Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Xwezî Min Tu Nasnekiribane

 



Demhat  Dêrikî

Diyarî bo Þivan Ebdî:Dema hest di agirê tenûrê de tên þewtandin û evîn di bê çaretiyê de berê xwe didê goristana

Berî tu min ji xwe re bibe û
Dilê min di davika xwe de bi hezar girêkan girêbidê
Li vî bajarî ez þahê aramiyê bûm,
Kolanên vî bajarî bi kenê min gulveker bûn.
Çemê xabûr ez li pêlên xwe hildigirtim
Û di awaza eþqa xwe de dilorandim.


Erê xanim;
Berî dengê te di guhê min de strana evînê bistrîne û
Bêje were ji min hez bike,
Ez evîndarê axê bûm
Evîndarê xweþikbûna pira delalê bûm,
Evîndarê bêhna nêrgizên zaxoka behdînan bûm..lê tu hatî,
Ez birim warê xwe.
Wê demê min tu di kanîka çavê xwe de
Birî paytexta evîna xwe û
Min hemû evîn di evîna te de jibîr kirin.
Tu bûyî qiblegeh û ez bûm nimêjkarê  hezkirina te.
Êdî evîna te,
Bû heyva geþ,bû bêhna nêrgizên vî bajarî û
Di giyana min de bû nêrgizstan.
Nema çavê min jibilî þewqa te jiyan nasdikir.
Li ser dîwar,pencere û nivînên mezela min
Her kêlî peyvên te yê hezkirin pêþkêþî hastên min dikir zindî dibûn û
Di nava hemû parçên laþê min de gera evînê dikirin.
Û va îro tu dibêje wan wêneyên hevdîtinan di
Elbûma serpêhatiyan de hilgire û di þekefta jibîrkirinê de veþêre.
Na xanim,ez ber bi te ve hatim û min bi evîna me sond xwar
Hemû qedexayan di awirên çavê te de biþkînim û
Te bibim.
Bila wê demê gora min li ser dêmên te bikolin,pora te ya þevnim
Bikin kefen û bi ser canê min de bikin,
Bila mijang û lêvên te bikin kêlên min
Û li ser ji xwîna dilê min binvîsin
Min jê hezkir.
Lê her rondikên bê çaretiyê ji wan çavên kû ez kirim girtiyek dibarin
Û ala radestiyê bilind dikin.
Na,na,na ev ne evîne,ev ne hezkirine.
Malxirabê ne te ez kirim barkêþê xeman,her þev ez û axînên xwe dibin
Siwarê janên vî dilî.
Aaaaax dilber te çi anî serê min,xwezî min tu nasnekiribane û bila îro
Ez di agirê tenûra bê bextiyê de neþewitîbane,xwezî min tu nasnekiribane.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark