Emer isma-il
Li vê ahingê dinêrim kanî bavê torevana
Kanî tîp û ristê zêrîn pêþgotina xwendevana
Kanî tovê çiyayê Sason li warê me Bota ravedan e
Namirê çiyayê me kurda warê þêra þêr jê man e
Ey kurê çiyayê bilind tu çinara li ser çiyan e
Aþlekir partî du caran lêveger bo partîzana
Di zindanê tu ma azad wekî bazê li esmana
Di dadgiha tu ma þervan ji bo mafê perîþana
Di nav gel de tu ma navdar serokê tac û eywana
Nezîrê vî gelê bindest jana dil va vekêþan e
Delaê partî û millet reþe ev roj li kurdan e
Bi çona te hemî jarin dipîvin ev çi pîvan e
Gelê kurd va bi pêlan tê ji bo xatir bikin can e
Bi bara hêstiran dirêjin ji dil qêrîn û hem jan e
Mirin êþa girane tim li ser ew çi ferman e
Lehingê me li pey hev çon çi bêjin em ji yezdan e
Gelê kurd va didê sozê li pey rêçê didin can e
Dilê te wek pela spî bû ji kurda re tu semyan e
Bi Berzanî tu ma bawer te gote xweþ dibistan e
Te ala aþtiyê hilda te gote em hevbira ne
Qirêjan jîn hemî reþkir jiyana me pêkve zindan e
Bihêvîme bi hevre bin laþ û rewan ne cuda ne
Bi yek dest û dil û can bin ji bo çavê perîþana
Mixabin reþ dijî spî tê barê me barek giran e
De oxir bî erê seyda mirin derdê bê derman e
Bihêvî me tu war xweþbê civata te hemî seyda ne
Îro reþe Cizîra me sitêrên geþ ne winda ne