Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Nivîskarê Kurd Bedel Revo Li welatê kazaxistanê dihête xelatkirin

 


Piþtî bi dûmahî hatina êvarîya helbestxandinê ya ku, Komela Hîvî jib o Hûner û Edebiyata li Paytexta Kazaxistanê Almata encam dayî, Nivîskarê koçber Bedel revo ji layê Komelê û serokatîya wê ve hate xelatkirin.
Komela Hîvî bi hevkarîya hind sazîyên hikumî yên kazaxistanê, êvarîyeka helbest û edebiyata kurdî li  Almata sazkir, li pêþîyê Profîsor mensûrov Zûlxêr cêgirê zanîngeha dewletê kazaxî Nivîskar bedel revo pêþkeþî cemawerî kir û got:


Em di bextewerîn ku, îro Nivîskar, helbestvan û wergêrê hêja Bedel Revo li vêrê amadeye da ku, hin helbestên xwe nek jib o kurdan bi tenê, belkî jib u xelkê kazax û her kesê li ser axa kazaxistanê dijît pêþkeþ biketin, herweha wî got, ji ber ku serokê zanîngehê nihe ne yê amadeye û jib o karekî li dervey welate, ez ji pêþ wî ve bixêrhatina rêzdar bedel revo dikîn û ji bo welatê me ew bixêr bihêt, dîsan serokê komela hîvî rêzdar Muhhamed ehhmed berzî kurtîyek li ser jiyana Nivîskar bedel revo pêþkeþ kir.

Piþtî peyva vekirina ve çalakîyê û bixêrhatina nivîskarî û mêhvanan, hêja bedel dest bi pêþkeþkirina semînara xwe kir, li pêþîyê ew li ser serbûra xwe ya helbest û edebîyta rawesta kanê çawan wî li taxekê hejar li bajarê dîrokî li mûsilê dest bi nivêsîna helbestan kir û hewildanên xwe yên helbestê li pêþîyê di rojnama HHedba da belav dikirin, û ev yek wekî yekemîn serbûra xwe li qelem da.
Paþî behhsê qûnaxa dûyan ya serbûra xwe ya edebî kir dema li bajarê bexda li gel hind hevalên xwe yên xûdan serbûra edebîyta bi kurdî kir, h`eja bedel revo kesên wekî helbestvan Necîb balayî, Behcet Hirori, Mehfûz Mayî û Xalid Dûskî kir ku, ewan serbûreka kevintir ya bi kurdî nivêsînê hebû, dîsan div ê semînarê da, hêja revo behhsê têkilî û peywendiyên xwe yên nizîk kir, bi Nivîskar Sediq þero kan`e çawan ew bû palderek ji bo ku berdewamiyê bi nivêsîna bi kurdî bidet, helebstek ji wî ra kire diyarî, herweha berêz Bedel Revo berî seminara xwe bi dûmahî bînît, behsê serbûra xweya edebî ya dervez welat kir, herweha hind helbestên xwe pêþkeþ kirin yên ku, li koçberîyê nivêsênadîn, û balkêþa ser wan hewildan û wegerandinan yên ku, ji bo danasîa edebê biyanî bi xwandevanên kurd û herweha xwandevanên biyanî jî bi edebîyta kurdî bê harîkarîya layenekî encamp didet.
Bedel  Revo silavû  rêzên nivîskarên kurdistanê jî gehandin gelê kazaxî û nama êketîya nivîskarên kurd liqê duhokê û serokê wê hêja Hesen silêvaneyî pêþkeþî xelkê amadebûyî û beþdarên semînarê kirin, herweha gotina birêz Hasan Silêvaneyî li bîr îna dema gotî: Bedel revo Cihê rêzgirtinêye jiber karên wî yên danasaîna edebiyata kurdî bi xelkê biyanî.
 
Bi xelatkirin û rêzgirtinê seminar bi dûmahî hat, herweha amadekarên vê çalakîyê ji bilî xelatê rêzgirtinê cil û bergên gelêrî yên gelê kazaxisanê pêþkeþî nivîskar bedel revo kirin û herweha gûtina nivîskarê mexrîbî rêzdar îbrahîm al-qahwecî li bîranîn dema derheqî B.revo dibêjît : Wî xem, azar weklat û ûmêdên xwe û yên nîþtîmana xwe di cergê xwe da hembêz kirîne û li koçberîyê herdem li gel wî ne.
Nivîskar bedel revo wan rojên dîrokî yên li welatê Kazaxistanê û gelê kazaxî û kurdên xwecihên kazaxistanê qet û qet jîbîr naket herdem di zakîreya wî da di parastîne, piþtî ku vegeryay welatê xwe yê dûyan nemsa herdem serûsîmayên wan nivîskar û kesên bi dilgermî ew pêþwazî kirî li bîr diînît.


Dr. Muhhamed Ehhmed berazî
Serokê komela hîvî li kazaxaistan







 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark