Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: SIRÛDA PÊLAN

 


 
Xemgîn REMO

Her ku tu tê bîra min
Hesp di xwîna min de diþîrin
Bîranînên te hespekî bê geme
Serî ji min distî ne
Li rê-bend û sînorên qedexe
Napirse
Ne jî dizane qonaxên dûr
Û dûr bûna te çîye ...


Wek tu çavê xwe bigre û veke
Min dighîne peravên te
Melevano ..de avjenî bike
Waye perîya te li wê gir-avê
Pêl laþê wê diþon
Û tave-rok bi zimanê sincirî
Memikên wê di alêse ...

Ey hespê xewne-rojan
Bes di xwîna min de biþîrin
Xwîna min har nekin
Xwîn-germî li vî warî tawankarî ye
Namûsa êl û ayînê birîn nekin
Wê xwîn birje ...
Dîwarên me bi guhin
Û pencere yên me ji tava hîvê ditirsin
Li paþ perde yan
Ew keçika ku memikên xwe
Bi serê pez-kovî yê bi dîwêr ve duxrîne
Dilê xwe wek sêvekê
Di serê rimê de diçikîne
Çenî bi cegere ..çendî wêreke ...?
Roj þevin û þev dirêjin

Li nîva þevê
Ew gencê ku xwîna wî dikele
Û keçkanî ya xûþka xwe diþkîne
Çendî mêre ..çi lehenge
Û þev di þevê re dibûre
-- hiiþþþ ...deng nekin
derdorê me hiþyar nekin
fîþek bû û di þevê de teqîya
kî dizane kîye ...?!
kî dizane çîye ...?!
û bîranînên te min dikelînin
ez qehwa sibehên te me
de min vexwe
ez pa-þîva þîvên te me
de min bixwe  ...

bîranînên te ez xwarim
berî ez bême xwarin tê bîra te :
ew sibeha berfînî
wê nîv-roja buharî
û wê þeva havînî ...?
di wê þevê de me ti çûk ne tirsand
û nejî me kanî þêland
tenê li ser wê latê
wek du kewên dildar
me xewnên xwe ji hevre diristin ...
û hîva geþ nanekî tenûrê bû
yan gul-berojek bû ...
þev bê deng bû
û komên sitêra pirr qeþeng bûn
li ber awazên bistîna me
gula serî dihejan din
û pelçimokên dixsok
li ezmana hev di gezandin ...
çi þev bû ...?!
me çawa dizî bû
ji kê dizî bû
yan þevê em dizî bûn
min divê ji bîrbikim
û tu ji bîrnabe .....

bîranînên te ...
berxekî maka xwe winda kirye
bi harî di xwîna min de dibare
rehê dilê min
bûne marên germe-rojan
kernevalek dînoke saz kirine
kuvarka mejî yê min di kunkunî nin
serê min sibeheke mijokî ye
û meþka hizra gîyanê min diklê ...

tu ji bîrna be ....
dengê te di guhê min de
lorîna baye ..xuþîna dara ye
de were ..careke dî were
ku ez çend ayetên pîroz
di çavên te de bixwînim
were ...
bi kenê xwe ,
bi hêsirên xwe ,
bi kerb û kîna xwe ,
bi fîxan û qêrînê xwe
bi hez û vîna xwe ,
gîyanê min biþo ji zilindara
ku te di dilê min de meyan dî ...

were ..dîsa were ...
van hespên þemûs di xwîna min de
rawestîn e
serê maran bi heriþîne
ez derwêþ û nazikê vîyana te me
hatina te dil û gîyanê min
ji Ahrîmana diþo
û firîþtah bi dilovanî
ji min re dilorînin
tê were .. tu nayê ...
tê bê ... tê bê ...ez dimrim
were ... wereeee .....

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark