Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: KEBANÎ Û MAMOSTE*

 


  Rewþen Bedirxan

Xwendevanên ko çavên xwe li ser nameyên vê bend û vê stûnê bigerînin, heye ko berî ewil bibêjin, gelo div ê stûnê de ji me re qala dirûtin û aþbaziyê wê bikin. Ji ber ko bi adetî di van stûnan de qala van tiþtan dikin.  Ji milê din wê lê ecêbmayî bimînin û ji xwe bipirsin; Kebanî û mamoste bi çi awayî gîhane hev û ji bona çi?
Lê heke wan sebir bi xwe da û bi nivîsara min ve çûn û ew xwendin ewê bibînin ko heq di destê min de ye û divêt kebanî û mamoste bigehên hev û di her kebaniya kurdmanc de mamosteyek hebe. Bê þik, wezîfa jinan a pêþîn diyatî û kebanîtî ye.


Ji bo jinan ji van pêþtir tu wezîfe nîne û her kar û wezîfe di pey wan re têt. Lê gava mirov bala xwe didê û tesîra jinan li ser jiyana miletan a civakî derpêþ dike, dibîne ko jin rasterê û nerasterê û bi awayên têvel li jiyana miletan kar dikin. Ji lewre jinan ji wezîfeyên xwe ên esîl pêve wezîfeyên din ên mihim hene.
Mêrên ko qedera miletan di destê xwe de digirin, li ber destê jinan xwedî dibin, terbiya xwe a pêþînji wan digirin û tiþtên ko di zarotiya xwe de dielimin heta axa gornan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hikim dikin. Ji lewre mehelokê gotiye: ( Kurmê þîrî heta pîrî). Ji me jinên Kurdmancan re ji van pê ve wezîfeke din jî heye. Ew wezîfe ji rewþa miletê me a xweser dizê. Ji lewre, jin û diyên Kurdmancan berê xwe didim we, ji we, ji we bi tenê re dibêjim.
Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweþiyek e, û dermanê wê zinîn e. Nik miletên xudan hikûmet û teþkîlat vê nexwþiyê di xestexaneyine xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîþkên wê xestexaneyê ne.
Miletê me, ne xwediyê wan xestexanan e. Miletê me miletekî bê teþkîlat, bê xwedî û serî ye, miletekî belewela ye û di bin hikmê miletne din, miletine dijmin de ye. Lê dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em þerê wî dijminê xedar bikin. Di vî þerî de jî ji me jinên Kurdmanc re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweþiya nezanîyê xelas bikin.
Ev xebat ji me, ji jinên Kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ko zaroyên  xelkê gava diçin dibistanê berî her tiþtî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê dielimin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê.
Ji lewre diyên kurdmanc ji diyên her welat û miletî bêtir divêt bi xwendina zarokên xwe mijûl bibin û beriya ko ew ji destê wan bifilitin û bikevin dibistana xelkê, wan hînî xwendin û nivîsandina zimanê wan bikin. Ji bona vê yekê jî ji diyên Kurdmanc re divêt, berî ewilî ew bi xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin da ko bikaribin zarokên xwe jî hîn bikin.
Eve Hawar ji nû ve derket, yên ko kêm û zêde bi tîpên Kurdmanî nas dikin, bi xwendina Hawarê dikarin zanîna xwe pêþve bibin û yên ko yekcar nizanin divêt dest bi hînbûna elfabiya xwe bikin. Xwehên min, ez ji we re sekinî me. Ji min re binivîsînin, tiþtê ko jib o hînbûnê ji we re gereke, ezê wan bi dilxweþî ji we re biþînim. Bi pêkanîna daxwaza we, xweþ bizanin ez tu minetê li we nakim, ji ber ko hûn bi vî awayî re didin min ko ez xizmeta welatê xwe bikim.
Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifþê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêþîn em bibin þagirit û di pey re mamoste: mamosteyê zarokên xwe.
* Rewþen Xanim Bedir-Xan ev nivîsandina li ser rola kebaniyan di avakirina  welat û parastina zimanê kurdî de, ji berî 68 salan ve nivîsandiye û di kovara ( Hawar ) ê, jimara ( 27 ) an de, sala 1941 ê belavkiriye. Ez jî kêfxweþ dibim ku di roja jinên cîhanê de pêþkêþî xwendevanên zimanê kurdî bikim, hem jî wan agahdarî 100`mîn salyadiya  jidayikbûna  wê bikim, ku dikeve roja 11ê tîrmeha 2009 an de.
Konê Reþ
Qamiþlo 08/03/2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark