|
|
|
|
|
|
|
Dildarê Aştî
Bendewarî bûrîna mizgînekê Min peyvên xwe fêrî firê dikirin Pêxweşbûnekê digirtim… Ji nişkave Çivîkekê xwe pelûkir pêxîla min Şîn dibû Dîn dibû Didiliya…… Zîz dibû Lal dibû Bê rewa dilûsiya…!!!
Deng li hev digeriyan Berî rîhan bên semayê dibiliyan Bêhnên biyan difûriyan Ber bi başûrî pêjnê de Perwaneyan guhên xwe miç dikirin Bendewaran matmayî dîq dikirin. * * * * * Guvvv…guve…… Gurrrrr…gure…… Û sawîrên balafiran Ji morana bobelatê direvin Pêre pêre Boşe hemi dikumkumin Goşe hemi dihimhimin Û ewrên zer Qerqerên reş werdigrin Bi ser hofkên zarokan de bêdengiyê vedigrin… * * * * * Mij û dûmana xerdelê digre devê penceran dû dibûre Bêhna sêv û bîhokane Ji himbêzên dilovan Berşîr ji xew çeng dibin Dû dibûre…….. Berşîr bi dû şad dibin Tiliyên lerizokî li tayên dû dipelînin Dû xinize Gernijînan dixapîne Û pencên xwe li gerdenan d,alîne Lêvên perwer Li pêsîrên pakî merd diperçivin Rondikên zer Birînên şîn av didin û dinivin… * * * * * Bi kohê Pîremegrûn ve Termên xwe dikişkişînim Termin……. Devjihev û dest li ba Pêşwaziya min dikin Termin weke qerpalan Ji asoyan Teramera dibarin Termin li hev dibanin Dêmên hev hilû dikin Cejna hev pîroz dikin….. * * * * * Bi zinar û pesaran ve hildikişim Li ber mişextiya min Evraz pozên xwe hildidin Nişîv pişta xwe xûz dikin Û diranên deviyan Di bêrîkên canê min de diçikilin Bi ser kêrên keviyan de Şax û bejin dixilin Û zox û xwîn Ji guhan û goşiyan Bi ser milên nijaran de dinisilin.. * * * * * Sînorên welat seranser bi mirina xwe vêdixînim Kavil û wêranên gundan Û kaniyên setimandî dibûrînim Şikeft û berevez hemî Ji wexm û bêhna miraran sincirîne Çêlyên Kewan Û hêkên Qitkan li rastêne Ne gazî Ne hawar……. Ne talde Ne hedar…….. Û vizviza bayê sûtar Perda şermê zîvar dike Razên giyan diyar dike Şaneşînên hingivîn tarûmar dike.. Canên şityar li evînê mikur tên Li finasên sêwlekan Canên şityar Dîroka bobelatê tomar dikin. * * * * * Di nav rezê xewnê de Di ser laşê jinê de Kef bi devê mêr ketiye Kef û kunce Ne ramin ku girêza pêxweşbûnê ye Jin gewdek pûçî sare Û mêr Hêlecana dawî dike.. * * * * * Çavên min xwe zer dikin bêberxwedan Û gewdê min helawistî dimîne Çivîkek sêdarbûyî Di lava rizgariyê de diferfite Sirûda dil dibe agir Li ser lêvên qelişî ditevize Û heyva jar Di xweliya halanê de digevize… * * * * * Livan deran Her tişt berî siyê bide tê çilpandin Her tişt berî deng bide Her tişt berî reng vede Di şeng û benga xwe de tê perçiqandin… -Miha zayî Berî Berxa xwe balêse Kerî tevde Li "guhanên" Balafiran dibane…. -Berî civanê hozanan Bi simbil û goşiyan re here serî Kemançe û Tembûrên xwe Di ber termê Nêrgizan re dirêj dikin… -Berî kevok bi danişin ser banan Baskên xwe diweşînin Darbesta aştiyê ji wan çêdikin… -Heçhecîkên vegeryayî ji zozan Vedciniqin li ber rewşa GERMIYAN Bi çîvçîva pêşîre Bê perka hin pûç dibin Hin dîsa dibin biyan.. Li van deran … Tilî hişkî kawî dibin Pênûs pûçî bawî dibin Peyv zer dibin Û name di çilmisin Bi ser Astankên berzûriyê de diweşin….. Şev pîr dibe diperixe Geya di bin serê min de digermixe Neynika derûniyê di pelixe Û rewrewk Lewz û laqirdiyan dikin.. Hîrhîra ken û hoqboqa leşkeran Degel dikin girîzonk û Neşteran Gurpîn li dil dike ceng Kevirên hedara min dibin pereng Man li min vedixume Newal dernixûm dibin Cîgeh li min şûm dibin Û bêdengî Hew min dihêwirîne…… Hêrzan ez himbêz dikim Peyrewî pirsek revoke Emrazên xwe têz dikim Birînan dihîvêzim Li gorî bêhna mêbûnê Arezûyê diguhêzim.. Name û siparişên xwe Di hûçkên ba de hitînim Di zimagên tirsê de Tirafa can Di xwena sirgûniyan de dadidim Hû dikim devê çivîkên qefilî Û pirsa xwe didomînim Di henteşa Lîlozan de Ramyariyek min digre Û dûkela giyanê min Digre devê geliyan…. Dipirsim….. Dû dibe rêberê min Û xwîna birisandî Xaçîrêkan di berfê de nîşan dike Şopa kerwan digerîne Dipirsim….. Sêpila kew bersiva keserê dide -Ha evin : Şivîlokên koçberiyê Radeyên êşê evin Me di vê rodankê re Pêçeka berbanga xwe revandibû Me di vê navbirê re Kerwanê gerden-azadan bûrandibû Me di vê derbendê re Leşkerê dagîkeran xapandibû… Li vî gelî… Lehengên me li himberî Balafiran Dest vala şerkiribûn Ha li rajêrî wê latê Me sebeta hêviyê veşartibû Li ber devê wê şikeftê Me fanosa xwe vêxistî hiştibû Ew gundê mij di ser re Keleha berxwedanê bû Lê sosreta bê hempa…!!?! Roja dorpêça belik…….!!! "Nemayê…. Nemayê… Ne Ma Yêêêêê…"!! _Ji deştê û ber bi vî çiyayî de Nijdevanan Girtin ser gund û bajaran Zar û zêcên me dîl û pabend kirin Ber bi çol û bêlanan de nepend kirin Tiştê kuştin Kuştin…..kuştin…!!! Tiştê hiştin Şel û şehtî Kezeb sohtî Hêliştin..!!! * * * * * Di nav dûyê dîmenê de diponijim Û ne pendek Nalîna min dihûne Ne baskên mizgînekê Xiloxaviya xemê dixûrijîne Barana tirş Hêsirên şor Li ser dêmên xecxecokan xayiz dibin Û rûyê min ji tîrêjan biyan dibe Di henasa evîndarekî xemgîn de Winda sergerdan dibim… Îske-îska mendalan Nale nala pîr û kalan Min li rêçên vegerê agadar dikin. Ji jariyê şiyar dibim Û bi min re degel dibin Qaz û Ordekên golan Guşguş û xuşxuş bi min re Rê dibin razên gulan Û refên Belatînkan Geroverên keskesorî li pey min dixemilînin .. Di çim … Li peravên birînê Baskên peyvên min şîn tên Û hana tengezaran di gihînim Diçim….. Di şevên sirgûniyê de Dema zengil xilmaş dibin Ez dilê xwe dikim Çeng Û tiliyên hêvîdar Li jiyên wî di pelînin Rondikan vêdixînim Perwaneyên derbider Li derdoran difirînim….. Berî demsala hêsiran bibûre Û Bilbil bên dardekirin Berî soza min bi kanî û giyare Here gilî Û dengê min li rûyalan bê çandin Di bin siya sêdaran re derbas dibim Û kemendan vedikim Zimanên lerizandî bi navê min bang dikin Zerzêlekên gevcilandî Û bejnên belqitandî Raperandî Pêşwaziya min dikin……. Kerwan diçe…….. Reyandina Rêbirran Mûyekî na livîne Lîlandina ba Xeftanê mêrg û zeviyan liba dike Feraşînên bêhnçikandî Bahûnkan rizgar dikin Û gulma mê Nêrbûna biryardana min gij dike Hew ti gûman guhên min dikevêjin Ne ti Qîlên dirînde Xeyala min direwêjin Ne zûrzûra Guran tê Ne fişfişa Maran tê Ne çîr û fortên leşkeran Ne warwar û ne qêrîna koçberan Bi hêminî Kesera xwe di şêjna benefşan de dilorînim Û xewnên min bûne Ferişt Peyxaman digihînin.. Endîşe û silbûna min Bûne gevalekên ewran War bi warê Evînê Mebestan di vejînin.. Her çendî nêzîk dibim Ev çendî navkuta qadê bilind dibe Ev çendî koşîna min Pîroz û lewed dibe Weke ku pêjna yarê nema dûre Weke ku hilma Beybûnê difûre Weke ku bûye demsala çinînê Wek çêlîkên Barûtkan birevin ji hêlînê Wisa arzû disûrikin Evînek tê min digre Û tayek min di berde Diçim …… Rade li ber bêhriyên min dimelisin Beyarên sal- nivistî Bi şewqa hatina min re dixurisin Nêzîk dibim…. Û rabirdû çavên xwe difirkîne Giriyekî şîrgermî Canê min dinermijîne …..!! Kundên li ser Şikêran bûne Mûmya Siya Bî û darên Tiwan Bê lorîk û bê hofk mane Û hêlanên helawistî dinalin Li hawîr dor gulhilalin Bi hildana Lingên Torîk û Sehan re dêris dibin Bi wêneyên Hovane Neynik bêmirês dibin Peykerên li derwazan Rêbiwaran dibizdînin Û pêwanên sextebaz Niyazan vedipirsînin..!! Gûman dîsa bergoran Dixavika ramanê de dikolin…!!! Ez pêl dilê xwe dikim Rêwiyekî biyanim Derbas dibim…….. ……………………. ……………………. Mehrecan destpê dike Û Cencal Goc û cendekên piyanûsin Bi derûnin dilsarî nedilniyayî Bi kotekî tên ajotin Ber bi Baxwê xewar de…!!! Şanogeh amade dibe Jinek mîna Pîrebokê derbas dibe Çît û perdan zîvar dike Şeqşeqa diranê wêye di hêre Û porkurê Pêsîrên xwe hil dike, dixepêre Xweliya çar hezar gund Li serê xwe didêre.. _Waweylê…waweylê…. L,vê şapatê..l,vê mîratê.. Waweylê… L,vê fermanê.l,vê talanê.. Waweylê… Li vê kînê …li vê xwînê... Waweylê… Waweylê….Waweylê….. Wa… WEY…. Lêêêêê…… Rewrewk xwe bêcir dikin Saw dîmenê dagîr dikin Û gewdin kût tên û bêlûtê dikin.. _Gastînên me bezgeha gendekane Kurdo meded Xan û der Pêşengeha cendekane Merdo meded _Çîroka me pêkenoka Yezdane Kurdo meded Dîroka me lîstika Ahrîmane Merdo meded _Doza te rewêjeka guhê meye Kurdo Meded Navê te tawan gunehê meye Merdo meded Kurdo Me Ded…. Çalakiyan dişopînim…. Û dil mîna Fanosekê Hêlecanê di destê min de dike .. Diçim … Rade sergerdan dibin Û tilûrên halanê di hana min de digrîn.. Ne stiranek landikekê dilorîne Ne rondikek çavekî diçirisîne Ne zigurdek ji civanê yarê tê Ne şevgerek di ber min re direvê Tenê me Li raza min tê poştin qerqerê şevê.. Ji nav Goristanin bê kêl Bejnin bilind dixûrijin Çirûsk di destên wan de diqûrijin _Li vê derê Em hêrsên tekoşînê ne Gerewa evînêne Baceya Azadiyêne Dadî li ber serê me hat gurandin Viyana Berxwedanê em hildidan Berhindeyî pozê Yezdan Çavekî em ne dîtin Guhekî em ne bihîztin. Em li dilê Qada xwe vegeriyan Li dozê bûne pêwan…. Li nav baxên bîranînan Tenê canê min per dide Hildifirim… Di firawaniya giyan de Li dengê mirov digerim Li soza evîndaran Pêrgî roniyê dibim Tevî xunavê dibim Hogirî Qozeqerê Rêbazê destnîşan dikim… Bêhna Axê Min di peroşiyê de xilmaş dike Û şebnem Dibe Landika xema min.. Keskayî min dorpêç dike Perwane didanişin Hevnişîna min û Nêrgiz û girî Û Mem û Zîn Têne vexandina min…!! Hîna dilê min liyane Berî nalînê bihûnim…. Di Rodanka xewnê de Rûyekî pertew veda..!! Û bejnek dixemilî… Şenge şaxek di gevilî..!! Bi ser min de dixilî Min des li goşiyan peland Perçak goştê şilove bi destê min ve dihat..!! Qêrînê hilçenandim -Wa HELPÇA..wa HELPÇA.. Wa…HELEP ÇAAAA………!!! Bilind dibûm Wek qaşilê Hinarekê Ji darekê Di hatim xwar Û welatek ser û ber Di rewşa min de zer dibû……. Xula tirsê dîsa li min dizîvire Di kudînim … Li seranserî sînoran Dêwezme min tîror dikin Û xewnên me direvînin Ber bi widagehan de Ber bi Deryayên dûr de Û bavan zîvar dibin Keştî rê winda dikin Pêlên şûtî bêhawe Gewdan dilehfirînin Li peravên biyaniyê Xemgîn wan dihêwirînin.. Bi mirinê mijûl dibin Ta peyxama min wan bi hiş xwe ve bînê Rênimayî Li ser rêçên Evînê……. Ji Qureyên paytextan re çi bibêjim Ji bazirganên xwînê re çi birêjim Ji hogirên nankorî re çi bipêjim Ez bi soz û biryarim Bê arzî û Bazarim Û Şeydayên samanê Bi kilîtên Gencînan mijûldarin Li Êşa min beşdarin….. Çendê caran Bi xwîna xwe min name dinîvisand Kevoka xwe Di esmanê biyan de min difirand Min gurpîna dilê zîz Di Rekeha tawanê de dilûsand Lê dema Dêwên zerkeş Kevir û kuç ji hawîr dibarandin Ti qêrînê Sîtava xwe li birînê ne kir Sîwan Ti Şalûrî ne ti Bazî Li baxên min ne kir fîxan Ji bil çend Bilbilên jarî perîşan…!!?? Kî hat û şewata min vêxistiye Kî hat û hestiyê min kevaştiye Kî hat û Xencera xwe Di nav qolincên min de diçikiland Kî hat û Kişwara xwe Ji pol û parsiwên min damezirand Heçî ku hat Beşdarî Zêweyê xwe veparimand Her wisa di gelcê de Ne ew li raserî me rawestiyan Ne em li himberî wan diwestiyan Me bi hevre ,"du pêwistiyên dijber"..!! Dîroka bobelatê dinîvisand Me efsana bexwedanê dihûnand…!!!. Sitûrin serbanên qêrîngehên min Çima dengê min dişke Dibe qahfûr û tê xwar..? Çima şêjna min bê keyse Li Serkeşên rêbiwar…? Li himberî cadûkaran Li bejna min tê poştin şêweyê Mar..? -[peyva dadiyê çorte yara min Beramberî tawankar..].!! Pênç hezar feryad Di guhên van Çiyayan de bûn ewlegeh Pênc hezar birîn Li ser sînga vî Welatî bûn rewangeh.. Bi hezaran gundên ku bê derûn dibûn Çivîk û perwaneyên sirgûn dibûn Hatine pêşwazî min Bi navê te bangewazan hildidin Helwestên pîlebazan şermezar dikin Tên û li dor rivîna te diherin Hewesa ciwaniyê derdibirin….. Êdî were…. Guh deyne ser dilê Çiya Û li bêhnefişka min bipêjine Penaberên rapizkandî Kurtepistê di bin çermê min de dikin.. Were…… Asoyên xembarî xeydok Li banga min haş bike Ezê li serpêçiyê bo te siwar bim Gema tirsê Di ser pozê Felekê re werînim Şîhîniyê rizgar bikim Bi guhê Bahozê bigrim Û li gor arezûya te Bablîsokan bigerînim Xetîreyan ji cergên xwe vêxînim Bo qurbanên kujtar û taristanan Yadîgarî bişînim Bo zarokên Hîroşîma Ji bo şagirtên ZÊWA.. Sirûdek nû Bi ritm û awazek bê dû Ji bo cejn û helkeftinan vejînim.. Hew dixwazim Gul bi xwînê bêne avdan Ez dixwazim Gul di avê de bikenin... Pêlên êşê Kenarên semaxa min hilweşandine Di heriya van rêçan de Pêngavan di hirhitînim Niyazdarim ku teqanê bibûrînim Û dawera xwe bisipêrim destên tenî aferîner…!! Gazî dikim … Kulek di dîwarê deng de vedibin Tu dîq dikî Tenê ez te dibînim Û kenê te zeraqa xwe vedide ÛPertewa dêmên te dihingive mijankên bendewaran Li ber bîbokên çavên te Xula Jînê destpê dike….. 1988-Z 1998-Z * * * * * * * * têbînî:ev helbest xelata çaktirîn helbesta nûjen ya mehercana sêzdemîn ya helbesta kurdî li sûriyê wergirtiye.
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|