Silêman azer
Ji weþanên dar ezzeman dîwana yekem ya helbestvan Þepal hêvo hate belakirin binavnîþana (Gavên windayî).Dîwan bi herdû þêweyê helbestê hatine nivîsandin ango helbesta kilasîk û ya nûjen.Di derbarê helbesta kilasîk de em tu tiþtî nabêjin ji ber ew bi kilasîkiya xwe hatiye nivîsandin tevî hewildanin diyar ku helbestvan xwestiye hinekî xwe dûrî wê kilasîkiyê bike lê ew gav bi tenê hindike.di helbestên xwe yî nûjen de hewldanin ji dil xuyane ku helbestvan bêtir xwe wek helbestvanekî nûjen diyar dike,di hin helbestan de ev yek xweþik diyare
tevî carnan ew xwe dispêre kêþ û rêzbendiyê bêyî tu sûdeyê ji wan bigre, an jî ew nakevine bin berjewendiya helbestiyaniyê de,lê ew bûne barek ser milê wêneyên helbestî, û helbestvan dikarîbû xwe ji wan dûr bike bêyî ku tu bandorê li wêne û hevokê bike.Dudilî li cem helbestvan eþkereye di gelek hevokan de ku ew nikare wê biryarê bistîne di avakirina helbestê de,ango ew nikare wê gavê bavêje ber bi nûjenî an kilasîkiyê ve.Lew carnan wêne tê birîn ji ber pêkanîna alavên kilasîyiê,lê dîse wêne xwe dighîne xwendevan. Ev gotar ne lêkolîneke li ser wê dîwanê ye,bêtir nerîneke derbarê wê dîwanê.Lê em dikarin bibêjin ku helbestvan li gavên xwe digere û ewî hinek çirûsk ji me re hiþtine ku di paþerojê de ewê bi tevayî gav ên xwe ber bi nûjeniyê de bavêje.
yabo
Ji þûrê pirsa
Ez bûm xunavoka
gola birînê
li navê te dinêrim
tar bi tar...
lê digerim
wekû robarê dirêj
ji devê pênûsê ez dirêjim
destana evîn a te dibêjim
li ber hêviya vê gotinê
tûj ez ji mêjim.
Perol ???Li vir...
Di navbera
Rastiyê û derewan de
Þerê awaz a jiyanê
Ji min dixwest
Tama hebûnê
Li wir...
Dûrî camêr û neyara
Sîber a min
Ji wêneyên gelawêj
Xweþya nebûnê
Diçêre
Bona dîna
Maç û ramûsan
Bona mirova
Xaç û lêdan
Li hawîr
Çend firiþtin
Li serê memikê wan
Çend niviþtin
Veke û bi xwîne
Helbesta min
Veke û bi xwîne
Çîroka jiyana min.
Ev di nimûnen e ji dîwana gavêv windayî,bi hêviya ku di demên bê de gavin zelal û eþkere bin di warê nûjeniyê de.