Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ka rastî li ku xwe veşartiye Û tûrikê vala li ku maye!?

 


  Siyamend Brahîm
Siyamendbrahim@gmail.com
 
Min gotara berêz Heyder Omer ku di malpera (Diyarname) de xwend,  Lê mixabin ew di gelek nerînên xwe de bi rengekî dûrî pirinsibê rêzdariyê nivîsandiye ? 
Bi rastî min dil tune bû ku ez bersiva wî bidim, Ji bo çi?
Ji ber ku min ji çend camêran bihîst dibêjin: Siyamend ji pey rexnê tiştekî nanivîsînî!?


Ev gotina han ez dilxweş kirim, û ez li ber van kesên wekî tabûra pêncan li wan dinerin, ji ber ku doz û armanca wan riswa û navnokirina  nivîserên Kurdan bikin, Ez şadkirim, lê gelekî dilê min vehesiya, ji ber ku nameya min î rexneyî gihşte ew kesên oflaz û daholên vingî vala hatin peqandin, ku "Dengê wan ji dûr ve xweşe" û ya dudyan Xwezî min ewe ku ez bi rengekî pisporî rexneyekî bilind binivîsînim, Ez rojnemevanim û ne rexnevanim, Ez nerîn û xwendina xwe ya hesan û biçûk dinivîsînim.
Lê wêneya Heyder Omer ez bala min kişand ne ew navnîşana wî ya di malperê de hatiye nivîsîn, û ka mebesta wî ji vê çiye? û min di biryara dilê xwe de gote : Teqez ewê bersiva pêşî ye ku nivserekî kurdê Sûryê li Helîm vegerîne, Lê bi rastî ez car carna gotarên wî ya wêjeyî dixwînim, vê carê jî min ji xwe re gote ka Heyder  çi nivîsandiye û çi dibêje?  Rêzdar Heyder  ne di wê baweriya deye ku çend kesên nivîskarê şagirtên minin, Îcar bi rengekî nizanî, û ji derûneke nexweş bêbextiya xwe radixe, xuyaye hîn moralên Ewrupî li bejn û bala wî nayê, ew hîn ji payebûna xwe daneketiye, Helbet ev jî nexweşiyeke derûniya, Lê ezê xweşik wî li berxînim, ji bo careke din rêzdariya xwe bike û zû fermanên xwe navêje, û wê polî poşman bibe!?    
Lê rexna herî ber fireh li rêzdar Helîm û çendin din dike, lê pêdiviyiyeke sinçî hebû ku Heyder berî zû bi lez fermanên xwe yên dûrî rastiya bavêje, Ango diviya bû ku berikên kevirê xwe zû navêtaba lîstikê, ewî rastî nas bikre, ji ber ku wek di misilmantiyê de hatiye gotin" Rastî omîd û daxwaza mirovê bawermende" xuya ye ewê li    gotinên xwe poşman bibe, û rastiya xwe ya wêjeyî winda neke, Li vir hêjaye gotinê, ku bobalta mezin ewe çi gava tu rastiya tiştan û dehkera(xefaya) meselê nizanî, û tu rabî der vê mijarê de biaxêvî, hingê tu xwe û helewesta xwe biçûk dikî, û ev kira han ne qence û asta mirovên dadixîne, û hinge mirovê rexnegîr matmayî dimîne, û dibêje: Ax…Ax min çi kir û min çi nivîsand, Li vir Ez hez dikim goteke (Ebû Heyan El Tewhîdî) bînim bîra rêzdar Heyder, E Heyan dibêje: " Tu mihrevanî ji nivîser re nayê ku piştî berhemên xwe belav bike bêje:  Xwezî min belav bikira"
Rêzdar Heyder xwe xiste quncika teng ku nema dikare xwe jê kuta bike, û ev tiştê ku der mafê rêzdar Helîm Yûsif ez pêre gengaşiyê nakim, lewra ziman û pênûsa romannivîs Helîm heye û ew dikare nerîna xwe bide û li Heyder vegerîne.
  Em têdighên ku di vê gotarê de ez hez dikim li ser dû xalên giring rawestim, yek jê ji bo çi pêşengên pêşî yên xwedî rewşenbîriyeke bilind belavokên xwe bi zimanên Erebî pijirandin, û dudyan ezê bersiva berêz Heyder bidim, tevî ku hin ji hevalên min ji min re gotin xwe nexe vê gengaşiya vala bê sûde, ji ber ku millet her tiştî dizane.
Min ji wan re gote: Na îro pirraniya millet û rewşenbîrên me nizanin bê ku li Sûryê çi berhemên pêşî hatine çapkirin, û gelek tiştên wêjeya ku hatine çapkirin nizanin, helebet gelek sedem jî hene, qedexekirina pirtûkên kurdî, tirsa hin pirtûkxanan ji hewandin pirtûkên kurdî, tirsa gelek ji xwendevanên Kurdan ku kovar û pirtûkên kurdî bikirin û di pirtûkxana xwe de veşêrin, û beriya ku berêz Helîm Yûsif gotara xwe Çima kes qedrê nivîskarê kurd nagre"
 lê berêz Heyder vê carê ew bi tîrên pûç û çewt  davêje Lê Xwezî karîba bersiva rastiya bide, û durr û cewherên xwe yên ku li ser çemê (Rayin) diçirisîne biweşîne?
 Xala Pêşî der nivîskarê kurd û bendewariya partiyên me bi zimanên kurdî:
Kes nikare mukur neyê ku sazumanên partiya kurdî a Sûryê ku di sala 1957 hate damezrandin ne xwedan têgihiştineke bilind ji hişyariyê bûn, , Îcar evana li civaka Kurdî û rewşa welêt nerîn dîtin ku pirraniya gelên kurd ne bi E''''''''rebî û ne bi kurdî nizanin bixwînim, Min par li kovara (sewra a Sûrî) li ser nexwendina zimanên E''''''''rebî li gundên Helebê lêkolîneke berfireh xwend û tê de hatiye ku 40 ji sedî ji nêr û 60 ji sedî ji yên mê nexwendîne"  milletê me bi Kurdî û E''''''''rebî nexwendîbûn" Raste wê digel zordestiya hêzên (Nasirî paşê Be''''''''sî) çawa korsên zimanên Kurdî vekin û gel bidin xwendin, Lê tevî wisan jî gelek ji van siyasetmedraran korsên zimanên kurdî vekirin, Lê dive kes xwe ji qalikê rastiya derxîne, heya ku zimanên kurdî nekeve dibistanên fermî yan jî di ên taybet ew tu pêşketina zimanên xwendin û nivîsandinê pêşnakeve, û vaye li dan û standina karên biraderên me li
Amed û Batmanê binerin bê çawa ew koçkê ji bo zimanên kurdî vekirin bê çawa şagirt riviyan û xaniyê kirê kiribûn hatin girtin. Belê ev aloziyeke pirr kirête ku destpêka wan berê xwe didin zimanên E''''''''rebî  û xwe bi nav û dengê xwe ku li ser qada rojnameya E''''''''rebî an jî Turkî dîtine, dibêjin vaye em xwedan cihekî bilindin, ev nexweşiye,  Lê divê em mafê gelekan jî jibîra nekin ku ewan dengê doza kurdî belav kirin, û bi xurtê dijî ew nivîserên Ereb ku bi tîrên xedeng li Kurdan dixistin!?
Lê divê em di nerînên xwe de ne hişkbin, ango ne her kes dikare bi zimanên  Kurdî binivîsîne, gelo Selîm Berekat ku zimanên  Erebî di nav tiliyên wî de wekî hevêrê nanê kenedîye, dikare bi kurdî binivîsîne? Na..Na ew nikare.  
Lê ji bo nivîserên Kurdan, Ez dibînim ku eger nivîserê kurd dikare bi çi zimanên binivîsîne, bela binivîsîne, Ê min bi xêra zimanên Erebî navê min li rojnameyên E''''''''rebî  bêtir hate naskirin, û min nameya xwe ya rewşenbîrî gihande xwendevan û nivîskarên Ereban, nemaze ew gotarên min ku  di rojnameyên El Ittihad û Azzeman de hate belav bû, ( Azzeman her roj li seranserî welatên Ereban, û li kurdistana Îraqê sêsid hezar dane tê belavkirin, Lê cardin ez bi kurdî dinivîsînim.
Û ji bo rêzdar Helîm ku niha li Ewrupa dijî, Bera li vir ew nerîn û rexna xwe ya dûrî mentiq bigota, xuyaye, û bera mirov nekeve  xewn û xeyalan, Lê divê em jê re bêje di warê çîrok û romanê de çi di qada wêjeya E''''''''rebî li Sûryê navê wî heye, û bi rengê profîîşinal kete warê roman kurdî,  lê nerînên wê di vê gotara dawî de li ser dagîrkiriya Firensan û pişt re Ereb hatin, ev raste, Lê di dema îroyîn de ew nikarin bi van duruşmên giran û qelew bange bikin û têxin bernamic û rêbazin siyaseta xwe,  Û vaye biraderên me li Kurdistana Turkiye mafên welatperwerî û wekheviya  dixwazin, û niha mafên otomî dixwazin û piştî vê xebata ku bi salan dirêj kir hîn tiştekî yesayî ne hatiye çesipandin.
Hêjaye gotinê ku eger tevgera kurdên Sûryê bi tiştên ku Helîm Yûsif bigrin û di sîmenaran de bêjin û di belavokan jî binivîsînin teqez dongiya (dawiiya) wan gelekî pîs bibe û wê xwe bişewitînin, û doza gelê xwe qirr bikin,,  
 Der Edebiyatê kurdî ji  kovara  (Gulistan) destpê dike   û dibêje :" kovareke kurdî bi navê "Gulistan" derxist. Ew kovar bi "dektîlo" dihate nivîsandin û çapkirin û bi dest dihat belavkirin. Li pey wê, kovarên kurdî hatin derxistin, pirtûkên helbest û çîrokan jî bi dizî li Şamê derdiketin",
Başe rêzdar tu li ser Gulistan rawestî, Lê ji bo çi tu nerînên xwe li ser kovarên din jî nesekinî,
Li Şamê birrek xortên kurdên Cezîr û Şamê wekî Cewad Mella, Mihemedê Berzencî, Zoro Metînî, kovara (Hişyarî) derxistin, û paşe Gelewêj derket, û cudabûn El Wihdê yekê din  rengekî rêk û pêk û bi derhênaneke bilind û xurt Gelewêj derxistin, ew di nisana  sala 1991 derxistin, piştre Stêr, û Stêreke din jî derket, xunav, Hesenê Hişyar jî li ser daiktlo Agahî derdixist û belav dikir, Konê Reş Û E Baqî Husênî Gurzek Gul derxistin, paşê li hevdû nekirin, Konê reş rawestî û Baqî Husênî ew û nemir Ferhadê Çelebî kovara Zanîn derxistin, Birastî Zanin ji gişa bêtir xurt û fireh bû, lê ez dikarim teqez bikim ku ew ji hêla partiya Pêşverû û dostên Baqî Husênî dihate belavkirin, pişt re
hate rawstîn, û piştî wê bi salekê Ez û Hefîz E Rehman, E Selam Darî kovara ASO derxist (hejmara pêşî bi dizî li
ji aliyê berêz Selah Berwarî hate çapkirin., û piştî hejmara 4 min bi tena xwe kovara ASO derdixist, û niha hejmarên wê gihane 15 an û hîn jî berdewame.      
Û li vir Ez ne bi nerîna Helîm re me ku dibêje: "ji ber ku zimanê wan ê siyasetê yê nivîskî erebî ye û yê axavtina bi xelkê re kurdî ya kolanan e, piraniya serokên partiyan bi zimanekî diaxivin ku ne erebî ye û ne jî kurdî ye".
Em dikarin bêjin ku gelek gotinên Erebî di gotarên wan yên axaftina wan de ya kurdî heye.
  Û di navbera Rewşenbîr û siyasetmedar kefteleftû dîroka heye, her kes ji wan dibêje Ez serdarim, ez xwediyê helewesta afrandinême, Lê pirrî caran siyastetmedar derûna xwe ji rewşenbîr re danaxî, hey ew ji birceke bilind diaxive û xwe gelekî zanyar dibîne, li vir gelek nemûne hene bê çawa serokê Misrê E'''''''' Nassir berra Mihemed Hesenên Heykel da, û çawa cardin serokê Misrê Sadat berra Heykel da û ew xiste zindanê.
Lê gelek ji rewşenbîr û helbestvanan xwedan helewesta xwe bûn û ne ketin bin siya siyasetmedaran, wekî E''''''''bdulla Peşêw, û Se''''''''id E''''''''qil helbestvanê Lûbanê yê bi nav û denge , gava ancûmana mihrecana Bêyrûdê ewî vexwandin, ji wan pirsî we kê vexwandiye?
Gotin me wezîra Sûryê (Necah El E''''''''tar) û serokê komarê Ilyas vexwandiye, ji wan re gotin li min bibûrin,
Ne şanaziyeke mezine ku ez bi vana re beşdar bim, ji ber ku tu desthilatiya siyasetê li ser wêjeyê tuneye".
 li vir ez hez dikim di guhê Helîm de çend gotinên pirsyar bêjim ku ne wekî nerîna te yan reşe ku tu dibêjî tu stêr 
Û li vir balkêşe ku em çîroka nivîskarê mezin Markîz bînin bîra xwe gava jê xwestin ku bibe palyozê Kolompiya li Ispaniya ewî gelekî kiz bû, berra wan de,

 Li vir jî gava  berêz Helîm li ser nivîskarê kurd û nivîsandina Kurdmançî diraweste:"Nivîsandina bi kurmancî, di van şert û mercan de, bi serê xwe rûmeteke mezin e û em pê serbilind in".

 Xala dudyan

Rêzdar Heyder der mafê min wisan dibêje:
" û careke din beriya çendakê li ba birêz Siyamend Birahîm, di hevpeyvînekê de, ku di malpera welatê me de hatibû weşandin, rû da. Ewî jî xwe kire mamosteyê hinek nivîskarên, ku beriya wî di qada nivîsîna kurdî de diyar bûne. Ji bo helwesta wî jî min gotarek nivisand(6), û dengê rastiyê di tûrik de nehêşt (7)". 
Ez tiştekî wisan giring di xwendina mijara Heyder de nabînim, ta ew rêzn ku li ser min dinivîsînî, Ez matmayî nemam, ez xweşik ramiyaim, û min di kevçika dilê xwe de gote, Ev kesekî nankore,?
Ji bo çi ew nankore?
Ew der mafê Helîm de dibêje min ji Helîm re gote dive tu bi zimanên kurdî çîrokên xwe binivîsînî
`` Tê bîran min, sala 1991ê min yekemîn car çîrokek Helîm Yûsif, bi zimanê erebî bû, di kovareke erebî(3) de xwend, bê ku ez Helîm nas bikim. Sernavê çîrokê (
Memo dereng ji xew şiyar dibe ) bû, ji her du warên naverokê û  durvê hinerî de serkeftî bû. Bi bandora wê çîrokê min xwast, ku ez nivîsevanê wê binasin, û ez li wî pirsîm, heya ku dostekî (helbestvan M. Hemo) rojekê ew hanî mala min. Me di wê hevdîtin û hevnasînê de li ser wêje bi gelemperî deng kir, lê gava  gengeşeya me hate ser nivîsîna kurdî, ez pê hay bûm, ku Helîm nizane bi kurdî binivisîne. Wê hîngê min gote wî; ev çîrok dide xuyakirin, ku te hineriya çîrokê baş bi dest xistiyê, tiştê divê ew e, ku tu hînî zimanê kurdî yê nivisînê bibe. Eger te û kesên wek te, we ev gav bi dest xist, çîrok û pexşana kurdî ya hinerî dê bi cefayên we ber bi pêş de here, ji bo vê yekê jî divê tu pirtûkên kurdî bixwînî, û her pirtûka, ku li ba min heye, tu dikarî bibî, bixwînî û ji min re vegerînî``.
Ne tenê te ji kak Helîm re digote, dive tu bi zimanên kurdî bixwînî û binivîsîne, Lê çend xortên din jî wekî Selah Henan jî jê re digotê : Kak Helîm dive tu bi kurdî binivîsî:"
Lê tu bikî minet ev tiştekî şerme û fihête rêzdar Heyder,
Li vir ez hez dikim mînaka helbestvanê kurdê Îraqî mezin (Bilind Heyderî) ku ewî jî digote ev çi zimanên kurdî ye, û piştre dixwest hînî zimanên kurdî bixwîne û binivîsîne, L; ez cardin dubare dikim ku mijara Helîm ketiye ew di civaka kurdî de gengaşiyeke mezintir û firehtir destine, û di civaka kurdî de bîrîneke bê dermane, lê siyasetmedarên kurd ji hinan re dikin û ji hinan re nakin, ew li gor pesn û şahîkirinê didin mirovên.
Helbet ev tracîdiya han li me nivîskaran vedigere, ew bi gelek sedeman destine, lê sedema sereke ew serkutkirina rêjîma Sûryê ji çaokirina û belavkirina me ji pirtûk û kovarên me, Ango eger hêzên Sûrê destûra çap û belavkirinê biana me ji bo çi em herin pirtûkên xwe û
kovarên xwe bidim pirraniya dewlemên Kurdan û alîkariyê ji wan bixwazin, ew dewlemendên genî û qirêj ku bi millyonan ji peran li ser maseyên xwarina û vexwarinê xerç dikin. Helbet hin ji wan baş alîkariya me kirin jî. Lê tu caran rewşenbîrê kurd xwe biçûk nabîne, û tenê ê pepûk û bê keramet xwe qels û bê rêzdarî dijî.
Û çi gava ez li televizyonên Kurdan an jî biyaniyan asta sekretêrê Partiyekê ji partiyên bi zimanên E''''''''rebîkî şikestî, an ji bi kurdiyeke ji nêvî E''''''''rebî diaxiveû xweşik nikare nerînên xwe şirove bike hinge ez dibêjim rewşenbîrê me serkeftiye.
Heyder Umer doza qedir û qîmetê xwe dixwaze, lê jiber çi? Pêşî dixwaze Helîm bêje û romanekê binivîsîne ku bi xêra Heyde Ez romana Kurdî dinivîsim, û başe Helîm saxe jî ewê bigota berhemên Helîm ên minin!?
Û wisan jî li ser Aydoxan, û helbestvana kurd Axîn welat jî divê helbestekê li ser bejn û bala wî binivîsîne!?
Lê Niha ez du tişt min ji Heyder re kir û min di gelek hevpeyvînên min de behsa wan nekiriye:
A pêşî Tê bîra te Heyder gava Dr Izzdin Resûl hate Şamê, û wê hingê te pirtûka xwe ya li ser Xanî derxistibû.(1991) û min telîfon ji Şamê ji te re veger û tu bilez hatî Şamê û te Dr Izzidîn dît?
A dudyan Tê bîra te gava di salên 1997 ez dibêjim saleke li pêş an jî saleke li paşe, gava li Helebê ez timî mêvanê rêzdar Mihemed Hemo bûm, û te ji min Mewlûda Kurdî xwest û te gote: Kak Siyamend ji bo Xwedê ez li ser mewlûdên kurdî dinivîsînim, ez hêvî dikim ku mewlûda Artûşê ji min re rêkî; piştî demakê min ew mewlûd ji te re anî heya Helebê, û ez nakim qencî, lê
xwuya ye tu nankorî. û tu zû bi hevalê xwe vedidî, û ez gelekî kêfxweşim ku tu ne dostê min bî û me ew dan û standin bihev re nekir!?     
Berêz Heyder ez nizanim tu çawa diramî û çawa tu biryarên fermanên xwe didî tu dibêjî:" berdewam e, û careke din beriya çendakê li ba birêz Siyamend Birahîm, di hevpeyvînekê de, ku di malpera welatê me de hatibû weşandin, rû da. Ewî jî xwe kire mamosteyê hinek nivîskarên, ku beriya wî di qada nivîsîna kurdî de diyar bûne. Ji bo helwesta wî jî min gotarek nivisand(6), û dengê rastiyê di tûrik de nehêşt (7). Lê xuya ye guhên Kurdan li hember dengê kurd girtî ne !."
Belê gava ez dibêjim ku Ez mamostê gelek nivîkara me, ev Rastiyeke bêliye û ne pêweste ku şirove bikim, Lê ezê van bêbextiya te binivîsînim.
 Di sala 1982 min bi dizî li Şam û Beyrûdê yekemîn Elfeya kurdî çap kir, û bi hezaran ji wê elfebeyê camêr E''''''''lî Ce''''''''fer alîkariya min kir û min belavkirina wê sparte wî, ewî jî camêr di tavlî de perên min dida min, ev elfebeya ha hişt ku ez dev ji karê xwe berdim, û di sala 1989 li Sûryê yekemîn pelika destûra belavkirina wê derket, ev kira han dilê gelê kurd şa kir, û hêzên desthilatên Sûryê xwediyê pirtûkxana el Zehra û berêz E''''''''lî Ce''''''''fer bi taybetî nasnameya min û ya wî girtin û pirsyareke mezin çêbû.
Lê ka di wê hinge de asta wê çilo be ev tiştekî dine, rêzdar Konê Reş ku camêr baş li ser Bedir Xaniyan xebitî bi dehan car û cara dawî beriya sê mehan bi beşdariya Bavê Ciwan hevjînê xuşka me Diya Ciwan ya helbestvan û ev axaftin li rûniştgeha mamsteê helbestvan Hasî Behlewî gote: Mamoste Siyamend divê tu bi kurdî binivîsîne, û tu ev nivîsên xwe yê E''''''''rebî kêm bikî, ji ber ku em bi xêra pirtûka te (Gulistana Zimên) fêrî Kurdî bûn, û berêz Xalid Mihemed ku niha bûye rexnevanekî bilind bi dehan caran gotiye : Ez di sefa heftan de bûm û min ji (Gulistana Zimên) hînî zimanên kurdî bûme, û li Kurdistana Îraqê xuşka min Dilşa Yûsif gote: Mamoste ez nizanim bê çawa elfebeya te hate gundê me Çetelê û hingê ez di sefa heftan de bû min ji pirtûka te fêrî ziman Kurdî bûm, û wisan jî Dildarê Mîdî ku şagirtê fakulta yesayê bû li Helebê û ji wê fêrî kurdî bû, û ya dawî ku çawa hevalê min ê xweşewîst helbestvan Mihemed Hemo ew di sal 1984 1986 dihate cem mamoste Osman Sebrî, piştre dihate cem min û cem mamoste Îbrahîm Zaza ku niha li Amerîka dijî me dersên rêzimana Kurdî didayê, û cardin jî ev kesana şagirtên minin û heval û birayên minin û vaye saxin Hey Heyde… ji ber ku Kurd dibêjin Derewekê bike û şahidekê bîne û vaye tev diîn û wê bixwînin!?
Belê Heyder effendi tûrikê rastiya li cem me xurte, û min negotiye ez mamoste nivîskaran tev ya, ji ber ku berî min bi dehan xort zimanên kurdî xwendin û nivîsandine , Lê ji vana teva ez mamostê wanim.
Û hêjaye gotin ku heya mihrecana Kurdî nehat li dar xistina kes bi navê te nas nedikir, lê eger tu bêjiî ji demeke dirêj ez helbest û gotaran dinivîsandim, lê ka te kengî bi navê xwe yê rastî di kovaran an jî di pirtûkeke te jî nivîsandiye û te belav kiriye!?
Û cardin jî hez dikim bi kurt kurmanvî ji te re hewlbdim ku min berî te bizamê kurdî nivîsandiye û belvkiriye, ka tu dikar çend heban qani'''''''' bikî û bighên Baweriyê ku tu di Gelwêj de nivsandiye û bi çi navê te yên te ji xwe re bijartiye, sed heb dikaî bejî ew ezim, û jibîr neke ku destpêka te jî bi zimanên E''''''''rebî bû, helbet bi pileya yekemîn nivîskar bi pirtûka xwe tête naskirin û ew berhem wî bilind dike an jî wî nizim dike, teqz berhemê

te yê pêşî bi E''''''''rebî bû Ew ( Ehmed Xanî) ku tu di sala 1991 bi rengekî fermî te bi xêra Dr Mihemed E'''''''' Necarî destûra û izna çapkirina wê stand û te belav dikir, û tê bîra te bi xeta destê xwe diya min kiriye, paşê te di sala 1993 li ser Feqhê Teyran te pirtûkek jî bi zimanên E''''''''rebî jî derxist, û te diyar ji min re nivîsand, Helbet du sedemên serke hebûn:
Apêşî ew bû kes ji hêzên emniyetên Sûryê te bixwze û doza izna çapa wê ji te bike.
A dudyan ewe tu ji belavkirina wê vedihesî û rihet dibe, ji û tu naçî Qamişlo û Hesekê û tu li pirtûkên xwe bigerî bê ka Çiqas hatin firotin.
Û berhemên te yên tu bi kurdî çapkirî ewe li ser mamoste Osman Sebrî derxiste ew jî bi xêra Mihemd Hemû li Kurdistanê û bi xêra Sazgeha Sema ku gelek pirtûkên Kurdî û E''''''''rebî çapkirine.
Îcar kî beriya kê berhemên wî ronahî dît, ango min beriya te bi neh salan min pirtûka kurdî çapkir, belav kir.
Û tu dizanî te berhemên xwe yên bi zimanên Erebî beriya ku bi kurdî çap bikî te belav kir û jibîr neke min dîwana Rûxweşê zîvar çapkir, û ez vê agahdariyê ji te re bêjim heye ku tu nizanî, dîwana Rûxweş bi alîkariya koma Xanî hate çapkirin, û camêr Elî Cefer dîwan da min min ji wî re çapkir, û ez veya nakim minet, û yekê din jî ezê ji te re bêjim ku tu veya jî nizanî ku min dîwana  Dilawerê Zengî  (Pêdarî) beriya 1986 çapkir.
Û ji bo tu polî poşman nebî, divê tu gelekî gavên xwe bi pêş ve navêje!?


Qamişlo 29 6 2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark