Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: DÎROKA PÎNEKIRÎ

 


 
XEMGÎN Ê REMO

Sînga te welatekî efsane ye
Û memikên te
Du rêyên serekî ne
Rojhilat û roava
Bakur û baþûr
Bi hev ve dighînin ...


Rûyê te
Jêmayên dîrokeke pînekirî
Diyar dike
Û helbesteke ciwan
Bi xunavê nivîsandî
Li ser pelê þenge-gulên
Sibehan
Di çavên tede ez dixwînim ...
Û rê hemî
Li ber min girtîne
Ezê çawa xwe bi kenarê
Lêvên te ve bighînim ..?
Ey cana can-vejîn
Min pirayê hestîyan
Li ser çemên xwînê ava kirne
Ku xwe bi birc û kelehên teve
Bighînim  ...
Hînjî xaçê min li ser milê mine
Û li te digerim
Mîna helbestvanekî
Li helbesteke xwyî wenda bûyî
Digere
Lê kilîtên dergehê vîyana me
Kê dizîne ...?!
Û kê keske-sor ji asûyê Zagroz
Revandîne ...?
Emer benû xetabê  biyabanî
Siltan Osman ê toranî
Yan þah Ebas ê  sefewî .?
Dadgeha dîrokê
Divê ku li darxînim ...
Ji biratîya sedê salan
Derw û xapan xwe dawþînim
Û pîroz-pirtûka wanî kufikî
Di nav çavên wande lêxînim ....
Ji nû geþ-agirekî Zerdeþtî yan
Di pûtgehên zanînê de vêxînim
Berê xwe bidim Anahîta
Û limêj û lavijên xwe
Ji çavên wêre bixwînim ..
Anahîta min ...
Dem hatîye
Ku asoyên te sayî bibin
Û dîsa keske-sor
Di himbêza zagroz de
Xwe li hev bi alînin
Û eger carek
Xwe li ber sîbera te bibînim
Anahîta  ...
Wê çend gul li dêmên te
Bibiþkivin .?
Wê çend kanîyên bergirtî
Ji zikên çîyan bipijin ?
Û çend zarok
Li ber sîngê dayîkên xwe
Wê bigirnijin.?
De bila bigirnijin ...

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark