî nedibûn!.
Di dilê xwede timî û timî di tirseke windabûna wîde dijîya, û ev dibû sedema kû di xewên xwe de û di nîvê şeva de bi hezarên cara jî, sewesî şiyar dibû, û xwe digîhande cihê razana wî!, û hetanî destên xwe di ser riwê wîre nebira, û lebt û tevgera dilê wî jî nedîtiba,  hedanî bi dilê wê nediket!,. xewnên şeva lê dibûne xwezî û histret! lê di derheqa hebûn û jiyana wîde fedayî çavên wî didît û pê kêfxweşbû; lê ev êşanên xwe jêre ne di anîne der!. 
Bi dilekî şikestî weke dilê wê, me silaveke xatir xwestiê kir, û em jî derketine der......... Bi bê dengîyeke dirêj, û digel dostekî xwe em gihiştin meyxanekê xemrevîn!,.
15ê Çirya Paşî 2001
Siûdîya Erebistan
Di Kovara pirs de hejmara 24 an Sala 2002 an de belav bû

---------

XANÊ

Lewend Dalînî

Her dema kû giyan û canê wî bihevre biketana heyecaneke bêsedemî,  kûr û bê binî, û sawîr û  xalên reş li pêş çavên wî bihatana zelal kirin!…. Hingî dizanîbû kû wê tofaneke mezin, lehîyeke giran li jiyana wî rabe,  ne tenê ya rojane, lê belê ya pêşerojê jî, û wê xwe bi rengê bûyerekê bidê xuyanî kirin?!.
Dilê wî dihate guvaştin, pêlek ava germ bi laşê wî ve dawerivî! Hawîr dora sînorên laşê wî tevdaneke bê rawestan û ne zelal dida! Damarên laşê wî wisa li wan dihat kû ne yek jî jiwan dikaribû  karê xwe ê fîzyolojî pêk anîba!.
Wê rojê bi temamî ji nêva livînê nehate der,  di tevlîhevîyekê bi mij û moran de,  canê wî peyala tehlî û bêhewesîyê dinoşt!.
Di kete newalên kûr û bê  dawî! şeva reş baskên xwe berdidane hawîr dora wî! sawîrê reşkên şevê û pîr-eboka dihatin ber çavên wî!… kêferat û berxwedanên wî tu alîkarî pêre nedikirin!  ne di revê û nejî di bazdanê de! tu rîyên xelasbûnê ji xwere ne di dît! navtêdan dixwe didan, tu feyde nedidanê, mêrxasî,  mêranî di bîra xwe de tanî,  hîç tu tişt nedihate guhertin!. Li hawîr dora xwe di fitilî,  li bin guhê Sênc û dîwaran,  kevir û latan diket!  kevir di bin lingên wîde dihêrivîn,  di hîman de werdibû...... Carna bablisokê ew qûnaxekê li ber xwe dibir,  û toz û dûmanê  ritam dixiste çavên wî!...... Kelem û pîjan ling û destên wî brîndar dikirin! kincik û cilikên wî dibûne av û çirav,  geh germê Lê cordikir û geh jî ta yê ew zem dikir, û dibû reqe reqa diranên wî ji serma!........ Havênê hestîyekî sax di canê wîde nedima! Lê hîn berxwedana xwe ne dirawestand!?.
Destên xwe li hawîrdora xwe di peland,  bihêvîya kû bighîne çuqlîyek dar yan jî tûmê giyakî xwe pê bigrê û xelasîya xwe bibînê! tiştek bi dest wî nediket! Geh di revî,  û geh jî dikete cokan û nehêlan de! Zûre zûra gur û rovîyan, bîna termê Miraran,  şewat û kizûrê!.
Vîze vîza bayê û baranê,  şinge şinga berq û beledîya,  him him û gum guma tav û ewran!.
Cilên wî di qetiyan û zîvar zîvarî dibûn,  panîyên lingê wî qelişin û bûne ciwên xwînê,  qeremên wî alîkarî pêre nema dikirin, û ji qama xwe de kete erdê! bi zik kişînê canê xwe dikişand,  bi destên xwe alîkarî bi lingan re dikir û bi hêrz daxwe û rabû!.
Bazdida û diket! radibû û dîsa bazdida….Terpilî! û patika enîya wî li bin guhê Latekê Ket!…. Şingênî jê hat....... Qederê Bîstekê Bê hiş ma! dîsa rabû ser xwe!…
Ji nişkê ve ji xewê hilçenîya! Li ser dengê zingilê telefûnê…….. Xweydanê laşê wî,  doşek,  palgeh û lihêf kiribûne av,  tayekî ziwa jî nemabû!….. Dest li telefûnê di peland beyî kû karibe çavên xwe veke,  destê wî telefûn nedît!……. Serê wî hatibû cihê Lingê wî,  û lingê wî jî çûbûn cihê Serî!?.
Ji rexê Malê ve jêre telefûn anîn!……
Li min bibûre belkî min te ji xewê şiyarkir! Lê divabû kû ez te agahdar bikim: Xanê şeva bûrî dane zilamekî têr pere!?…
Û telefûn hate girtin……
28 ê Çirya Pêşî 2001
Siûdiya Erebistan

 




















 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark