Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Þîraniya devê me kurdbêjek e

 



  Melevan  Resûl

Rewþa gulîstanê gule
Xemla buharê cobarên bi xulxule
Hêviya bazan , zinar û latên têr qule
Hêlîna comerdan kakila nîva dile
Saz û û newayê aþiqan , jan û efxana kule
Meydana bez û cirîdê , pend û tora têr kakile


Xwezaya welate me berhemdar e , hokarên vejîna jiyanê û afrandinê bi metodên serkeftinê pêþkêþî mirovên xwe dike , mîna tabloyek nîgarkirî bi destê wênekêþekî hatiye afrandin  . ev cografiya ji temtêla xwe ketî hîn sûre li ser girêdana giyan û rewan bi hev re , mîjok e û þana hingivîne ji kesên lê xwedî derketîn re , hevbendiya veþartî di bersivê mirovan de maye , heger lê xwedî derkevin , ew tu carî ji herikîna bê beramber , zana kaniyên xwe namiçiqîne , gelo em çiqasî wefadarin ji wê landika em têde hîn bûyîn û firþik bûyîn ?
Raste ku em bêjin :(bejna lihevhatî , pergalê xwe dixemilîne) . miletê me jî bi vê bejn û kiyasetê û di nava cografiya welatê xwede , xemlek qeþeng û zehrek bedew ji xweþikbûna welat bi ser bejna xwede berdaye , welat yare û li benda hevokên heskirinê maye , hevokên ji kaniya jîne biherikin û cobarên bi xulxul di gel awaz û sirûdên vejînê  maye , da ku tekûz bibe ev xeml û rewþ .
Xwezaya bi omîda mirovên merçiqî û meriqî ve , ji temtêla xwe dikeve , nîgarek reþbeleke , wêneyên sergirtî ne , damarên zuha ne , zimanekî lal nikare hevokên þobûn û heskirinê birêse , mirovên ji qeramketî nikarin melûvaniya vê þahiya bedew bi xwazgîniyan re bidin pejirandin  .
Bûka welatê me xweþbêjek dive .
Þahiya dîlana me ristebêjek dive .
Azadiya miletê me qehremanek dive .
Serkeftina omîda me zehirbêjek dive .
Þîraniya devê me  kurdbêjek dive .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark