Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvînek bi Ciwan Yûsif re.

 


Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan

-Ez bê hemdî xwe tevlî vî karî bûm.
-ez xwe di bînim wek bervadanekî di ber mafên mirovan, û azadiyên serekî di welatê Sûriyê de.
- komîta me ya k‏‏‏urdî komcivîneke sivil, û serbixwe ye.
- Komîta me, berevdaniyê dike di ber mafên mirovan de, û azadiyên serakî.
-em bûne komîta pêşî di nav komîtên kurdî de li Sûriyê, yê ku me encûmenên kargêrî  hişkerekirin.
-Em pismamê hevin, çi ji daxwazên me,û çi ji rengê karê me!!!!????.
-Hebûne yasayên awaret di Sûriyê de, di ke ku em bi tirs wek ku  em  dinav gasînek ji  bimban de kardikin.
-kesê ku  mafê xwe nasneke, wê nikarbe berxwedanê di berde bike.
-Ta îro hin ji partiyan, me dibînin wek cîgirtyê xwe.
-Hîn tevgera kurdî ew pêwendî bi me re ne kiriye. Mixabin!.


Em baş dizanin ku çiqasî pertûkxane kurdî zengîn di be roj bi roj, ji helbestan,û romanan, lêkolîn, dîrok, çîrok. Bê sekin, pînosa kurdî li ser sînga rûpelan şerê çanda xwe berdewam dik e.
Lê di van çend salên dawî de, em dibînin ku wa pînosên din jî di berkî dî de, ewjî kar dikin. Ne tenê de ber çanda xwe de, lê di ber çand û mafê xwe de. Erê xwendevanê delal çanda mafnasiyê jî çandeke pir fereh û zengîn e, û em kurd berî gelek miletan divê cîhanê de, gereke em fêrî vê çanda ha bi bin.
Tevlî ku nivîskarê vê babetê hene, û karmendên wê jî çêbûne, îro di nav me kurda de jî tên naskirin, wek bervedan di ber mafê mirovan de, û komîtên me jî çêbûne. Ji bo em baş tiştan nasbikin û karê komîtên bervedanê mafê mirovan nasbikin. Em li endamê civate birêvebir ya komîta kurdî ya mafê mirovan di Sûriyê de (Rewange) mamoste Ciwan Yûsif bûne mihvan.

Mamoste Ciwan Yûsif, ez sipasiya te dikim li ser vê derfetê
.
Zor sipas,  di dest pêkê de ez lê bûrînê ji xwendevanên zimanê  kurdî dixwazim, heger kêmasî  hebin ji hêla zimanê min yê kurdî ve , û ez bawerim, û bê goman wê hebin, ji ber em dibin sîpera ewlekariykê de ne, ya ku hemî maf tê de têne wêran kirin û hitikkirin, û yek ji wan mafan, mafê fêrbûna zimanê kurdî…!!?

Mamoste Ciwan ti karê kurte jiyana xwe ji mere bi de nasîn?.

Di sala1966 an de, ez ji diya xwere çêbûm, li gundê  Tilşi`îrê li hêla Tirbespiyê  gundekî bi nav û nîşan bû, çi ji hêla rewşenbîriyê ve yan jî konevaniyê ve, heye ku ev yek ji sedman bû, ku xebate siyasî û karê civakî zû li hember ‏çavên min xuyabûn.
Di nav bera salên 1980 yan, û 1984 an de, min kar kir wek endamekî  helperç û şanoger di koma Xelat ya filiklorê kurdî de.
1983 ê de, min yekser berê xwe da karê  siyasî û tevlû  partiya  Çepê  kurd  li Sûrî bûm, lê piştî demeke ne dirêj min dît ku ev partî nikare armancên min pêk bîn e.
Di dawiya 1985 an de, min têkilî bi partiya kar ya Qominîst li Sûriya yê re kir.
Di sala 1987 an de, ez hatim girtin ta 1994 an..
Di van deh salên dawî de min ji xwe re kar kir wek mirovekî sivil, lê ez qet nedûrî rewşa  siyasî bûm..
9/4/2006 an de, ez arîkarbûm di damezrandina komîta kurdî ya mafê mirova di Sûriyê de.
Ta roja îro ez xwe di bînim wek bervadanekî di ber mafên mirovan, û azadiyên serekî di welatê Sûriyê de.

Çima mafê mirovan?. gelo pêwendiya vî karî bi girtin û zindana te ve girêdaî ye?
Tê gotin ku birîndar bi birîna xwe di zan e, lê ev ne rastî teve, ji ber pêwendiya vî karî bê hemdî min b‏û, ‏‏û ne di bala min de b‏û, tenê ez amadebûm li kom civîna damezrandina komîta kurdî ya mafê mirovan wek çavdêrekî. Lê piştî guftûgoyê, û hevpeyvîneke dirêj, min dît go kom civîn min dihelbijêrê wek encûmanekî kargêr, lê ev hat wek çir‏‏‏ûskekî li mejiyê min da, û ez danîme li ser riya vî karî, ev karê ku min bi xwe lêkolîn amede dikirin ta derfetekê ku ez karibim bervedanê bikim ji  bo girtiyên siyasî.
‏‏‏                 ‏
Ti karê li ser rewşa komîta kurdî ya mafê mirovan (Rawange),bi axive?.
komîta k‏‏‏urdî komcivîneke sivil û serbixwe ye, ‏dixebit e ji bo belavkirina çanda mafên mirovan û çavdêriya hitikkirina van mafan dike, û bi cîkirina xebatên siyasî û yasayî , bi şêwazekî aştî.Û armancên  wê yên serkî evin.
- Berevdaniyê dike di ber mafên mirovan de, û azadiyên serakî .
-Guhertina destûrê bi awayekî hawsingbe bi hevpeyman, û bawer- namyên navnetawî.
-Vegerandina nasname ji bo kurdên ku di sala 1962 an de, jê bê maf bûne.
-Ragihandina yasayeke nûjen ji partiyan re, û ji komelên sivil re.
-Hilanîne hemî awayên çewisandina dijî gelê kurd di Sûriyê de.
Başkirine rewşa zindanan û girtiyan.-
Weke ku tu dibînê daxwazên me pir mezinin, û zehmetîyên me jî pir mezinin. Nemaza,  karanîna yasayên awart, û tinekirina rewş û yasa û dadiyên sivil.
Ev mestrîn pirsgirêke hemberî karême, wilojî me karîbo di van hersên salan de karne mezin bikin, yek ji wan kara:
-Weşîne Raporta salane ya rewşa mafên mirovan li Sûriyê 2007  bi zimanê kurdî û E`rabi, û ev Raporta yekemîn ya ku bi zimanê kurdî li Sûriyê  tê weşandin.
- danehev û weşandina hevpeyman, û bawernameyên navnetewî bi zimanê E`rebî, da ku bibin lêvegerên berdest ji bo kesê guhvedêrên  mafên mirovan.

Karê we di komîtê de bi çi rengî berdewam dike?.
Karê me berdewm di ke di riya bêrûyên komîtê de.
Bêrûya Şopandin û Sazîkirinê.-
Bêrûya Pêwendiyên giştî.-
Bêrûya Mewdanî.-
-Bêrûya Çapemeniya ku serpriştiyên li ser daxuyan û belavokan dik e.
-Bêrûya Mafnasiyê.
Û hindik Bêrûyên din jî hene…. bihevra hemû kardikin û tev kirêdayîne bi encûmenê kargêr ve, ya ku destek û çavdêrê komîtê ye.

Gelo raste ku civata birêvebir  heya, û ev komît bi rengekî rêxistinî hatiye avakirin?.
Belê mamoste komîta kurdî ya mafê mirovan, hat raxistin û avakirin bi rengekî rêxistinî, û ji ber ku yek ji armancên komîta me, bervedanêyê di ber mafê hebûn û aşkerabûna xwe de bike. Ji ber vê yekê, me navên hemû endamên civata kargêrî diyarkirn, û wilo em bûne komîta pêşî dinav komîtên kurdî de li Sûriyê yê ku me encûmenên kargêrî  hişkerekirin, û ji civata damezrandinê ta îro gelek nav jê hatin guhertin.

Hun çawe girtin û ta`da ku li welatiyên Sûrî û nexasim mirovê kurd dibe, hun rawenge di kin.Çawe nûçe dighin we,gelo peyamnêrên we hena ku van nûçeyan dighînin we?.
Li hindek herêman peyamnêrên me hene, û bihtrîn car welatî bi xwe hewara xwe dighînin me, di riya telîfonên me re ewjî eşkerene, û di riya edrêsa komîtê.

Têkiliyên we bi rêxistinên mafên mirovan yên gerdûnî re hene?.
Em pismamê hevin çi ji daxwazên me, û çi ji rengê karê me !!!!!!!!!!!????.

Hun dora çar komîtên kurdî yên mafên mirovan di Sûriyê de hene, hun çawe di bûyerkî de bi hevre kardikin, yan ew kar tiney e?.
Raste çar komît hene, lê her komîtek bi şêwazekî kar dike, û ev ne şerme ji karê mafmirovaniyê re. Ji ber em xwe nabînin wek partiyan, rêberê miletin, em xwe di bînin arîkarê milet, rêncberê wî, ji vê yekê çi qasî rêncber gelek bin wê baştir be.
Di vê pêdiviyê de em bihevre kar dikin gave ku hewceyî heb e.

Çi astengî di Kevin pêşiya we de wek komît?.
Kar û çanda pi‏ştgêriya mafê mirovan çandeke nûye di Sûriyê de, û bi nemazî di nav kurda de, ji lewma gelek nexeweşîyên wê hene, û astengên wêjî pirin.Û ji wan asêtengiyan:
- Tevlîbûn di navbera karê siyasî û karê yasayî de.
-Asêtengên mewdanî, yek ji mercên serekîne, bo hebûn û serfirazîya çi karî be.
-Hebûne yasayên awaret di Sûriyê de, di ke ku em bi tirs wek ku  em dinav gasînek ji  bimban de kardikin.

Wek mirov, ti çi qasî bi vî karî kêf xweş dibe, nexasim te girtin û zindan diye?.
Wek min di dest pêkê de got piştî diylokeke dirêj min bi xwere, û bi dostên xwe yên komîtê re, ev kar pir li min xweş hat, û îro roj ez karim bibêjim kesê ku mafê xwe nasneke, wê nikarbe berxwedanê di berde bike, û bûhayê azadiyê zanibe wê bihtir bi parêz e.

Mamoste çi têkiliyên we di bûyerkî de bi tevgera kurdî re hene?
Ta îro hin ji partiyan me dibînin wek cîgirtyê xwe?. Ji lewma dixewazin me bixin di bin baskên xwe de. Yan jî xwe dûrî me dixin. Tevlo ku em xwe di dine nasîn wek rêncber ji hemû komcivînên sivil re, û partîyên me jî ji wan komcivîna ne.

Tevgra kurdî pêwendiya bi were dike di pirsgirêkekî de?.
Na mixabin?.
Hîn tevgera kurdî ew pêwendî bi me re ne kiriye!!??­.

Hunê çiqasî karibin di karê xwe de berdwam bikin?.
Ta ku  hitikkirin hebe li ser mafan, wê karê me berdwam bike.

Mamoste Ciwan Yûsif, sipas ji tere, û ji karê were.
Sipas ji tere jî, û ser çave keko.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark