Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Abas ... De bixwe... va Bapîrê te kirin Areb !!

 


  Şevger

Piştî 80 sal ku bi ser buyerekê de derbas bûye ji nû ve xurtên malbata Abês dixwazin dîrokê beravajî bikin û ser kêfa xwe bi fesilînin û ev jî cihê pirsê ye, lê ez na xwazim bikevime navroka dîroka berî 80 salî de û çîroka Mirîşk ji hêkê ye?... Yan jî Hêk ji Mirîşkê ye?... wekû hinka bibêjim.
Va baş hûn bersiva hev didin û bi texmîna min wê xelkên vî filmî berdewam bikin, û dawî bi xêra yên wekû Abas wê ew qehremanî û mêranîya kurdan di buyera Beyandûr de pûç bibe û bibe mêranîyek ji Ereban re wekû hate gotin, ku ( Îbrahîm Gihûd ) wî Rogan kuştiye!…


 yanî hevqas qerbalixa Abas ew bû ku wan destkeftiyên kurdan pûç bike, yan jî ji zikreşî xwest ku tevlîhevîyekê peyde bike ...li vir çend pirsek gereke werne kirin:
1- malbata Abês çi ji malbata Haco dixwazin di vê demê de?
2- gelo destine veşartî hene pişt nivîsên Abas Abas?
3- va 3 heftî derbas bûn ser nivîsa ( Enwer Abdulhemîd Al-Şemerî ) û vî kesê Ereb ( Mihemedê Abês ) kire qehremanekî Ereb, başa, birayê Abas te çima heya niha dijî yê Ereb ne nivîsand?. Hema bi kêmasî te parastina bavê xwe kiribana çimkî bavê te kirin Ereb, ma hema ti gurê xwe li mirovên xwe yên malbata mala Haco kiriye?
4- gelo ev nivîsên te wefadarîyeke malbata Abêse ji Haco Axa re ?. Hun bi xwe dibêjin malbata Abês hawara xwe gihandin Haco û bilez Haco bi hijmarek Siwarên xwe re derbasî binxetê dibe û tê bi hawara mala Abês ve.
5. Hun dibêjin malbata Abês Rogan kuştiye . Pirs: gelo kushtina (Rogan) bi destên kurdan dikeve berjewendîya bizava siyasî û netewî a gelê kurd di Surî yê de yan na ?.
Mala Abês gelo bi kuştina (Rogan) we çi bi dest xist û we çi goherîn kirin li herêma Cezîrê ?
Li vir ez dixwazim hem wek pîvan û hem wek pirs bikim :
1. di nav bera salên 1930 heya 1960 de gelo mala kî vekirîbû ji têkuşeran re ? pîvan navbera we û malbata Haco de wekû navbera Erd û Asman ji hev dûre , Gelek camêr u hêjayên kurd wekû siyasetmedar û helbestvan û rewşenbîr qesda malbata Haco dikrin û di mihvanîya wan de bi heyvan diman, mîna Bedirxanîyan û helbestvanên kurd kurê Dêrika çiyayê mazî Qedrîcan û Nafiz Beg û helbestvanê mezin Hejarê Mukiryanî û Cegerxwîn û Hunermend Mihemed şêxo û Aramê Dîkran û pir kesên dî …..
Başa pirseke din: birayê Abbas ka ji xwendevanan re yek mînakî dîyar bike ku di wê demê de 3 camêrên tekuşer yan jî rewshenbîr ku deryê malbata Abês ji wan re hatiya vekirin û qesda wan jî hatiya kirin bike?.
2. Dîse di navbera salên 1930 heya 1970 ( Hesenê Haco ) roleke wî pir mezin hebû di piştevanîya bizava kurdayatîyê de li binxetê û heya bi têkilîyan li gel Barzanî yê nemir de jî hebûn , rehmetîyê Hesenê Haco piştevanîya kovara Hawarê dikir û pir çalakîyên din û camêrîyên wî hindavî xelk û gundîyê wî cihê rometî û pesnarîyê ye,, di hêla xebata siyasî de wê pir navên din jî hebin mîna rehmetîyê Cemîl û rehmetîyê Mecîd û Zinawer û Mihemd Selîm ê Haco …
Di destpêka teqîna şerê çekdarî de piştî 1980 dîse ji welatparêzîya xwe piranî ye xurtên malbata Haco deryên xwe vekirin ji (Teleban re-- ji Apocîyan re ) û hijmarek mezin ji vê malbatê tevlî wan bûn mîna : Dr Hiznî û kamîranê Mecîd û rehmetîyê Nayif ku şehîd bû bi PKK re û dema îro pir xurtên wan hene di nava tevgera kurdî de.
Dîse pirsa xwendevanan bide kekê Abbas: gelo çend kes ji mala Abês di navbera salên 1930 heya 1970 nêzkî kurdayatîyê û rewîenbîrîyê bûne?. Gelo çend xurtên we bûne andamê partîyên kurdan?. Tenê hunermend Xêro Abbas ji we derketîye û em pir rometî û rêzgirtinê ji wîre digrin, bes li hêla dî temaşeke ku malbata Haco pir giringîyek mezin dana zimanê kurdî û heya zarokên wan yên yek salî bi zimanekî kurdî paqij di peyîvin û helbet kesên navdar jî di nav wana hene ku di warê zimanê kurdî de di xebitin û mîna Dr : Zardaştê Mihyedînê Haco û Zagrosê Haco û her wisa hunermendê kurd yê mezin Ciwan Haco mamostayê stayla nûjen di musîka kurdî de....
3.kêkê Abbas bi texmîna min wê destên te di belavkirina nivîse ( Enwer Al- Şemerî ) de hebe, ji ber çima wî ev nivîs berî niha der ne di xist ? li hêla din jî cihê gomaniyê ye ku 3 heftî derbas bûn û Enwer bapîrê te yê rehmetî Mihemedê Abês kiriye Ereb û ne tenê wilo jî wî got, ku Mihemedê Abês bi xwe jî di ber mirinê de digot ( Her bijî Sûriya Erebî ....Her bijî Sûriya Eraban ) .
4.Kekê Abas di 2004 an de, me navê Dr Şêrgo Abas bihîst û wî xwest ku di mêjîyê xwe de (ramînek) yan jî derîkî nû ji tevgerê re veke û bi serê xwe tiştnan ava bike. Dida xuya kirin ku ewa ê ku kurdên Sûrî wê rizgar bike û ji xwe re konferansek avakir li Emêrîkayê û hezar mixabin ku pir kes û çend partiyên kurdan jî ketin bin bandora leystikên Dr : şêrogo Abass de, lê zûka ev partî yan jî ew kes hirtepilîn û şemitîn û piştre xwe dûr kirin û xwe vekişandin ji leystikên wî.
Min Dr:Shêrgo Abbas di destpêka wî de kire mihvanê koçka rojavayê kurdistan û min çend berpirsên partîyan amade kirin li koçkê bi navên veşartî, da ku gohdarîyê li berêz Şêrgo bikin, mixabin Dr: Shêrgo wî bi pênosê xîşka xwe li tevaya partîyên kurdan da û tevde kirin tirsonek û xayên û zilamê hikûmetê û gunhkarîya rêjîma Bassa Surî ji ihsaya 1962 û kembera Arebi û heya serhildana 12 Adarê wî kire sitiwê tevgera kurdên Sûrî de.
Ji Dr: Shêrgo weye ku xelk nizanin û ne xwendevanin û bi tenê ew xwendevane û textore , bawer bikin dengê wî di vî babetî de li ba min tomar kir ye û bi hijmarek mezin ji mihvanan îdî çavên xwe girtin û devê xwe vekirin û rastîya malbata Abês gotin û ev malbat kirin zilamê îstixbarata Surî mîna Slêmanê Şiwêş û Ebdulkerîmê Şiwêş û gelek nav gotin ji malbatê , bawer bike kekê Abas Dr: Shêrgo revîya ji babetê û nikarî bû beravanîya malbata xwe bike ... ji ber wilo pîvan û mûqarena we bi Haco Axa re nabê.
Heger Haco (Rogan) ne kuştibe dîse ji kesatî û firaza Haco tiştekî kêm nabê , ji ber Haco dikarîbû di wê dema Aşîrtî û fewdalîzmê de werê binxetê û xwe bilez bi hêz bike û pir aşîretan li xwe bi civîne û kom bikê û xwe bike navekî mezin yan jî hemberekî mezin, hemberî aşîretên areban yên li deverê. Haco dikarîbû bibê leystikvanekî bi hesab. Çi bi Feransa re û çi bi Turkî re û çi bi aşîretên Areban re , em ji bîr nekin ku di wê qunax û serdemê de partîyên kurd li Surî nebûn , ev jî nîşana jîr bûna Haco axa bû ku wekû lêvegerekê ji aşîretan ava bike û aşîreta Hevêrka bi hêz û berfereh bike , heger merev baş di bawerî û ramanê Haco de lêkolînê bikê û bi ramyarî bixwîne yekê bighê ancamekî ew jî eve : kû wî dixwest rêberîyekê bikê !..
ji ber ev peyva Haco tefsîrek mezin dide ( Haco got : heger aşîretên kurdan ji dil dest bidin min ez nahêlim yekî ku bêje ( Xobiz ) li navça kurdî bimîne. Ev peyv tê wê wateyê ku Haco dixwest herêma kurdî xorû kurd bin û xelkên Ereb têde nebin.
Birayê Abbas : bibhûre ... belkî tû bersiva min bidê û belkî ti wek xwe êrîşan bikê, yan jî ti min bikê zilamê mala Haco , yan jî ti bêjê vê malbatê CD ê Şevger ji kîsî xwe tomar kirine , yan pere dane wî ku vî tiştî dinvîsîne, na birako min wekî ew nas kirine û wekû ku wa jî dinasim min gotiye û ne zêdetir, ev meselên wisa girêdayê wijdan û hesta netewî ne, dema bê bextî bibe li dîrokê yan li netewê pîweste her kurdekî rewşenbîr dengê xwe bilind bike u bêje na...na..na ... mixabin ew rewşenbîr jî kêm bûne û her kes çavên xwe digrin û serê xwe şor dikin ber berjewendîyên xwe.
Malbata mezin îro kurdayetîye û kurdistane û wek tê gotin 100 bi yekî ye û yek bi 100 ye .
Qisrûr baxme kekê Abas ti ji mewlûdê derketî bê kiras ....

9:2:2009

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.71
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark