Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Çîrokên vira (Xeleka4)

 


  Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Rojkî ez hatim mal min dî va çavê diya Hisên weka di pizotê agir lê hatine….! Ê çaxê ku çavê min bi çavê wê ket ez dîn bûm hiş û sewdan di serê min de nema min jê pirsî? xêre keçko ka bêje çi bi te hatuye…!? Kî dilê te hiştiye bi soza Xwedê yê dilê te hiştî ew kîbê ezê ta bi zarokê wiyê di mehdikê de bi qelînim lawo ez sax li diniyayê û hin dilê te bihêlin.. wele nema min xwe girt mane hûn dizanin çiqas bihan min tenge. wele ez bezîm min ew tivinga xweya birno ji bin nivîna derxist lê diya Hisên bi min ve giha..


welahî nexwe min yek ji gundiya ne dihişt bê ku ez bizanibin çîrok çiye leyse çimkî kuştina mirova li cem min weka kuştina Elokaye ê wele jinkê tiving ji destê min derxist.... mane hûn nizanin min çiqas iza di ber vê jinkê de dîtiye û serê min ketiye çi şeq û deqa ta ku ev jinik gihaye min. welahî tiştê min dîtî enceq Eyûbê korma xwarî dîtibê… Hema ji we weye ku wesa bi hêsanî gihaye min. min sûnd xwaribû ku ez çîroka xwe ji kesîre nebêjim lê hûn nexerîbin ica hûn bi dilê xwe ne hûn yeqîn dikin yeqîn nakin. Ez xortim nûka serê simbêlê min der dikevin ez  li hev hatîme qusûr li min nîne bejna min zirave ez xortekî girê bilindim ev zend û bendê minin pora min wek ya keçika ye mijankê min çar teliya dirêjin birhê min bostekî dirêjin pozê min zîniye çavê min şînin lê wele hinekî hûrin hema ji liba nîskê mestirin lê ne biqasî liba nokê ne û guhê minê rastê hinekî ji yê çepê mestire û pora minjî wek wê pora ku tav di diyê û di kizirê û pozê min perçiqiye…  wele pozê min xweşik bû lê dema ku min dewar nal dikirin qantirekî pehînek li pozê min da û pozê min şikand lê nexwe beriya ku bişkê ez yeqîn nakim di poz weka pozê min xweşk hebin. Mala xwediyê feqîriyê ne bi xana Xwedê bê ma ez yê ku dewara nalbikim leya.. Ka ez vegerim ser çîroka xwe û diya Hisên. Kerekê minê Şamî ji vayê boz evê ku destê mirov nagihê pişta wa. wê çaxê min bi sê sed wereqî kirîbû ê sê sed wereqê wê demê mirov dikarîbû nîvê Qamişlo pê bi kirê. Min safarî dikir wê çaxê firaxê sifir hebûn beroş û teşt û miqilk û legen. Çi tiştê ku sifir ba min ew sipî dikirin û ez li gunda digeram her çend roja ez li gundekî bû û firaxê minê sipî kirinê hemî li ser pişta kerê min in û ez digerim. Di wê gera min de ez dil ketim diya Hisên sê çar sala min jê heskir. Me can li ser hev avêtiye nema min dikarîbû ez ji gundê wa dûr bikevim ta ku gundiya bihîs û gotin di gunde belabû... çiye ne çiye wele evê sefar dil ketiye keça filankes.. navê me bi hevre derket keçik herimî nema kes di wê deverê de behsa keçkê dikê navê wê bi min re derketiye û di wê demê de mêrikê sefar kesî keça xwe ne di dayê çimkî dihate gotin kes nizanê bezê guhê bavê wa ji kuye kurê kîne ji kî eşîrê ne gelek cara dengê gundiya di kete guhê min ji hevre digotin min sihkiriye evê sefar ji Hindê ne yekê dî digot weleh tiştek wesa ber guhê min jî ketiye lê dibêjin ev bêjiyê Hindê ne zarok ji pîrekê ware çêdibin wa tavêjin pişt sînora û asayêş diçê wa tînê û wa xwedî dikin ta ku mezin bibin û wa berdidin va gunda û  ware dibin saloxgih....

Çaxê ku bavê wê û birayê wê bihîstin ê dîn bûn aqil di serê wan de nema çawe keça me dil ketiye viyê sefar… lê ez çawe dil ketime keçikê nayê gotin ez nikarim ji were pesin bikim û ez bawerim kesjî nikarê wê evîniya me pesin bike ya Xeco û Siyamend çiye ya Ferhat û Şêrîn çiye... Ezjî axakî nas dikim li gundekî ji gundê derdora gundê waye.. dema ku ez diçim wî gundî ez tim li mala axême û firaxê wa jî gelekin mane hûn di zanin firaxê axa çawene tiştekê wa nîne ji wa firaxa pêve. Ê min firaxê wa belaş sipî dikirin.. ji lewma yê axa ji min hesdikir rabû rojekî min di neqeba xwe û wîde jêre got: axa divê tu keça filan kes ji min re bi xwazê.. wele axê texsîr nekir got: ser çava bavê Hisên ma çend bavê Hisên li cem me hene. Mane hûn di zanin ez çaweme ez tême xwe bi topizka hewqa ez dor xwe dikevim çar wextê rojê şeyêmin û eynika min di berîka min dene û pantironekî ji vayê şelisto li mine û qemîsekî ji vayê bi ribekî li mine mirov guneh dikê liwa meyzênê. çaxê ku ez û axê bi hevre di meşîn yê em bi dîtan wê bi gota ew axa ye hingî ez moderin bûm leyse mane carekî ez û Ebdile Oçlan bi hevre bûn em li Bêrûdê li cedal sor di meşîn wele min dî sê xort û du keçik hatin pêşiya me ji wa weye ku ezim Serokim….. wele rojekî axê ji minre got: bavê Hisên emê îşev herin diya Hisên ji tere bi xwazin wele êvarî çend gir girekê gund axê dane dora xwe û em çûn li ser cilka (m.h.s)rûniştin û axê jêre got: em hatine diya Hisên ji bavê Hisên re…Xwedê wekalê min û webê ez gotina xêlifî nabêjim ku serê min werê jê kirin leyse dema ku axê wesa got: bavê diya Hisên got: ser çava axa ma ezê keça xwe bi dim yekê ji bavê Hisên çêtir lê wele şertekî min heye…!? Axê got: next bi xwazê tu gelî bê ez mijim çiqas tu bi xwazê ezê bidim te çiqas tu kûrbê ezê te dagirim… bavê diya Hisên got: şertê min sivikê. Axê got: ka şertê xwe bêje. Bavê diya Hisên got: nextê min şîrê Şêr di kevelê Şêr deye….!?     

Çaxê ku bavê diya Hisên ev gotin got..!?

Axê jêre got: ev nedane ma xelk wesa keçê xwe di din....!?

bavê diya Hisên got: binê axa min ev keç tenê  heye û navê keça min bi bavê Hisên re derketiye û ez keça xwe nadim kesî ji bavê Hisên pêve lê wele divê vî şertê min pêk bînê…!?

Gelo ma hûn ban weyê çibkira.. Wele min ji xwe re got: ez bêjim na ev ne tu şerte wê keçik û bavê wê û diya wê û wê maliyê wa tev bêjin bavê Hisên kenê xwe bi keça me dikir Ê rabû min got: min şertê te qebûl kir û me da xwe em rabûn…!?

Em çûn oda axê rûniştin min ji wa zilamê xitiyar re got: deka ji min re bêjin ka ezê şîrê Şêr di kevelê Şêr de ji ku bînim û çawe bînim.... ji min re gotin: me sihkiriye ku Şêr li çiya yê qaf hene û ne di rêya Melikê Şêra rebê zore ku tu bi karibê vî şertî pêk bînê û ne li wir bê  zore tu karibê şîrê Şêr di kevelê Şêrde bînê divê tu herê Çiya yê Qaf.. yarebî ya îlahî ka ev çiya li kuderê ye min di heyata xwe de navê çiya yê Qaf ne bihîstiye ka ezê çawe herim.. bê min rêya Çiya yê Qaf naskir.. Wele roja dî serê sibihê min kerê xwe û firaxê xwe hiştin li mala axê û min berê xwe da Çiya yê Qaf tu li kuyî… ez çûm dehil û devî Çiya û gelî ez di gerim min şev û roj kirne yek zivistan çû û buhar hat buhar çû havîn di ser de hîn ez digerim lê wek Evdalekî li min hetiye li….

Ta xelekek dî bi mînin di xweşiyê de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark