Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

3000 kes ji bo mafź Źzīdiyźn bažūrźrojava mežiya

 


Ji bo žopandin, lêpêžgirtin û nerazîbûnê li hemberî hevpeymana Almanya û Sûriyê di 20 ê sibatê de li Elmanyayê, bajarê Hannover li qada Steintorê nêzîkî 3000 kes ber bi avahiya Parlamentê Herêma Niedersachsen ve mežiyan. Sloganên li dijî biryarên derxistina Êzîdiyên bažûrêrojava û helwesta dewletê li dijî kurdên penaber yên Êzîdî hatin bilind kirin.
Ev mež bi organîzekirineka gelek profesyonel, gelek hêmin, li ser navê Encumena ÊziD hatibû qeydkirin û ji aliyê EziD û  “Komîta žopandin û lêpêžtgirtina peymana Sûriyê-Elmanyayê” hatibû amade kirin.


Di destpêkê de nûnerê komêteya Êzidiyên bažûrêrojava, “Komita žopandin û lêpêžtgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê” û moderatorê mežê rêzdar Dilgesh Îsa li ser rewža Êzidiyên bažûrêrojava (Sûriyê) axivî û rexne li peymana Sûriyê û Elmanyayê kir.
Herweha di çarçova Xwepêžandanê de gelek dost û hevalên miletên bindest amade bûn.
Xanim Pea Beate Zimmermann, endama partiya PDS,  û xanim Filiz Polat ji Partiya Keskan (Bundes 90, die Gruenen) û herweha rêzdar Sigmar Walbrecht ji encumena penaberiya Niedersachsen (Flûchtlingsrat Niedersachsen) di axiftinên xwe de pižtgiriya xwe ji bo doza penaberan diyar kirin û destxwežî dane beždarvanên Xwepêžandanê.
Hêjayî gotinê ye ku hêja Feleknas Uca, endama Parlamentoya Ewropayê ku bi eslê xwe Êzidî ye, wek hercar cihê xwe di nava gelê xwe de girt û di axiftineke bi heyacan fikir û dîtinên xwe derbarê vê peymanê anî zimên.
Her weha serokê encumena EziD birêz Loqman Bariž di axaftina xwe ya pir balkêž de bal kižand ser giringî û pêwistiya tifaq û yekîtiya navxweyî, û got ku îro roj di van rojên dîrokî de, di van kêlîkên pir hestedar de em bêtir ji hemî demê bi hewcedarê yekîtiyê ne.
Di heman demê de, berê xwe da wan kesayetên ku li dijî tifaqa Êzdiyan kar dikin û got ku em ê qet bi tu awayî rê nedin ewan kesan kî bin bila bibin, û em ê her demî li her ciyekî ku em tê de bin riwê wan yê rež rayî milet bikin.
Ji layekî din ve birêz Bariž Êzdiyên bažûrêrojava (Sûriyê) rexne kirin û got ku eger hun li xwe nebin xwedî eger hun tifaqa xwe bi destên xwe çênekin, wê kesek jî wê çaxê nikaribe alîkaria we bike, û li pirs û pirsgirêkên we xwedî derkeve.
Hêjayî gotinê ye ku ji bo serîlêdana hindek ciyên fermî yên Elmanya, di mežê de du žand hatin destnîžankirin û berê xwe dane avahiya perlemana herêmê û avahiya wezareta hundir, li wir herdu žandan daxwaznameyek firehî radestî Hukumeta Herêmê û hemî partiyên Elmanî yên Herêmê kirin, û hêviya xwedîderketina li Êzdiyên bažûrêrojava li wan kirin.
Di 14.07.2008 an de Dewleta Sûriyê û Elmanya peymana vegerandina penaberên ji Sûriyêyê hatîn yan jî yên di rêya Sûriyê re hatîn Elmanya, îmze kirin. Di 03.01.2009 Hikûmeta Sûriyê ev peyman bi rengekî fermî pejrand.
Dewleta Elmanya hewl dide nêzîkî 7000 Penaberan vegerîne Sûriyê. Ev Penaber ji salan ve li Elmaniya dijîn bêyî ku Elmaniya mafê Penaberiyê bide wan. Piraniya van penaberan Kurdên parêzgeha Hasaka ne û hijmara bihtir ji wan  ne Hemwelatiyên Sûriyê ne.
 
Demjimêr li 14.00 an pižtî nîvro bi dilxwežî û serkeftinek pir mezin mež bi dawî hat, û bežekî mezin ji xwepêžinderan berê xwe dane mala Êzdiyan Celle.
Li mala Êzdiyan Celle civînek li ser heman babetê bi beždarbûna nûnerên Bundesamt, seroka žaredariya Celle, birêz Felek Naz Uca, gelek parêzvan û bêtir ji 300 kesî hate li darxistin.
Di wê civînê de ku bêtirê wê žîrove û pirs û bersiv bûn pižkdaran bal kižandin ser rewža Êzdiyan li Turkiyê, Sûriyê, Elmaniya û xetera peymana di navbera Sûriyê û Elmanyayê de.
Têklî bi: Komita Hildesheim ya žopandin û lêpêžtgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê
www.yeziden-syrien.de - yeziden-syrien@hotmail.de ...
Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

 



 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark