Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bavê Azad Aþiq û evîndarê Kurdîtiyê

 


Berzo Mehmûd

Gelek mirov kar û xebatê di nav rêzên partiyên Kurdî de dikin, lê ne hemû dikarin kartêkirinekê li þûna xwe bihêlin, ne her kurdek dikarê xwe bidê kurdîtiyê, hin kes hene dikevin nav rêzên partiyan de jibo ku ji xwe re cihekî civakî têde bigirin, yan navekî bi xwe bixin, yan mirovekî berjewendiyên kesane wî tajon li ser xebatê. Lê hin kes hene ku tiþtek tenê wan tehf didê têkoþînê ku ew jî kurdîtî ye,  kurdîtiya rast û drust, ya ji dil û can, bi hemî wateyên dilsoz û paqij û spehî, ne ya qizinc û þevbihêrkan.


Bavê Azad ew kes bû gelek rewuþt û sincên mirovane hildigirt, û ew mirov bû ku kurdayetî jêre hemî tiþt bû. Bavê Azad aþiqê kurdîtiyê bû, û gelekan di riya vî kesî re hez kurdîtî dikir. Bavê Azad partîzan bû lê ticarî partîzanî jêre nedibû asteng ku pêwendiyên wî sînordar bikê, ji ber ku Kurdîtî her ew armanca wî ya pêþî û dawî bû, ku ew tajot bi ser hemî karên ku xizmeta vê armancê dikê. Lewre jî Bavê Azad ticarî di xebata xweya partîtî de mandû nebûye, ji ber ku ji dil û can hez karê xwe dikir, û xebata wî bêwestan û herdem nû dibû, ji ber hezkirina wî ya mezin ji kurdîtiyê re herdem nû dibû. Vê vejînê, vê hezkirinê evîna welat, evîna kurdîtiyê di dilê wî de mezin dibû.

Bavê Azad nimûneyek e ji kurdên dilsoz û dilçewat re, û her ew jî mûmek e di riya rizgariya miletê kurd re ku her kesê bi vî giyanî, bi van sinc û þêjin û dilpakîyan wê navê wî di dilê dîroka gelê xwe de werê nivîsîn û neqiþkandin.
Sed silav û rêz ji giyanê wî re
Sed gul û çîçek û nêrgiz li ser gora wî be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark