Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvīn: Hevpeyvīn bi ēalakvan Ebdulhemīd Osman re

 


Em grupek bi navê Platforma Kurdên Hamburg çûn serdana çalakvanên ku ev 14 roj in ketine greva berçîbûna, ku di rewžeke pir dijwar de çalakiya xwe berdewam dikin. Di bin serma û baranê de ne û heta niha kesî li rewža wan nepirsiye. Wek diyar e di vê dema dawiyê de peymana vegera penaberên ku ji welatê Sûrî û rojavayê Kurdistanê hatine Almanya ku piraniya wan kurd in. me xwest bi vê serdana xwe pižtgirî û moral bidin wan û me ev çend pirs ji çalakvan ”Ebdulhamîd Osman” kirin û wî jî bersiva pirsên me da. Raste lažê wî pir westiyayî bû lê bi baweriya xwe wekû roja yekem be dilgerim û moral bilind bû.


  Pirs - Îro hûn dikevin roja xwe a çardehan, ku hûn di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bê xwarin li ber vê sermê ji bo protestokirina peymana di navbera Sûrî û Almanya de. pižtî ewqas roj hûn xwe çawa dibînin, li gor baweriya we hûnê karibin berdewam bikin?

Bersiv - Di destpêkê de ez sipas dikim ji bo vê pirsa te, li gor biryara komîta me bi hev re me soza da ku em têkevin greva berçîbûna vekirî. Heta em karibin em ê berdewam bikin, heta ku dilopek xwîn di lažê me de hebe, em ê berdewam bikin. Bi hatina kesayetên me, rewženbîr, nivîskar, tevgera me ya siyasî herkesê ku pižtgieya me dike û destekê didin me, roj bi roj moralê me xurtir dikin û em ê bi ser kevin.



Pirs- Lo gor helwest û armanca ku we ji bo wê xwe xistine berçîbûnê, heta niha we bersivek erênî ji tu aliyan wergirt, Ji aliyên sazî û desgehên alman ên wek mafê mirov û wezareta hundur bi xwe û ji aliyê din de jî we tevgera xwe a siyasî li asta berpirsiyariyê dît?

Bersiv- Bi rastî di destpêkê de hindek kêmanîyên telnîkî ji aliyê tevgera me ya siyasî ve derketin, lê em li ser nesekinîn, wek me soz dabûn hev ku em û tevgera me û yên di hundur wê de û yên dervî tevgrê, ku em ê bi hev re bixebitin. Ne tenê ji bo vê peymana ku 7000 kurd vegerînin, lê belê a herî giring pirsa gelê me wek pirsa gelekî ku lê bê pirsî li ser masiya dewletên navnetewî ku berz bibe û gež bibe û bibe dozek akteul.
Ji bo pirsa te ya duwemîn jî, mixabin ku saziyên almanan bi rengekî mezin heta nuha bê deng mane. Bes em di wê baweriyê de ne ku bi îradeya van hevalê me ku ev çarde roj in hîna xwe di destpêkê de dibînin. Di baweriya me de ku saziyên wan, desgehên wan çiqas xwe bêdeng bikin jî, di dawiyê de em ê wan mecbûr bikin ku werin vê derê û ji me bipirsin bê em çi dixwazin... em nafikirin ku em çalakiya xwe rawestînin lê em ê berdewam bikin.

Pirs- Baž e ez naxwazin te pir biwestînim, ji ber ku niha tu pir wesitiyaye û hêza te niha nema ye. Dixwazim bipirsim bê tevgera kurd li perçeyên din pižtgrî dan we û bi erkên xwe rabûne an na?

Bersiv- Berî hertižtî hêviya me bi rojavayê Kurdistanê mezin e ku wê li me xwedî derkevin, lê ev nayê we wateyê ku em bang li biraderên xwe li perçeyên din nekin. Me banga xwe gihand serokê herêma Kurdistana azad birêz Mesûd Barzanî û KurdsitanTv jî hat wêneyên me kižandin. Ji aliyekî din ve jî, gelek sazî û kesayetên me ji bakurê Kurdistanê jî hatin û pižtgiriya me kirin. Ji bo vê yekî dixwazim bêjim ku miletê me ê rojava hêjaye pižtgiriyê ji ber ku ked daye herçar perçeyên Kurdistanê û di baweriya me de, wê rojek bê ku em tev li hev xwedî derkevin.

Pirs- Gotina te a dawî ku tu bang li ragihandinê bike, ji kerema te niha çi di serê we de heye bibêjin.

Bersiv- Banga min ji bo gelê me heye ku niha li pêžiya me mežeke mezin li Berlînê ji bo bîranîna serhildana 12 ê adarê heye, roja ku rêjîma Sûrî komkujî bi serê gelê me de li Qamižlo anî. ku zêdeyî 25 kesên me bi çeka basiyan hatin kužtin. Ji bo vê yekê hêviya me ji gelê me heye ku bi hijmarek mezin beždarî vê mežê bibin. Bila miletê me bi qîz, xort, zarok, mêr û jin werin ber wezareta hundirê Almanya vê peymanê žermezar bikin û li ber qunselosa Sûrî jî rêjîmê žermezar bikin.

Pirs- Em jî bi navê Platforma Kurdên Hamburg bi her hawî pižtgirya we dikin û serkeftin û berdewamiyê ji çalakiya we re dixwazin, hêviya me ew e ku hûnê bighêjin encameke baž.

Bersiv- Ez jî di gotina xwe a dawiyê de, bi navê xwe û hevalên xwe spasiya Platforma we dikim, ku hûn rêzdaran hatin serdana me û moralê me bilind kirin û her bijî ji gelê kurd û kurdistan re.

08.03.2009 Berlin
Li ser navê Platformê
Arževê Oskan


 

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark