Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ya Rebî Baran Bê....Golika Me Gîha Divê

 



Qadir Egîd

Ewrên ku bi dehên rojan asîmanê dilên me nixuman dine, îroj hindekî xew dane alî. Lê ewrin dî ji hastên me yên rojên buhurî qeþatir xwe li jor dabûn hev, ji mêja sibehê de xew li odeya mêvanan ya esîman raxistibûn.


Germbûna di nav livîna de mirov ji rê dibe, çavên mirov mîna çavên dildarekî ku di þeveke reþ de, li ser bênderên pûþ li pala girekî bilind, li hêviya yara buxçik-dagirtî zexel dike.

Ewrê me, ji mêj ve, xew ji jiyana me ya ku  di vî werzî de dîtina wî jê re, mîna zabûna pîrekeke kurdûnde di berê xew yê yekem de sê zarokên nêr bîne ,xerîb kiribû.

 Ewrekî avis bû, lê tu kesî newêrî bû li ser rewþa wî bi-axiviya, carna lê temaþe dikirin û serê xew bê deng berdidan ber xwe ta ku ji hev belav nebe û kardariya xwe bi serî bike, di dilên xwe de jê re dua dikirin ta ku Xwedê dilovaniyê pê re bike, ji hev xelas be, û zaroka wî bi serê xwe be û ne avisbûneke derewçîn be, mîna ya gelek pîrekên vê demê ku hertiþtên wan bûne derew..Ya pêþî evîna wan..!?

Ewrê me pêxwas, serqot, û westiyayî bû. Lingên wî ji riya dirêj ku di çol û çiyan re, derbasbû ye, bixwîn bûn, dêmên sorûspî ku ji zû de bi rondikên asîman nehatine þuþtin çilmisî bûn, qeliþî bûn.

Di dilê xwe de Min jê re nimêj dikir ku bê qîrîn û nalîn, bê reqreqa tavan û þîqþîqa biroskan yên ku ji zarokiya xwe de dema dengên wan bi guhê min diket ez bi erdê ve dimelisîm, bizê.

Dilopeke sar min ji sawîr û xewnerojên ku hejmara wan di jiyana me de bi deh qat ji xewnên þevê pirtir e þiyar kir. Dilopeke xwezayî bû, destpêka baraneke hûr bû ku li ser can û cesedê ewrê canfida bariya, ewrê ku zarokekî bi serêxwe ji malzaroka xwe pekand jiyana ku mirovên wê tev de ne biserê xew ne…!!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark