Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Çîrok: Çîrokên vira (Xelka 3)

 


Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

nebûn ji ya min pêve. Wele ez derbasî oda xwe bûm.. Hûn dizanin kes ji zarokê min newêrin derbasî oda min bibin. Kuf kufa min ez di odê de diçim û têm wek hebanekî li min hatiye hema ewe ez na peqim. Sed karê min li beyrûdê hebû û minê ew dostê xwe bi dîtan nexasim wefdê Emrîkî ji ber ku nasnama min nebû û ez nikarim herim tevlî ku sê xaniyê min li Waşinton Sîtî hene û kampaniya min li wir ne seriye û ne biniye û ez tucarî ne çûme ji lewma min di xwest ku ez leyse wele min  gote: diya Hisên keçko ka çakî bi darçîn ji min re çêke lê ez behicîm. Wele ciwanikê li bayê bezê çak ji vê ça hûn dizanin ji min re çêkir û anî li ber min danî..


Xwedê wekala min rahişte şûşa xwe hê min fira xwe lê nedayî min dî Silêmanê me got: selam û El kum û derbas bû. Wele min da xwe ez di ber de rabûm Xwedê heye zilam got: na bavê Hisên na bavê Hisên lê mane hûn di zanin ez di mala xwe de ça we me yek ji min yek ji wî. Na wele camêr bi tirba bavê xwe sûnd xwar got: tu ji cihê xwe ranabê leyse…!?
Silêmanê me hat li cem min rûnişt got: ez di bextê vê malê hema tê wa bidê xatirê min.. welah El ezîm min wilê li berdestiyê xwe kir se nan ji dest wa nagirin… Vêce hêviya min ewe ku tu wa bide xatirê min û vê hatinê û riya dûr. Hûn ban weyê çi kirba bi rastî ez mame heyîrî ka yabo ezê çawe çê kim. Em wesa bi heve ne wele min dî diya Hisên da ji derîde û wêjî arî   Silêmano kir got: zilam ji wê tehtil erdê hatiye çênabê  dive tu li wa bi bûrê wa bide xatirê kekê Silêman…!?
Ji lewma ez çûme ser mewloda zarokê wî û li wê derê piştî me xwarina xwe xwar. Hûn zanin di wa civatê wesa de ewele ez yeqîn nakim hûn zanibin ji ber ku we civatê wesa nedîtine lê mane ezê ji were dibêjim axavtin çê dibin li ser cengê cihanî û peywendiya yanî ne wek va civatê meyê ku em ji xwe re li ber va dîware di rûnin ji dest pêka şeva a berê sibihê. Bi serê min ne bi serê we min dî serbazekî behsa wê teyarê û motorê îmzêt kir bi devê şikestî bi gerdena helandî min jî rabû got: wele ewê li motor siwar ew ez bûm li motorê xwe siwar.. Yabo min xwe nedî dema ku min got: wele xwediyê motor ez bûm  Silêman û wa serbazê li dora wî Xwedê heye Dî Çînî jî û hûnê dî hûn wa nasdikin ji ne hewceye ku ez navê wa bêjim.. Yên hatî ser xwarinê teva bi yek dengî gotin!!?? em di bextê tedene bavê Hisên tê wî motorî bidê me emê deynin methefê de Xwedê wekala devê min li ber wa negera ez nizanim ne ji tursabû û ne wek ku. ji berê de dibêjin dev di xwê û çav fedî dikê wilo li min hat wele bi dilekî şikestî û bi devekî giran û bi mehdekî tirş min got: ber motor gorî we bê… Camêra rabûne nevê min li ser deboya motor ji aliyê malde ve denîne got: da ku mafê te winda nebê û aniha kî ji we herê methefê li Bêrûdê wê motorê min li wir bi bînê û navê min jî li sere ma ka ez çib kim ji kurda re mane hûn di zanin tişt ne bi destê mirovin….!?
El muhum min daye pêşiya teva û min xort û keçik anîne mal. Û min çûye Melayê Enteriyê aniye û min herdû li hev mehir kirne û min xwarinek ji gundiya re çêkiriye. Hûn di zanin ew xwarin  ji xwêdana min û zarokê min bû ma ez yê ku çar çêleka serjêkêm ji bo dawetekî. Min daweta Hisên sewal serjênekir tenê min sed û heftê û pênc mirîşkê biraştî ji mêvana re anîn lê feyde nakê çû... Hûn di zanin kurik piştî ku pîreka xwe biriye û çûye ji gundiya re gotiye: wele bavê Hisên perê min xwarine ev ji riha bavê min kême ez perê sêwiya bi xwim. ev heqê qeciya mine. Raste hin pere pêre hebûn lê ber nediketin ez şerim dikim bêjim hûnê bêjin bavê Hisên piştî vêqa gerê û vaqas pêwendiyê wî mirov dibêjê qey  diniya  nedîtiye. Bi serê we ne weyî ji devê bavê Hisên re der nakevê ku ne hefsed hezarbê ku heft melyon bin raste wele min hefsed hezar ji kurik sitand lê ezê perekê wî lê vegerênim kengî kete destê min de lê hîn min jêre ne gotiye ezê perekê te bidim te lê mane hûn min nas dikin… leyse Xwedê wekala min  di wê rojê de ji keçikê û xort re gotiye bavê te ji bavê xwe de bê minete deka yabo ka ez ji hew pêve çib kim ev ji min tê wey …?
Lê yabo tiştê ku we nedîtî roja dî ez daketim bazara Qamişlo Ê çi bi bînim mane dîtin û gotin tu carî nabê wek hev min dî va kempaniya Heval û ya Diclê wê delêlî berdane nava bajêr. Dibêjin yê xwediyê motorê îmzêt ji mere bînê tişta bi xwazê emê bi dinê. Bi rastî pêşî min newêrîbû ez bêjim ezim xwediyê motorê îmzêt. Min ji xwe re got: dibê ku min pêl basna ji base wa kirbê û ew rêwiyê tê de hamî hatibin kuştin bê ku ez bi bînim çimkî çaxê ku ez li motorê îmzêt siwartêm ez haj tiştekî na mênim. Ya rebî ya îlahî ka ezê çibkim ev ji min kême ez bavê Hisên yê ku şev û roj kiriye yek  ji bo aştiyê û wek heviyê û mafê mirova û dawî ew miletê xwe bi kujê….. Lê piştî min pirsî ji vir ji dera ha ji dûr dûr ka ev çi çê bûye xwediyê motor çi kiriye yekî ji  kempaniya ji min re got: xwediyê kempaniya dibêjê divê hûn xwediyê motor ji min re bînin ser çi ji ber çi…. Wele min jêre got: yabo Xwedê wekala xwediyê motore diniya xirakirne em nema diwêrin di celdekî re bi meşin ji va motore yabo hukmet hevalê waye gotin jêre navê… Camir ji min re got: xalo xwediyê motor tiştekî xerab ne kiriye…! Min got: ne xwe çima hûn lê di gerin..!? camêr got: xalo xwediyê kempaniya divê ew werê li cem me bêbê şifêr hema ew çi bi xwazê wê bidinê... wele min berê xwe da ez çûme kempaniya yê û min ji ware got: ezim xwediyê motorê îmzêt ê mane dîtin û gotin nabê wek hev ê min xwe nedît yabo kar kerê kempaniya rahiştin min û ez birim cem xwediyê wê min sere we gêjkir  Xwedê wekalê min û webê min bi zorê xwe ji nav lepê wan xilaskiriye û bi heftê û du bela. Ez ji we na veşêrim min ji ware got: herin yabo ma ez ji were valeme ta ku ez li cem we bibim şifêr yan bibim mudîr. Bi serê min ne bi serê we gotina xêlifî ji devê min dernakevê… lê felek xayîne
Ma min wê rojê ji were negot: dema ku ez û Mezlomê Doxan bi hevre di Zindana Diyar Bekirê debûn. Û heger hûn bawer nakin herin li qufla derê zindana Diyar Bekir binêrin heger hîn navê min ne li ser quflê ye ji xwe bilanê.
Ma hûn di zanin çîroka quflê çi bû. Wele min ji were gotiye lê hûn di xwazin ez cardî ji were bêjim… Leyse Mane ez û Mezlom bi hevre bûn dema ku em hatin girtin wê çaxê em li ber Behra Reşbûn yaxî ev zilam mêrbû Xwedê wekala çavê wî ji mirnê ne dişkest carê hevalê wî ji minre di gotin mêr bû û di gotin wek pirtûk xana li ser lingabû lê min ji wa ba wer nedikir lê piştî ku min bi çavê xwe dî. Mane ji xwe wê mêraniya wî hişt ku em werin girtin ma ne xwe em dihatin girtin û motorê îmzêt di bin mede….
Ez xwediyê motorê îmzêt werim girtin. Leyse bê em hatin girtin em anîne Zindana Diyar Bekirê hingî ev zindana niha tunebû ê wê me li ku deynin heger we zanî em li ku hiştin… ne xeme ezê ji were bêjim em hiştine li wê rastê û alayk esker li ber me danîne ta ku zindan çêkirne ji lewma navê min li ser qufla wê danîn ji ber ku ez yê pêşî bûm derbasî wê zindanê bûm. Xwedê wekala gotina xêlifî di devê bavê Hisênre derna kevê mane hûn di zanin ez çiqas ji derewa adizim ne hewceye ku ez ji were bêjim hûn dizanin…….
Yabo mane ji xwe wê tişt werin pêşiya min ma ez xwe ji ber bi dim alî. Na bi Xwedê ez xwe nadim alî hema çi çê dibê bila çê bibê mane ji xwe mirovê mêr carekî dimrê û yê bizdonek rojê carekî dimrê. Ma wê salê dema ku komara Libnanê hate çêkirin piştî ku Ferensa derket. Di sal vegera wêde mane hûn dizanin festîvalek çêkirin hîn tiştê wesa min ne dîtine û ez nabînim.  Camêra ez vexwestim  Xwedê heye diya Hisên gote: min neçe Ê çê nabê ji wir camêra motorek şandiye pey min û ez neçim birastî min fedîkir û min ji xwe re got: wê gir girekê û fereziyetê cîhanê wê lê amade bibin û ez neçim wê cihê min xuyabê.. Leyse bê ez çûm bi tewfîqa Xwedê ez giham ser pira Rewşê min dî va qîr û qiyamete wele ez sekinîm min pirsî? xêre Xwedê heye min dî xortek bezî pêşiya min got: amo ez di bextê tedeme hevalê min fetisî.
Min gotiyê: birazî qey tu kurdî.
Xort got: belê amo ez ji Amudê me.
Min gotiyê: kuro hûn li vir çidikin.
Xort got: amo em hatine ji xwere kar.
Ma ezê çi bikim ma ez ne mec bûrim herim pêve ma kî ji weba hûn ne diçûn pêve. Leyse wele min çakêtê xwe ji xwe kir lê wele ez ber wî çakêtî ketim. ew çakêt hingî Şahê Eyranê Behlewî dabû min piştî cenga cîhanê ya yekim carkî wajî ez vexwestim ser festîvalekî ewjî di sal vegera cejna waya netewîde bû ew çakêt li min kirin. Leyse xort rahişte çakêtê min û min xwe avête wê behrê. Ez bîst û pênc mitra çûm çimkî tim mitir bi min reye dema ku ez dikevin avê ez wê di pîvim leyse.. wele min xort girt min jê pirsî birazî tu ji Amudê yê kyî.
Xort got: amo ez yê filan kesim.
 Derket bavê wî dostê min wele min ji xort re got: de xwe baş bi noqa apê xwe bigre.
Xort got: tê çibkê apo.
Min got: ev karê apê teye bîrek di hewşa wan de bû li Amudê berê min ew bîr dîtibû. Wele min lawik di bîrêre derxist min jêre got: ma ev ne mala we ye…!? Xort got: belê apo eve mala me….!
Medî va bavê wî û maliyê wa hemî wê li ber siha danê êvarê rûniştîne wê taştê di xwin. Wele emjî rûniştin û me taştêya xwe xwar lê tu nema ye roj herê ava û hûn di zanin ez nikarim bi şev bi kevim avê de ji lewma ez vegeram Bêrûdê lê min nema xortê xwe yê ku çakêtê min pêre nedît ew çakêt çû lê xwezî zarokek min çûba û ne çakêtê min çûba…..


Ta xelekek dî bi mînin di xweşiyê de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark